Hest û Helbest

0Shares

Akademiya Jina Azad

Bêjeya helbest (şiir) bi Erebi tê wata zanebûn, pêhesîn, gîhana zanebûna wê, hîskirin, fêhmkirin, ketina ferqa wê. Bi taybet di wata xwe ya helbestî de, divê were pêvekirin  ku tê wata fêrbûn û zanebûnê. Jiber derveyî peyva xwe dema were bikaranîn, tê wata zanenistî jî. Her wiha divê helbestvan xwedî hîs, zanist û zanebûneke giştî be.

 

Li gor hin lêkolîna peyva helbest di zimanê Cihûyan de tê wata xwendina bi aheng an jî ew aheng zikir kirinê.

Heta niha gelek ceribandinê nivîsandina wêje û helbestan pêşketin. Lê belê ew birînên giran û perçebûnên mezin ku nufûzî hemû hucreyên gelê me kiriye zêde derfeta nivîsandin û pêşketina wêje û nivîsandinê ne hiştiye. Ya rastî li pêşiya nasnamebûna gelê xwedî helbest astengên jiyanî ên mezin hebûn û heta niha ji ev astengi didomin. Çanda xwe ya dîrokî zêdetir bi rêya şanogerî û lîstokên gelerî yê bi devkî me dan berdewam kirin. Ev çand bi vî awahî heta roja îro hat berdewam kirin. Di asta wêjeyî de me gelek kêm xwe derbasî qada navnetew kir, bi cîhanê re da naskirin. Ev di van salên dawiyê de dibe ku pir zêde li ser hat sekinandin. Li gor van pêdiviyan sazî û dezgeh hatin damezrandin. Lê cardin di pir aliyan de kêm dimîne. Ji ber îro medya ya cîhanê herî zêde di vê derbarê de li ser civakê çanda ku dide pejirandin hiştiye ku civak ji civakbûna xwe û ji cewherê xwe dûr bikeve. Lê belê rastiyeke gelê Kurd rêxistina azadiya ya gelê Kurd heye ku wêjeya xwe dîrokî, dê-bavanî heta niha weke ronahiya çavê xwe parastiye. Bê  ku di nava avê gemarîde wenda bibe bi hemû zelaliya xwe weke çemekî zelal bi hemû hunermend û nivîskarê xwe di herike. Di nava vê herikînê de di hin beşê xwe ê dinde li ser tê sekinandin. Lê belê di asta helbest de bi rastî jî hê pir pir kêmbûn hene.

Têkoşîneke pir mezin hatiye jiyan kirin. Li ser her rojeke vê têkoşînê helbesta ku were nivîsandin bi xwere weke çiyayên zaxrosan wateyên bilind jî dide avakirin. Ji ber her gotineke van helbestan xwedî wateyên têkoşînî di wê bilindahiyê de ne. Divê  ev dîrok xwe bigihîne asta pêşdetir. Ji ber li ser van rastiya neslê nû tên amadekirin. Ya herî girîng jî her helbestek xîtabî pir pir hestên mezin dikin. Di van salên dawiyê de rojên bê wate tên bîranîn an jî pîroz kirin. Roja heskiriya! Di van rojan de ciwanên ku di pey hindek hest û bendewariya dene dikarin bi hest û ramanên Kurdînî lê bi zimanê helbestî zêdetir werin amadekirin li hember wan sazumaniyşn civaka di bin bandora pergalê de. Bi rastî jî divê li hemberî van rojan, rojên alternatîf werin amadekirin. Lê belê bi helbestên zimanê zikmakî û bi hestên Kurdînî. Her wiha bi helbestên Kurdînî. Ma wan ciwanan eve heq nekiriye? Belê! Wê demê divê em cardin vegerin ser çand û hunera xwe, lêhûrîneke kûr bikin û bi helbestên herî xweş roja xwe ya her pîrozbahiyê bi Kurdînî pîroz bikin.

Bi taybet li gor rastiya hestên jinê her helbesta ku tê nivîsandin bêyî ku  nivîskarê helbestê were zanîn tê fam kirin ku ev ji aliyê jinekê ve hatiye nivîsandin. Ji ber vê cardin her şoreşgerek her hevalek bi nivîsandina helbestên xwe ya rastî nivîsandina dilê xwe jî pêşkêşî her kesî dike. An jî hestên xwe ê herî xweşik diyarî her kesî dike. Di vê pêvajoya niha de em dikarin wusan jî bi fikirin ku hewceyî ya pir însanan ji van hestan re heye. Ji bo gelek însanan û civakan helbest cihekî girîng girtiye. Mînak di nava civaka  Eskîmo de helbest çawa tên bidest girtin em bibînin.

Eskîmo ji helbestan re dibêjin ANERKA. Anerka di zimanê Eskîmoyan de tê wata henase girtin an jî bêhn girtinê. Henase girtina dil û mejî bi hevdûre ye.  Her wiha fealiyeteke jiyanî ye. Di nava wan de bi qasî henase girtinê pêdiviyeke jiyanî ye.Jjiber vê yekê divê bi gengazî perçeyek ji însan be û bibe henasa dilê însan. Ya rastî helbest ne tenê kûrbûneke hesteweriyê ye. Ev danasîn helbesta bi sînor dike. Carna helbest dibe çirûskek ji ronahiya ku di dil û mejiya de hatiye wendakirinê. Carna bi tirse, carna xemgîne, carna hestewere, carna qehremane, carna hemû rengên hestaye, carna lêgera jiyana bê dawî û bê hempaye. An jî bersiva însana ji bêmiriniyê re ye.

Însan di hebûna xwe ya navîna civakande dixwaze ku bi bandor û çalakiya xwe teyisandina xwe ya ser civakê jî bibîne. Di îslamê de bi wahdetî-vucûd ev tê bizimankirin. Her wiha tê wata afırandına xweda. An ji bı gotıneke dın derxıstına hêza hındırê xwe. Ev hesteweriyeke însanî ye. Lê li xwedayan anîne. Ji bo însan helbest tam di vê demê de derdikeve holê û girêdana lêgera xwe ya jiyana bi wate îfade dike. Ev kêlî dibe lêgera însan xwe di çavkaniya xweza û însanda bi watekirinê. Helbestvanek çiqas teraza di navbera civak, xweza û mirovde bikaribe bi xebîtine û fêhm bike dikare bi helbestvaniya xwe jî pêşbikeve. Ji xwe rastiyeke helbestvaniyê heye ku di asta şexsî de tê nivîsandin. Her wiha hestewariyên ferd kesayet bi xwe ye.Di dil û hestên ferdî de çiqas êş, xemgînî, coşî, azwerî hebin di zimanê van helbestan de rûdidin. Tam û bêhneke her helbestê heye. Di helbestên Nazim Hîkmet de hêviyê pêşerojê heye. Di helbestên Ehmed Telî de êşa birînên ne hatine girtin heye. Di helbestên B. Brecht de bêhna xwedana bi xwê ya kedkaran heye. Di helbestên Ehmed Arif de ger navê wan nehatibin dayîn jî bêhna Kurdîstanê heye.   Lê di nava vê rastiyê de çiqas zimanekî hevpar û gerdûnî were bikaranîn cîhana hestewer ya ferd jî mezin û dewlemend dibe.

Di helbestên gêrîla de bêhn û tama van hemûyan heye. Lê bi ferqeke mezin! Bi hestên jintî ev helbest hê xweştir û xweşiktir tên nivîsandin. Bi kinahî bi hestên xwe yên jintî em bikaribin di helbestên xwe de Rêber’ê xwe, ronahiyên pêşerojê xwe, mekanê xwe ê azadiyê, ,şerê serfiraziyê , dilê jinê bidin nasîn.

Helbest ji bo însana gotinên bêdevkî, îfada hestên hindirîn bi çend hevokaye. Amûra vegotina hestan bi zimanê ahengî dana xuyakirinê ye. Ji ber tê zanîn însanên kevnar cara yekem bi zimanê helbestê fêrî axaftin û dayîn-standinê dibin. Heta ji vê şêweya vegotinê haz hatiye girtin, zewq hatiye jiyîn.

helbest şerê bê navbere. Ev şer di navbera helbestvan û hestan de tê dayîn. Di encam de hestên bi serketî derdikevin holê.

 

Ger hest û helbest bi hevdûre li ser hîmê rast werin bikaranîn dibe weke ava diherike, xwe berdide nava dilê hemû xwendevanên xwe.