Însan Hemu Deman Jiyan Dike

0Shares

Em xwezaya ku di nav de dijîn çiqas hîs dikin ango çiqas wate didin hemu zindiyên ku di gerdûnê ye dijî? Ger her zindiyek dema xwe jiyan dike çima însan dikare demê hemu zindiyan jiyan bike? Însan çawa pênasekirin rast e? Gelo bi zanist, heskirin û kelecanê pênasekirina însan dê rast bibe? Weke kurtasiyek gerdûnê fêmkirina însan dê encamên çawa bîne?
Em dibêjin însan hemu deman jiyan dike, ji bo însan a ku hemu deman jiyan dike dem çi ye? Zaneyekî kal gotiye ‘heya ji min neyê pirsîn ku dem çi ye, ez dizanim dem çi ye; lê dema tê pirsîn ez nizanim dem çi ye.’
Dem wek qelw jî, weke dem tê pênasekirin. Dem, tarzê pênasekirina guhartinên rewş û tevger ê ku ji hev nayên qûtkirin e. Dem ne bi çav tê dîtin, ne bi dest tê girtin û ne jî tiştekî bi hestên me were fêmkirin e. Di nav gerduna ku em tê de dijîn amurekî diyarkirina dê çi kengê were pêkanîn û sevaskirina jiyana xwe ya hevpar e. Yê ku wate dide demê însan e. Li cihê ku însan lê nîne, dem bê wate ye. Yê ku wate dide demê û demê bi wate dike, xwedê û aqilê teqez nîne; însan e. Dem ji bo însan weke pêdiviyekê derdikeve holê. Divê dem di nav têkiliyên civakî de were bidestgirtin. Ê ku demê ava dike însan e. Dem têgînekê razber e. Bi pêşketina çalakiyên însan ve, dem jî şênbertî bidest dixe û bi wate dibe. Çawa ku dîrok nîşaneya jiyankirinê be, dem jî nîşane û palpiştek jiyankirinê ye. Dem di xala ku jiyana civakî eleqedar dike bi wate dibe.
Merheleyên ku gerdûn jê derbas bûye û asta ku gehiştiye tê bidestgirtin, rastiyekî ku di mirovahiyê de heyrantî ava dike derdixîne holê. Di vê aliyê de, em dibînin ku gerdûn jî di nav de her tişt di nava guhartinê de ye. Guhartin weke ku tê ser ziman di seyrekî rast xêzikî de nameşe. Her avabûn bi qasî ku di nav organîzmaya xwe de pergala xwe ava dike, pêşketinên gerdûnê digehîne merheleyên cûda.
Pirsa ku, ger her avabûn di nav organîzmaya xwe de bi domandina xwe digihe vê rojê, wê demê gerdûn çima dixwaze pêş bikeve û vê pêşketina xwe dê çawa pênase bike tê bîra mirov. Ger gerdûn dixwaze pêş bikeve, gelo ev jî ne nîşaneya hebûna lêgerînên gerdûnê û zindîbûna wê ye? Organîzmayên zindî yên di nav tevgerê de ne, bi zêdekirina xwe rastiya hebûna xwe didomînin. Wê demê gerdûn jî zindî ye û guhartin û veguhartinên timî jiyan dike.
Gelo însan dikare gerdûn û cîhana ku di nav de dijî pênase bike? Ango bi giştî dikare wate bide wê? Rêber APO di vê mijarê de dibêje; ‘Carekê zerengiya însan a tespîtkirina hemu rojgêran pir bi sînor e. Pêşuyek çiqas bikaribe cîhanê şîrove bike, însan jî ewqasa dikare gerdûnê şîrove bike. Îdiaya însan a ‘dikare her tiştî bike’ waswasiyekê fikrê metafîzîk e. Ev nêzîkatiyekê ku dişibe avakirina xwedê ye’. Gerdûna gewre û gerdûna biçûk bi tiştên xwe yên nayên zanîn mekanîzma û avabûnên xwe rûxmê me jî pêk tînin. Xweza bi tiştên xwe yên nayên zanîn peresana xwe didomîne, lê zanist di gelek mijaran de ne xwedî agahî ye. Dema asta ku fîzîka kûanê gehiştiye tê fikirîn, fika ku gerdûn organîzmayek zindî ye û hîna avabûna xwe bi dawî nekiriye heye. Zanista klasîk bi hezaran salan bi mirovahiyê daye bawerkirin ku gerdûn ne zindî ye û ji bo vê fikrê xwe b mirovan bide qebûlkirin gelek derewan gotiye. Fîzîka kuantum a pêşdikeve çewtiyên zanista fîzîkî vala derxistiye. Wê demê ne şaş e ku mirov bêje di xwezayê de gerdûna her zindiyekî heye. Gerdûn bi tiştên xwe yên nayê zanîn jiyan dide tevahî zindiyan û ji bo meşandina jiyana xwe nêvengek ji wan re ava dike.

Rojda Sîverek

Attachment