Zinarîn Amûdê
Di civaka mirovahiyê de, ger cihê gotinê û nirxa ji bo kes û civakê were şîrovekirin, li gorî rastiya wateya gotinê û helwesta ku bi gotinê re dibe yek, mirov digihîje hin enceman. Bêguman gotin bixwe xwedî hêz e, lê ya xweş û ya nexweş heman bandorê çênake. Yan jî li gorî gotinê encamên neyînî anjî erênî derdikeve holê.
Gotina ku cihê xwe digire û avaker e û ya ku ne di cih de bikar tê, bandorên wan ji hev cihê dibin. Her gotin encamê hizrandin û şêwazê bidestgirtina jiyanê ye û ramana mirov a mêzandina xwe û hawirdora xwe diteyisîne. Piraniya mirovan ji gotina xweş bêtir şad dibin û wê dipejirin, bitaybet dema dibihîzin. Jixwe di vê wateyê de hin biwêje jî di nav civakê de hatine gotin. Wek mînak “Bi zimanekî şêrîn, mirov dikarê mar ji kuna wê derbixe.” An jî biwêja “Gotina xweş xweşe, jibo her kesî/ê geşe.”Herwiha tê gotin ku“Gotina jidil, hêjayî malê dinyayê ye.”Bi vî rengî gelek biwêjê hene.Lê divê em ticar ji bîr nekin ku ti gotin bê armanc nîne. Ev yek çi ji bo gotina xweş be, çi jî ji bo ya nexweşbe, wiha ye.
Hin caran gotinên xweş mirov bandor, kêfxweş û şad dike. Lê evbandor çiqas dewam dike? An jî çima mirov di bin bandora gotinên xweş de bi demdirêjî namîne? Ez bawerim em hemû jî li benda helwestên ku bi gotinê re ne nakok be dimînin. Em li bendêne ku mirov bi gotinên xwere sadiq tev bigere.Jixwe ez bawerim biwêja ku dibêje “Gotinek jidil hêjayî malê dinyayê ye.” bi vê mebestê hatiye gotin. Dema ku yek rast û xweş dipeyîve, mirov li bendê dimîne ku ewli gor axaftina xwe tev bigere. Anjî wiha hêvî dike. Lê dema ev hêvî pêk nayê, di mirov de nerehetî çêdike. Ev dibe sedem ku mirov li hemberî xwediyê gotinê bêbawer bikeve, her wiha dibe sedem ku di mirov de bertekên cuda xwe bide der.
Bertekên ku îro ji hêla gelan li hemberî pergala kapîtalîzmê -ku xwe modern bi nav dike- pêş dikeve, ji ber vê durûtî û rewşa wê ya nakoke. Îro li welatên Rojhilata Navîn gelên Ereb li hemberî pergalên heyî derdikevin, li hin cihan wek Misrê pergala heyî ruxandin, lê li şûna wan gelo wê çiqas pergaleke li gor daxwazî û pêdiviya gelan ava bibe, mijara gumanê ye. Rêvebirên nû yên pergalê mîna yên beriya xwe soza pir tiştan didin, lê gelo ev gotin jibo ku aciziya gelan nerm bikin û bixwe werin ser hukim, an jî birastî wê cudahiya wan ji yên pêşiyê hebe?
Li ser vê mijarê guman û şik dawî lê nayên û mirov nikare bersiveke zelal jî bigre. Ji ber kesên ku tên ser desthilatdariyê berdevkên pergala modernîteya kapîtalîzmê ne. Ya rast di vir de gereke kevanek bê vekirin û were gotin ku pergal xwe pir modern ango hemdem pênase dike û hemdemiyê jî wek pêşketîbûnê pênase dike, lê ev xapandineke herî mezine. Gotina ‘modern’ ji guhê mirovan re xweş tê. Ji ber ev gotin di têgeh û hizra mirovan de bi îmajeke erênî bi cih kirine. Di wateya pêşketî, xweşik, zane û hwd.de. Jixwe bi vê gotinê dixwazin hewayeke wisa belav bikin ku eynî mîna bêhna hin cureyên kîmyasalan ku bi caran hatiye ceribandin. Ev kîmyasala ku bêhna wê ji poz re xweş tê, lê mirov pê tê xapandin û pê dimire. Ewqas xweş e ku mirov dema bêhna wê digre bi kûranî dikşîne hinavê xwe, lê piştre jî dimire.
Pergala kapîtalîzmê herî zêde xîtabê çavandike. Di warê gotin de xîtabê mêjî dike. Bi rûyeke şayîk û zimaneke şêrîn reklama xwe dike. Jixwe ev pergal herî zêde pergala rêklamê ye. Li ser hest, giyan, mêjî û bedena mirov bê ku mirov bixwe bihese mîtingeriyê pêşdixe. Lewma jî kesayetên sextekar ku dikarin xwe têxin gelek rengan diafirîne. Ger ev pergal divê wateyê de ji xwe re dibêje ‘modern’, di kudera vê rastiyê de xweşikî û pêşketîbûn heye gelo?
Rêber APO ji ber xwe ve nabêje “Pergala desthilatdar di cewher de eynî ye, tenê forma xwe diguhere.”Birastî jî modernîteya sermayedar dest avêtiye kîjan mijarê ew xera kiriye. Ji rastiya yên xirab re qilifeke nû çêkiriye ku li ber çavên mirovan xweşik bixuye. Di kêleka vê de jî ya baş û kêrhatî berovajî nîşan daye. Bi taybet mijarên sereke ên ku îro di herdemê de zêdetir civak û gelan mijûl dikin. Ev çi mijara zayendî be, çi ya nîjadî be, çi ya olî û zanistî be.
Îro kesên ku wek rayedar temsîla vê pergalê dikin, di her welatî de hene. Nimûneya vê dewleta Tirk e. Erdogan her ku qala Kurdan dike dibêje “Birayên min ên Kurd!” Gotina bira, xwîşk û dost ji mirov re xweş tê. Lê her ku Erdogan vê gotinê dike, weke ku bi xenceran dikeve ser dilê Kurdan. Erdogan wiha dibêjê, lê belê ti têkîliya kiryarên wî yên li hember gelê Kurd bi hestên biratî û dostanî re tine ye. Erdogan bikiryarên xwe re dikevê nakokiyê. Her roj fermana qirkirina Kurdan dide û tiştek nemaye ku neke, lê dema ku derdikeve pêşberî ekranê jî bi gotinên şayîk dixwaze Kurdan nerm bike.
Ev polîtîkaye li ser Kurdan li her derê tê meşandin. Her kes dixwaze bi gotinên xweş û baş Kurdan bixapînê. Bi navê mafê mirovan, biratiya gelan, demokrasî û hwd… Ji mileke din ve jî dema ku Kurd doza mafê xwe dikin, ji bo azadiya xwe têdikoşin û xwe rêdixin, ti rêbaz namîne ku bi serde pêk neyînin. Tevgera Azadiyê ku nûnertiya vîna netewa Kurd dike teşhîr dikin, wek tevgereke terorîst nîşan didin. Bi vê rêbazê dixwazin li ser derûniya Kurdan tirs ava bikin, bisînor û teng bikin û pêşî li tevgera wan bigrin.Careke din di vê hewldanê de ne.
Ev pergala desthilatdar bi navê ‘hemdemiyê’ dixwaze îro xwe li herderê bide qebûlkirin û pîvanên xwe ên jiyanê bide serwerkirin. Mîna mentiqa ol ku însan ditirsîne. Îro ev pergal tirsa çuna cehenemê di mirov de hîn zêdetir kûr dike. Rêber APO pergala modernîteya kapîtalîzmê wek ‘Xwedayê bêmaske’ pênase kiriye. Ji ber pergal dibêje:“Çi mirov, civak, an jî tevger heke li derveyî pîvan û sînorên ku min danîne derkeve, ez ê jêre bêjim terorîst. Ez ê darve bikim, ez ê têxim nava zîndanê û di zîndanê de birizînim. Ezê bi bombe baranê tine bikim, ez ê bi kîmyasalê ji holê rabikim.”Ev gotin çendî jî dişibin gotinên olperestên ku mirov bi gotina ‘kafirtî’ tewanbar dikirin û bi agirên cehenemê ditirsandin.
Birastî jî îro ev pergal ji kê/kî re, ji kîjan helwestan re, ji kîjan feraset û şêwazên tevgeran re dibêje terorîst?Tewan çiye, kî/kêvê dide diyarkirin û li gor çi dide diyarkirin? Di mantiqa pergala desthilatdar ya pênc hezar sal de çi hate guhertin, nûbûn di kudera vê pergalê de çêbûye, çawa xwe meşrûdike? Û her pirsên wekî vê, dema ku em ji xwe bikin, emê xwe li hemberî pergalekê bibînin ku tiştek wê tine ye ku em jê re bêjin erê, an jî bipejirin. Heya di jiyana mirov a rojane de jî, şêwazê ku vê pergalê xwe di nav hemû têkîliya mirov û mêzandina mirov a ji xwe û ji hawîrdora xwe re bicih kiriye, dema ku ev rast were şîrovekirin, wê demê têkoşîneke xurt li hember vê pergalê wê hîna rastir destpê bike.
Lê belê, jixwe gelê Kurd jî îro ji di nav wan gelan de ye ku li hemberî pergalê û gotinên wê yên herî xweş bertek nîşan dide. Jiber ku gelê Kurd zane û ronak dibe. Dizane êdî wê ji çire bêje erê û ji çire bêje na. Gelê kurd, ciwanên Kurd û jinên Kurd ji bo avakirina pergalên xwedi nav têkoşînê de ye. Di heman demê de li dijî pergalên desthilatdar jî têkoşîna jiyanê ya li ser bingeha heqîqeta ku xwe dispêrê nirxên mirovbûnê dide meşandin. Gelê Kurd ji gotina rast û xweş hez dike û pê bandor jî dibe, jiber ku ev gel bi çanda feraseta ku dibêje “Baş bihizire, xweşik bipeyîve û rast pêk bîne” mezin bûye. Lê wek ku me got, ne tenê baş bihizire û xweşik bipeyîve, di heman demê de rast pêk bîne jî. Ango gelê Kurd îro bi gotina xweş çiqas bandor bibe jî, lê zû bi zû pê bawer nake û nayê xapandin. Jiber hêza gotinê çiqas hebe, cidiyeta axaftwanê wê di pêkanîna wê deye. Berteka gelê Kurd jî çalekiyeke li hember pratîknebûna gotinê.