Gelo tiştek ji vê bi êştir heye? Heger hebe de ka ji min re bêjin. Dil dixwaze hinek rastiyan bide vegotin lê mixabin cesareta min têra van rastiyên heyî nake. Her welatek di nava xwe de xwediyê xweşikbûnek cûda ye. Lê belê welatê ku mirov bi xwe di navê de mezin bûyî xwediyên delaliyek hîn cûdatire. Caran mirov gotin ji bo xweşikbûna hinek tiştan nabine. Nemaze dema ku mirov dûrî xweşikbûna warên xwe jiyan bike. Pênasekirina wê hîn zehmetir dibe. Her gundek û bajarek yê kurdistanê xwediyên delaliyek hîn cûdaye. Yek ji van delaliyan jî çiyayên Botanê ne, ji hemû milan ve xwediyên xweşikbûnek cûda ye.
Belê, Çiyayên Botanê bi bilindahiya xwe û bi asîbûna xwe ve bûye warê berxwedaniyê. Zarokên vê xaka pîroz weke bilindahiya çiyayên xwe û weke asîbûna çanda bav û kalên xwe jiyana xwe bi serbilindiyek mezin dimeşînin. Dema ku dibêjin çiyayên Botan, di serî de dewlemendiya xwezaya wê ya heyî tê bîra mirovan. Dewlemendiya xwezaya heyî bi xwe re dewlemendiya pir çandiyê jî aniye û ji bo hemû çandan jî bûye cihê xwe parastinê. Di heman demê de bûye stargeha mirovên çiyayî jî. Gelek mirovên şoreşger li ser dewlemendiya vê axa pîroz şerê xwe yê hebûnê dane meşandin. Di heman demê de bûye stargeha evîndarên azadiyê û gelek evîndarên jiyanê di nava dewlemendiya xwe de hewandiye. Çiyayên asî tenê mirovên weke xwe asî digire nava xwe û dide parastin.
Belê ez behsa bilindahiya Şanstêrê bikim yan jî behsa zozanên wê yên xwe bi xweşikbûna gulên nêrgizan û beybûnan ve xemilandî bikim. Ji ber ku her ciheke wir xwediyê delaliyek cuda ye. Çiyayê Şanstêrê bi xweşikbûna stêrkên serê sibehan ve xwe dide xemilandin û her dayîm li ser bilindahiya wê ewreke ji rengê kesk, sor û zer xwe dipêçe bi bêhna nêrgiz û beybûnan. Bi derketina tîrêjên rojê re bêhna sosinên zozanê wê xwe bi renginiya xwe re, xwe ber dide nava geliyên kurbûyî, mîna bêhna misk û emberan. Dema ku mirov dikeve nava wan geliyên kûr mirov li ser hişê xwe diçe ji bo bêhna gulên wê. Lê belê bayên payîzan ji bêhna wan mêrgên rengîn û yên xweşik radike ser geliyên kûr û her mirovek dixwaze berê xwe bide wan mêrgan. Dema ku mirov dikeve nav wan mêrgên cemidî mirov li ser hişê xwe diçe, ji bo kaniyên wê yên sar bûyî.
Bêguman gundê Hilal jî ji vê xweşikbûna xwezaya heyî bêpar nemaye û her dayîm bi bilindahiya wan çiyayên bi heybet re bûye rêheval. Ji ber ku gundê Hilal bi xweşikbûna xwezaya heyî re xweşik dibe li ber bayên zozana, xwe dixemilêne. Zozanên wê jî bi mêrgên xwe yên mezin ve tê nasîn û her mirovek dixwaze biçe qurtek avê ji wan kaniyê wê yên cemidî vexwe. Hilala rengîn jî li ber bilindahiya Kêla Memê û Şanstêrê xwe dixemilêne li ber wî bayê sar. Lê belê zordarên pergala dagirkeriyê xwe li ber vê xweşikbûna heyî negirtin û dest bi talankirin, şewitandin, gund valekirin û mirov qetilkirin. Lê şîniyên gund li hember zordariyê serî netewandin û her tim berê xwe dane çiyayên xwe yên bilind. Gelek mêrxwazên Egîd di nava çiyayê bilind de têkoşîn dane û navê xwe bi tipên zêrîn dane nivîsandin li ser bilindahiya kêla Memê. Li ser her kevirek û newaleke dengê qêrinên mirovên şoreşger heye. Ji bona vê yekê gelek mêrxwazên Egîd bi serbilindahiyek mezin berê xwe dane wan çiyayên bilind. Ji bona vê yekê divê em destanên evîndarên azadiyê bidin nivîsandin. Mirovên çiyayî di tu kêliyên jiyana xwe de serê xwe li hemberî dijminên xwe netewandin û her tim bi serbilindahiyek mezin li hemberî dijminên xwe sekinîne. Gelek Egîdên jiyanê li ser vê xaka pîroz derketin û berê xwe dane bilindahiya çiyayên xwe.
Bêguman du mêrxwazên Egîd li ser dewlemendiya vê xaka pîroz têne dinê. Du mêrxwaz ji bo jiyanek nû berê xwe didin bilindahiya çiyayên xwe yên azad. Her du bira di temenek gelek ciwan de berê xwe didin riya azadiyê û ew dibin evîndarên azadiyê.
Belê, ez ji kuderê bigirim dest çîroka evîndarên Kurdistanê. Çîrokên evîndarên azadiyê dayîna nivîsandin ne kareke ji rêzê ye. Divê di mirov de wêrekiyek mezin hebe ku heta mirov bikaribe wan li ser van rûpelên spî bide nivîsandin. Her cara ku ez dest davêjim pênûsa xwe lerizandinek mezin dikeve nava tiliyên destê min. Ji bona vê yekê ez nikarim bidim nivîsandin li min biborînin mêrxwazên jiyana azad. Lê dîsa jî dixwazim bi çend hevokan behsa ciwantiya wan bikim.
Hevrêyên Wî Yên Têkoşînê
Wê Berdewam Bike