Îro

0Shares

Şehîd Çîçek Kiçî                                        

Roja çarê Nîsanê

Taveke nû hilat

Xemleke nû li cîhanê pêçand

Li Rihayê,

Dayîkan bi tîlîliyan, mizgîn belav dikirin

 Mizgîna rojbûna mamosteyê min

Li Rihayê baran dibarî, bûbû bihar

Zeviyên bejî şîn bûbûn

Nêrgis û gul bişkivîbûn

Bilbil û teyrokan, hêlîn dijendin

Kevoka xelata nû,

Di nava baskên xwe de

Li cîhanê belav dikirin

Dîlan digerî

Û navê APO

Bi gulbangan hildifirî jor

Bû şagirtê Zerdeştê Kal

Şagirtê Mûsa, Îsa û Manî

Mihemed û hemû pêxemberan

Ew, dîroka rast dixwîne

Pelên reş û qirêj diqetîne

Peyvên xwe li ser rûpelên sipî dinivîsîne