Divê destpêkê mirov têgîna yekîtî û yekbûnê tehlîl bike. Ji ber ku di nav rastiya gerdûnê de yekbûnekê pir xurt heye. Esas a ku dihêle gerdûn di nav rastiya xwe de jiyan bike, yekîtî û yekbûn e. Di gerdûnê de hesasbûnekê û yekbûnekê pir mzin û xurt heye ku bi ne pêwistiyekê pir biçûk di gerdûnê de dibe sedemê teqemeniyên mezin. Hemu element, stêrk, tav û avahiyên gerdûnê di nav hevsengî û yekîtiyek pir xurt de bi rêve çûyîna xwe pir bi awayekê xwezayî dimeşînin. Ger em ji vê rastiyê bawer dikin ku ‘gerdûn hebûneke zindî yê û em jî parçeyekê vê gerdûnê ne’ wê demê emê bibînin ku yekîtiya gerdûnê çiqas pêdiviyekê jiyanî be ev yek weke însan ji bo me jî derbasdar e.
Rêbertî dibêje ‘ger tu dixwazî însan nas bikî divê destpêkê gerdûnê nas bikî, ger dixwazî gerdûnê nas bikî divê tu însan nas bikî’. Ji ber ku taybetmendiyên zindîbûnê bi hemu aliyan ve wek hev e û li ser heman rastiyê jiyan dike. Di laşê însan de jî hemu organên hindûr di nav yekbûnekê de kar dikin. Dema leşê kesekê hemu organ bi tendurist bin, ev hemu di nav yekbûnekê pir xurt de karê xwe dikin weke potansiyela hêzekî mezin derdikeve holê. Ango mirov dikare bêje yekbûn her tim bi xwe re hêz derdixe holê.
Dema mirov li civaka xwezayî mêyze dike dibîne ku zindîbûneke pir xurt tê jiyîn. Hemu zanebûn bi jiyana wê ya xwezayî pêş dikeve. Heman demê ji bo bikaribe jiyan bike û xwe ji xeteriyan biparêze, civakbûn û bi rêya civakbûnê yekbûnê ava dike. Yek kesê/a ku ji derveyî yekbûnê bimîne nikare jiyana xwe berdewam bike û dimire. Heman demê li hemberî xeteriyên xwezayî û zindiyên din ên di nav xwezayê de dijîn, parastina xwe bi yekkirina hêza xwe pêk tînin. Taybetmendiyên zindîbûnê ya herî girîng ‘yekbûn’ e. Ji bo vê Rêbertî got ‘yek kes nabe tiştek, yek kes encax dikare bi civaka xwe hebe’. Pîvana ‘yek kes ji bo her kesê, her kes ji bo yek kesê/î’, civaka xwezayî avakir. Ev bi awayekî pir xwezayî û li ser esasê pêwistiyên jiyanê pêş ket. Ji ber wê jî di rastiya civakê de ev, mijara yekbûn û bi yekbûnê avakirina hêz pir girîng e. Di tevahî qadên jiyanê de yekbûn dihêle ku jiyan hîn zêdetir pêş de biçe. Di fikr de yekbûn, di tarzê jiyanê de yekbûn dihêle ku jiyan hîn zêdetir pêş de biçe. Di nav ajelan de jî yekbûnekê heye. Her ajelekê bi cinsê xwe re tevdigere. Pê re di nav yekbûnê de ye. Ew jî bi sedema parastina hebûna xwe û berdewamkirina jiyana xwe di nav yekbûnekê xwezayî de ne. Civak jî bi rêya yekbûnê xwe li hemberî hatina kûştin, şerên derve û destavêtinê diparêze.
Dema mirov li şerê ku ji dîrokê heya niha tê meşandin mêyze dike dibîne ku di navbera dû pergalan de ye. Her dû pergal jî pergalên xurt in. Yek ji vana pergala desthilatdariyê ye ku dixwaze hikm bike, dagir bike, bike koleyê xwe û talan bike. Ya din jî pergala civakiye ku dixwaze nirxên xwe, rastiya xwe biparêze. Her dû pergal jî di nav xwe de yekîtiya xwe ava dikin. Ev jî bi awayekê xwezayî kombûnê çêdike. Ji bo vê jî, di hemu jiyana me de û di nav hemu şer û têkoşînan de çek û hêza herî mezin yekbûn e. Li cihê ku yekbûn lê nebe parçebûn heye, serkeftin nîne. Her wiha ger ev nebe, gelek armanc û hedefên ku weke civak te daye pêşiya xwe nikarî ser bixî. Ev jî quralekê zindîbûn û hebûnê ye.
Niha şerê heyî di navbera dû pergalan de ye ango di navbera Şaristaniya Kapîtalîst û Şaristaniya Demokratîk de ye. Ger ev civak li ser esasê armanc û hedefê xwe yê jiyana azad û wekhev nebe, wê demê hêsane ku şaristaniya kapîtalîst vêya di nav xwe de bihelîne û tune bike. Şaristaniya demokratîk bi netewên ku di nav xwe de nirxên xwe, dîroka xwe, axa xwe, ziman û çanda xwe parastine ava dibe. Bi kombûna netewan, şaristaniya demokratîk ava dibe. Bala xwe bidin, ger şaristaniya demokratîk xurt nebe, hêza xwe pir xurt nebe; li hemberî şaristaniya kapîtalîst wê nikaribe berxwe bide. Ji ber ku êrişî feraset û manewiyatê dike. Divê hêzên şaristaniya demokratîk li hemberî vê feraseta xwe ya civaka ehlaqî û polîtîk xurt bike. Li hemberî madiyatê divê manewiyata xwe xurt bike. Divê li hemberî qirkirina çand û ziman, çand û zimana xwe bi hêz bike. Ya herî girîng jî divê parçe nebe û têkoşîna xwe bi yekbûna civakî pêş bixe.
Li kêleka vê, civaka ku herî zêde li ser vê erdnigariyê jiyaye civaka Kurdistanê ye. Dema mirov li erdnigariya ku Kurd lê jiyane mêyze dike, dibîne ku di cewherê wan de bi awayekê pir xwezayî jiyankirina hestên netewî heye. Heman demê çi qewmekê ji derve hatiye û xwestiye bi vê civakê re jiyan bike deriyê xwe jê re vekiriye. Ji ber ku di erdnigariya ku lê jiyan kiriye ji parastinê heyanî çandinî, derfetên ava şêrîn bi hemu awayê xwedî dewlemendiyekê mezin e. Ev hemu jî bi awayekê pir xurt di cewherê Kurdan de heye. Ger zû bi zû hilneweşiyaye jî sedemê xwe ev cewherê wê ye. Ji ber ku çanda xwe parastiye, hebûna xwe parastiye û ji nifşekê heya nifşê din ev dîrok her tim bi rêve çûye. Mirov di nav civakê de mêyze bike hîn jî bêrîkirina wan rojan û wan rojan dayîna jiyankirinê heye. Girêdayî vê, bi qasî ku deriyê xwe ji her kesê re vekir êrişên pir dijwar li ser vê axê hat pêkanîn. Her kesî parast û xwedî kir, lê her kes jî xwest ew ê wî be. Dema xwest wê bidest bixe jî her tim êriş kir. Her carê parçeyek jê qût kir, qirkirina çandî û fîzîkî pêk anî. Ji ber vê di nav civakan de, yek ji civakên ku herî zêde hatiye parçekirin jî Kurd in. Li ser vê axê jiyankirin û xwe parastin ya rastî weke nirxekî herî mezin e. Hêzên desthilatdar çiqasa dewlemend bin jî ew dewlemendiya xwe li ser nirxên civaka xwezayî çêkiriye ew bi xwe tiştek çênekiriye.
Li Kurdistanê ev yek pirsgirêkekî pir kûr e. Ger mirov sedeme bineghîn a rastiya êrişkirina vê axê bizanibe, dê mirov bêje ‘ger rojek hebûna min hebe dê ji bo parastina vê axê be’. Ji ber ku bi ked hatiye avakirin. Roja destpêkê êrişên li ser Kurdistanê çawa çêbuye îro jî heman tişt e. Çawa ku roja destpêkê xwestin parçe parçe axa Kurdistanê bidest bigrin, nirxên Kurdistanê desteser bikin; îro jî heman feraset û hişmendî bi hêza xwe berdewam dike. Ji ava wê, dewlemendiya wê, heyanî axa wê û însanên wê dixwaze parçe parçe jê qut bike û bike yê xwe.
Ger însanên ku li vê erdnigariyê jiyan dikin bi xwe xwedî li hev dernekevin, li hemberî van êrişên ku me anî ser ziman nesekinin û hêza xwe dernexin holê, dê nikaribin hebûna xwe jî mîsoger bikin. Gotinekê pir kevnar heye, dibêje ‘kûrmê darê ne ji darê be, dar narize’. Di civakê de jî heman rastî heye. Ger di nav civakê de jî pişta hev girtin nebe, xeteriya wendakirina hebûna xwe dê nikaribe van êrişên ku li ser civakê heye jî bisekinîne û xwe biparêze. Ev çend sed sal e, li ser Kurdistan û nirxên Kurdistanê şer heye? Li gelek welatan şer heye, lê tu şer naşibe şerê di navbera Kurdan û pergala desthilatdaran. Ya ku pêşengtiya pergala şaristaniya demokratîk dikin Kurd in. Ji ber ku axa ku lê dijî, xwediyê vê çandê ye û ew jî li ser vê çandê şîn bûye. Kurdistan yep parçe bû, kirin çar parçe. Niha jî dixwazin Kurdistanê bikin parçe parçe û însanan yek bi yek ji vê rastiya dîrokî qût bikin.
Di dîroka Kurdistanê de gelek serhildan çêbûne. Bala xwe bidinê yek serhildan jî ne li ser esasê bûyîna desthilatdar e, sedema bingehîn hebûna xwe parastin e. Ger ev berxwedanî û serhildan nebûna dibe ku îro em jî li vir nebûna. Ji ber ku di bingeha van êrişan de bi her tiştê wê netewa Kurd ji holê rakirin heye. Feraseta binehîn bi giştî qirkirin e. Dema nikare vêya bike dixwaze parçe parçe bike. Niha jî êrişa xwe ya herî mezin dixwaze li ser hişmendî û ferasetê pêk bîne. Dixwaze Kurdan bigihîne wê astê ku ji serî heya binî ji rastiya wê qût bike. Ji bo vê jî ger em dixwazin li hemberî pergala desthilatdar ser bikevin, tesîr li civakên Rojhilata Navîn û cîhanê bikin çavê her kesê li Yekîtiya Kurdan e. Heyanî Kurd li her çar parçê Kurdistan û (ne tenê ew jî) li tevahî cihên ku çûnê ger komî ser hev nebe û ji parastina çand û hebûna xwe nebin yek, emê bi xeteriyên pir mezin re rû bi rû bimînin. Ruxmê ku ewqas serhildan û berxwedan di dîroka nêz de hatine jiyîn, sedema herî girîng a serneketinê parçebûna di nav Kurdan de hatiye jiyîn e.
Civaka Kurd, nirxên ku li ser ava bûye ji dewletbûnê re ne vekiriye. Ji ber ku dewlet bi xwe desthilatdarî ye. Di xewn û heyalên Kurdan de jî tişta ku tê behskirin di rastiyê de ne pergala dewletê ye. Tişta ku tê behskirin bêrîkirina salên berê, bêrîkirina bi awayekê demokratîk bi hev re jiyankirinê ye. Bi giştî mirov dikare bêje bêrîkirina Şaristaniya Demokratîk e. Yê ku nahêle ev yek çêbibe, feraseta dewletperez, berjewendîxwaz û bi giştî feraseta desthilatdariyê ye. Yên ku dîsa li pêşiya bêrîkirinan astengî ava dikin ji welatên derve zêdetir qewmên ku ne bi civaka xwe re dibin yek û ne jî dikare bi pergala desthilatdar re bibe yek e. Yê ku ji vê jî qût dike û ji wê jî qût dike ye. Îro pirsgirêka Kurd ê ku em ji kûr ve jiyan dikin ev e. Heya ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, heya ji vê cîhana madî neyê qûtkirin û heya zivirandina cewhera jiyana Kurdînî çênebe ne gengaz e ku ev yekîtî çêbibe.
Li ser esasê hevpêyman, aborî û dewletbûnê, di sedsala 21’emîn de emê nikaribin tu serkeftin bidest bixin. Ji bo vê sedsalê Rêber APO dibêje ‘kîjan şaristanî xurt be, dê ew serbikeve’. Divê kes nebêje ku dê şaristaniya kapîtalîst serbikeve. Dibe ku di warê aborî de xurt e, lê di warê manewî de tu hêzê wî nîne. Êdî ev pergal wisa kiriye ku têgîna azadiyê nehiştiye. Lê di civakên ku têkoşînê dimeşînin de ya herî zêde li pêş manewiyata wê ye. Di civaka Kurd de wisa ye. Her tiştê wê li ser esasê manewiyatê ye.
Ger em vegerin dîroka civaka xwezayî û lê mêyze bikin a ku civakbûnê avakir, xiluqand û parast dayîk e. Ji ber ku taybetmendiyê dayîkbûnê bi xwe re jiyan ava dike, parastinê ava dike. Pê re hêstekî ewqas mezin heye ku tu caran nabêje ev zaroka min e, hemu zarok ên wê ne. Tê gotin ku gelek ajel bi şîrê dayîk hatine kêdîkirin. Ev yek hatiye îsparkirin. Dîsa ya ku qanûn û qûralên jiyanê ava dike jin e, ya ku edaletê ava dike dîsa jin e. Di nav civakê de, jê ne qût e. Ji ber ku dema êrişek li ser civaka wê çêdibe ya ku herî li pêş de têkoşîn dike, diparêze û rêbazê têkoşînê pêş dixe jin e. Di nav civak, qewm û eşîran jî ya ku civak, qewm û eşîr li ser lingan girtiye, civakê bi rêve biriye jin e. Di rastiya civaka Kurd de rola û mîsyona jin-dayîk hîn bêhtir li pêş e. Di dîroka Kurdistanê de serhildan û rapêrînên pêşketine de rola jinê pir bi bandor derketiye pêş. Di şerên ku di navbera eşîran de derketine, ya ku laçika xwe avêtiye erdê û hiştiye ku aşîtî çêbibe jina Kurd e. Niha jî ji bo avabûna Yekîtiya Netewî rol û mîsyona herî mezin dikeve ser milê jina Kurd. Divê bi ti awayê jina Kurd dest ji vê têkoşîn û nirxa xwe bernede. Axa Kurdistanê çawa ku zaroka jina Kurd e, divê jina Kurd dest ji zaroka xwe bernede. Axa Kurdistanê her roj ji ber destê zalim û desthilatdaran ve tê tecawuzkirin. Lewra divê ya ku herî zêde xwedî li vê axê derkeve jin e. Ger jin jî vê parçebûnê jiyan bike, bi heman feraseta desthilatdaran ve tevbigere wê demê dê hebûna xwe mîsogerkirina civaka Kurd hîn zehmettir be.
Bi salan e em weke tevger li hemberî vê rastiya qirkirinê di nav têkoşînê de ne. Roja destpêkê ya têkoşînê, Rêbertî ji bo pêşxistina yêkîtiya netewa Kurdistanê têkoşîn da meşandin û heya roja me ya îro anî. Tu caran Rêbertî behsa parçeyekê, eşîrekê an jî qewmekê nekir. Rêbertî behsa ‘xwebûn û hebûnê’ kir. Weke PKK’ê yekemîn têkoşîna me, weke Kurd hebûna xwe li dinê dayîna qebûlkirin bû û Rêbertî vêya biserxist. Beriya derketina PKK’ê kesekê li dinê nediwêrî bêje ‘ez Kurd im’. Hebûna Kurdbûnê li dinê dayîna qebûlkirin tiştekê hêsan nînbû. Lê niha, li çar aliyê Kurdistanê yên ku wê welatê li ser lingan digre Kurd in. Di nav vê de jî sekna jina Kurd, bi bandor e. Di nav siyasetê de, hêzên çekdarî de û her weke din din hemu aliyan de ya ku pêşengtiyê ji civaka xwe re dike jina Kurd e. Pergala desthilatdariyê ji dû tiştan pir ditirse. Yek ji van Yekîtiya Netewî ya Kurdan e, ya din jî pêşengtiya jina Kurd a di nav yekîtiya Netewî ye. Beriya vê demekê ji bo avabûna Yekîtiya Netewî gelek hewildan çêbûn. Lê hêzên nîjadperest ji bo belavkirina vê, her tişta ku ji destê wan hatin kirin. Bi vê şiklê nehiştin ku hêzekê xurt derbikeve holê. Dîsa yê ku herî zêde bertek nîşanî vê da û xwest yekîtî çêbibe jin bû. Lê bala xwe bidinê niha di roja me ya îrode jî herî zêde êrişî jinê dike.
Divê tevahî jinên Kurd êdî vê rastiyê qebûl bikin. Ger di vê sedsalê de hebûnekê me hebe û nirxên xwe, çanda xwe bijîn; ji bilî yekîtiyê tû rêyekê me yê cûda nîne. Tişta ku dikeve ser milê me weke jinên Kurd bi yekbûna xwe avakirina yekîtiya netewa Kurd û bûyîna bingehê herî xurt a yekîtiyê ye. Ji bo vê jî di asta herî jor de têkoşîn pêwist e, radîkalkirina têkoşînê pêwist e. Di demên herî xeter de, jin radibin û civaka xwe diparêzin. Di dîroka me de gelek mînakên jinê pêşeng heye. Çawa ku di dîrokê de em behsa Zerîfe, Hefsexanî Naqîp, Leyla Qasim û dîroka me ya nêz de behsa Zîlan dikin, dibînin ku li cihên herî teng de derketina jinê bi awayekê pir xurt çêdibe ji bo parastina ax û civaka xwe. Di nav PKK’ê de gelek jin temsîliyeta jina Kurd kiriye û îro jî dike.
Lê ji bo gehiştina serkeftinê divê li her qadê em vê têkoşînê bilind bikin. Êdî têkoşînekê bê hempa pêwist e. Ger em vê nekin dê çanda me û hebûna bi wendakirinê re rû bi rû bimîne. Hêzên dagirker ji bo pêkanîna van armancên xwe herî zêde êrişî jinan dike. Ji lewra emê jî heya dawiyê xwe zana bikin, jinan zana bikin û bikin çekekî herî xurt a li hemberî feraseta dagirkerî û desthilatdariyê.
Nesrîn Amed