Hîmên Berxwedêrên Şoreşê

0Shares

Roja 48’an ya berxwedanê bû, bi deh hezaran jin bi cil û bergên çandî, bi cil û bergên şer xwe xemilandibûn. Xwe kirbûn mertal û berê xwe dabûn cengê, berê xwe dabûn şer. Li kêleka dengê belafirên şer û topan, dengê dahûl, tilîlî û dirûşmeyan kêm nebû. ji çeperan, ji kolanan deng bilind dibû, ew dengê qêrîna azadiyê bû.  8’ê Adara 2018’an bû. Li qada şer jinan hewara xwe gihandin hev û li dijî dagirkeriyê helwest raber kirin. Li wê qada şer helwestek Kurdistanî û cîhanî hat raberkirin. Ji tevahî bajarên Rojava, Başûr, Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê jin amade bûn. Ji Lûbnan, Filîstîn û tevahî bajarên Sûrî jî jin li Efrînê bûn. Jinan li Efrînê bersiveke bi pir zimanî dabûn. Ji bo azadiyê şer, ji bo parastinê berxwedan û ji bo serkeftinê yekbûn, bersiv ew bû. Govenda serkeftinê digeriya, jinên Kurd, Ereb, Çerkes, Suriyan, Ermen, Tirkmen  yek dest bûn, serkêşên govenda azadiyê jî jinên Kurd bûn. Li wir sîstemên bavîksalar yên li ser dijberî, koletî û perçebûnê xwe avakirbûn hildiweşiya û şoreşa jinê bi serdiket. Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk jinan bi rihê serhildêr bersiva dagirkeran didan. Bi yek dengî jinan Bijî Berxwedana Efrînê Bijî Şoreşa Rojava  û Jin Jiyan Azadî bang dikirin…

Jin bi hev re bûn. Jinan yekîtiya xwe ragihandibûn. Jin di zanebûna ku êrîşa li dijî Efrînê, êrîşa li dijî şoreşa jinê û hêviyên jinan de bûn. Ji êrîşê re bersivên şoreşgerî pêwîst dikir û bersiv hat dayîn. Ev mînak ji bo yekîtiya jinan ya bi hev re û anîna wan ya cem hev bû. Wê salê li wê qadê bi vî awayî 8′ Adarê hatibû pêşwazî kirin. Jinên Kurd her sal bi peyam, têkoşîn û destkeftiyek nû 8′ Adarê pêşwazî kirine. Her roj bi rihê 8′ Adarê xebat kirine. Ji çerçoveya çalakiya jinan ya ji bo wekheviya mûçe, li dijî hêza karê erzan û tûndiya li dijî jinê derxistine. 8′ Adarê weke fermana têkoşînê îlan kirine. Li dijî hişmendiya ku hebûna jinê diçewisîne, mafê jinê nabîne, stûxwarkirinê ferz dike, milk dibîne, dike meta û pêşkêş dike, koletî û bê çareseriyê pêşdixîne, dagir dike, rêxistinbûn û azadiyê asteng dike, roja têkoşîn û berxwedanê ye. Bi têkoşîn û berxwedanê ber bi şoreşa jinê ve meş e. Bi şoreşa  azadiya jinê re guhertina sîstema bavîksalar û jiyaneke wekhev aramanc dike.

Çanda xwedavendiya jinê ya ku bi derbên sîstema bavîksalar birîndar bibû û li ber mirinê bû, bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinê û şoreşa Rojava re ji nû ve hêviya jiyanê qezenc kir.  Bi destpêkirina şoreşê re hêzên hegemon bi riya komên çete êrîşî pir bajarên Rojavayê Kurdistanê kirin. Lê Rojava ne weke bajarên din yên Sûrî û welatên ku Buhara Ereban lê çêbibû. Li Rojavayê Kurdistanê Rêberê Gelan, Rêber Apo nêzî 20 salan xebat kiribû, zêdetirî 40 sal bûn gelê Kurd xwe ji bo şoreşê amade dikirin. Bingehê serkeftina şoreşê ku xwe dispart enerjiya jinê û parastina cewherî hatbû amadekirin. Cudahiya xwe ji tevahî şoreşan bi rêxistinkirina jin û civakê diyar kiribû. Di nava şoreşa gelan de, şoreşa jin çêbibû. Ji bo parastina şoreşê rêxistinbûn û parastin bingeh bû. Ev jî bû sedem ku şoreşa Rojava cîhanî bibe.

Bi cîhanîbûna şoreşê re, êrîş jî berfireh bûn. Her dem şoreşên ji bo azadiyê bûne armancên êrîşên hêzên hegomon yên bavîksalar. Hêzên kapîtalîst şoreşa ku vegera çanda dayîk û civaka exlaqî û polîtîk armanc digirt, kirin hedefa êrişan. Li dijî hemû êrîşan jinan erka pêşengtiyê pêk anîn. Bi xebat, ked û şerkeriya xwe bûn efsane. Di şerê Kobanê de Arîn Mîrkan Sembola jina berxwedêr ya bi fedayîbûnê li dijî DAIŞ’ê serkeftin bi dest xistiye. Li Efrînê jî Avêsta Xabûr jina çeleng ya bi bombeyên xwe heta kêliya dawî  li beramberî tangên dewleta Tirk şerkiriye û her perçeyeke ji canê xwe di ber parastina axê de fedakiriye. Hevrîn Xelef jî wek jinek têkoşer, bedew û pêşenga Partiya Sûriya Pêşerojê, ji bo pêşerojek aram û demokart a gelên Sûrî, dawî anîna li şer û pêşxistina çareseriyê, xebat kir. Bi sedan jinên Ereb û Kurd di partîbûnê de perwerde kir û beşdarî xebatên sîyasî kir. Di 12’ê Cotemeha 2019’an bi awayekî hov ji aliyê dewleta dagirker ya Tirk û çeteyên wê ve hat şehîd xistin. Yadê Eqîde jî  sembola dayîkên serhildêr û welatparêz e. Di êrîşên dagirkeriya Tirk ên Cotmeha 2019’an de li ser Serêkaniyê, xwe dike mertal û berê xwe dide qada şer. Li meydana şer di êrîşa belafirên şer yên dagirkeran de şehîd dikeve. Ji bo rêxistinkirina xebatên jinan di tevahî qadên xebat û jiyanê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û civakê Zehra Berkel Endama Rêberiya Kongera Star jî bi êrîşek tayebt ya belafirên bê mirov ji aliyê dewleta Tirk ve hat hedefgirtin û şehîdxistin. Her wiha ji bo naskirina mafên jinan, naskirina Rêveberiya xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrî jî jina kedkar û her li pêş Zeyneb Saroxan jî bi êrîşek taybet ya belafirên bê mirov yên dagirkeriya Tirk hat şehîd xistin.

Li Rojava bi sedan jinên berxwedêr yên ji tevahî perçeyên Kurdistanê û cîhanê xebatkirin, bûn armanca êrîşên dagirkeran û bi hezaran di berdêla parastina şoreşê de şehîd ketin. Di berdêla watekirin û azadikirina jin û jiyanê de bûn nemir û canê xwe feda kirin. Şehîd Evîn Goyî jî li Rojavayê Kurdistanê ji bo pêşxistina şoreşa jinê xwedî ked û xebatek berfireh bû.  Ji bo azadiya tevahî jinan xwedî meşek têkoşînê ya zêdetiri 30 salan bû. Ew jî li Parîsê bi komkojiyeke nû ya li dijî azadî û şoreşa jinê bû hedef û hat şehîd xistin.

Her sal bi berfirehkirina qadên jinan, bi bilindkirina têkoşînê û pêşxistina şoreşa jinê 8’ê Adarê tê pîroz kirin. Îsal jî bi xwedî derketina li nirx û berxwedaniya jinên têkoşer û xwedavendên ku di berdêla azadiyê de şehîd ketin û rizgarkirina axên dagirkirî ,tê pêşwazî kirin. Bi aramnca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo afrînerê jiyana azad û birûmet ji bo mirovahiyê, 8′ Adarê dibe sozek nû ya bilindkirina têkoşînê. Bi felsefeya nû ya jiyanê JİN,JİYAN, AZADÎ jin û jiyanek nû tê çêkirin. Bi pêşengiya jin sedsala 21’an  dibe sedsala ronesans û azadiya jin. Bi coşek nû ya têkbirina dagirkeran û cîhanîkirina şoreşa jinê 8′ Adarê li tevahî jinên têkoşer yên ku ji bo jiyanek nû û azad li berxwe didin, pîroz be.

Axîn Zîlan

Attachment