“Heta Lêdana Dengê Dilê Xwe yê Dawiyê Ez ê bi We re Bim”

0Shares

Ji Pênûsa Gêrîla

Her demê gelê me tiyê azadiyê ye. Dibe ku li Meydana Çarçira sêdarekirin rêberên Kurdan, lê nikarîbûn sêdare bikin hêviyên azdiyê di dilê vî gelî de. Ez di nava Gelê Rojhilat de digeriyam û ji nêzîk ve min ew hestên wan hîs kir. Biqasî êşên ku jiyan; ewqas û hîna zêdetir tiyê azadiyê ne. Her mirovek li vê xakê jiyaye, bûye xwediyê destanekê bi êşan hatiye şuştin. Ew destan wan digot û min di awirên wan de dixwend. Hîna dilên wan berxwedanî dikir ji bo jiyaneke bexteweriyê. Bi taybet ew pîremêr ji bîra min naçe çawa dilê wî ji bo azadiyê lêdida. Ji ber vê dixwazim li ser wan biaxivim ji ber hêjaye bibe peyv û destaneke rastiyê.

Di serê sala 2001’an de me dest bi rêxistinkirina xebatê Rojhilatê Kurdistanê kir. Pêwîst dikir ku çûna hundir pêk bihata, ji bo keşfa wan herêman û naskirina wan. Di grûba yekemîn a keşf û îstîxbaratê de min cih girt. Yekemîn herêmMukriyan bû. Dema ji girekê me xwe berda ser zoma yekem,ku em dîtin pir kêfxweş bûn û ji hev re gotin: “Va tên…va tên”.

Zoma yekemîn hîna em negihiştibûnê, hema di nava wan de jinek firiya û hate pêşwaziya me. Ev jin wisa ji nav wan derket û liv û tevgera wê û rohniya ku li ser rûyê wê xuya bû, mirov dikarîbû gelek tiştan li ser rûyê wê bixwîne. Hembêza xwe vekiribû û pêşwaziya me dikir, tiştek nedigot. Tenê digot: “awww… awww!” Me jî nikarîbû baş bizanibin ka çi dibêje! Jineke wisa me nasnake û me nedîtiye, lê di vê heyecanê de bû! Di grûba destpêkê de em sê heval çûbûn, pişt re jî em şeş heval bûn. Tenê peywira me keşif û îstîxbarat bû.

Dema ew jin nêzîkê me bû, ji rewşê wê xuya bû dixwest me hembêz bike, ji ber pîvanên feodal ên civakê nikarîbû. Lê di heman demê de wisa rehet di cihê xwe de jî nedikarî bisekine. Wê, emdewetî hundir kir, nizanîbû çawa xêrhatina me bike. Ewqas bi heyecan û hezkirin bû, nizanîbû çi bike. Diçû derve û hindek dizîvirî û dîsa dihate hundir,weke ku di şoqê debû. Wisa nedisekinî di cihê xwe de, geh rondikê xwe paqij dikir; geh jî diçû çadirek din li wir hebû, gazî dikir û dihat, nedisekinî. Kete nava hestên pir cuda, ev pir zelal dihate dîtin. Me ferq kir ku hewl dide xizmeta me bike. Ez bi xwe rabûm ser xwe û min jê re got:Tu dixwazî çi bikî?

Got: heval ez dixwazim xizmeta we bikim.

Min lê mêze kir û jê re got: Eger tu dixwazî xizmeta me bikî were li kêleka me rûnê û sohbetê bike, wisa nabe. Dihat fêmkirin ku dixwest ji me re heywanekê serjê bike. Me mudaxele kir, min got: Eger tu wiha bikî, em ê ji vê derê herin û namînin. Bi vê nêzîkatiyê hîna bêtir bandor bû. Di nava heyecanê de got:Xweda hûn ji me re şandine? Çawa hûnê nexwin û herin.

Me jê re got: Zarokên te çi bixwin,em ê jî wê bixwin, ji bo me xizmeteke taybet neke, ji ber ku em ji bo we dixebitin.

Gava ev jî bihîst bêhtir bi me bandor bû. Vê carê tika kir got:Kî Fermandarê we ye?

Ev pirsa wê jî xwedî wate bû, ji ber ku beriya niha li Rojhilatê Kudistanê gelek partî, rêxistin û tevger hebûn, wê jî wisa naskiribû, xwarina fermandaran cuda û ya şervanan cuda ye. Xizmeta ku ji fermandaran rewere kirin cuda ye û ya ji şervanan re bê kirin cuda ye. Xwest vê nêzîkatiyê ji me re jî bike.

Me got:Em ne Demokrat in û ne Komala ne, em ji bo xebatekê cuda hatine, ji ber em ne weke wan tevdigerin, xebatên em pêşdixin jî cuda ne.

Dema me xwest em ji wir veqetin me jê pirsîka nerîn û rexneyên we çine? Bi kelegirî bersivame da:Her çendê ez we nasnakim û hûn cara yekemîn têne gel me, lê dema min dan û stendina we dît, ev ji bo min bes e.Ez bi we jî bawerim ku hûnê vê Tevgerê bigihînin serketinê. Ez ji we re serketinê dixwazim.

Piştî ku em ji hev veqetiyan, me bihîst ku hevserê wê şehîdê PDK’ya Îranê ye. Me jî wisa fêm kir ku di kesayeta me de tolrakirinê dibîne, paşerojê dibîne. Me rêwîtiya xwe di heman rêkê de berdewam kir.Me pîremêrek dît. Dema em dîtinrabû ser xwe û bezî pêşiya me, nêzî şêst salî bû. Ji ber zilam bû hîna rehetir dikarîbû tev bigere.Got:Ox..ox..ox min dizanîbû hûnê werin, her demê ez benda we bûm, di dawî de tişta ez pê hizirîm pêk hat û hûn hatin.

Hema bêje nîv seatan wisa her hevalek hembêz kir, maç kir, bêh kir.Em jî li bendê man ku hesreta xwe vala bike. Aliyek laşê wî bawî bibû, me nizanîbû çawa wisa çêbûye. Mirov baş hîs dikir ku dijmin heya çi radeyê li ser wî zorî û zextdaye meşandin. Pir germ pêşwaziya me kir, di nava sohbeta xwe de hêviyên xwe da diyarkirin. Wisa amedekariyên wî hebûn mîna ku dizanîbû pêdiviyên me bi çi hene. Xebatê me yên bingehîn naskirina herêmê bû, naskirina xelkên wê derêbû. Wisa xuya bû ku ev hemû amedekiribûn û ji me re digot.

Destpê kir, dema dest bi vegotinê kir, ji minxwest kuez gotinên wî binivîsim. Got:“Hemûyan li gel xwe binivîsîne. Ji bo we wê ev agahî pir pêwîst bikin. Ez dizanim hûn ji bo çi hatine.Ji ber ku hûn herêmê nasnakin, mirovên wê nasnakin ez ê hin tiştna ji we re bêjim.”

Agahiyên ku wî dan, min hemû nivîsandin. Em rastê zilamekî zane hatibûn. Agahiyên ku dane me, em wek wê meşiyan. Birastî ne kêm û ne zêde derketin. Pîremêr pirsên ku me dikir bi zanebûn û giraniyekê bersiv dida. Rastiya dijmin ji me re dida nasîn,digot:Ev rewşa ez niha tê de me, hûn dibînin! Dijmin ez xistime vê rewşê. Ez dizanim ew dijmin e. Lê belê ez têkneçûm, hilneweşîm. Temenê min ê mayî jî ez ê li gel we bim.

Ji xwe vê yekê di piratîkê de nîşan jî da. Rojekê sax em bi tenê nehêliştin, me nizanîbû em çawa xwe ji destê wî derxînin. Me cihê xwe diguherand, ew dîsa dihat û bi me re tevdigeriya. Lê êdî dema xatirxwestinê hat.

Bi heyecanekî bilind hestên xwe ji me re dida diyarkirin. Ji bo ku em karên xwe yên mayî temam bikin em ji hev veqetiyan. Pişt re me bihîst ku li herêmê hevalek birîndar dibe,ew zilamê kal li kerê xwe siwar dibe û diçe. Di rê de rastî çeteyantê, çete jê dipirsin: Kalo ma tê herî ku derê? Dibêje: min bihîstiye ku PKK’yiyek li vir birîndar bûye, ez jî diçim wî xelas bikim. Jê re dibêjin: Çawa tu natirsî û ji me re vê yekê dibêjî, ma tu nizanî em çete ne? Bersiva wan dide: Ji vê pê ve, ma hûn nikarin tişteke din jî bikin. We êşên bi min dane kêşandin, we şehadetê dane kirin, ma ji vir û pê ve hûnê çi bikin?

Di malbata wî de şanzdeh şehîd hebûn. Ji malbata wî tenê zarokeke wî yê seqet û hevsera wî ya pîr xilas bibûn. Nêzî hezar pezê wî jî hebûn ku hemû telef bûne. Hêzên Îranê bi hawan û katûşan hinde avêtine derûdora wî her tiştê wî bi ser hev de xerabûye.Di dawiyê de ji me regot:Werin gel min, ez dikarim heya yekîneyekê hevalan jî xwedî bikim. Hemû derfetên min hene ku pêwîstiyên we pêk bînim.

Dema te li rewşa wî mêze dikir,ew dewlemendî nedihate dîtin, lê te di his û ruhê wî de ew dikarîbû bidîta. Dilê wî zengîn bû, ramana wî, bi her tiştê xwe ve dixwest bi me re be, dixwest vê ji me re bide diyarkirin. Pîremêrek bû û di nava her peyveke wî de xweşikbûnek ku biêşan hatibû şewitandin peyda dibû. Dema behsa azadiyê dikir, ne li ser ziman weke peyvekê digot, pir jidil û bi germbûna hêviyên xwe digot. Ev nêzîkatî gelek bandora xwe li me kir. Bû desteka herî mezin. Ji ber em jî di destpêka rêka têkoşîna xwe de bûn. Bawerîdayînek bi vî rengî jî ji bo me pir biwate bû. Bêhtir em bi hev re dihatin girêdan û hêza xebatkirinê li gel me xurt dibû.

Me meşa xwe berdewam kir.Em çûn ber bi Mihabatê. Li nîvê rêkê gundê çeteyan hebû.Ji ber ku em li gor nexşeya ku wî pîremêrî dabû me diçûn, me dizanîbû ka li ku derê gund heye, kîjan yê çeteyan e.Em li gor wan agahiyan çûn nêzî gundekî çeteyan bûn, nêzî destê sibehê bû. Deştek li wê derê hebû zozan bû, me nikarîbû ji wir derkevin. Pêwîst dikir em li wir bimînin.Em nêzî keviya avekêman. Wê rojê heya êvarê em li ser wan kesan axivîn, li ser nêzîkatiyên wan ji me re û heya hêviyên wan ji me, di heman demê de me ji xwe jî dipirsî ka ew hêza me heye em bibin bersiv ji hêviyên wan re? Weke grûb, weke ‘Tevgera Yekîtiya Demokratîk’?Me ji hev re digot; em ê çawa xwe bigihînin wê astê ku bibin bersiv di kar û xebatên xwe de.

Bû êvar pêwîst dikir ku em carekedin bi rê bikevin. Em ketin herêmekê ku me nedinasî. Em gelek nêzî Mihabatê bibûn. Bexçeyekî biçûk hebû, baş me ji hev dernexist ka bexçeye, paygehe! Ango gund e? Lê, me got: Eger paygeh be jî em ê derbas bibin. Hevalê Serhed berpirsyarê grûbê li pêş me meşiya, hinek henek kir û got:Bila ez ê pêş de biçim, ez ixtiyar bûme, ger şehîd jî bikevim tiştek nabe. Eger xeteriyek jî hebe ez ê xeber bidim we.Hûnê jî min biparêzin.

Hema em nêzî deriyê gundbûn, gazî me kir got:Werin em hatine cihekî pir xweş.

Em çûn mîna ku her kes li benda me bû, kom bibûn. Wir bexçeyeke xweş bû.Nêzî şeş heft xaniyên mezin hebûn weke gundekê bû. Hemû ji malbatekê bûn. Me nedizanî çima li wir kombibûn. Dema em çûn xwarin dixwarin, rabûn ser xwe û pêşwaziya me kirin. Ez li derve mam. Xwediyê malê dema ez li derve dîtim, got:Heval tu çima nayê hundir?

Min jê re got: Ji bo parastina hevalan,pêwîst dike ez nobetê bigrim.

Piştî min wiha got, wisa şoq û heyecan jiyan. Ji hev re gotin: “Mirovên em li benda wan bûn hatin, ew ne weke PDK’ê û Komelê ne. Heya nobeta xwe jî digrin!”

Hemû yextiyar, zarok û ciwan bi nobetgirtina me bandor bûn. Heval çawa derbasî hundir bûn hem xwarin xwarin, hem jî bersiva pirsên wan kesên ku tiyê azadiyê bûn didan. Her kesî/êbisedan pirs dikir. Di dilê her kesî/ê de çi hebû ew pirs dikir. Pirsa jiyan û pratîkê dikirin.Dipirsîn çima hûn dereng mane ji bo hatina ba me. Di nava hevalan de yê ku hinekî Soranîfêmdikir ez bûm. Gava ez çûm gel wan gotin: Aaa… zimanê xuman qise dikî.

Ev nêzîkatî hîna heyecaneke mezin li gel wan çêkir. Ji bo ku ez rûnêm, min xwest li gel yekîtemen mezin rûnêm. Pîremêrek di nav komê de hebû ku tenê diponijî û serê xwe dihejand, carcar jî gelek hestiyar dibû. Ez çûm li gel wî rûniştim, min jê re got:Mamo, ev cara yekê ye em hatine vê herêmê, ger nêrîna te û rexneyên te hebin, em dikarin guhdar bikin. Em herêmê nasnakin tu çawa dikarî bibî alîkar ji me re. Em dikarin xebateke çawa bidin meşandin?

Li min mêze kir û dereng bersiv da, ji ber ku ewqas di heyecanê de bû, ewqasî diponijî nizanîbû çi bêje, hîna dihizirî çawa bêje, ewqas tişt jiyabû,li ser rûyê wî xuya dikir. Di sekna wî, liv û lebata wî de xuya dikir. Birastî piştî ku axivî wisa derkete holê ku ew mirovê herî zane ye di herêmê de û her tiştî nasdike. Her peyva ku bikar danî pir xwedî wate bû. Ji bo pêşwaziya me bike weke ku her tiştê xwe ji me re bêje. Piştî ku demekê ponijî got:Kurê min, eger tu rastiyê bixwazî gelek tişt hene ku ez ji we re bêjim. Gelek mijar hene mirov ji were şîrove bike. Lê belê, hîna hûn nû hatine bila bêhna we fireh be, hîna em we nasnakin.Bihêlin em we nasbikin. Lê, hinek tişt hene pêwîst dike ku ez dereng nehêlim, ji we re vebêjim.

Dest pê kir û got:Hîna ez zarokbûm, min xwest tevlî Tevgera Qazî Mihemed bibim, lê temenê min biçûk bû. Ez bûm şahidê darvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî. Min li pêşiya çavên xwe dît. Wan di dilê min de birînek vekirin, piştre Qasimlo jî hate herêma me, demekê xebat pêşxist, gelek milîtanên xwe afirand.Lê ji ber komployekê hate kuştin, wî jî birînekedin di dilê min de vekir. Şerefkendî jî bi komployekî hate kuştin, wî jî birînekî din vekir. Her wiha behsa Rêber APO kir û got ez hîna wî nasnakim. Tenê min li ser wî bihîstiye û dîtiye ku çawa dîl hatiye girtin.Wî jî birîneke din di dilê min de vekir. Ez heyecana hatina we dijîm. Ez niha ji nexweşxanê hatime û ev cemaet jî ji bo min hatine, nexweşiya min ya dil e. Bizanibin ku dê lêdana dengê dilê min ê dawiyê ji bo we be. Heya vê derê bes e min ji we re got. Lê belê,eger hûn carekedin werin, gelek tişt hene ku ez ê ji we re bêjim. Gelek ezmûnên jiyanê li gel min hene ez ji we re bêjim. Evên ku hûn dibînin jî zarokên min in.

Wisa demjimêra rabûnê hat. Di dawî de me jê pirs kir: Ka rexnê we, daxwaziyên we hene ji me re bêjin.

Got:Ez we dibînim hûn bi tevdîr hatine, hûn tu kesî nasnakin. Ji ber dema hûn hatin min dît ku we nobet girtiye, ev gelek bawerî da min. Her kesekê texmîn dikir ku hûnê werin. Ji ber ku tevgera we nûnertiya her çar parçeyan dikin. Lê belê me hûn dereng dîtin, ev jî rexneya me ye.

Me jî jê re behsa cihê ku em ê biçûnê li gor nexşeyê kir. Çend xortên ciwan gotin: “Em ê wan bibin.”Ji wan re got: Hûn cahêl in, ciwan in. Em bi we nebawer in. Hûnê wan bisilametî negihînin cihê wan.

Du pîremêrên bira, yek li pêşiya me û yê dinli paşê, em birin. Di rê de wan jîgotin:“Ciwan cahêl in û baş rêkê nasnakin. Hem gundê çeteyan di rê de hene, hem jî dijmin bi tevger bûye ji ber xeber girtine ku Bizava we dest bi xebatê kiriye. Ji bo zerarê nedin we, em ê bi we re werin. Em bi ciwanan nebawerin.”

Di nava wan de lingê yekî seqet bû. Min jê pirs kir: çi bi lingê te hatiye? Bi rûkî û xemgînî bersiva min da û keserek kêşand nava xwe:Heval, hema pirs neke. Dijmin carekê hat gund, wê demê PDK li herêmê hebû.Min alîkarî dida partiyê.Dijmin bi tirextorê li min da.

Rastiyên me yên biêş di hundirê hemû pêkenokên me de nepenî dibin. Di her tîpeke peyvên kenê me de, bi dehan janên ku nabin peyv nixumandîne. Carna wisa dibe ku dem û demjimêr namînin ku em li ser êşên xwe bigrîn an jî bikenin. Kenê me jî sar û qerisî dibe, di nava germahiya havîna kenê me de. Tenê di kêliyêkê de em di bêdengiyê de têne xeniqandin û ti kes namîne bê hawara me.Ji bilî wê hêza me ya hundirîn a berxwedanê. Bi rastî hem dixwest dilê me xweş bike, hem jî serpêhatiyeke biêş di nava wê heneka wî de hebû. Wisa xuya dikir ku dixwestin em xwedî li wan derkevin. Ev agahiyên wan, pêwîstiya xebateke lezgîn ji bo paşeroja me dida diyarkirin. Digotin ku “Amedekariyên me hene,tenê hûn werin û Tevgerê birêxistin bikin.”Van her du pîremêrên ku ketibûn pêşiya me, di rê de jî li gor xwe perwerde didan me. Şîretên wan jî gelek biwate bûn. Li gorî xwe dixebitîn ku perwerda leşkerî bidin me. Di rûyê wan de xuya dikir ku çiqas dixwazin alîkariyê bidin me.Em meşiyan, me dît ku ew rêya ku em du rojan tê te meşiyan, wan di du seatan de em gihandinê. Em ji rêkurtikê re birin.Ber destê siharê em gihîştin cihê xwe. Me ji wan re got: “Baş e! ji vê û şûn ve em dikarin herin… me rêka xwe nas kir.Hûn dikarin herin.”Lê belê, ev axaftina me li xweşiya wan neçû. Hema di cih de bersiva me dan gotin: em naçin! Me pirsî çima hûn naçin? Gotin: Hîna peywira me maye. Eger hûn xewa xwe baş negrin, em ji vir naçin. Em ji vir herin hîna hûn me nasnakin. Eger em ji vir herin hûn di nava gumanan de bimînin û rehet xew nakin. Ji ber wê hûn ê niha xewa xwe bigrin û serê siharê, em ê têştê pev re bixwin, paşê hûn biçin bi rêka xwe ve û em ê herin bi ya xwe ve.

Ji bo ku baweriyeke wisa bidin me li gel me man. Me nobedarê xwe jî derxistibû, ji dervî wê jî wan jî nobet girt.Em kêmekê razin, ku ezşiyar bûm, bala min kêşand ka çi dikin? Min dît cihê ku em hatine û lê rawestiyane, nêzîk gundekê ye ku nasû xizmên wan in. Diçin wê derê çayê çêdikin û tînin, dibînin ku heval di xew de ne, hişyar nebûne, dibêjin hîna ranebûne, ew çay sar dibe dîsa dibin û germ dikin û tînin. Wisa nêzî sê caran ew çay birine û anîne. Bangî hevalan nekirine ji ber ku îstîraheta wan xeranebe. Di dawî de min heval rakirin ji xewê min got: rabin ser xwe hîna ew mirovên baş li virin. Li benda me ne, her tişt amede kirine. Heval rabûn ser xwe û me pev re têşta xwe xwar. Dîsa dest bi axaftinê kirin.Yek ji wan keniya û got:Yaoo… eger dijmin pê bihese ku em niha bi endamên PKK’ê re rûniştine û bi wan re xwarinê dixwen, ji xwe me ji wan re rêbertî û rêzantî kiriye, dê bi qasî lêdana kerekê li me bidin…

Piştî wê berdewam kir gotinên xwe: Na wilehî, minê biqasî lêdana terektoreka me xwariba…

Wisa bi van henekên xwe yên dawiyê xatirê xwe ji me xwestin û bi paş ve zîvirîn. Li gor agahiyên ku wî pîremêrê destpêkê dabû me, em çûn. Piştî me xebata xwe temam kir, bi taybet cihên ku PDK lê mabû û çi bandorên xwe li ser gel hiştibû, girêdana gel, nêzîkatiyên gel, çawa nêzîkatiyên neynî li ser hestên gel hiştibûn, ev hemû nêzîkatî didan diyarkirin. Hema di demeke kurt de xelkê wir di cî de ferq kirin ku em ji wan rêxistin û tevgerên din cuda ne. Bi taybet ji hêla jiyanê ve çiqasî bandor bûn, me jî ew îşaret dida wan ku em jî li wan digeriyan.

Heya gelek kesan xwe birêxistin kirin û xeber dan hev ku heval wê werin gel wan û pêwîstiyên wan çi hebin pêşwazî bikin. Ji çekan bigre, heya peydakirina erzaq. Ji xwe dipirsîn; ka çawa bersiv bidin ger pevçûnek li vê derê çêbibe û berpirsyariya wê rabikin?

Em bûn şahidê van nêzîkatiyan jî. Di rojên piştre di rê de em rastê xortekî ciwan hatin. Wî jî zanko xwendibû, lê şivan bû. Me pê re nîqaş kir û jê xwest em fêm bikin cudatiya di navbera vî xortê ciwan û wan pîremêran çi ye?  Me di wî ciwanî de dît ku dijmin li ser ciwanan polîtîkayên taybet dide meşandin û wan di nava valatiyan de dihêle. Ji tirsê zêdetir, bandora şerê taybet li ser bandor bû. Jixwe piştî belavbûna PDK’ê û Komele bêbawerî di nav ciwanan çêbibû. Lê belê, bi ketina di herêmê ew hestên netewî carekî din hêşîn bibûn. Me di van mirovan de ew heyecan dît, digotin: PDK û Komele tenê ji bo Rojhilat derketin, lê PKK ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Dema em vegeriyan Qendîlê, me carekedin hertişt li ber çavan derbas kir.Bi taybet ji bo ku em çawa karê xwe destpê bikin,me plangeriyek nû pêşxist. Min pirî caran ew însanên hêja bi bîr anî, herdem ez mereqa wan dikim. Ew gel hêja ye ku mirov xwe li ber wan feda bikin. Wan ji her hêlê ve eziyet dîtine, her wextê tiyê azadiyê bûne. Heya niha jî li beramberî hemû zorahiyan li berxwe didin. Hevalên ku ji wê derê tênez pirsa gel ji wan dikim. Wan jî em ji bîr nekirine û hevalên ku diçin wê derê,gelhîna behsa me ji wan re dikin.