Ji bo bîranîna Şehîd Çîçek Gabar ku 10’ê Cotmeha sala 2011’an şehîd ketiye;
Belê lênûsa min a delalî, îro dixwazim hinek hevalan bi te bidim nasîn. Em di vê wargehê de 9 hevalên jin dimînin.
Ji xwe ez û hevala Hindîstan wek tîmekê ne, ji ber ku em ekîbek serbixwe nin. Em li wargeha hêzên Çiravê dimînin. Hêzên YJA Star ên vê qadê, 9 hevalên jin in…
Hevala Adar, hevaleke kevne. Di sala 1991’an de tevlî nava refên şoreşê bûye û li gelek deverên welat maye. Hevaleke xwedî ezmûne. Dema dixwaze, dikare xebatên gelek mezin bike. Dike jî, lê hinek aliyên xwe yên keyfî hene. Ev jî dibe sedem ku di gelek aliyan de di sekn û tevlîbûna wê de, bê istiqrarî derbikeve. Temenê xwe yê ciwan û gelek salên xwe yên dirêj daye tekoşîna azadiyê. Di temenekî biçûk de tevlî nava refên gerîla dibe. Lê, li gorî sal û ezmûnên xwe, di gelek waran de xwe kêm hêlaye. Ez pir caran wê rexne dikim. Ji ber ku nirxekî mezin didimê. Hevala Adar, hevaleke gelek dirûst e. Fermandara taxima hevalên jin e.
Hevala Zekiye, bi eslê xwe ji Mêrdînê ye û di sala 1996’an de li qada Serokatî perwerde dîtiye. Ji Ewrupa tevlî nava refên gerîla bûye. Ew jî hevaleke kevin û xwedî ezmûne. Di pir aliyan de xwedî hêze. Lê belê, hinek aliyên wê yên li gorî xwe hene. Ev nêzikatî zehmetî bi wê dide kişandin. Hevaleke gelek teng e. Li gorî min hevala Zekiye nas kiriye, her kesî qebul nake… Pir titîze û pir ji xwe hes dike. Ji xwe raziye. Hevaleke pir hestiyare. Gelek fedekare û pir hêja ye. Wekî her milîtanekê, hevala Zekiye jî hemû jiyana xwe daye tekoşîna netewî. Di wargeha me de hevala Zekiye fermandara tîmê ye. Bi qasî ku hêza wê têrê dike, dixwaze tevlî bibe. Ez gelek jê hez dikim.
Hevala Hêvî, ji koçerên Sêrtê ye û di salên notî de tevlî şoreşê bûye. Ji tevlîbûna xwe heya niha di nava şer de maye û piranî jî li qadên Botanê maye. Hevaleke kevn e û xwedî ezmûne. Weke jinekê di gelek milan de xwedî hêze. Lê belê, hevala Hêvî jî di gelek waran de xwe pêş nexistiye. Di warê xwe perwerde kirin, xwendin û nivîsandinê de kêm maye. Girîngî jêre nadê. Bi dirustbûn û fedekariya xwe ve salên xwe di nava PKK’ê de derbas kiriye. Ji ber ku di her warî de xwe pêş nexistiye, gelek zorahiyan dikşîne. Di vê demê de gelek dixwîne û her dem jî dibêje, cara yekemîne ku ez pêwîstiya xwe ewqasî bi xwendin û nivîsandinê dibînim.
Hevala Hêvî, di rojên giran de rêhevala hevalên xwe ye. Her tiştê xwe daye şoreşê. Di çavê min de rêhevaleke gelek hêja ye. Pir caran jî nêzîkatiyên min yên hestiyarî li hemberî wê çêdibe. Lê, pêwîst dike ku hevala Hêvî jî hinekî nirxê xwe bizane û bawerî bi xwe bîne û aliyên xwe yên bîrdozî û siyasî xûrt bike. Gelek caran dilê xwe bi xwe dişewitîne. Serkeftinên bê dawî jêre dixwazim. Ez hêvîdarim hevala Hêvî di dîroka tekoşînê de li hemberî Serokatî, rêhevalên şehîd û gelê Kurd her dem serbilind û serkeftî bimîne…
Hevala Bêrîtan, ango hevala Melek… Bi rastî jî, ewqas cewherê xwe yê xweşik parastiye ku mirov bê hemdê xwe jêre dibêje melek. Hevala Bêrîtan ji Qilebanê ye. Lê belê, dema gelê Botanê koçberê Başûrê Kurdistanê bû, ew jî bi malbata xwe re koçber bû. Ji wargeha Nînova’yê, di sala 1997’an de di temenekî gelek biçûk de tevlî nava refên gerîla bûye. Hemû salên xwe yên gerîlatiyê li Başûr derbas kiriye. Ji bo derbasî qada Bakûr bibe, pir caran pêşniyar kiriye. Lê, ji ber sedemê temenê xwe biçûk bûye, her demî ji aliyê rêxistinê de pêşniyara wê nehatiye pejirandin. Herî dawî di Bihara 2006’an de derbasî qadên Botanê bû. Em bi hevdû re derbas bûn.
Hevala Bêrîtan di hundirê tekoşînê de hevaleke kevn e, lê xwe di qadên Bakûr de nû dibîne. Divê bi vî rengî nêzîkê xwe nebe. Carna ji dilê min tê ku wê têxim dilê xwe. Hevaleke ewqasî paqij û cewherî ye. Di nava taximê de weke gula taximê ye. Dikare di qadên Bakûr de fermandariya taximê bike, Lê belê, li ser daxwaza wê di pratîkê de fermandariya tîmê dike. Niha ne li ser wezîfê ye. Lê, weke ku li ser wezîfê be, hemû berpirsyariyên xwe bi awayekî bê kêmasî pêk tîne. Pir caran vê pirsê ji xwe dikim,
Gelo, me hemû mirovên şîrîn û hêja di nava PKK’ê de kom bûne?!…
Ez nirxeke mezin didim hevala Bêrîtan û pir jê hez dikim. Giyana min Bêrî, bi rastî jî tu melekî. Ez bawer dikim ku tu yê di nava şer de bibî xwedî ezmûn û bikaribî xwe û rêhevalên xwe biparêzî. Di jiyana te de serkeftinê dixwazim.
Hevala Şîlan, hevaleke Goyî ye û piştî dîlgirtina Rêber APO, di sala 1999’an de tevlî nava refên gerîla bûye. Hevaleke hêja ye û hinek jî ezmûnên xwe heye. Ji sala 2004’an de li Botanê ye. Taybetmendiya hevala Şîlan a herî xweş, her dem di çantayê wê de pirtûk hene. Xwe perwerde dike û her demî rojnivîsa wê heye, dinivîsîne. Di karê xwe de baş û jêhatiye. Lê, hevala Şîlan hinekî li gorî xwe ye û hinekî jî ji xwe raziye. Li gorî min hevala Şîlan naskirî, wê di demên pêş de pêşketinên mezin çêbike. Ji ber ew hem xwe perwerde dike û hem jî rêhevalên xwe. Aliyên wê yên gelek xurt hene. Lê belê, hê jî di hinek aliyan de ji xwe bê bawer e.
Ez gelek ji hevala Şîlan hez dikim. Miroveke gelek hêja ye û di temenê xwe yê biçûk de tevlî bûye. Jiyana xwe ya zarokatiyê daye tekoşîna azadiyê.
Hevala Nefel, ji Geverê ye û di sala 2002’an de tevlî nava refên gerîla bûye. Hevaleke saf, paqij, lê bê ezmûne. Di nava taximê de cihê wê diyar e. Her demî bi dengê bilind diaxive. Zû dixeyîde û zû jî acizbûna xwe ji bîr dike. Hevaleke gelek dirust û fedekare. Li gorî hevalên din hevala Nefel nû ye. Lê, pir hewl dide ku rêxistinê fam bike.
Dibistan nexwendiye. Her demî di destê wê de pirtûk û lênûsa wê heye. Li gorî derfetên xwe jî pir dinivîse û dixwîne. Hevaleke gelek enerjîk e û bi qasî fêm ku hêza wê heye tevlî dibe. Lê belê, ger ku safbûna xwe derbas neke, dibe ku zû were xapandin. Kesayetên Geverê hinekî saf in. Ti tiştekî wê veşartî nîn e. tiştê di dilê wê de li ser devê wê ye, ango qet ne qurnaze. Ez bawerim ku wê di demên pêş de, pêşketinên mezin di xwe de bide çêkirin. Ez pir ji hevala Nefel hes dikim û bi hêvî me ku wê demê pêş bibe jineke bi hêz.
Hevala Dunya, hevaleke pir xweşike. Bi eslê xwe ji Rojavayê Kurdistanê Efrînê ye. Ew jî di sala 2002’an de tevlî nava refên gerîla bûye. Hevaleke di temenê xwe de ciwan e û pir zekî ye. Lê, divê xwe di warê îdeolojîk de pêş bixe. Wê demê wê bikaribe xwe nas bike û tevlîbûneke xurt bide çêkirin. Nîqaşên me bi hev re çêdibin. Gelek buyerên ku zehmetî pê daye kişandin, jiyan kiriye. Di têkiliyên xwe de teng e. Ji ber vê çendê pir caran jî tenê dimîne.
Ji bo xwe perwerde kirinê pir bi idîa ye. Li kêleka zimanê Erebî yê ku di dibistanê de fêr bûye, xwe di milê zimanê Kurdî û Tirkî de jî pêş xistiye. Ew jî, nû derbasî qada Bakûr bûye, Gelek aliyên wê yên pêşbikevin hene. Lê, ger ku nebe xwedî hêz û vîneke xurt, dibe ku ji aliyê mirovan ve zû bê xapandin, ji ber ku ew jî pir paqij û safe. Ji bo ku bikaribe xwe di nava şer de biparêze û derbe li neyar bide, divê xwe bi hêz bike. Ji ber dikare di pêşerojê de pêşketinên mezin di xwe de ava bike. ez jî serkeftin ji rêhevla xwe ya ciwan, Dunya re dixwazim.
Hevala Hindistan, hevaleke ji Qilebanê ye. Lê belê, ji ber malbata wê ji salên 1993’an de koçberê Başurê Kurdistanê bûye, ji wargeha penaberan a Mexmûrê tevlî nava rêxistinê dibe. hevala Hindîstan di sala 2003’an de tevlî partiyê dibe.
Hevala Hindîstan, keçeke zekî ye û dibistana seretayî xilas kiriye. Ji malbateke welatparêz e. Di temenê xwe yê ciwan de tevlî bûye. Ji xwe wargeha Mexmûr ji tabanê tekoşîna azadiya netewî a Kurd ava bûye û hemû şêniyên wargehê, canê xwe û malê xwe fedayî tekoşînê kirine. Zarokên wê wargehê jî, perwerdeyên xwe di nava PKK û rêxistinê de dîtine.
Hevala Hindîstan, di demê pêşde wê pêşketinên mezin di xwe de çêbike. Ji ber ku hêza wê ya fêm kirinê heye. Hevaleke dînamîk e û xwestekê wê pir heye. Divê hevala Hindîstan di nava şer û jiyanê de bipije. Hêzeke wê ya pir xurt heye. divê vê hêza xwe derxe holê û rêxistin bike. Ji ber ku dema mirovek li azadiya xwe bigere, divê destpêkê xwe nas bike û hêza xwe ya heyî derxe holê. Heyecan û dînamîkên xwe veguherîne hêza rêxistin kirinê. Hêza xwe baş bikarbîne.
Belê, bi rastî hevala Hindîstan hevaleke mîna zêr e û pir jî paqij e. Jineke jêhatiye. Tenê hinek bê ezmûn ango hê di nava jiyana me de nepijiyaye. Wê vê jî bi demê re derbas bike. Ji xwe mamosteya mine û ez jî pir nirx didimê. Hevala Hindîstan jî weke her hevalê amade ye ku canê xwe feda bike. Hinekî hestiyar e. Divê di demê pêş de vê taybetmendiya xwe derbas bike.
Niha hevala Hindîstan li cem min disekine. Dema ku wê nebînim, çavên min lê digere. Ez parastina wê weke wezîfeyekê ji xwe re dibînim. Ji ber ku hevaleke ciwane. Wê pir zû pêşketinan di xwe ava bike.
Gelek hevalên ciwan ên di vê wargehê de ne, divê werin parastin ji bo ku zû şehîd nekevin. Ez ji van hevalan pir hez dikim. Her yek ji wan xwedî nirxek cûda ye. Ger tiştek ji van hevalan were, ez ê nikaribim rakim, ji ber pir bi wan ve hatime girêdan.
Belê hevala Sakîne, hevala Hindîstan niha dibe nivîskara çîroka min. Ez ji wê û hemû hevalan re serkeftin dixwazim.
Sibat 2007
Ji Rojnivîsa Şehîd Çîçek Gabar ya bi navê “Rêwîtiya Çiya” hatiye girtin.