• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Hêviya Jiyana Azad

March 30, 2020
in Gerîla, Ji pênûsa Gerîla
A A
Hêviya Jiyana Azad
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Serokê Min;

Hûn, bûn hêviya bi mîlyonan însanên ku di nava hebûn û tunebûnê de digewizin. Dema ku herkez digot, “hertişt xilas bû”  lê, We wê demê qav avêtin.  Navê Xwe, navê me bi mîlyonan Kurdan bi herfên zêrîn We di rûpelên dîrokê de nivîsand.

Ew nirxên ku bi tunebûnê re rûbirû mabûn, We ew hemû ji nû ve zindî kirin.  Niha ez difikirim ku, ger Hûn û ew fikrên We yên baldar û felsefeya We nebaya mirovahî berbi ku derê ve biçûya?  Civakekî ger tiştên exlaqî dûrbikeve ev rastiyeke nikare xwe pir dirêj jî bide jiyandin.  Eger civakekî bi exlaqî û polîtîk be, wê demê dikare xwe bi rê ve bibe û berdewam bike, ger ne wisa be wê demê wê berdewam bike, lê weke civak na. Ji ber vê çendê ez hebûna We weke her roj wek Rojê pêşiya mirovan ronî dike digirim dest. Çawa ku Roj tunebe jiyan jî nabe, Hûn tunebin însan jî nabin. Ez wiha nêzi We dibim.

Asta ku mirov îro gihîştiye rewşeke pir bi xeter diyar dike. Şer, hilweşîn, tevlîhevî û kaos her roj hîn zêdetir pêşiya mirovan digire, mirov anîne asta ku nikaribe nefes bistîne. Di nava aloziyekî wisa de ew felsefeya ku We xulikand ji bo însanan bû deriyê nefes standinê. Ger mirov bi her awayî xwe li van fikrên we bipêçe û erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bîne wê demê ji bo pêkanîna jiyana azad û nû ti astengî namîne.

Di vî derbarî de herî zêde erk dikevin ser milê me kadroyan. Divê em We baş fêm bikin, baş pêk bînin ku em bikaribin hemû gelan re bibin mînak.

We fêmkirin, We pêkanîne!

 Ew fikrên We yên ku wekî Okyanûsê ye kûrahiya wê fêmkirin û pêkanîn ji bo me erkê herî mezin e.

Hûn hêviya bi mîlyonan însan û moralê jiyana wan in. Bi taybetî jî ji bo jinan navê jiyanekî cuda ne. Ji ber ku We, hebûnekî nû jinê da qezenckirin. Ew hêza jinê ya veşartî We derxist holê û We wan kir xwediyê hêz. We hemû derfetên ku ji bo zihniyeta desthilatdar a zilamê serdest tune bikin da destên jinê. Bi hezaran salin jin çi êş kişandiye, yê ku herî zêde vê rastiyê dît û his kir Hûn’in. Ji ber vê çendê We bi jinê re Rêhevaltiyê pêşxist û pejirand û We li hemberî sîstemê şerekî pir mezin ragihand.

Em jin îro tam di nava vê şerî de ne. Em ne kêlekêne ne jî koşeyê ne. Heya ku hûn di asta fizîkî de azad nebin em heya dawiyê têkoşîna xwe bidin. Ji ber ku em vê rastiyê pir baş dizanin ku, azadiya we tê wateya azadiya jin.

Evîn AMED

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Jİ NÛ VE AVAKİRİNA ŞENGALÊ ERKA ME HEMÛYAN E
Nirxandin

Jİ NÛ VE AVAKİRİNA ŞENGALÊ ERKA ME HEMÛYAN E

July 18, 2025

Read moreDetails
FERMAN ÊDÎ BI DAWÎ BÛYE
Rêber Apo

FERMAN ÊDÎ BI DAWÎ BÛYE

July 17, 2025

Read moreDetails
KOMÛN
Perspektifên Rêber Apo

KOMÛN

July 16, 2025

Read moreDetails
 ME PÊNGAVA NIYETBAŞIYÊ AVÊT
Nirxandin

 ME PÊNGAVA NIYETBAŞIYÊ AVÊT

July 12, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk