Di dîrokê de, darê zorê timî du rol lîstine. Ya yekemîn; zora şoreşgerî ye ku li dijî têkîliyên hilberînê yên paşverûyên li ber pêşketina quwetên hilberînê dibin asteng û li dijîhakîmiyeta biyanî li ser gelan tê bikaranîn. Ya duyemîn jî, zora paşver û ya ku têkîliyên hilberînê yên paşverû hakim dike û pêşketina quwetên hilberînê asteng dike û dike hedef ku li ser gelan rejîmên xesp û talanê ava bike.
Zor, di aliyê qadên ku berê xwe didê de jî cudayê du beşan dibe: ya yekemîn, zora hundirîn ku ji bo çareserkirina nakokiya di navbera quwetên hilberînê û têkîliyên hilberînêde ye tê bikaranîn; ya din jî, zora derve ya li dijî eşîr, gel û neteweyan tê bikaranîne. Zora hundirîn, eger li ser esasê ku têkîliyên hilberînê yên li ber pêşketina quwetên hilberînê bûne asteng tine bike were bikaranîn, roleke şoreşgerî an jî pêşver û dilîze. Na, eger ji bo ku têkîliyên hilberînê yên li ber pêşketina quwetên hilberînê bûne asteng hebûna xwe bidomînin were bikaranîn, roleke dij-şoreşger û paşver û dilîze. Zora derve (biyanî) ya di destên çînên kedxwar de jî, pir kêm roleke pêşver û dilîze û bi piranî paşver û ye. Di demên ku şiklên civakan diguhere û vediguhere de, eger ji welatê ku lê şoreş çêbûye pêlên şoreşê biforin bi piranîbi roleke pêşverûra dibe. Lê eger wiha nebe û bike armanc da ku li ser eşîr, netewe, gelan zilm û zor û kedxwariya xwe çêbike, zorên derve (biyanî) yên bi vî şiklî paşver û ne. Lê belê zora ku gel, eşîr, netewe bi armanca ku ji zilm û zor û kedxwariya biyanî xwe xelas bikin bi kar tînin tîmî şoreşgerî û pêşver û ye. Zora derve (biyanî) ya paşver û gelê ku pêre rû bi rû dimîne an tine dike, an vediguherîne û an jî ew bi xwe li pêşberê wî gelî bi bin dikeve. Dema bi bin dikeve jî, an bi temamî ji aliyê wî gelî ve tê avêtin derve an di nava wî gelî de dihele, vediguhere û an jî bi temamî ji aliyê vî gelî ve tê tinekirin.
Eger li welatekî zora paşver û çiqas giran û rêxistin kirî be, neçar e zora şoreşgerî jî ewqas giran û rêxistin kirî be. Di dîrokê de hem û rêxistinbûnên ku xwe dispêrin darêzorê, tenê bi quweta rêxistinbûnên zorê yên din hatine hilweşandin. Di dîrokê de û di roja me ya îro de ti rêxistinbûnên zorê, bê sedem hema jixweber xwe tine nekirine. Di seransera dîrokê de di navbera zora paşver û zora şoreşgerî de timî têkoşînek hatiye jiyîn. Ji bo ku têkoşîna di navbera van zoran de ji holê rabe, pêwîst e şert û mercên ku zora paşver û diafirînin û şert û mercên pevçûna di navbera van zoran de diafirînin ji holê rabin.
Kurdistan welatekî wiha ye ku li ser wê, di seranserê dîrokê de timî zora derve ya paşverûhatiye pêk anîn. Zora ku berê xwe daye Kurdistanê, timî roleke talanker û texrîpkar lîstiye. Zora ku li ser Kurdistanê di seranserê dîroka çîndar de hakim bûye, hema bêje timî xwediyê karektereke biyanî bûye û heya asta dawî rêxistinkirî ye. Ev karektera zorê, bûye sedema esasî da ku li Kurdistanê quwetên hilberînê pêş nekevin û welat di nav feqîrtiyê de bijî. Îro jî, zora li Kurdistanê, xwediyê karektereke biyanî û paşver û ye; bi hem û quweta xwe û di her qada civakî de xwe bi rêxistin kiriye.
Vayê bi giştî li dinê, bi taybet jî ev taybetmendiyên giştî yên zora ku li Kurdistanê di seranserê hem û dîroka civaka çîndar de (her du mijar jî di nivîsên heya niha de hatine vegotin) hatine dîtin, di mijara rê û rêbaza Şoreşa Kurdistanê û taktîka wê de riya me ronî dike.
Zora derve (biyanî) madem di vê astê de bi şiklekî giran xwe birêxistin kiriye û her roj, her seat, her deqîqa li ser gelê me tesîra xwe dide derve, wê demê divê zora şoreşgerî ya di berjewendiya gelê me de jî, her roj, her seat û her deqîqe li zora dijşoreşê bide. Em ê li beranberê zora ku di xizmeta dij şoreşê de ye û texrîpkar, talankar û bê maf e, zorek ku di xizmeta gelê me de ye û quweta afirîner a civakeke nû ye û mafdar e biafirînin! Zanistê, hê jî riyeke din a xwe gihandina dinêyeke nû, kifş nekiriye. Lê ji bilî revîzyonîst û reformîstan!. Îdîa dikin ku ew êriyeke nû, ku wê bi şiklê ‘pêşketina civakî ya aştiyane’ gav bi gav bi zora paşver û ya burjuwazî re li hev bikin û cîhaneke nû biafrînin. Dikarin îdîa bikin; lê cîhana ku ew ê biafirînin, cîhana burjuwazî ku ji mej de wexta xwe temam kirî ya ji rê derketîye. Dîsa, ew dibêjin; ‘bêyî ku em li dijî tekdestan şer bikin, bêyî ku li dijî mêtingeriyê têkoşîneke mirin û mayinê were dayîn, em dikarin parçe parçe bi zêdekirina hejmara parlementer, wezaret, musteşar, mudurên giştî, general-îqtîdarê ji burjuwazî bistînin. Ew, dikarin bistînin; lê bi şerta ku ew êbi xwe jî bibin xizmetkar û bikevinbin xizmeta burjuwaziyê.
Zora ku Şoreşa Kurdistanê pêk bîne, bi cewhera taybetmendiyên zora dij-şoreşê ve girêdayî ye. Bêyî ku em tesbît bikin ku ka cewhera taybetmendiyên zora dij-şoreşê çi ye, ew ê kê bi kar bîne, wê bi çi şiklî were bikaranîn, wê destpêkê bike hedefa xwe; em nikarin rast jî tesbît bikin ku ka taybetmendiyên zora şoreşgerî çi ne, ew ê kîjan amûran bi kar bîne, hedefên wê yên destpêkê çi ne. Lê, qaîdeyeke giştî ya ku têkoşîna rizgariyê ya hem û gelên mêtingehan fêrî me kiriye heye, ew jî ev e: divê, gelek, bêyî ku li hindik an jî pirbûna şêniya xwe bifikire, eger ê şer bike, ji bo şerekî gel ê demdirêj xwe amade bike. Ev şer, wê di merhaleyên cur bi cur re derbas be û wî gelî bigihîne serkeftinê. Ev rêgez û qaîde ji bo me jî rast e. Gelê Kurdistanê eger ji bo şer cesaret kiribe, divê bi misogerî ji bo şerekî gel ê demdirêj yê ku wê di merhaleyên cur bi cur re derbas be xwe amade bike.
Taktîka şoreşgerî, ji aliyê rêxistina ku hatiye avakirin û şert û mercên şênber (somut) ve tê diyarkirin. Şoreşa welatê me, şoreşeke demdirêj e û pêwîst e di merhaleyên cur bi cur re derbas bibe. Taktîk an jîmerhaleya destpêkê ya rê û rêbaza (metod-yöntem) ku xwe dispêre zora bi şiklê şerê gel a Şoreşa Kurdistanê, dikare çawa be? Taktîka şoreşgerî, li welatekî bi vî şiklî, ji şert û mercên somut, pratîka têkoşînê ya li welêt û tecrubeyên şoreşgerî yên gelên cîhanê derdikeve. Li welatekî ku şebekeyên ajantiyê û rêxistinên îstihbaratê li her qada civakê xwe bi rêxistin kirine, dikare di merhaleya destpêkê de taktîka şoreşgerî bi vî şiklî be: Li dijî derdorên ajan û rêxistinên îstihbaratê têkoşîneke mirin û mayinê meşandin û rêxistinek ku li gorî pêwîstiyên vê têkoşînêye pêşxistin. Şoreşa welatekî bi vî şiklî, eger bi salan bi vê rêxistin û taktîka têkoşînê neyê xwedîkirin û nebe pola nikare pêş bikeve.
Ev axaftin helbet ji bo şoreşgeran in. Naxwe, ne ji bo reformîstên burjuwayên biçûk û burjuwayên ku ji mêj ve xwe firotine. Hem û kul û derdê wan, ne serxwebûn û ji bo vê xwe birêxistinkirin û xwe ji bo têkoşînê xwe amadekirin e; ji mêtingerên ku xizmeta wan dikin çend hestûyên din qezenc kirine. Ji wan e ku şoreşger ew kesên ‘macera perestên xeter’ in ku hewl didin tiştên berwext bikin.
Rêber Apo
Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”