Armanc Sarya
30’ê Adarê hilbijartina rêveberiyên herêmî di aliyê tevgera me de pêvajoyekî bû ku bi baldarî hate çavdêrî kirin. Ji ber ku van hilbijartinan ne tenê weke destkeftên hilbijartinên rêveberiyên herêmî û şarederî derketin in. Di rastiyê de armanca vê hilbijartinê ji nû de avakirina netewa demokratîk û pêşxistina bingeha muzakere ji bo pêşeroja gelê kurd weke qeder bû. Her wekî pêşwazî kirina gelê Kurd a vê referandûmê bi taybet jî israr û di aşitî û çareseriya pirsgirêka Kurd li ser esasê prensîba netewa demokratîk di van hilbijartinan de pir bi rengeke aşkere derkete holê kî pozîsyonên niha ya Tirkiyê di hemû milên xwe de ruxmî hilbijartina heyî jî guherandineke ciddî nedîtiye.
Eşkereye ku mevzîlendirmeya hêzên muxalîf weke MHP û CHP ji çewtiyê wêdetir neçûne. Her çiqasî bixwazin ev xwe xapandinê bi şêwazên cuda jî şîrove bikin, nagihîjin armanca xwe. Pir eşkereye ku nebûyîna hêzên muxalîf di Tirkiyê de û her wiha nebûyîna alternatîfeke bi hêztir li hemberî AKP bû sedem ku AKP weke partiya yekem were hilbijartin. Ev nîşan nade ku hêzeke AKP ya awarte heye, eger em bixwazin realîstîk nêzîk bibin nebûyîna hêzên muhalîf çavkaniya esasiya vê encamê ye. Ji ber ku rewşa têkçûya niha ya hêzên muxalîf û AKP jî ji hev ne cuda nin. Di rastî de aynî derawayî(konumê) parve dikin. Eger em bixwazin kurttirîn li siyaseta wan binêrin her sê hêzên destnîşankirî li hemberî gelê kurd xwedî siyaseteke muşterek in. Em dikarin bibêjin ev boyûtekî ji siyaseta heyî ye, boyûta dîtir jî eger di açiya pozîsyona heyî ya gelê Tirkiyê û ji aliyên din jî bêrêtiya AKP’ê mêjokiyê gelan û paşdeavêtina pêvajoyê muzakere yê her car bi bahaneyekî ne tenê gavekî di çareseriya demokratîk de nîne, dibe ku ruxmî pêvajoyê di nebûyîna ciddiyet de israr dikin. Dîsa jî gelê Tirkiyê weke pirhejmarî raya xwe da AKP’ê. Di rasti de ev nîşan dide ku ruxmî nerazîbûnên ji AKP’ê û sedema esasiya nepêşketinên pêvajoyê siyasî û aşitî dîsa jî weke astengên esasî AKP xwedî rol bûye. Her çiqasî xwestekên gelan jî pêk neanîne di gelên Tirkiyê û aliyekî vê statuyê pejirandine. Pir vekiriye ku ev meyzandineke serwer e ku qet hesab û kîtabeke wî ya siyasî nîne. Serkeftina esasiya AKP ji van mijaran çavkaniya xwe digire. Her wiha ku me nirxandibû serkeftina AKP’ê ne ji hêza wî ya awarteye ne jî reveberiya siyaseta demokratîk e û qet pêwendiyekî wî bi siyaseta demodratîk ve nîne. AKP li ser esasê berjewendiyên xwe xwe bi cih kiriye û ji bo parastina vê cihê dikare bikeve her cure rewşên dijmirovatî û derveyî rêgeza exlaqî û polîtîk.
Serkeftina BDP’ê di van hilbijartinan de a rastî serkeftina gel bi xwe nîşan dide. Yên derveyî me jî bi vî rengî şîrove dikin. Lê hemû kes pir eşkere vê rastiyê dît ku mesele hilbijartina hejmara şaredariya BDP’ê û girtinên heremên nû tenê re negirêdayî ye. Dibe ku pêşxistina pêvajoyekî bû ku ji aliyê gelê kurd û Rêbertî ve hatiye pêşkeşkirin. Yanî sedema esasiya hilbijartinan pêşxistina bingeha siyasiya muzakereyê bû. Yanî serkeftinên hilbijartinan di rastiyê de serkeftinê gelê Kurd, aliyên demokratîk, sosyalîstan bûn. Di vê mijarê de serkeftinên BDP û HDP li ber çav in. Em dikarin bibêjin ku rûxmî HDP’ê cara yekem tevlî hilbijartinan jî dibe û ruxmî ku ev demeke kin e ku xwe ragihandiye kesekî texmîn nedikir ku di vê astê de deng bîne. Heta dengê di nav milliyetiyên Tirkiyê de jî hebûn. Di vê derê de rastiya BDP û HDP’ê eşkere nîşan dide ku di Tirkiyê de HDP xwedî misyoneke berbiçav e. Ji ber ku HDP pêşeroja partiyên Tirkiyê ye û mirov dikare pêşketinên wî roj bi roj bibîne. Elbet kêmasiyên ku werin rexnekirin jî hene ya HDP’ê. Lê divê aliyên demokratîk û çepgir hîn zêdetir rolên xwe bileyîzîn. Ji ber ku HDP partiya tevahiya gelan e û hemû çîn, hindikahiyan, jinan, sosyalîstan û hemû civak di wir de temsîliyeta xwe dibînin. Ji bo wê jî pêwîste HDP zêdetir were parastin û di rêxistin kirina wê de misyona xwe bibînin. Çawa ku em dizanin di propagandaya hilbijartinan de ruxmî erîşên bêperwa ya dewletê jî em dikarin bibêjin ku rêxistinkirineke wê ya bitêsîr hebû. Bi cureyekî em weke tevgera jin vê encamê erênî dinirxînin.
Di mijarê encamên hilbijartinên di bakurê Kurdistanê de em dikarin bibêjin ku serkeftinekî di astê jor de qezenc kir. Rûxmî ku herêmek du herem rey jî nîne mîsal di Rihayê de ji bo ku em deng bistînin gelek ked hate dayîn ji ber ku Riha ji bo me xwedî derawayeke girîng e. Eger em bi hilbijartinên berî re berhevdan bikin, em dikarin bibêjin ku pêşketineke mezin heye. Ji ber ku aliyên demokratîk li gorî berî berfirehtir bûye. Ev nîşaneya pêşketineke erênî ye. Ji aliyeke dîtir HDP di Îdir’ê de performanseke girîng da xuyakirin. Her wiha dengên ku me li Mêrdîn ê bi dest xist ne tenê ji aliyê Kurdan wekî di aliyê gelên Aşûr û hilbijartina hevserokeke jinê Aşûrî pir biserkeftî bû. Di vê derê de mesele bidestxistina heremên nû nînin. Dibe ku tereftarên nû di vir de qezençkirin e. Elbet çand û sinca ku gelên vir jiyan dikin jî girîngiya xwe heye. Ji ber ku li wê derê HDP ne tenê partiyeke Kurdan e, dibe ku partiyên ji gelên Ereb, Tirkmen, Aşûrî, Ermenî jî hene. Ji ber her bawerî û kêmnetewekî di HDP de bi parastina orjîna gelên xwe di vê partiyê de temsîla xwe bibîne, ji ber ku erdnîgariya Kurdîstanî xwedî sinceke berfireh e. Di vê navberê de kesên ku bi ser dikevin gelên hatine mêtin û aliyên çareseriya demokratîk in. Van hilbijartinan nîşan da ku bi hebûna hemû çewsanan dîsa îstîsmar û demagojiyê jî gelê Kurd û gelên demokrasîxwaz ne tenê dest ji tekoşîneke demokratîk naqerin, dijî vê xwedî tekoşîneke bi hêztir in. Encamê hilbijartinan nîşan da ku gelên Tirkiyê demokrasî dixwazin û ji bo çareseriya demokratîk amadekariya wan temam e. Dîsa rola jinan di hilbijartinan de gelekî heyatî bû. Ji ber ku hilbijartina şaredariyan pergala hevserokatiyê li Tirkiyê baştir birûne. Niha li Tirkiyê de em xwedî 103 şaredaran in, di aynî wextî de xwedî 103 hevserokên jin in. Ev pergal li Tirkiyê de nû ye. Heta niha qet Tirkiyê de jinan heta vê astê di hilbijartinan de bi ser neketine û di rêveberiya jin de xwedî rol nebûne. A rastî însan dikare bibêje ev keda ku di vê hilbijartinê de hatiye dayîn û bi taybet jî tekoşîneke jinan bi rengeke bêeman û çalakiyên wan bi qadeke civakî, siyasî û hwd çarenûs diyar dikir. Ev jî dibe sedem ku jinan bikaribin di qada siyasî, civakî, çandî û aborî bidest bixin. Ji ber ku di siyaseta gelê Kurd de jinan xwedî ciheke pir girîng in. Bi taybet ji bo nimûne destkeftên rêveberiya herêmî eşkere ye. Rêveberiyên herêmî rasterast bi gel re di nav hev de nin. Û di pêşketina xweserîtî di Kurdistanê de rengê jinan, nêrandinê jinan û feraseta jinan dê damgaya xwe li vê siyaseta vê demê bixe. Ji bo wê jî jinên ku di rêveberiyê de xwedî rol in pêwîste li her cure çandê tehakumkar û desthilatdar birevin û bi çêkirina atmosfera çanda jinan xwe temsîl bikin.
Em hêvîdar in ku di têkoşîna rizgariya gelê Kurdistanê de jinan her tim di refên pêş de bûne û bi taybet hêza dînamîka vê tekoşînê nin, ku her diçe berfirehtir dibe û civakîtir dibe. Em careke din dixwazin destnîşan bikin ku encamên hilbijartinan di yekîtiya gelê Tirkiyê de xwedî roleke diyar e û di avakirina netewa demokratîk de dê gavekî biavêje. Elbet divê newe jibîrkirin ku destkeftiyên van hilbijartinan bi hewl ê pêşengîtiyê rêberê gelê Kurd Rêber APO hatiye bidest xistin. Ku bi bawerî û pêşdîtina pêşeroja siyasî bawerî bi hêza cewheriya gelan û jinan çavkaniya xwe digire. Di van hilbijartinan de pêşdîtina Rêber APO bi rengekî pir eşkere û dakîk derkete pêşberî dinyayê.