Li hemberî vahşeta zindana Amedê di aliyê kadroyên pêşeng yê PKK ji bo parastina rûmeta însaniyetiyê berxwedana rojiya mirinê di dîrokê de weke 14’ê Tîrmehê derbas dibê. Ev 32. sala destana berxwedaniyê ji Akademiya Zeyneb Kinaci Zozan Gul, Agirî Gabar, Evîndar Denîz ji me re nirxandin. Gotin; 14’ê Tîrmehê grêdayîbûna berxwedanî û azadiyê ye. Kemal Pîran tenê li hemberî îşkenceyê li ber xwe nedan di aynî wextî de ji bo welateke azad û demokratîk li ber xwe dan. Berxwedaniya 14’ê Tîrmehê di Rojhilata Navîn de ruheke mezin derxiste holê. îro em dikarin ew ruhê ku derkete holê bibînin. Îro di rêya wan de milyonan dimeşin. Cesaret û berxwedaniya ku berxwedanên 14’ê Tîrmehê dane nîşandan îro bûne bingehên şoreşa Rojava. Niha bi hezaran gerîla dozên wan bi gihandina roja me ya îro xwedî li gelan derdikeve û diparêze.
14’ê Tîrmehê di dîroka PKK’ê de di ortameke îşkenceyên dij mirovatî de li ser navê xwedaî derketina welatê xwe, gelê xwe û însaniyetiyê, roja biryardayîna berxwedayîna mezin a destanî ye. li hemberî vahşeta zindana Amedê kadroyên pêşeng yên PKK’ê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ji bo parastina rûmeta însaniyetiyê dest bi rojiya mirinê kirin. di sala 14’ê Tîrmehê a 1982 an de rojiya mirinê ku dest pê kir tenê îşkenceyê têk nebir di aynî wextî de ji tekoşîna azadiya Kurd re îvmeyeke mezin da qezenckirin.
Ji Bo Me Bûne Ronahiya Berxwedanê
Agirî Gabar; 14’ê Tîrmehê ne îfadeyeke ku em bikaribin têxin nav wate û giraniyekî de ye. roja ku rojiya mirinê dest pê kir, weke li nirxên xwe xwedî derketin, li gelên xwe xwedî derketin û li nasnameya xwe xwedî derketin hate binavkirin. Rêhevalên ku dest bi vê çalakiyê kirin, weke ferdên ku temsîla rastiya gelê Kurd dikin dest pê kirin. vîneke mezin derxistin holê. di şexsê van hevalan de ruheke yekbûn derkete holê. li hemberî cuntaya faşîst a 12’ê Îlonê bûne xwediyê berxwedaneke mezin. Ji bo me bûne ronahiya berxwedanê. Ev berxwedanî xêza teslîmiyetê ser û bin kir. Em jî di hewldana têkoşîna di rêya wan de nin. Ji berxwedaniya Kemal Pîran hêzeke mezin digirin. Ji bo em xwedî li van berxwedaniya derkevin berxwedayîneke zêdetir, têkoşîneke zêdetir divê em bikin. Divê em girêdayîbûna xwe a bîranînên wan bi hêztir bikin. Piştî berxwedana 14’ê Tîrmehê gelê Kurd zêdetir xwe bi azadiyê ve grê da, xwedî li nirxên azadiyê derket. Teslîmî hêzên serdest nebû, li ber xwe da. Em jî xêza azadiyû ku wan bi pêş xist bihêztir bikin, em dê li kedê wan xwedî derkevin.
Em Jî Dê Di Şopa Wan De Biçin
Evîndar Denîz; Berxwedana 14’ê Tîrmehê ji bo gelên Kurd û Tirk çalakiyeke ku li hemberî îşkenceyê rûmeta însaniyetiyê parastiye derbasî dîrokê bûye ye. Ew lehengtiyên mezin nîşan dan. Em jî weke mîlîtanên ku di şopa wan de dimeşin rewşa nijadperestiya civak qebûl nakin. Rêhevalên Kemal, Hayrî, Akîf, Alî û rêhevalên din, li hemberî pêkhateyên zalim ku di dîrokê de kêm in di azadiyê de israrkirinê re berxwedaniyeke bi heybet danîne holê. Ji bo ku em layikî wan bibin, hêviyên wan bînin cih em têkoşîn dikin. Hêviyên wan pir mezin bû, lewra berxwedaniyeke wisa kirin. Ji bo nasname û çanda xwe berxwedanî kirin. divê em jî vê berxwedanê mezin bikin. Em deyndarê van hevalan in. Ji bo ku soza me daye van hevalan bînin cih, em wek milîtanên azadiyê ji bo guherandina sîstema dijdemokratîk a hêzên serdest têkoşîn didin. Em sîstema demokratîk a alternatîf ava dikin. Divê em bibin bersivê hêviyên wan.
14’ê Tîrmehê, Ji Geleke Ku Ji Tunebûnê Rizgar Bûye Re Can Da
Zozan Gul; ruxmî darbeya ku dewleta Tirk piştî berxwedana 14’ê Tîrmehê pêk anî jî neharîbûn polîtîkayên ku bi armanca tunekirina gelan û mafan pêk bînin têxin dewrê. Berxwedana 14’ê Tîrmehê li hemberî barbartiyê him fizîkî him jî ruhî berxwedaniyeke mezin nîşan dan. Ya ku hişt tevgera PKK’ê pêş bikeve berxwedana 14’ê Tîrmehê bû. Jê neqeriyan, serê xwe xwar nekirin. Polîtîkayên li ser Kurdistanê vala derxistin. Polîtîkayên him siyasî him leşkerî vala derxistin.
Berxwedana Rojava Bi Saya Berxwedana Wan Pêk Hat
Kemal Pîr’an tenê ne ji bo îşkenceyê li ber xwe dan, di aynî wextî de ji bo welateke azad û demoktatîk berxwedanî kirin. berxwedana 14’ê Tîrmehê di Rojhilata Navîn de ruheke mezin derxiste holê. Em îro dikarin ew ruhê ku derketiye holê bibînin. Îro di rêya wan de milyonan dimeşin. Hiştin ku him siyasî û him jî leşkerî em bi pêş bikevin. Cesaret û berxwedana ku berxwedêrên 14’ê Tîrmehê nîşan dane îro bûye bingehên şoreşa Rojava. Şoreşa Rojava şoreşeke ku bi lehengtiyên 14’ê Tîrmehê re pêk hatine ye. niha bi hezaran gêrîla dozên wan bi anîna roja me ya îro xwedî li gelan derdikeve û diparêze. Em jî careke din soza xwe ya girêdayîbûna têkoşîn û bîranînên wan nû dikin.