Rêheval Kurdistan, di sala 1992’an de li deştekî di hembêza Zagrosan de ango li Geverê, weke gulên biharê û mîna darên ku nû tovên xwe vedike, tê dinê. Dayîka wê, navê zaroka xwe ya çavên xwe ji ahenga xwezayê hildigre dike Kurdistan.
Salên 1992’an weke salên Serhildanê tê binavkirin û di wan salan de gelê Kurd bi raperînan vejînekê nû jiyan dike. Hêzên dewleta faşîst li hemberî van raperînan bi hemu hêza xwe êriş dike, gelek gûndên Kurdistanê dişewitîne. Malbata Akdogan ji ber xwediyê kevneşopiya welatparêziyê ye û pergala cerdewantiyê qebûl nakin ji Gever’ê koçber dibin û diçin Wan’ê.
Kurdistan bajarê Wan’ê yê mîna deryayek şîn de li qontarê çiyayê Erekê li taxa Xaçort’ê gavên xwe yên destpêkê davêje. Taxa Xaçort’ê weke cihekê welatparêz her tim bûye cihê berxwedanê ya Wan’ê. Rêheval Kurdistan hîn di temenek biçûk de kevir avêtina polîsan ku bûye kevneşopiya wî taxê, çalakiya xwe ya destpêkê lidar dixe. Ji ber vê yekê hîn di zarokatiya xwe de zanebûna dijmin di xwe de dabû avakirin. Kurdistan di çalakiyên taxê de her tim pêşengtiyê dike û wêrekî dide rêhevalên xwe jî.
Perwerdeya xwe ya sereke li dibistana Dumlupinarê dibîne û rûxmê ku xwendewanekê serkeftî ye ji ber ku pergal dibistanên heyî ji bo Kurdan wekê cihê qirkirina çandî bikar tîne, Kurdistan dema tê dibistana navîn dev ji dibistanê berdide. Ji ber ku rêheval Kurdistan xwedî pîvanên welatparêz e, li derdora dibistan û taxê de hûrmetek mezin dibîne. Dixwaze polîtîqayên qirêj ê dewletê derbixe zanebûnê. Li ser bê nasnamekirina Kurdan lêhûrbûn dike.
Ew êdî di xebatên ciwanan de cih digre. Êdî ne tenê tevlî çalakiyan dibe. Heman demê çalakiyan birêxistin dike û dayîkan, ciwanan di rêka tevgera azadiya Kurd û rastiya Serokatî de zana dike. Rêheval Kurdistan her roj bi çavên xwe faşîzma dewleta Tirk dibîne. Tecrîta li ser Rêber APO yê ku her roj kûr dibe nikare qebûl bike. Bi taybetî di sala 2008’an de li navenda Wan’ê dema ku dayîkên welatparêz di çalakiyekî de ji aliyê polîsan ve tên lêdan û tên îşkencekirin biryarekê mezin a tolgirtinê digre. Ji bo bi awayekê herî mezin tolê bigre, di sala 2012’an de tevlî nav refên azadiyê dibe.
Pergal, navê Kurdistan’ê ku dayîka wê lêkiribû tu car weke navê nasname nepêjirandibû. Sondxariya Kurdistan’ê bû… Dixwest him navê xwe him jî welatê xwe ji rewşa qedexekirî derbixe. Ji ber vê dema ku gavên xwe yê yekemîn davêje çiyayên azad, navê Kurdistanê hildigre û dibêje;
‘heyanî ez Kurdistanê azad nekim,
ezê nesekinim.
Her gavekî xwe yê li ser van çiyayan
ezê bi hezkirinekê mezin hembêz bikim.
Ezê axa Kurdistanê, bi hezkirinekê mezin hembêz bikim.
Dîsa dibêjim ‘ez Kurdistan im,
ez vejîna mirojahî,
ahenga xweza û warê azadiyê me’
Azadî bi min re vejiya
û car din ezê vejîna azadiyê
di laşê xwe de nû bikim’
Demek pir kûrt de bi çiyayên Kurdistanê re yekîtiyek pir mezin dide avakirin. Weke pêşengekê jiyanê tevdigere. Dema dibêjin Kurdistan, rêhevalên wê dibêjin ‘hevaltiya rast a PKK’ê’. Li gelek qadên zehmet ên Xakûrkê bi vînekê mezin têdikoşe. Kurdistan êdî dibe navê kedê. Rêheval Kurdistan ji ber kesayeta xwe ya dilnizm, wêrek, şerker, zana û pak di dilê hemu rêhevalên xwe de cihekê mezin digre.
Vê carê rawestgeha rêheval Kurdistan çiyayên ku xwe bi mija biharê ve pêçaye, Garê ye. Bihara ku Kurdistan gavê xwe avête hembêza Garê ya qehremanan, xwezaya Gare li hemberî xweşikbûna Kurdistan bi çiyayên xwe yên asê ve ketibû silavê. Girê Kund tîrejên rojê direjî rûyê wê kir û got; ‘Tu bi xêr hatî xaka pîroz’. Dîsa girê Egîd rêheval Kurdistan silav dike, xwe bi berfa spî û mijê ve dixemilîne. Heft Tebax bi heft rengan ve, bi bi rêzde û zozanên xwe ve ew hembêz kir. Deşta Kafya hemu rengên kulîlkên xwe şîn kir û got; ‘Ez di nav xweşikbûnên te de, tenê xweşikbûnek im’. Dema ku rêheval Kurdistan li ava Xazil mêyze kir, ava Xazil lê mêyze kir û got; ‘Ez hemu keskahiya xwe didim te, ji bo di dilê te yê xweşik de cih bigrim’.
Ji Pênûsa Gerîla