Heybeta Çiyayê Şekîf
Ji Pênûsa Gêrîla
Ey Çiyayê bi nav û deng, ma ev çi serbilindî û meznahî ye? Tu weke stargeheke axa Mezrapotamyayê. Ez baş nizanim ev çend hezar sal in, te singa xwe ji hewandina mirovahiyê re vekiriye. Dibe ku deh hezar sal an jî pênc hezar sal be…
Li min biborîne, ez baş di çîroka xwezaya te de ne serwer im. Û ez nizanim kî/ê ev navê Şekîf li bejn û bala te kiriye, yan jî ev nav te çawa ji devê mirovan li xwe heq kiriye. Lê ez şahidê çîroka te ya sala 1997’an im
Lêêê loo, ey Çiyayê bi rûmet! Meziniya te ji wê demê û vir de, ez baş dizanim. Ey Çiyayê Şekîf, tu bilindahî û mezinahiya xwe ji vê heqîqetê digrî. Ev demek dirêje li hember vê heqîqeta te, min xwe ker û lal kiribû
Ev tam dozdeh sal in. Ji ber êşa hevaltiyê min nedixwest navê te bibihîzim
Lê vê carê dema min bala xwe da hebûna te. Dîsa ji kerba bêhemd ev hevok ji dil û zimanê min herikîn
Ev bilindahî û qurebûna te wisa ne ji ber xwe ve ye. Ev bilindahiya te ji xwîna keç û kurên dayîkan e.
Wate û serbilindiya te ji giyana Berçem û Şerîfan e. Ji bo min pîroziya te di van hebûn û giyana bêdawî de veşartiye. Heke ew nebûna dê xemla te ewqas bi baldar nebûya…
Heke hew nebûna dê mirov ji girsebûna te bitirsiyana…
Heke ew nebûna, te wê ewqas ciyê xwe di dilê mirovan de negirta…
Heke ew nebûna dê nav û dengê te ewqas bi rûmet nebûya…
Tu bi wan heyî, ew jî bi te. Hûn bûne yek beş û yek wate di dil û hewza hişê hevalan de…