Koledarî ku di bingeha xwe de şexs dike mijara mal û milk, di serî de li pêşiya keda mirov, dema li pêşiya hêz û quwetên hilberînê bû asteng, di civakê de di cihê xwe de sekinînek pêşket. Di aliyê dîrokî de neçar bû ku têkîliyên koledar ji holê rabin. Bi rastî jî, dema ku di hundir de ji ber serhildanên koleyan û ji derve serhildanên gelan împaratoriya Romayê hilweşiya, mirovahî ber bi şiklekî civakê yê nû veguherî. Civaka çîndar, vê carê jî li ser esasên feodal xwe birêxistin kir.
Di serdema feodal de axa ku amûra hilberînêya esasî bû, ya begên feodal bû. Şexsê ku bi têkîliyên serfîtiyê bi axê ve girêdayî bû, li ser beşeke amûrên hilberînê xwediyê heqê milkiyetê bû. Ev rewş, dibe sedem ku serf li gorî kole hê zêdetir bi hilberînê re eleqedar be. Di civaka feodal de ekonomiyeke zîraeta (çandinî) xwezayî ku têra xwe bi xwe dike hakim e û di vê pêvajoyê de di hilberîna ku hê zêdetir ji bo ku nirxa bikaranînê biafirîne tê çêkirin de jî, pêşketina têkîliya meta sînordar e.Tevî ku li bajaran zeneatkar di loncayan de xwe birêxistin dikin, têkîliya meta û girêdayî bi vê re jî bajar û tîcarî pêş dikeve, civak hê jî di rewşa xwe ya weke yekeyên (birim) ekonomî yên ku bi derve re têkîliya wan nîne de mayinê didomîne.
Çînên hegomon, di civaka feodal de saziyên çewisînê û kedxwariyê yên ku civaka koledar li ser mirovahiyê pêk anîbûn wergirtin û hê jî pêş xistin. Saziyên nû yên çewisîn û kedxwariyê pêş xistin. Dewleta feodal ku bilez xwe bi rêxistin kir, çawa ku li ser hem û qadên şaristaniyê serdestiya xwe ava kir, şaristanî gihand qadên nû jî. Bakûrê Ewrupa û Ewrûpaya Navîn, di serdema feodal de bûn şaraza (uygar). Dewlet, bû amûra ku ji çêbûn û pêşketina civaka feodal herî zêde sûd wergirtiye.
Di serdema feodal de jî jihevketina rêxistinbûna qebîle û eşîrî, her ku çûyî zêde bû û berdewam kir. Di vê jihevketinê de, rewşa axê ku ax amûra bingehîn a debaraya civakê bû, roleke diyarker û sereke lîst. Tabetmendiyên eşîrî, herçiqas di civaka bicihûwar bûyî de berdewam kir jî, ev têkîlî weke di serdema komînal de ne wekhevîparêz bûn, hê zêdetir ji bo veşartin û nuxumandina kedxwariya feodal dihatin jiyandin.
Dema ku hejmara gelên li ser qadên berhemdar ên cîhanê her ku çûyî zêde bû, bû sedem ku tevgera ji xwe re cih û wargirtinê bigihîje sînorên xwe yên xwezayî. Ev parçeyên axê, ku timî li ser cur bi cur tişt hilberandine û hejmara xwe zêde kirine, ji bo her gelî bûn welat. Qada ku ziman û çanda gelekî li wir hakim bû –sînorê miliyetê- ji bo sînorên siyasî-neteweyî yên ku piştre pêkbihatana bû bingeh.
Di serdema civaka feodal de, keda mirov li gorî civaka koledar ji axê hê zêde berhema zêde bi dest dixist, hê zêde mirov li ser axê bi cih dibûn û dibûn serf. Ev yek jî, ji bo mêtingeriya feodal bûye bingeha madî. Armanca mêtingeriya feodal ew bû ku; gelên bi cihûwarbûyî bixe bin destê xwe û hilberînkerên azad bike serf. Hê zêde ax û serf, tê maneya kedxwariya hê zêde. Dewlet, di mêtingeriya feodal de jî, amûra ku herî zêde jê sûd tê wergirtin e. Gelê ku mohra xwe li dewletê daye, raser (üstün) û xwediyê heqên cuda ye. Saziyên mêtinger ku li ser pêkhateya hilberînê, ziman û çanda gelên ku dîl hatine girtin hatine avakirin, di peresan û pêşketina gelan de bûne asteng. Ev sazî, di encama peresana navxweyîde pêşketin û bûn quweteke siyasî û çandîya civakê asteng dikin. Dîsa, dibin sedema hatin parastina taybetmendiyên eşîrî û bi afirandina pevçûnên feodal ên kûr, yekbûna gel asteng dikin. Ji bo vê yekê jîhewl têdan ku kulmeke serok eşîr û begê feodal werin kirin noker û bi piranî jî ev kar tê biserxistin.
Pêşketina civaka feodal û kedxwariya ku xwe dispêre vê civakê hema ji ber xwe ve û hêsan nebû. Qebîle û eşîr ji bo ku çewisîna dewletê nas nekin, gel ji bo ku serxwebûna welatê xwe biparêzin, gundiyên azad ji bo ku nebin serf, serf ji bo ku azad bin timî li ber xwe dane. Ev berxwedan, di nermkirina kedxwariya feodal de, di azadmayina eşîran de, ji bo hin gelan di parastina serxwebûna welatê xwe de, bûn xwediyê tesîr.
Serdema hakîmiyeta feodal, di navbera sedsalên V-X. de merhaleya xwe ya avabûnê, di navbera sedsalên X-XV. de merhaleya xwe ya kamilbûnê û di navbera sedsalên XV-XVI. de merhaleya xwe ya hilweşînê jiya (lêbelê, di bin hakîmiyeta emperyalîzma kapîtalîst de temenê feodalîzmê li hin qadan heya dawiya sedsala XX. hat dirêjkirin).
Civaka feodal li ser coxrafyayeke pir berfireh belav bû. Axên ku di serdema koledariyê de ji şaristaniyê re nehatibûn vekirin, di vê serdemê de hatin kirin milk. Temamê Asya û Ewrûpayê, beşeke mezin a Afrîqayê, di serî de bakûrê wê, civaka feodal nas kir.
Salên destpêkê yên vê serdemê, di serî de amûrên hilberînê yên ji hesin û metalên din hatine çêkirin, di pêşketina amûrên hilberîn û teknîkê de bi roleke girîng rabûn. Weke di hemû merhaleyên dawî yên hem û civakên çîndar de tê dîtin, di merhaleya dawî ya feodalîzmê de jî di hundir de paşverûtî û ji derve jî mêtingerî heya asta herî bilind hat pêşxistin û hat xwestin temena vê şiklê hilberînê jî were dirêjkirin. Bi taybet Rûsyaya Çartiyê, Împaratoriya Osmanî û Împaratoriya Awûsturya-Macarîstan di dîrokê de roleke paşver û lîstin.
Feodalîzm ku li Ewrûpaya Rojava bi têkoşîna şoreşgerî ya burjuwaziyê hatiye tasfiyekirin, di roja me ya îro de li herêmên ku hakîmiyeta emperyalîst û mêtingerî heyî de bi darê zorê tê jiyandin.
Rêber Apo
Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”