Amadekar: Nûjiyan Erhan
Di destpêka salê bi Rêber APO re hevdîtîn hate çêkirin ku nêzî sal û nîvek e tecrîdeke girankirî li ser tê meşandin. Di vê pêvajoyê de bi giştî di çapemeniyê de nîqaşên çareseriyê têne meşandin, lê belê di heman rojên ku behsa aştî û çareseriyê dihate meşandin di 9’ê Çilê di navenda Parîsê 3 jinên Kurd yên aktîvîstên siyasî hatin qetilkirin.
Ji her sê jinan Sakîne Cansiz (Sara) yek ji damezînera PKK’ê û endama meclîsa PAJK’ê bû. Di heman demê de li ser Herêmên Parastina Medya gelek operasyonên hewayî û bejahî hatinçêkirin. Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê vê tevkujiyê çawa dinirxe û li hember van êrîşana helwestekî çawa wê bide nîşandan. Em nirxandina endama Kordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) rêhevala Pîroz Nûda bi we re parve dikin.
N. Erhan: Sê jinên aktîvîstên siyasî yênKurd bi şêwazeke hovane hatin qetilkirin. Di pêvajoya ku nîqaşên aştiyê tê kirin, li gorî we çima tevkujîyeke bi vê rengî hate kirin. Li gorî we armanca vê tevkujiyê çiye?
Pîroz Nûda: Di 9’ê Çile de pir bi şêwazeke hovane sê hevalên me hatin qetilkirin. Armanca tevkujiyê çibû, çi hedef kirin? ev mijar wê pir were şîrove û nîqaşkirin. Em di qonaxekê de ne ku nîqaşên hevdîtîn, muzakere, çareseriya pirsgirêka Kurd têne meşandin. Rêbertî demeke dirêj e bi israr dixwaze vê pêvajoyê bimeşîne. Di vê pêvajoyê de dewleta Tirk çiqas semîmî ye, nesemîmî ye, wê diyar bibe. Berê jî pêvajoyên bi vê rengî bi yeka-alî destpêkirin. Lê belê divê zelal bibe ka dewlet dixwaze mijûlkirinê dewam bike, bixapîne, an jî hewldanên wan parçeyeke polîtîkaya tesfiyekirinê ne? Di pêvajoyeke wisa de tevkujiyeke bi vê rengî mirovan dide fikirandin. Em nêzî 40 sale, di nav têkoşîneke mezin de ne. Di van 40 salan de derdorên ku naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe û şer bidawî bibe, pir lîstok leyîstin. Dewlet û derdorên ku berjewendiya wan di vî şerê de hene, naxwazin şer raweste û pirsgirêka Kurd çareser bibe. Hem hêzên desthilatdar yên navnetewî, hem jî derdorên tarî di nav dewleta Tirk de ne, ku wek dewleta kûr jî têne binavkirin. Jixwe yên ku pirsgirêka Kurd avakirin jî ev hêzên serdest bûn. Di vê têkoşînê de heke tenê dijminê me dewleta Tirk bûya, niha ev pirsgirêk çareser bibû. Îro hemû cîhan jî dizane ku yên pirsgirêka Kurd kûr kirin ev hêz in. Bi salane piştgiriyeke pir mezin didin polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk. Ev jî diyar dike ku ev derdor naxwazin ev pirsgirêk bi şêwazeke aştiyane çareser bibe. Ev zihniyetek e. Lewma jî di mijara Tevkujiya Parîsê de ji tetikger zêdetir, yên ku ev tevkujî dane kirin girîng e. Encama vê zihniyetê ye ev tevkujî. Aliyê vê tevkujiyê yê teknîkî derxistina holê ku ciheke wek navenda Parîsê hatiye kirin, ne zehmet e. Heke berjewendî, plan û hesabên cuda di nav de nebin, pir hêsan dikarin vê rastiyê derxin holê. Ger dewleta Fransa û dewleta Tirkiyê bixwe jî bixwazin ji vê rûreşiya dîrokî xilas bin, li bin şik de nemînin divê faîlên vê tevkujîyê derxin holê. Heke ev rastî dernekeve an jî biqasî ku dixwazin beşeke wê tenê derxin holê, wê demê dê ev tohmet li ser Fransa û Tirkiyê bimîne.
N. Erhan: Di sala 2007’an de hin belgeyên veşartî yên Emerîka di Wîkîlenksê de hatin weşandin. Di wan belgeyan de li ser Tevgera Azadiyê hin plan hebûn. Bi taybet di wir de Sakîne Cansiz wek hedef tê nîşandan û tê gotin divê were bêbandorkirin. Li gor we çima bi taybet Sakîne Cansiz û çima sê jin hedef hatin girtin?
P. Nûda: HevalaSara damezînereke PKK’ê bû. Hevala Sara yek ji du jinên ku tevlî I. Kongreya PKK’ê bibûn, bû. Di têkoşîna me ya heya îro de hevala Sara xeta berxwedanê bû. Di nav me de sembola berxwedanê bû. Piştî komployên pir-alî li dijî tevgera me, di salên dawî de hêzên navnetewî yên hegemon li ser tesfiyekirina rêxistinê ber bi biryarên nû ve çûn. Di vî alî de jî hin biryar girtin, bi taybet jîhate xwestin ku pêşengên Tevgerê hedef bigrin. Plan û projeyên wisa hene. Ji ber vê, hevala Sara hedef girtin. Ji destpêka têkoşînê heya îro hevala Sara bi sekn, tevlîbûna xwe ciheke wê ya taybet di dîroka me de heye û hêzên komploger jî baş dizanin ku hevala Sara ji bo me çi îfade dike. Wek rêveberekê, wek Apoyîyekê, pêşeng, hem di nav gel de hem jî di nav Tevgerê de ciheke pir cuda ya heval Sara hebû. Ji ber vê hedefgirtina hevala Sara ne tesaduf e. Hevala Sara ne tenê ji hêla me ve tê nasîn, berxwedana wê ya li hember faşîzma 12’ê Êlûnê li ser zimanê herkesî/ê ye. Hemu derdorên demokrat û çepger ên Tirkiye, wê pir baş dinasin. Dijmin jî berxwedan û sekna hevala Sara dizanî. Hevala Sara ji bo nifşê me ango ji bo hemû jinan bangek bû. Sembolek bû. Gava ku li hember 12’êÊlûnê wek jinekeKurd serê xwe netewand, liberxwe da, ev ji bo me bangek bû. Em bi giştî jî bi berxwedana hevala Sara bandor bûn. Me got wek jinek cihê me PKK ye. Me wisa di PKK’ê de cihê xwe girt. Bi giştî di nav raya giştî ya tevgerên şoreşger de bandoreke hevala Sara hebû. Ji ber vê bi zanebûn hevala Sara hedef girtin.
Em dizanin hukûmeta AKP’ê û cemaeta Gûlen li hember Tevgera Azadiya Jinê pir bi plan û konsepteke taybet nêz dibin. Li ser Tevgera me ya jinê lêkolîn dikin, konseptan pêş dixin. Vê jîcarna tînin ser ziman. Di nav Tevgera Azadiyê de dînamîka herî xurt Jin û Ciwan in. Ew jî dizanin ku mîsyoneke wisa pir girîng a jinan heye. Herwiha di nav civaka Kurd de jin bûye sedema guhertin û werguhertineke demokratîk. Dema hukûmet analîzên civakî dike jî dibîne ku roleke mezin a jinê di nav gelê Kurd de heye. Erdoxan û rêveberên wan yên din, hevalên meyên jin hedef nîşandan. Pir siyasetmedarên jin ên Kurd hatin girtin. Jinên ku di siyasetê de temsîla xwe û gelê Kurd dikin tên hedefgirtin. Ev tevkujî li hember Tevgera Jinêye. Bi vî rengî dixwazin Tevgera Jinê biperçiqînin. Gel bi xwedîderketineke pir mezin nêzîkatiyên wan vala dexist. Li Parîs, Amed, Dersim, Meraş û Mêrsînê gel, dayîk û jinên Kurd û demokratîkev heval xistin dilê xwe, bi dil û can xwedî li şehîdên xwe derketin. Soza hezaran Sara, Rojbîn û Leyla hate dayîn. Bi vê xwedîderketinê re planên pergalê jî vala derket. Rastiyekî me ya Tevgera Azadiyê heye ku çendî li ser me êrîş hebin, ev me ewqas dike xwedî hêz, xwedî biryar û xwedî îdea. Em hîna bi biryareke xurt têkoşîn dikin.
N. Erhan: Li Kurdistan û bi giştî Cîhanê gelek rêxistin, tevger û saziya ji bo van her sê jinên Kurd daxuyanî dan û tevkujî şermezar kirin. Hin rêxistinan jî ev hevalna wek rêhevalên xwe binav kirin. Hûn vê xwedîderketinê çawa dinirxin?
P. Nûda: Ev gelek girîng e. Di şexsê van her sê jinan de gelek dost û hevalên Kurdan hatin cem hevdu. Van hevalna bi şehadeta xwe derdorkên demokrat, sosyalîst û welatparêz hemû anîn cem hevdu. Ev bi rastiya van hevalan ve girêdayî ye. Wek mînak derdorên ku di Tirkiye de şoreşgertî kirine, zîndan dîtine, bedel dane Sakîne Cansiz pir baş nasdikin. Hemû kesên ku bi faşîzma 12’ê Êlûnê re rûbirû mane berxwedana hevala Sara dizanin. Hevala Sara ji aliyê navnetewî ve jî giştî bû. Bi qasî ku Dersimî bû ewqas Muhabatî bû. Bi qasî ku Kurdistanî bû, ewqas Tirkiyeyî û Cîhanî bû. Ruheke wê ya pir fireh hebû. Bi gelek rêxistinên çepger, femînîst re tekîliya wê hebû. Danûsendina wê bi gelek derdoran re hebû. Çiqas şehadeta hevala Sara ji bo jina Kurd û gelê Kurd wendahiyeke mezin bû, ewqas ji bo tevgerên azadîxwaz yên cihanê jî wendahiyek e. Hevala Sara miroveke enternasyonalîst bû. Ev bûyer ji bo hemû şoreşên cîhanê wendahiyek e. Derdorên ku xwedî li van her sê şehîdan derketin, şexsiyeta van hevalan ferq kirine. Lewma gotin rêhevalên me. Ev her sê heval, ne tenê nirxên me ne, rêhevalên hemû kesên azadîxwaz bûn.
Hevala Rojbîn li Ewrûpa mezin bibû. Ji ciwantiyê dest bi têkoşînê kiribû. Di nav xebatên dîplomasiyê de cih digirt. Bi hemû tevgerên dij-pergalê re tekîliya wê hebû. Lewma li ser wan bandor çêkiribû. Bi sekna xwe ya îdeolojîk temsîla ruhê Apoyî yê ciwantiyê dikir. Hertim armanca hevala Rojbîn ew bû ku Tevgera Azadiyê, Tevgera Jinê bi hemû Ewrûpayê bide nasîn. Digot ‘Em ewqas tevgereke mezin û xwedî felsefeyeke ewqas kûr in, lê belê em zêde nayên nasîn, heke em werin nasîn her kes wê li beramberî PKK ‘ê û PAJK’ê nêrîn û mêzekirina xwe biguherin’. Ji ber, bixwe jî didît çiqas em tên nasîn ewqas dost û hevalên me zêde dibin. Di heman demê de di xebatên girêdayî azadiya Rêbertî, pir bi coş tevlî dibû û kedekî pir mezin dida. Dixwest ku hemûEwrûpayîRêbertî nas bikin, dixwest felsefe û rastiya Rêbertî,wek hawariyekê belav bike.
Ji bo vê jî kesên azadîxwaz û demokratîk jî rastiya van hevalandizanîn û ew wek rêhevalên xwe binav kirin. Ez hemû kesên ku xwedî van hevalan derketin û êşa me bi me re parve kirin,slav dikim.
N. Erhan: Di demeke wisa de ku nîqaşên aştî û çareseriyê têne kirin. Ji milekê ve ev tevkujî çêbû, ji milê din ve hukûmeta AKP’ê li ser Heremên Parastina Medya êrîşên hewayî pêk tîne. Herwiha ji milekê ve jî operasyonên siyasî û leşkerî berdewam dikin. Li gor we pêvajo ber bi kuve diçe?
P. Nûda: Min di destpêkê de jî got, tê gotin ku pêvajoyek destpêkiriye, em dixwazin hêvîdar bin, wek gelê Kurd, wek Tevgera Azadiyê hêviya me hertim xurt e. Lê belê di nav van 40 salan de gelek ezmûnên me jî çêbûn, me gelek ders jî wergirtin. Tevgera Azadiyê gelek ders ji nêzîkbûnên dewleta Tirk girtin. Em naxwazin pir pêşdariziyan pêbixin. Lê belê, nêzîkatiyên dewleta Tirkdiya dike ku ji vê pêvajoyê çi fêmdikin. Niha dide fikirandin, gelo hin kes bi vê tevkujîê xwestin pêvajoyê sabote bikin an jî pêvajo bixwe tevkujîye. Erdoxan bixwe dibêje “Hem hevdîtin hem jî heya dawî îmhekirin.”Ger mentiq ev be, ev tevkujî parçeke pêvajoyê ye. Heke hukûmet bi vî rengî nêzîk pêvajoyê bibe, ev tê wateya ku armanca pêvajoyê tinekirin e, ev tevkujî jî cewhera pêvajoyê ye. Ji milekê ve di tinekirinê de israr, ji milê din ve jî behsa çareseriyê dikin, negengazeku gelê Kurd çareseriyeke (neçareserî) bi vî rengî bipejirî ne. Aştiyekî birûmet, çareseriyeke demokratîk neyê pêkanîn, ev gel wê rêyeke din nepejirîne. Êrîşên hewayî yên herî girandi salên dawî di van rojan li ser Herêma Parastina Medya hatin kirin, 7 hevalên me şehît bûn. Heke nêzîkatiya wan a ji pêvajoyê re ev be, wê Tevgera Azadiyê heya dawî liberxwe bide. Sebreke vê Tevgerê jî heye. Dibêjin divê zimanê aştiyê were bikaranîn. Lê belê bi tevgera xwe, bixwe pêvajoyê sabote dikin. Pêvajo bi vî rengî nameşe. Em nikarinxwe teslîmê îmhayê bikin. Ger niyeta wan baş be, divê operasyon werin sekinandin. Girtiyên siyasî divê werin berdan.
N. Erhan: li dijî tevkujiyê bersiva Tevgera Azadiyê wê çibe?
P. Nûda: Ez dixwazim hinekê behsa hevala Sara, Rojbîn û Leyla bikim. Hevala Sara, di kar û xebatên civakî de ji avakirina meclîsan pir kelecan digirt. Gelê me pir baş dizane, dema jinên Kurd xwe pêş dixist, meclîsên xwe, rêxistinbûna xwe mezin dikir hevala Sara pir moral digirt. Ji bo vê jî heke em dixwazin bibin layîqê van hevalan, pêwîste em wek Tevgera Jinê ji her demê bêtir rêxistinbûna xwe xurt bikin. Em ji bo bîranîna hevala Sara divê li her derê xwe birêxistin bikin. Em wek jinênKurd, divê li her derê xwedî vîn bin, xwedî temsîl bin. Xwe bigihînin vê astê. Dema dayîkeke me radibû di fermiyetekê de diaxivî hevala Sara wek zarokekê heyecan digirt, moral digirt. Pêwîste em daxwaz û xeyalên van hevalan pêk bînin.
Hevala Rojbîn her tim digot “Xebatên meyên dîplomatîk kêm dimînin, divê em xurt bikin” û ji bo vê jî bi dil û can kar dikir. Bi hezaran ciwanên meyên Kurd li Ewrûpayê dijîn. Ziman dizanin. Ji bo xwedî derketina bîranîna hevala Rojbîn, her ciwanekî/eKurd, her ciwanêk welatpêrêz e, divê bibe zimanê gelê Kurd di raya giştî de, divê bibe dîplomata/ê gelê Kurd. Ji bo nasandina Têkoşîna gelê Kurd, Rêberê gelê Kurd rol dikeve ser milê hemû ciwanan.
Hevala Leyla di ciheke wek Ewrûpayê ku kar û xebata ciwanan gelek zor û zehmet e, aktîvîsteke Tevgera Ciwanan bû. Ciwanên me li Ewrûpayê bi pir xefikên pergalê re rû bi rûtên.Li Ewrûpayê ji bo ciwanvegerin cewhera xwexebateke gelek mezin pêwîst e. Di vê zemînê de xwe birêxistinkirina ciwananwatedar û jiyanî ye. Hevala Leyla di şert û mercên wisa de kar dikir. Hewldaneke wê ya pir xurt hebû ji bo ciwanên Kurd vegerîne cewhera xwe. Pêwîst e her ciwanekeKurd, ji bo bîranîna hevala Leyla di nav Tevgera Ciwanan de kar bike, cih bigre û xwe birêxistin bike, di vî milî de xwedî helwest û çalekî be.
Bersivdayîna şehîdan û layiqêbûna wan ancax bi vê rengî wê pêk bê.
N. Erhan: Herî dawî hûn dixwazin ji bo gelê Kurd û Jinên Kurd çi bêjin?
P. Nûda: Bi rastî jî gelê me û derdorên demokratîk bi awayeke pir xurt xwedî li her sê şehîdên me derketin. Em hemû gel û dostên xwe sipas dikin. Pêwîste ev helwest berdewam bike. Xwedîderketina şehîdên meyên ku niha di morgê de ne jî divê bi heman ruhê mezin, pêk bê. Gelê Kurd û jinên Kurd pêwîst e ji her demê bêtir yekîtiya xwe, rêxistinbûna xwe ava bikin. Em xwedî li sazî û rêxistinên xwe derkevin. Hemû saziyên me bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine sazkirin. Li hember polîtîkayên tevkujî, tinekirin û teslîmgirtinê, em dikarin ancax bi birêxistinbûnêbisekinin. Bersivdayîna me ji van her sê şehîdên leheng jî encax bi vî rengî dikare pêk were. Encax, rêxistinbûnwê me bigehîne serketinê. Gelê Kurd bi berxwedana xwe, bi bedeldayîn û fedakariyê, bi dehan car xwe îsbat kiriye, lê belê ev tenê têr nake. Biqasî ku em ji dayîna bedelan re amade ne, ewqas jî divê em xwedî li rêxistin û desketiyên têkoşînê derkevin. Em bawerin, gelê me di ferqa ziraviya pêvajoyê de ye. Wê bi şêwazeke herî xurt li hember pêvajoyê xwe amade bikin û beşdar bibin. Em li ser vî esasî ji bo hemû têkoşerên azadiyê serketinê dixwazin.