Nasnav: Rojînda Ararat
Nav û Paşnav: Tunay Gûndogdu
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1.1.1992/Agirî
Navê Dayikê: Ayten
Navê Bav: Resûl
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 25.4.2010/Wan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’ê Tebaxa 2012’an li Şemzînan
Ji bo bîranîna rêhevala Rojînda Ararat;
Hevala Rojînda ji herêma Serhed’ê bû. Ew di sala 2010’an de beşdarî nava refên têkoşînê bûbû. Hevalek xwedî seknekî bihêz û bi vînekî bêhempa bû. Hevala Rojînda bi naskirina hinek hevalan dema diçu dibistanê tevgera PKK’ê naskiribû. Piştre ketibû di nava peywendiyê, xwe tevlî gelek xebatên li herêma xwe jî kiribû. Hevala Rojînda di xebatên cîwanan de jî cih girtîbû. Hevalekî bi coş, kelecan bû, gelek dihate heskirin.
Bi taybetmendiyên xwe ya bi mereq û eşq pirs dikir, li pey diket û her dixwest fêr bibe, xwe jîr û jêhatî bike. Ji bo wê girêdayî tekoşîna azadiyê, girêdayî kar û xebatên dimeşand dixwest her tiştî fêr bibe. Kelecana wê ya beramberî jiyanê jî ewqasî bilind bû ku ne dikarî qet li cihê xwe bisekine, enerjiya wê ewqasî bilind bû û her di nav tevgerê de bû. Bi vê enerjiya bilind, bi daxwaz û hedefên xwe yên mezin tevlî nava refên gerîlla bûbû. Ji xwe hevala Rojînda di perwerdeya şervanên nû de beriya tevayî hevalên xwe yên din fêrî bikaranîna çekan dibe. Xwe bi rêhevalên xwe re dike yek û bi vî awayî dest bi jiyana xwe ya nû dike. Wê kelecana xwe di bin her mercî de dida nîşan, dida hîskirin û dianî ser ziman. Hevala Rojînda bi biryardariyek mezin her daîm digot ku divê ew xwe pir zû pêşbixe û li gora wê jî xwe gelek zindî û aqtîf tevlî dikir. Bi beşdarbûn, hewildan û lêgerînên xwe eşkere dida nîşan ku dixwaze di demekî pir kin de tevgerê her alî de binase, fikir û ramanên Rêber APO baş hînbibe û pêkbîne, da ku bikare pêşengtiyê bike, rol û mîsyonê xwe bileyîze.
Hevala Rojînda wiha digot; “Tişta herî zêdetir di nava PKK’ê de bala min dikşîne, girêdayîna rêhevaltî bixwe ye. Ger serê yekî/ê biêşe herkes li ser serê wê/î kom dibe û dixwazin fêm bikin ku çima wiha bûye.”
Belê van diyardeyên ku bala wê dikişand re wê jî dixwest girêdayîna xwe bi vî awayî bide nîşandin. Ew jî rêhevaltiya xwe de, peywendiyên xwe de bûbû çavkaniya moral û hêzê.
Bi qasî mirovan re eleqedar dibû, ewqasî bi xwezayê re jî peywendî û eleqeya wê mezin bû. Ji xwezayê, ji jiyanê, ji rêhevalên xwe gelekî hesdikir ku van mijaran dihişt ku coş û kelecana wê hertim di lûtkeyê de bê jiyîn.
Hevala Rojînda, di demekî pir kin de ji bo tevlî perwerdeyên hîn asta jortir bibîne re guncav tê dîtin. Wê perwerdeya çekên giran dîtibû. Ew pir zû fêrî çeka doçkayê bûbû. Ji ber ku pir zû fêr bûbû xwe kiribû hevalekî mînak jî. Hem di bikaranîna çekan de dixwest di xwe de pisportî pêşbixe, heman demî ya hînbûyî, fêrbûyî jî dida rêhevalên xwe, fêrî wan jî dikir.
Pir zû girtin, hînbûn taybetmendiyekî pir berbiçav ya hevala Rojînda bû. Tiştên dihatin dayîn gelek zu famdikir û digirt. Hêza wê ya çareseriyê jî gelek bilind bû. Gelek jêhatî bû. Dema ku mirov tiştekî bi şifreyî dida wê hema ji nişkê ve derdixist û ziraviyên wê tespît dikir.
Di asta fikir û zanistî de jî hevala Rojînda pir pêşketî bû. Wê dizanî tiştên fêrdibe, hîn dibe bi jiyanê re bike yek. Ew heta dawî li beramberî jiyanê gelekî bi berpirsiyar û hestiyar nêzdibû. Hevalek wiha bû ku bê hesab, bi berpirsiyarî ve tevlî jiyanê dikir. Hêrsa wê li hemberî pergala netew-dewlet a faşîst ya ku Kurda, çand, ziman û her tiştê ayîdê wê înkar û qir dikir re gelek bilind bû. Ji ber wê jî di her fersendê de daxwaza xwe ya tevlîbûna şer dianî ser ziman.
Wê di şerê Şemzînan de jî bi zêdeyî peywira xwe pêkanîbû. Ew berpirsiyara gruba çekên giran ya hewanê bû û wê qet nehişt ku dijmin serê xwe jî hilde jor. Hevala Rojînda di vê astê de li ser çeka hewanê jî hakîm bûbû. Wê dida diyarkirin ku divê jina di nava PKK’ê de bibe bersiv û gelek bi xurtî beşdarî hemû kar û xebatan bibe û serbikeve. Wê ev yek bi gotinên; “Divê ez bi navê YJA-Starê çalakiyan bidim kirin” dianî ser ziman. Dema ku heval di rewşa pevçûnê de bûn, digot; “Bila rêhevalên min bizanibin ku pişta wan bi ewle ye, ji ber ku ez heme.” Wê bi vî awayî dida diyarkirin ku di şer de jî çiqasî jixwe bi bawer e.
Hevala Rojînda di vê navberê de xwe perwerde kirinê de jî coş, kelecan û mereqa xwe kêm nekirîbû. Wê bi qasî ku ji parazname û dahurandinên Rêber Apo fêm dikir, dixwest wan derbasî jiyanê jî bike. Di xwe pêşxistinê de gelek bi azîm û xwestek bû. Ji xwe rewşa Rêbertî her tim dianî rojevê û digot; “Emê vê salê bikin sala rizgarkirina Rêbertî. Ezê bihêz tevlî şer bibim û emê bi serkeftî bibim.” Ew di ferqa girîngî û mîsyona xwe wek jinek pêşeng di nav tekoşînê de cihê xwe girtinê de bû.
Hevala Rojînda ji şehîd ketina hevala Çîçek û heval Dîcle Gever gelekî bandor bûbû. Herdû heval di êrîşa hewayî de şehîd ketibûn. Hevala Dîcle Gever ku fermandara bolûka wan bû ji xwere mînak digirt û dixwest heyf û tola wan rake. Bi wê hêrs û kîna mezin dijî neyarên hov diçû ser dijmin de, çalakiyên xwe bi serkeftî pêkdianî. Ji ber ku xwe di serxistina çalakiyê de kilît dikir û wiha ser dijmin de diçû. Tişta dihişt ku ew di jiyanê de jî serkeftî bibe ev biryardarî, dildarî û sekna wê bixwe bû.
Hevala Rojînda ji bo rêhevalên wê nebe hedef û şehîd nekevin xwe kirîbû hedef û di encama êrîşekî hewayî de şehîd ketîbû. Hevala Rojînda digot; “Ger ez şehîd bikevim, ez dixwazim ev yek bê zanîn ku ezê bi ferasetekî bihêz ve bibim layiqî rêhevalên xwe. Bila bê zanîn ku ez yekî serkeftî bûm. Min çi kiriye bila bê zanîn. Bila rêhevalên min nizanibin ku ez li kûderê me, lê bila bizanibin ku min çi kiriye, çi serxistiye.”
Hevala Rojînda bi vî awayî nêzîkatiya xwe ya ji rêhevalên xwe û ji têkoşînê re jî dianî ser ziman. Hevalên ku li gel wê diman pir ji wê bandor bûbûn. Bîranîna hevala Rojînda û hemû şehîdan sedem û bingeha teqez serkeftina me ye.
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê