Hevalekî Nemir Û Dilpak
Dema jiyan ji xwe re di nav xwezayîbûna xwe de diherike, kes nizane kî wê çawa rengê xwe nîşan bide û cihek çawa li şûn xwe bihêle. Lê mirovên dilpak her dizanin wê cihek çawa li şûn xwe bihêlin. Lewre tevahî ked û hewldana wan li ser vî esasî pêş dikeve. Di demek wiha dîrokî de me hevalekî xwe yê din ê dildarê jiyana azad winda kir. Ya rast ne windakirine, ev xwe gihandina asta kesayetiya bêmirin e.
Cara destpêkê hevdîtina min a bi vî hevalê me yê dilpak rêheval Mahîr re li Înşaya PKK’ê çêbû. Weke tê zanîn di wê demê de Tevgera me di pêvajoyeke nû re derbas dibû. Di wê demê de di nav rêxistinê de şîlobûn û kesên ku dixwestin xeta kevneperestiyê bidin ferzkirin hebû. Di wê demê de li dijî vê pêwîst bû ku her kadroyek bêje ez PKK’yîme û xwedî li nirxên rêxistinê derbiketa. Ji bo avakirina PKK’ê bangewaziyên Rêber APO hebûn. Vê di çavê her hevalekê de teyîsînek da çêkirin û di lêxwedîderketina PKK’ê de ronahiyek da vêxistin. Ji van hevalan yek jê hevalê Mahîr bû. Dema nû hatî PKK’ê ev gotina wî bû; “ez milîtanê Tevgera Apocî yê fedaî me.” Di civîna me ya yekemîn de her hevalekê xwe dida naskirin. Her çendî demek pir zor jî bû, di wê demê de yê ku xwediyê armanceke mezin û bi helwesteke zelal hevalê Mahîr bû. Jinûve Înşakirina PKK’ê di esasê xwe de li ser bingehê li hemberî hevaltiya xwe ya kêm a bi Rêber APO re rêxnedayînek rast bû. Di heman demê de ew soza ku me ji bo azadiyê dayî bi helwesteke rast lêxwedîderketin, bi paradîgmayeke nû dil û mejiyê xwe xurtkirin bû.
Di wê demê de em grûbek heval zû çûn wê derê. Piştî wê bi çend rojan grûbek heval ji Behdînan hat wê derê. Ji nav wê grûbê hevalekî pir zû diket berçav heval Mahîr bû. Yek hevalê ku ji wan hevalan çavê wî ji bo serkeftinê mîna stêrkên sibê geş û dibiriqî rêheval Mahîr bû. Ew hevalek wisa bû ku min cara destpêkê didît, lê wisa dida hesandin ku bi salane em hev nas dikin û bi hev re mane. Ku ev tiştekî di xwezaya wî de hebû. Ne ku tiştekî demî bû. Pir zû dikarî tevlî kar, xebat û nava hevalan bibe. Pir dilnizm bû. Ji ber dilnizmiya xwe bi biçûkan re biçûk, bi mezinan re mezin bû. Mîna leyîstina di top û berfê de, di karên jiyanê de. Mirov di her liv û tevgereke wî de pê dihesiya ku çiqas dilnizm û ji dil e. Hevalê Mahîr di temenê xwe de pir mezin nebû û gelek kevin jî nebû. Lê tevî vê jî têgihiştîbû, giranbû. Sekinandina xwe ya bîrdozî, rêxistinî de xwedî astek bilindbû. Heval Mahîr di perwerdeya me de gelek caran bi nîqaş û fikrên xwe reng dida perwerdeya me û dewlemend dikir. Yanî dema hevalê Mahîr nêrînên xwe dida tenê bi aliyê fikir nedianî ziman, di aliyê hestên xwe de jî nêrînên xwe diyar dikir. Dihişt ku mirov bi baldarî lê guhdar bike. Di warên rêxistinî de tim xwedî helwestbû. Di sekinandina xwe de her tim hêvî û bawerî dida derdora xwe. Yanî hevalê Mahîr dikarî bi sekinandina xwe, nêzîkatiyên xwe cihê xwe di dilê hemû hevalên xwe de bide çêkirin. Bi saetan mirov dikarî bê acizbûn pê re nîqaş bike.
Heval Mahîr di warê paradîgmaya nû de mirov dikare bêje ku di gelek waran de di xwe de zelalbûn dabû çêkirin. Baweriya wî bi avabûna PKK’ê pir hebû. Ji avabûna PKK’ê gelek hêvîdar û bicoş bû. Ji ber vê yekê kîjan karê bi ser de biçûya, bi heyecan û bi moral bû. Piştî kongreya PKK’ê bi grûbek hevalên mezin re ji bo ku hîn bêhtir bikaribe li çiyayên Kurdistanê li azadiyê bigere ku mirovan digot qey wê bifire, bi wî ruhî çû nav refên HPG’ê.
Di vê demê de di nava tekoşîna me de pir hevalên weke hevalê Mahîr ku mirov tu car ji wan têr nedibû, xatir dixwazin û diçin. Her tim çavê me li wan digerin. Di vê demê de hîn em li benda hevdîtinekêbûn ku em ji hev bipirsin ka me çiqas ew sozên dayîn hev pêkanî ye, em li hêviya bihareke nû bû, lê li şûna hêviya me dem bû zivistan û berf bi ser hêviya me de barî. Şûna kirasên kesk xwezayê kirasê sipî li xwe kir. Guneh bû ku mirov vê bûka sipî xemilî pêlê bike û xira bike. Lê kesên serdest nehiştin em bi xweşî lê mêze bikin û bi hêvî lê binêrin. Li me bû firtone, ew kitrîskên berfê ji bo me nebû perdeya parastinê. Hevalê Mahîr û hevalê pê re ku ez navê wî nizanim rext û çekên xwe girêdan, di nava bahozê de bûn bahoz. Ji bo ku gul û nêrgizên welatê wan kes pêlê neke û neperçiqîne, berê xwe dan esmanan û firiyan. Gihiştin nava pakrewanên nemir. Lê ew bûka spî nexwest bi tenê bimîne û biçe. Xwest dilên paqij di nava xwe de veşêre û hembêz bike. Ew jî hevalê me yê nemir heval Mahîr û ew hevalê pê re bûn. Du dildarên azadiyê, du şêr, du qehreman, du birayên ji du dayîkan hev hembêz kirin û xatir xwestin. Em jî weke hevalên we yên vê rêyê, ji bo em bibin xwediyê wê hêvî û baweriya we û lê xwedî derbikevin, emê tekoşînê hîn xurt bikin, tiştên ku di dilê we de mayî, ji bo ku em pêkbînin emê sonda xwe ya bi we re her tim nû bikin.
Zeynep Cudî