Hevaltiya Bejîn Dirêj Û Ya Kîn

0Shares

Di nav jiyana PKK, ê de hevaltiya bejîn dirêj û Ya kîn

Tevgera azadiya Kurdistanê xwediyê taybetmediyek wisa ye ku hemû netew di karin bi rengê xwe cihê xwe di navê de bigirin. Qendê dewlemediya xwezaya Kurdistanê, şiniyê wî jî dewlemedin. Hemû netew dikarin bi çanda xwe û zimanê xwe li ser vê axê jiyan xwe bi rê ve bibin. Hemû mirovatiya  azadixwaz dikarin bi xweşîkbûna Kurdistanê re bibin dost û rêheval.  Tevgera azadiyê di roja îro de ji bo hemû netewan bûye hêviya jiyanek azad û wekhev. Hemû netewên azadîxwaz dikarin bi rengê xwe tevlî tevgera azadiyê bibin, di bin banê Konfedaralîzma Demokratîk de.

Em ji birnekîn, tevgera azadiyê bûye tevgerek cîhanî di roja îro de, bi deha şoregerên jî netewên çûda cihê xwe di nava tevgera me de digirin. Rastiya jiyana PKK, ê dikare hemû mirovan bi hev re bide jiyanakirin. Ji bo vê teybetmediya wê her mirovek dixwaze berê xwe bide vê pir rengiyê. Dema ku a niha em berê xwe didin vê jiyana, em dibin ku keçeke kurd û keçeke Alman çawa bi hev re bûne rêheval. Keça Alman di nava xwandinê de mezin bûye û keça kurd jî jiyana xwe di nava koçeriyê de daye der baskirin. Lê gotin ji bo rêhevaltiya wan nîne. Mirov nizane her yek jî netewek çûdaye. Dewlemediya Ramanê Rêbertiya me heştiye ku hemû mirov bi hev re jiyan bike. Bêku didilêyê jiyana bikin mirov dibêjin ev her du rêhevalên hev yê zaroktiyê ne û hemû listokên xwe yên zaroktiyê bi hev re dane listîn. Ew qasî bi germahiyek mezin li hevdu temaşe dikin û hevdu fêm dikin. Xweşî û nexweşiyê xwe sankî bi hev re derbaskirine. Ew qasî hevdu fêm dikin û gelek caran em jî hevaltiya wan dihesîdin.

Belê, Keça Alman dixwaze jiyana xwe hemû bi siyasetê re bide derbaskirin û bibe pêşengek rast ji bo netewa xwe û ya gelê Kurd. Di heman demê de dixwaze li ser gelek tîştan lêkolîna bike û gelek zimema jî dizane. Delaliya hezira wên li ser fizîka wê jî bandor kiriye. Bi wan çavê xwe yê şîn û pora xwe ya zer jî gelekî delal xûya dike.

Bêguman, Dema ku em li jiyana keça kurd temaşe dikin ew jî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk gelekî bihêrse. Hemû daxwaziya wê ew ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û hevalbendê wan yên seqtekar şerê serxwebûnê bide meşandin e. Di bilindahiya çiyayên Kurdistanê de. Çiyayên Kurdistanê hemû mirovên azadîxwez û dildarên jiyana azad di nav xwe de dide hewandin. Bêku didiliyê bide jiyankirin. Ji bo vê yekê jî, hemû şoreşger ji bo jiyana azad berê xwe didin çiyayên me yên azad.

Dema ku em li jiyan her du rêhevalan temaşe dikin, em gelekî kefxweş dibin. Keçeke Kurd û Keçeke Alman bi hev re li ser axa Kurdistanê rêhevaltî dikin. Ji bo vê yekê, şoreşa Kurdistanê bûye şoreşek cîhanin û dê ev şoreşa azadiyê bi heskirina hemû netewan ve serbikeve.

Belê, keça asî û Koçer bi hemû hêza xwe ve bejdarbûna xwe ya jiyanê dide çêkirin û di hemû milê jiyana xwe de, xwe diyê jiyanek xwezayiye. Jî ber ku hemû jiyana xwe di nav Koçeriyê de daye derbaskirin, li hemberî xwezaya heyî jî tû zehmetiya nakêşin. Hemû jiyana wê di nav şivantiyê de derbas bûye. Di hema demê de, dema ku tu guh lê digirî hîn mîna zarokek pak li jiyanê û rêhevaltiyê temaşe dike. Keça kurd xwe diyê bejînkê kîn û girovere, li ser vê bejên jî porek reş û dirjê heye, di bin siya wî porê de çavek reş û zeytunî xûya dike. Di heman demê çavên wê yên delal jî li gorî çil û bergên wê diguhere, li ser wan ruçikê hînarokên ruyê wê yê delal . Bi vê şêwazê Keça Koçer û Alman bûne rêheval.

Belê, Diyalokên di nav bera wan her duyan de gelekî bala mirovan dikşêne û mirov her dayîm dixwaze li wan temaşe bike. Hevaltiya wan ya jiyanê bala hemû hevalan kêşandiye û hemû heval dibêjin, evane çiwa jî hev du fêm dikin. Yek bi Kurdî diaxîve û yan din jî bi Almanî diaxîve, ev çewa dibe? ( li gorî min ev heskirina ku Rêbertiya me ji bo mirovatiyê daye nişandan dide nişandan.) Belê, Dema ku bi hev re dimeşe, di destpêkê de bala mirovan bejîn û bala wan dikşêne, jî ber ku bejîn keça Alman gelekê dirêje û narîn xûya dike. Ya keça kurd jî kîn û girover xûya dike. Lê belê mîna cêwiya jî her dayîm bi hev re dimeşin û diyalok didin çêkirin. Dema ku em ji wan dipirsin û dibêjin hûn çawan jî hevdu fêm dikin ne. Her du jî bi kefxweşiyek mezin bersiva me didin û dibêjin em jî hevdu baş fêm dikin…

Bêguman dema ku tu jî keça kurd bipirsî û tu bêjî tîşta herî tu jê hesdikî çiye? Yê beje çûyîna ber lawîran û bi wan re jiyanakirin.  Dibêje ez jî zîmanê lawiran jî gelek fêm dikim. Birastî heskirina Keça Kurd ya bi xwezayê ve pir zêdeye û dema ku mirova li wê ne guhdar dike, carekedin ew civaka xwezayî hemû li ber çavê mirov zindî dibe.  Di roja îro de ev heskirina xwe ya ji bo xwezayê û lawiran zivîrandiye ser tevgera azadiyê û dê çewa bibe şervanek yê azadiya jinê. Di heman demê de hemû hêvî û daxwaz Keça Kurd ya şoreşger jî ev, bikaribe xwe di felsefeya Rêber APO de kur bike û bibe pêşenge ji bo hemû jinê azadixwaz.

Belê dema ku em li keça Alman guhdar dikin, Keça Alman jî dibêje dema ku di ezmana de kêmek ewre hebe, bi derketina tirêjîn rojê re û dema ku tîrêjen rojê li wan pêlên ewran dixe di wê kêliyê de ez xwe gelekî bi aram hîs dikim. Di rastiyê de girêdanbûna wan ya bi xwezayê re dide nişandan, her du dikarin hevdu fêm bikin.  Jiyana a niha jî ji bo wan gelekî xweş û  balkêşe tê. A niha jî, her du jî bi xweşikbûna xwezaya kurdistanê re di xwezîn jiyana xwe bidin meşandin, di nav pîr renginiya jiyan mirovên şoreşger de. Her cendî em bêjî û qerkterê her duya jî hevdu cudabejî lê belê rastiya PKK,ê her du ya nêzî hef kirine. Di rastiya çanda Almana de jî gelek mîlande bêdengî û robutkirina mirovan heye û jî cihê qerebalik hesnakin û jî bêdengiyê hîn hes-dikin. Lê di rastiya kurdan de tam berevajî wêneye her dayîm jî qerebalixê û bi dengê bilind axaftinê hesdikin. Ji bo vê yekê bala mirovan diçe ser vê hevaltiya wan ya balkêş.

Ha em vê jî bir nekî ku hevalek dijî heye û her dayîm dixwaze li gel wê cî bigire. Xeyaye ku koçera delal xwe xîstiye dilê hemû yan. Hevalekê din heye ew jî ji walatê Îspanyaye. Lê belê ev rêhevala delal jî di hevaltiya xwe de gelek xweş e. Dema ku tu li wê temaşe dikî tu dibêjî ev keçek kurd e. Ew qasî taybetmediyê wê nêzî Keça Kurd e. Keça Kurd di jiyana xwe de gelekî bi kelecane û jî qerebaliqê jî gelek hezdike. Dilê Keça Îspanyayê jî ji bo şoreşa kurdisatanê lê dide. Bi hemû hêza we ve dixwaze rastiya Rêbertiya me bi nas e.

Bi dengê van ciwan re jiyanakirin her dayîm hêstek cuda bi mirovan re dide avakirin. Di dilê hemû yan de xweşbiniyek cuda heye û her yêk bi xiyalên cuda re jiyana xwe diden meşandin. Her dayîm mirov li gel van rêhevalên delal diyalok bike jî çardin ji tê re nabe. Ji ber ku her yêk xwe diyên teybetmendiyên çûdane û dema ku ez gehdarî wan dikîm ez gelek milan de kefxweş dibim. Ji ber ku dixwaze hemûyan jî ew ku xwe di ramanên Rêberê mirovatiyê de kûr bikin

14.06 2016

Mizgîn Şivan

Attachment