Nasnav: Viyan Tekoşîn
Nav û Paşnav: Ümran Balkan
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 23’ Îlona 1988’an/Wan
Navê Dayikê: Zahide
Navê Bav: Seyfettin
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2006/Wan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 9’ê Sibata 2012’an Çelê
Hevala Viyan di sala 1988’an de li Wanê tê cîhanê û li wir mezin dibe. Piştî salên 2000’an têkoşîna azadîyê dinase, bi awayekî çalak di xebatên Komaleyên Ciwanan de kar dike. Hevala Viyan bi meşandina gelek xebatan re têkoşînê hîn baştirîn dinase û bersivên ku dixwaze ji lêgerînên xwe re dibîne, biryarbûyîneke bihêz dijî û di sala 2006’an de weke gerîlayeke di çiyayên azad de têkoşîna xwe dide berdewamkirin. Her çiqasî dijmîn bi awayekî teybet li dijî gelê Kurd polîtîkayên înkar û îmhayê dide meşandin jî hestên azadîyê hevala Vîyan ber bi lutkeyên azadîyê ve anîye. Xeyalên hevala Vîyan ew bu ku êşên lı ser jin, gelê Kurd û pîskolojîya zarokên ku di nava şerde jîyan dikin bi mirovahîyê bide nasîn. Hevala Viyan, beriya her tiştî bi xweşikbûneke berxwedêr, jidil, xwerû bûye rêhevaleke wêrek a sekin û ti qonaxan nas nake. Weke jinekê cîhaneke wê ya pir ji hestan dagirtî hebû.
Hevala Viyan çiqas zekî bû, bi qasî wê jî pir alî bû. Baldariya wê ya li ser jiyanê pir xurt bû, bi hezkirineke mezin û xwerû jiyan pêşwazî dikir. Her ku ezmûn û danahevên wê di nava jiyana gerîla de pêşdiketin, kûrbûyîna wê jî zêdetir dibû, aliyên wê yên zekî, rêxistvan, hêl dide, bi înîsiyatîfbûyîn hîn bi awayeke diyarker derdiketin holê. Hevala Viyan hevaleke wisa bû ku di meşa çûyîna ser zoriyan de bê tirs bû. Bi bêtirsbûyîna xwe bi qasî ku tirs bida recifandin di pêkhatina xwe ya şoreşgerî de jî weke firtoneyekê bû. Bi bawer bû, bi biryar bû, devjêbernedida, rawestan nedipejirand, zelal bû. Weke jineke ciwan a ku bi felsefeya Rêber Apo pêk dihat heta dawiyê bi jiyana rêxistinê ve girêdayî bû. Hemû xweşikbûyînên ku azadiyê pênase dikin bi heval Viyan re dihatin dîtin. Di jiyan û têkoşîna xwe de xweşik bû, ji bo ku ji daxwazên gel re bibe bersîv hewldaneke pir mezin dida. Bi vê heqîqetê re ket ser rêya nemiriyê û ji dahatûyê re bû hêz û çavkaniya jiyanê.