Hunermenda Şoreşa Rojava Jin e

0Shares

Ruha Amanos

Têkîliya di navbera feraseta çandê û şêwazê jiyana civakê, ji hêla teorî û rastiyê ve girêdaneke wana ku ji hev nayê qutkirin heye. Çand bêyî hebûna civakî negengaz e ku hebe, civak jî bêyî çand nikare bijî. Mirov nikare çandê bê civak, civakê jî bê çand bihizire. Çand rêya jiyana bihevrebûna civakê nîşan dide, her wiha pîvana takekesa li pêşberî civaka xwe diyar dike û amûrên ku takekes bikaribe pêdiviyên xwe ji bo pêşxistina jiyanê pêkbîne, dide wî/wê.

Roleke çandê ya girîng di jiyana mirov de heye. Jiber çand dibe sedem ku cuda bûna di nav takekesan, anjî civakan bi awayeke dewlemend li cem hev kombibin. Her wiha çand cureyê mirov ji zindiyên din cuda dike. Di watayeke din de çand sifetê mirovbûnê dide mirovan. Bi kurtasî em dikarin bêjin ku çand şêwazê fikrandin, tevgerbûn, tevahî helwestên mirov û pîvanên însana li beramberî hevdu diteyisîne. Ango ew neynika yekbûna civakê ye.

Huner jî amûreke ji bo pêşxistin û guhertinên civakî ye. Her wiha huner zimanê hest û giyana mirovan e. Jiyan bêhuner mina axeke zuha ye, lewma mirov nikare jiyaneke bêhuner bihizire. Di jiyana her gelekî de cihê hunerê xwedî roleke wiha ye ku ji hêla derûnî ve mirovan aram dike. Bi rêya hunerê civak asta pêşketina xweya civakî diyar dike. Ji destpêka jiyana civakî ve komên mirovan bi rêya xîzkirina ser dîwar û şikeftan, her wiha bi teqlîdkirina dengê haywanan, xwestine ku raman û hasten xwe îfade bikin.

Axa mezopotamyayê xwedî dîrokeke demdirêj e, bûye şahidê pêşketinên çand û hunerî, ji mirovahiyê re ji bo pêşketina van herdu xalên girîng gelek çavkanî pêşkêş kiriye. Dewlemendiya vê axê û xweşikbûna xwezaya wê bi xwe jî ji mirovahiyê re bûye îlhama gelek stran û helbestan. Vê axê gelek çand hembêz kiriye. Gelê Kurd jî para xweya mezin û girîng ji vê rastiyê girtiye. Bitaybet jina Kurd, ruxmî gelek serpêhatiyên dagirkerî û mêtingerî, kariye heya roja îro çanda hezar salîya li ser vê axê, biparêze.

Dema ku mirov rewşa jinê bi taybet di Rojavayê Kurdistanê û bi giştî di Sûriyê de li berçavan derbas dike, dibîne ku li van deveran çandeke dîrokî ya demdirêj jiyaye û hîna jî tê jiyîn. Efsaneyên ku ji dema xwedawenda bereket û xweşikiyê Îştarê heya dema Zenûbya şahbanûya (qiralîçe) Tedmûrê neviya Nefertîtiyê ku bi delaliya xwe hatiye nasîn, di rastiya van efsaneyan de, em bi awayeke zelal rola jinê ya mezin bi zimaneke hunerî di avakirina jiyanê de dibînin.

Rojavayê Kurdistanê bixwe jî di dîroka Kurdistanê de bûye kaniya çand û hunerê. Bêguman nabe ku rola jina Kurd neyê dîtin. Ji ber ku jina Kurd li ser axên bi berhem û bereket, di cihên wekî Kubanê, Cizîre û Efrînê mîmara jiyana civakîne. Evderên ku bi çandinî û berhemên wekî darên zeytûn û sinober û hwd. navdar in, bi keda jinê hatine xwedî kirin. Jiber herî zêde jin bi axê re mijûl dibe û bi hezkirineke mezin nêzîk xweza û jiyanê dibe. Ji bervê ye ku civak jî hertim ji bo karên çandinî û sererastkirina hesaban bi jinên temen-mezin re dişêwirin.

Jin di van herêman de wek dibistanekê ne, ku ziman û çanda gelerî diparêzin, ji derdora xwe re hînkerin. Herî baş jin xwedî li zimanê Kurdî derdikevin û bikartînin. Bitaybet jî di şahî û cejnan de bi kincên xweyên gelêrî xemleke xweşik çêdikin. Dibe ku pir zêde berhemên Kurdan ên nivîskî nebin, lê belê jinên Kurd bi stran û çîrokan bi zimaneke zindî nifş bi nifş destan û mîtên xwe parastine. Herî zêde jî serpêhatiyên bi êş û evînên mezin vegotine. Ango bi rengekê dîroka xwe heya roja îro veguhestine. Jin di şîn û taziyeyan de dilorînin, di kêfxweşiyan de dilîlînin, ango jin hunermend û sembola ruhê netewî ne, ku di tevahiya şêwazên tevgera xwede vêdidin der. Jina Kurd dive parçeyê  xwedî li nirxên xweyên civakî û gelerî derketine û bi berxwedêrî li hemberî êrîşên çanda dagirkeran, nirxên xweyên çandî parastine. Li dijî çand û zihniyetên ku hebûna Kurdan qebûl nekirine û herdem bi înkarê nêzîk nasnameya kurd bûne, jina Kurd sîper girtine. Bûne mertalên parastina çand û hunera Kurdî.

Bipêşketina tevgera azadiya gelê Kurd re, herî zêde jinên Kurd bi bawerî û bêdudilî hembêza xwe ji tekoşînê re vekirin. Wek ku bi salan li benda rêber APO bûn, bi evîneke mezin ew pêşwazî kirin. Lewma deriyê mala xwe ji xebatên rêxistinê re vekirin, bi heyecaneke mezin tevlî xebatê bûn. Ruxmî zor û zehmetiyan jî bêyî ku îtiraz bikin û xwe paşve bikşînin hêza xwe tevlî kirin. Jiber jina Kurd ev rastî baş hîskirin ku ancax tevgera azadiyê dikare nirxên wan ên azadiyê ku wendabûne careke din li wan vegerîne. Ew nirxên ku di cewhera jinê de veşartî mabûn, bi rêya tevgera azadiyê careke din derketin holê û jinê cewher û hêza xwe derxistin holê.

Lewma, jinên Kurd di tevahiya qadên têkoşînê de xwe birêxistin kirin. Bi taybet di mijara pêşxistin û zindîkirina çand û hunera Kurdî de seferber bûn. Piştî 35 salan, îro jî jinên Kurd li Rojavayê welêt, bi armanca afirandina çanda netewa demokratîk xwe birêxistin dikin. Bi armanca komkirina enerjiya xwe û herikandina vê enerjiyê di rêya azadiya gelê xwe û zayenda xwe de xwe ji tikaran paşve nadin. Bi vê hîsa ku her diçe dizivire zanebûneke îdeolojîk, bi sedan jin tevlî refên şoreşê bûne, bi sedan jin di nava refên rêxistina gel de xwe birêxistin kirine. Gelek jin di nava refên gêrîla de têkoşîna çekdarî dimeşînin û bi sedan jî bi qehremantî tevlî komestêrêkên şehîdên nemirbûne.

Bi têkoşîna azadiyê re çand û jiyanake nû ku bi her awayî xwedî li mîrateyên xweyên dîrokî derdikeve, lê li beramberî paşverûtî û bandore pergala desthilatdar û çanda modernîteya sermayedar têdikoşe, hate afirandin. Serkêşî û pêşengtiya vê jî Jinên Kurd dikin. Li Rojavayê welat jî jinên Kurd di nava xebatên siyasî, civakî, çandî, hunerî, aborî, tendurûstî û hwd.cih digrin û wiha jî ew enerjiya ku bi hezar salan hatibû hepskirin, bi azadî ber bi avabûna civaka demokratîk ve diherikînin. Jin li Rojava bi rêya ramanên Rêber APO dikarin çanda xwedawenda dayîk ji nûve zindî bikin. Bi vê mebestê jî çawa ku di her qadê de çalak in, di qada çand û hunerê de jî li her bajêr, gund û navçeyê bi tevger bûne. Îro, jinên Kurd ne tenê bi stran, çîrok û cilên gelêrî, herwiha di hunera nûjen de jî xwe berbiçav didin pêş û çandeke nû ya civakî ku jiyanê bi parvekirin, hezkirin, hevgirtin û qenciyê pîroz dike, diafirînin. Mirov dikare bêje ku li Rojavayê welat şoreşa ku pêkhatiye û pêktê bi reng û xweşikiya jinê ye. Ji ber hunermend, şoreşger, mîmar û xwedawenda vê pergalê jin in.