ISRAR
Nasnav: Rûken Çayan
Nav û Paşnav: Nuran Bellier
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1991/Colemêrg
Navê Dayikê: Halime
Navê Bav: Süleyman
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 20.07.2009/Colemêrg
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Adara 2012’an li Qendîl-Dola Kokê Di Encama Aşûtê De
Ji Bo Bîranîna Rêhevala Rûken Çayan (Nuran Bellier)
Hevala Rûken hevala min a zarokatiyê bû. Me di heman malê de jiyan dikir, em bi hev re diçûn dibistanê, me roja xwe giştî bi hev re dida derbaskirin. Çîroka lêgera wê ya tevlîbûna nava refên gerîla xwe dispêre heta zarokatiya wê. Ji malbata wan gelek tevlîbûn hebûn. Xwîşkek wê şehîd ketibû.
Dema tevlî bû, wê armanc û rêgezên xwe dabû diyarkirin. Ez di wê demê de di nava xebatan de bûm. Malên me li kêleka hev bû. Dihat gel min û dixwest ez wê bigihînim hevalan. Min jî bi hîsiyata jinekê, dixwest jinek ji vê pergalê rizgar bibe. Lê ji aliyê din ve jî ez dihizirîm ku wê zoriyê bibîne. Hevala Rûken pir israr kir. Di sala 2009’an de keçmameke wê tevlî bûbû. Ji wê û pêde hevala Rûken biryara xwe baş zelal kir. Şevekê radibe û diçe gel hevalan û wisa tevlî dibe. Piştî 4-5 mehan li gel hevalan dimîne, ji ber nexweşiyê heval wê cardin dişînin malê. Lê ji ber ku wê carekê jiyana PKK’ê tahm kiribû, ne gengaz bû ku tu wê bidî sekinandin. Hizra wê qet nehatibû guhertin. Em jî ji bo vegera wê pê xemgîn bûbûn. Ji ber sedemên tendirustiya wê şandina wê, daxwaza wê ya tevlîbûnê netefandibû. Dema ku wê li jiyana gund dimeyzand gelek nakokî didîtin. Di demeke kin de cudahiya jiyana PKK’ê fêm kiribû. Bi vê israrê di sala 2010’an de cardin tevlî bû. Ji bona vê yekê cardin pêşniyar kir ez wê tevlî bikim. Hizra hatina min jî hebû, min pêşnîyar kir ku em bi hev re tevlî bibin. Lê niyeta wê ya mayîna li bendê tine bû. Dîsa di şevekê de derket û çû. Çûyîna wê hewayeke cuda li nava gund da avakirin.
Carekê şûnde vegerandina wê û piştî wê cardin çûyîna wê heta tu bibêjî gundî pê bandor bûbûn. Di wê de hêzek hebû, êdî hemû gundî pê bawer bûbûn.
Hevala Rûken du roj beriya min derketibû. Ez li qada Şehîdan gihîştim wê. Min hevalên li wir dinasîn. Min pirsa hevala Rûken ji wan kir. Gotin li vir e. Dema ku ez çûm gel wê ku ez dîtim, min ferq kir ku pir şaş maye. Wê wer dizanî ku ez wê dixapînim û tevlî nabim. Dema min di wê kêliyê de ew dît, ez ketim nava hestên cuda. Hezkirina wê ya ji çiyayan re cuda bû. Mîna ku nexweşiyên wê nemabûn. Du-sê roj wiha derbas bûn. Piştre em gihîştin qada Xakûrkê. Me li wir perwerdeya şervanên nû bi hev re dît.
Piştî perwerdeyê vesazbûyîna hevala Rûken li qada Qendîlê çêbû. Wê çûyîna qadên şer danîbû pêşiya xwe ji ber vê yekê wê li wê qadê gelek zorî jiyan kirin. Me xwest wê bidin qaneh kirin. Piştî wê çû û bi qasî du salan min agahî ji wê negirt. Di dawiyê de min bihîst û di encama hatina aşûtê şehîd ketiye. Ji xwe ez gelek bi wê ve girêdayîbûm. Dema ku min bihîst şehîd ketiye jî min êşekî mezin di hindurê xwe de hîs kir. Lê ev êş wergeriya hêz û kînê. Hedefên wê yên mezin hebûn. Ger ez îro meşa xwe didim berdewamkirin, beriya her tiştî di saya hevala Rûken û şehîdan de ye. Ez di wê zanistiyê de me ku divê ez mafê wê bidim. Ez ê wê di têkoşîna xwe de bidim jiyandin û ez ê di şopa wê de bimeşim.
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê