Şehîd Çîçek Gabar
Ji bo mirov behsa hevalên şehît bike, an jî di derbarê vegotina hevalên ku di têkoşîna azadiyê de rol lîstine, bar danîne ser milê xwe bêguman ev dibe erkekemezin. Ji bo vê ez dixwazim behsê rêhevala Binefş Agal bikim ango hevala Bêrîvan.
Heval Bêrîvan gelek kod bikar danî ji bo deşîfre nebe. Carna Zeyneb, carna jî navê bêrîvan, carna jî Zozan bikar danî. Dema min hevalaBêrîvan dît navê Zozan bikardanî. Sala 1987’an bû, em koçerbûn, mala me ji zozanan dizivirî deştê,wê demê ez zarokbûm, li Besta êvarê ji me re gotin daran kom bikin. Me du komên daran çêkirin, lê me nedizanî ji bo çiye. Bû êvar me dît heval hatin, hemû bi çek bûn. Hevalan, jin dora agirekê kom kirin, zilam jî li dora agirekê kombûn. Hevalên xort ji bo zilaman civîn çêkirin, hevala Bêrîvan jî ji bo jinan civîn çêkir. Gel pir hatibû. Em zarokbûn, me zêde fêm nedikir. Em diçûn ber civînê lê guhdar dikir. Hevala Bêrîvan piranî behsa wê dikir ku jin dikara çawa di nav şoreşê de cih bigre, çawa dikare ji bo azadiya netewî xizmet bike. Civîn li ser vê bingehê bû. HevalaBêrîvan hem di aliyê sekn, hem jî di aliyê xitabê de pir xurt bû. Wisa xitabê gel dikir û diket asta wan ku li gor dilê milet daxivî. Ez qet ji bîrnakim, ruxmî ku temenê min ne zêde bû, lê ew kêlî her di bîra min de ye. Hevala Bêrîvan ber bi xilaskirina civîna xwe de got “Kes dixwaze tiştekê bêje?” jinek rabû got “Divê heval hemû kesên ku bûne cerdevan tinebikin, wan bikujin.” Wisa pir bi kîn û bi nefret derbarê cerdevanan de axifî. HevalaBêrîvan keniya û got “Dayê, ji xwe neyar jî vê dixwaze. Dixwaze kurd hevdu bikujin û wiha jî Kurdan tine bike. Em nayên lîstokênneyaran. Dijmin çek dayê destê Kurdan li hember kesên têdikoşin wan sor dike, dixwazin Kurd li hev bidin, wê demê gel ji tekoşîna netewî dûrbikeve. Divê em van mirovan bikişînin têkoşînê û rêya rast nîşanî wan bidin.”Hevala Bêrîvan di cih de civîn qulipand ser mijara ku gelê welatparêz û jinên Kurd çawa xwe bigihînin wan kesên ku dijmin destavêtiye wan. HevalaBêrîvan ji bo vê jî hinek kes erkdar kir ji bo ku biçin bi jinên cerdevan re biaxivin ku zext li ser zilamê xwe bikin ku dev ji cerdevantiyê berdin. Heval karê xwe xilas kirin û çûn. Lê hevalên wê demê bitaybet hevala Bêrîvan wek xeyala me zarokan hemûyan bû. Her kes gelek bandor kiribû. Hevala Bêrîvan ji bo şoreşa Kurdistanê li cihê ku çûyê, bitaybet li herêma Botanê şoreşeke civakî pêk anî. Ji bo jina Kurd di hemû qadên têkoşînê de cih bigre, şoreşeke mezin avakir. Ev şoreş ji teorî zêdetir, bi pratîka xwe, bi sekna xwe ya milîtanî pratîze kir. Hevala Bêrîvan milîtaneke Şerê Gel ê Şoreşgerî ya pijyayî bû. Malên ku diçûyê ticar wek berê nikarîbûn bijîn û ji têkoşînê qut bimînin. Bi zarokan re zarok, bi jinan re jin, bi kal û pîran re dibû kal û pîr. Zimanê herkesê fêm dikir û li gor vê diaxivî. Carekê hevala Bêrîvan dikeve malekê, li wir dimîne. Ji çiya hatiye, pir baran bariye, cilên wê hemû bûye herî. Diçe ber mislixê gorên xwe bişo, jina malê dixwaze ji destê wê bigre û bixwe bişo, hevala Bêrîvan destûr nade. Piştî karê xwe xilas dike, şêniyên malê hemûyan kom dike û li ser şoreşger çawa dijîn, perwerde dide wan. Ji xelkê malê re dibêje“Heke we dît ku yek li ser navê têkoşînê, li ser navê hevalan hat mala we, hişt ku hûn xizmeta wê/wî bikin, hişt ku hûn gorên wî/wê bişon, cilên xwe bi we bide şuştin bizanibin ku ew ne heval e. Ti têkîliya wan kesna bi PKK’ê re nîne.” Piştî hevalaBêrîvan şehît bû, jina wê malê her tim bi awaykê ku jê pir tesîr bûye, ev mînak ji derdor re digot.
Hevala Bêrîvan dema şehît bû, hemû tabûyên civakeke girtî wek civaka Botanê bi yekcar hilweşiyan. Tabûyên paşverû hilweşiya. Her Kesê/a ku digot “Ez kurd im”, xwest xwedî li têkoşîna hevala Bêrîvan derkeve. Yên ku hertim dikirin xwe ji têkoşînê dûr bigrin jî piştî hevala Bêrîvan naskirin, xwestin zarokekî/e wan jî wek hevala Bêrîvan hebe. Ji bo jina Kurd rêya têkoşînê û rêbazê têkoşînê eşkere bû. Bi rastî bandoreke pir xurt li ser gel da çêkirin. Ez bixwe bûm şahid, malbatan ji keçên xwe re yekser nedigotin biçe tevlî şoreşê bibe, feqet ew teşwîqê vê dikirin. Gelek kalên ku ticar baweriya xwe bi jinê nedianîn, piştî hevala Bêrîvan digotin keçên Kurd heke hebin, divê wek Bêrîvan bin. Di vê wateyê de hevala Bêrîvan bû sembola têkoşîna Kurd û bû pêşenga jinên Kurd ya şoreşger û azadîxwaz. Hevala Bêrîvan şehît bû, lê jinên Kurd ala hevala Bêrîvan bilindtir hildan û bûn pêşengê vê şoreşê. Hevala Bêrîvan ne tenê rêya çiya vekir ji bo jina ciwan, ji bo hemû jinan ji her temenê rêya serhildanê, rêya azadiyê nîşan da. Hemû jinên civakê xiste nav tevgerê, ya ku dikarî tevlî bû, ya ku dikarî tevlî serhildanê bû, ya ku dikarî alîkariya gêrîla kir, hinekan karên rêxistinê kirin. Hevala Bêrîvan her beşek xiste nava kar û xebatên têkoşînê. Piştî hevala Bêrîvan hemû jinên Botanê rabûn ser piyan. Ew bû baweriya ku ‘ez dikarim di nav têkoşîna azadiyê de cih bigrim û bikaribim rola xwe bileyîzim.’ Îro têkoşîna me bêtir dide diyarkirin ku Ji bo têkoşîna azadiya gel jiyanê birêxistin bikin. Li gorî ditîna min hevala Bêrîvan û hevalê Baran(Adil Aslan), hevala Xelat û gelek hevalên din hêj di salên 87, 88’an de gelê Kurd li ser vê esasê rêxistin kirin û komûn çêkirin. Şer û serhildan wisa dan despêkirin. Rêxistineke xwecihî bi şêweyê hevala Bêrîvan û hevalê Baran îro xwe ferz dike.
Hevala Bêrîvan bi bandora xwe û bi milîtantiya xwe bû pêşeng. Îro bi ruhê hevala Bêrîvan û Baran xebitîn pêwîst e. şêweya jiyana van hevalan, civak xiste nav tevgerê. Terbiye û exlaqa ku ji partiyê girtin baweriyek mezin di nav gel de da çêkirin, çandeke nû pêşxist.
Ji bo zîndîkirina ruhê Bêrîvanan, îro şert û mercên me gelek in. Şêwazê birêxistinkirina wan hevalna wek Xweseriya Demokratîk bû, lê tenê nav lê nehatibû kirin. Navê wê demê şerê gel ê azadiyê yê demdirêj bû. Ji bo baştir fêm bibe mirov dikare hin mînakan jî bide, wê demê komên zarokan hebûn. Zarokan berpirsyariyên xwe pêkdanîn. Komên jinan hebûn li gorvê jin jî di nav têkoşînê de bûn. Komîteyên giştî hebûn, muxatebê civakê ew komîte bûn. Pirsgirêk bi ser wan komîteyan ve dihate çareserkirin. Komîteyên gund, tax û bajêran hebû. Ev komîte erkên xweyên şoreşê pêkdianîn. Bi vî awayî gel pirsgirêkên xwe nedibir cem dewletê, bixwe li ser disekînin û çareser dikirin. Di vê wateyê de hevala Bêrîvan rê nîşan dida ku gel bixwe birêve bibe. Wê demê rêxistinên milîsan hebûn, tîm, taxim û bîlûkên wan hebû, di heman demê de hemû milîs endamên komîtêyên gundên xwe, an jî taxên xwe bûn. Îro ji bo mirov pergala Xwerser zîndîbike, divê mirov paradîgmeya Rêbertî ya civaka demokratîk ekolojîk û azadiya jinê, baş fêm bike û bi taybet şêwazê jiyana demokratîk, şêweya jiyana exlaqî û polîtîk hem bijî, hem jî di vê barê de gel perwerde bike. Jixwe civaka Kurd ji bo vê amade ye. Mîraseke me ya gelek mezin, li ser vê esasê heye. Em nû dest bi van xebatan nakin. Çawa ku hevala Bêrîvan di nava gelê Kurd, jinên Kurd û zarokên Kurdan bawerî da avakirin û bi wan danasîn ku pêwîstiya wan bi zanebûna azadiyê, zanebûna zayendî û zanebûna netewî heye, îro gelê me gihîştiye wê astê ku pergala xwe ya demokratîk û azad saz bike. Îro ji bo pratîkkirina vê zanebûnê divê em astengiyên heyî ji holê rakin û wisa bikaribin ruhê hevala Bêrîvan, şêweya hevala Bêrîvan zîndî bikin û jiyanî bikin.