Hevala Viyan Di Agirê Xwe de Tarîtî Şewitand
Besê şimal
“Serokê min! sedema pêkanîna çalekiya min, nepejirandina komploya li ser te û gelê Kurd û pêkanînên neheq ku ji aliyê dewleta dest¬hilatdar ve li hember we û gelê Kurd tê¬ne kirin, e. Herwiha ji bo rexnedayîna rêheval¬tiya lewaz û xilasbûn ji şerma li beramberî gel û dîrokê ye.”
Rê¬hevala Viyan sedema çaleki¬ya xwe bi van hevokên kurt û cewherî tîne zimên.
Her mirovek li beramberî ali¬yên jiyanê yên sar, germ û gewr (gri rengi) xwedî şê¬wa¬ze¬ke têkoşînê û nêzîkatiyekiye¬kê ye, şêwazê tekoşîna Viyan jî wiha bû.
Hevala Viyan aliyên sar û ce¬mi¬dî yên jiyanê bi şewitandina ta¬riyê, germ kir. Di nava tariya reşeşevê de ji¬yaneke bi qasî agir germ afirand.
Kom¬plo aliyê sar û tarî yê jiyanê ye. Gewr ke¬tiye rûhê rêhevaltiya nîvco. Viyan hem ta¬rî-tiyê hem jî gewriyê di agirê xwe de dihe¬lî¬ne. Di 2’ê Sibata 2006’an de dengeke xem¬gîn di bêtêlê de bi şîfreyê hin tişt radigihand. Be¬riya rojekê di dilê min de hesteke ecêb lî¬lan vedida. Nizanim ji ber çi, ez pir hestiyar bi¬bûm. Ez di nav acizî û xemgîniyeke bêsedem de bûm… Ez bi xemgînî ji cihê xwe ra¬bûm û çûm ber cîhazê. Şîfre diyar dibû…
A¬gir bi Behdînan girtiye, dişewite! Viyan li Beh¬dînanê agir bi tariyê xistiye!… Tarî dişe¬wi-te!.. Tarî di agirê Viyanê de dihele!…
Ez di cihê xwe de cemidîm. Min hîs kir ku he¬mû hîsên min kilît bûne. Min tenê tiştek di-xwest ku hêzek min bigre û bifirîne ber bi Beh¬dînanê. Heke ez negihîjim agirê Viyanê, he¬rî kêm ez dixwazim bigihîjim xweliya wê û li rûyê xwe pê bihisûm.Em di havîna 2004’an li xinêre bûn. Min notên (têbîniyên) he¬valên ku ji perwerdeya kadro mezûn bûne di¬nivîsand. Viyan di destê wê de pirtûk û dos¬yayek, bi ken kete hundirê mangeyê. Qîr¬kir û got “Min dît! Min dît!” Ez matmayî mam û min lê nêrî. Xwe dirêjî lênûsa destê min kir û bi coş dikeniya. “Tu çima wiha li min dinêrî, ma tu napirsî ka min çidît?” Min hinekê bi qehr û matma¬yî jê re got: Tu şeyda û sabote¬vanî, ka bêje te çidît? Pir¬tûk û dosya destê xwe danî ber min û got “Min ev dîtin. Bi heftan e ez lê digeriyam, di dawiyê min dîtin.” Min li pir¬tûkê nihêrî ‘Diyalogên Bi Jî¬na Azad re’. Min xwe dirêjî dos-yayê kir ‘Nameyên hevala Zîlan û Sema’
Ez hîna zêdetir matmayî mam. Min jê re got: Bi rastî jî tu ecêbî. Dîtina van ne ewqas zeh¬met e. Pirtûk di pirtûkxanê de, dosya jî di ar¬şî¬vê de hebûn. Got: “Ma dibe, çend caran ez li her aliyê pi¬rtûk¬xa¬ne¬yê geriyam, min nedît. Min pir pirsî, di dawiyê de min cem hevale¬kê dît. Dosya jî di dawî de çapemeniya PAJK’ê ji min re şand.”
Min jê pirsî: Ê! dê baş e. Lê belê tu çima ew¬qas van dixwazî, ma tu nivîsekê amade dikî? Wê¬kêliyê min serê xwe rakir û lê temaşe kir. Awirên wê li pirtûka di destê min de sa¬bît bibû. Tu yê bêjî qey hundirê çavên wê dişe¬witîn. Ez hinekê diltirs û matmayî mam. Pişt-re min ev hest bi caran jiya, lê wê rojê ji kûr ve hîs kir. Hesteke seyr, bê nasname, bê pê¬nase… Hesteke zirav û xemgîn ku jan vedi¬da. Wek ku hesretên demên dirêj ketibin nav. Çawa bêjim ew hîsa ku bi huznê re tê¬kel bibû. Carna mirov piştî bûyerek diqewime dibêje ku beriya wê ketibû dilê min. Ew hî¬sa ku ez nikarim vebêjim jî wê kêliyê bi qa¬sî dilopekê, bi bêdengî ketibû hundirê min. Got: “Ya rast, ez dixwazim hinekê nîqaş bikim.” Min got: baş e. Heke eceleya wê tine be, ez van notan bidawî bikim piştre, dibe? Got: “Na! na! Em niha nîqaş bikin baştir e.” Min di bersiva wê de got: Dê baş e.
Ez ji cihê xwe rabûm û nêzîk wê rûniştim.
Pir bi kelecan, lê hinekê jî sekan û mitikî bû. Bi telaş pirtûka di destê xwe de lihev dida. Li min nihêrî û pirsî: “Dema ku tu pirtûka he¬¬vala Sema û Zîlan dixwînî, tu çi hîs dikî?” Min got: Ev pirs ji ku derket, tu çima van dipir¬sî? Got: “Min mereq kir. Bi rastî ez di¬xwa¬zim fêm bikim. Ez pir difikirim. Gelek ca¬ran ez ji xwe re dibêjim çima ewqas heva¬lên qehreman piranî ji Bakurê welat in? Te jî ba¬la xwe dayê, bi taybet hevalên ku bi vê şê-we¬yê çalekî kirine ji beşê Başûrê walat kêm in, heta dibe qet nebin. Yên ku tu dinasî hene?
Mat¬mayîbûn û hewaya mij ku kete hunavên min her ku çû belav bû. Min jê re got: Tu çi di¬bêjî. Got: “Waa! Ez bawerim te ez şaş fêm ki¬rim. Ez nabêjim bila ji Başûr jî yek derkeve û bi vî rengî çalekî bike… Lê belê ev mijar deme ku min mijûl dike. Ez ji xwe pir dipir¬sim û dibêjim ma gelo di Başûr de di vê as¬tê de keç û xortên ku azwerên azadiyê bin, tine ne? Jinên Başûrî heta ji yên li bakur bê¬tir bi zextan re rûbirû tên. Qet peyv û gotin têr nake ji bo mirov behsa tiştên ku di malbat û civakê de dijî rave bike. Wek ku dibêjin hin tişt tenê tên jiyîn lê nayên gotin. Ji bo ve¬go¬tina wan birastî jî hêzeke taybet tê xwestin. Ez difikirim gelo ji Bakur ev qehreman der¬neketibûna wê ev têkoşîn ewqas mezin bi¬bûya? Wan li Bakur mîraseke pir xurt a tê¬ko¬şîn û berxwedaniyê afirandin. Tu fêm di¬kî? Têkoşîn li ser vî mirasî ewqas bilind bû”
Min rasterast lê dinêrî û bi baldarî li wê guhdar dikir. Min dixwest ji îfadeyên rûyê wê, ji pir¬sa ku wek kurmekê hundirê min dikoja (ke¬mirmek) re bersiv bibînim. Min jê re got: Lê belê ji Başûrê welat jî pir hevalên qehreman derketine. Birastî rewşa Başûr cuda ye. Ne wek a Bakur e. Di Bakur de kevneşopiyek têkoşîna me ya 30 salî heye. Ji ber rea¬lî¬te-ya Tirkiyê jî nakokî û pevçûn hîna tûj in. Di bersiva min de wiha got: “Ras e, lê belê ez bawerim di Başûr de koletî hîna kûrtir e. El¬bet di vê rewşê de pozîsyona koleger a rê¬xis-tinên ku qaşo rêbertiya Başûr dikin pir diyar¬kirî ye. Ew ji rewş û sekna gel û jinê a he¬yî berpirsyar in. Ma kengî dest ji xulamtiya hêzên serdest kêşan? Ticar nekarîn vê rea-lîteyê derbas bikin. Tu dizanî, hem xwe hem jî gel xapandin û wiha jî mirov ji xwe pir biyanî bûne. Kesayetên wan parçe kirine. Ba¬weriya wan û hurmeta wan ji xwe re le¬waz xistin. Civaka ku dema jidayîk dibe li xe¬yalên xwe yên zarokîniyê xiyanet bike, çen¬dî dikare ew civak evîndarê azadiyê be?”
Piş¬tre min ferq kir ku mijar guhert û got: “Tu di¬zanî, rêhevala Sema û Zîlan min pir bandor dikin” Ez dihizirim, eceba Sema xwedî ru¬heke çawa bû bêyî ku çavên xwe bikir-pî¬ne, xwe sax sax şewitand? Bi bedeneke şe¬wi¬tî, bi rojan devbiken li benda mirinê di-mî¬ne. Zîlan di mêjî û dilê xwe de agireke çawa hil¬digirt ku çendîn kilo tenete li xwe girêda, bi ezm, sebr û rûkenî kete nav qada mera¬sî¬ma leşkerî û xwe teqand. Ez dixwazim vê ru¬hê fêm bikim, tu li min têgihiştî?”
Wek ku, ne axaftina min, dixwest ez li wê guh¬dar bikim, bêsekn diaxivî. Wiha gotina xwe berdewam kir: “An jî hevalê Mezlûm! Fer¬had! Kemal!… Ji dema ku ez tevlî bûm her şêwazê çalekiyên van hevalan, mêjiyê min mijûl dike!… Ji bo min ev hemû sir in. Ji min re wer tê, ku ez vê sirê keşf bikim, ez ê xwe bigihînim rastiyê. Lê binêre, hemûyan jî di demên hesas de ev çalekî pêş xistine. Ça¬le¬kiyên wan tariya ku dadikete ser dilan çirand. Ku tu bala xwe bidiyê, hemûyan jî di şe¬vên dirêj de ji şevê roj zane. Tu fêm dikî? Li ser şevê bandor dikin û rojê diafirin. Çi¬qas bawerî û îradeyek e mûthîş e. Ma her mi-rovek dikare vê bike? Însanên normal heta ni¬karin roja di nav tariyê de bibînin. Ji wê jî bê¬tir, bi agirê dilê xwe nikarin tariyê bişe¬wi¬tî¬nin û rojê derxin holê. Ev hêz, ev azwerî min efsûnî dike.
Ya rast, çalekiya wan li dijî komployê se¬rî¬ra¬ki¬rin e. Di pêvajoya ku hêzên serdest di¬xwes-tin li girtîgehan dest bi têkbirina tevge¬rê bikin Mezlûm, Ferhad û Kemalan ew ber¬xwe-dana bê¬mî¬nak pêşxistin. Di sala 1996’an hê¬zên komploger Rêbertiya me hedef girti¬bûn û dixwestin ber bi encam ve biçin, lê Zî¬lan li Dersimê xwe kire bombe, di dil û mê¬ji¬yê komplogeran de teqand. Dema ku komplo¬geran bi destên xiyanetê di nav dîwarên gir-tîgehê de hespên xwe baz didan, rêhevala Se¬ma ew dîwarên ku digotin nayêne derbaski¬rin, têper kir û xwe kire gogeke mezin a a¬gir. Heke em dîqet bikin, em ê bibînin ku van rêhevalan ew dîroka ku her dikirin ve¬şar¬tî bihêlin, bi berxwedana xwe, bi vîn û tê¬gi¬hîştina xwe jinûve nivîsandin. Ew bûn ni¬vîs¬karên dîroka ku nedixwestin were ni¬vî-san¬din. Ew bûn heqîqet… heqîqet qêriyan! Û li rastiyê rûpelên nû zêde kirin.”
Ez ji zeman û mekanê heyî dûr keti¬bûm û min li hevala Viyan guhdarî dikir. Li pêş¬berî min Viyaneke cuda hebû. Bêyî ra¬west di¬a¬xi¬vî…
Çavên wê dibiriqîn. Rûyê wê bi coş, bawerî, rik û zerdexendeyê tejî bû. A¬gi¬rê dilê wê ziman û dengê wê ariyabû goti¬nên ku ji devê wê da¬diket germ, jidil û şewitî bûn. Wek ku helbest digot… wek ku helbest di¬got diaxivî Viyan…Viyan diaxivî… Agirê ku di Viyan de vê¬keti¬bû diaxivî!… Min lê guhdarî dikir!… Ez di¬hi¬zirîm!…
Min dipirsî!… Lê bi tevahî bersiv ji pir¬sên xwe re nedigirt!…¬Got: “Ez diponijim. Di derbarê çawa bikari¬bim bi azadiyê re diyalog pêş bixim, diponi¬jîm. Mê¬zîne, Rêbertî navê pirtûkê daniye ‘Di¬ya¬lo¬gên bi Jîna Azad re’. Wiha li min ne¬nê¬re! Ez di¬xwazim Rêbertî fêm bikim. Tu di¬zanî, ruxmî ku min ew nedîtiye, lê pir caran ez rêbertî di xew-nên xwe de dibînim. He¬ma ez ê destê xwe bi¬dimê, ez ji xewê şiyar dibim. Heke ez destê xwe bigihînimê, ez ê serê xwe deynim ser milê wî û henaseyeke kûr bistînim. Çima ez evqas di¬xwazim serê xwe deynim ser milê Rêbertî? Ev ji bo min bû¬ye azwerî. Heke ez vê bikim, wek ku ez ê ca¬reke din vejîm. Azad bibim… Ez çi dizanim, ji min re wer ku qey wê kêliyê ji bo min jiyana rast wê destpê bike.”
Bi coşeke mezin keniya û got: “Niha teqez tu di¬bêjî ev keçike dîn bûye. Tu wiha difikirî ne? Dê îtîraf bike! Dê tişt nabe, ez bawerim min pir di¬rêj kir. Karê te jî bi ecele ye, em ê pa¬şê berde¬wam bikin, dibe? Hevalan ji bo ko¬varê ji min nivîs xwestine, ez ê ji bo Ti¬rûs-kê nivîsekê bi¬nivîsim.”
Dîsa bi devkenî ji cihê xwe rabû. Min jî bi ken, lê hinekê jî bi acizî jê re got: Te evqas tişt a¬vê¬tin holê, paşê jî qey tiştek nebûye, tu ra¬dibî û di¬çî. Ma wiha dibe? Got: “Soz, ez karê xwe bidawî bikim, em ê ber¬dewam bikin.”
Pa¬¬şê jî, bi her sedemê be karên me bidawî ne¬bû¬n û me nekarî vê nîqaşê berdewam bikin. Ez jî bi pirsên nîvbersivdayî ve mam. He¬ya 1’ê Si¬ba¬ta sala 2006’an, heya ku Viya¬nê tarîtî şe¬wi¬tand. Dema ku Viyanê li Beh¬dî¬na¬nê tarîtî şe¬wi¬tand û roj vejand, min bigiştî ber¬siva pirsên xwe girt.
Rê¬hevala Viyan li beramberî êrîşên li ser Rê¬ber¬¬tî, gel û jinan bi agirê bedena xwe bersiv da. Tecrîda li ser Rê¬be¬rtiya me, opersayonên leşkerî yên li ser gê¬rî¬la û êrîşên li ser gelê me li pêşberî xwe a¬girê He¬vala Viyanê ku her geş û gurtir dibe, dî¬tin. Wê vejîna giyana jina azad zin¬dî¬kir.
Girêdana bi bîranîna Viyan re ew e ku em bikaribin têkoşîna wê bilind bikin. Em bikaribin wek Viyan giyan, zanebûn û hestên xwe yên ku tarîbûne paqij bikin, bi bawerî û îdeaya xwe a¬zadiyê diyariyê gelê xwe û jinan bikin.
Bê¬guman di roja îro de li ser bingeha xeta rê¬he¬vala Viyan, Zîlan û Semayan em ê bi hemû hêz û baweriya ku ji wan digrin serketinê xelatî gel û jinan bikin. Bersiva ku em bidin wan bi vî awayî dibe. Em ê ji şehadeta rêheva¬lên xwe encamên herî baş derxin û karê ku wan nîvco hiştiye, heya lûtkeya serketinê bilind bikin. Ev peyama wan bû û bilî vê jî ti rê¬baz û nêzîkatiyên din nayên pejirandin. Em ê xe¬yala hevala Viyan û hemû rêhevalên xwe yên şehîd, bi hevîdtina Rêber APO re pêk bînin.