Demsal, zivistan sar bû. Di vê şeva sar de, taveheyv li ezmanan govenda demsalî xwe jiyan dikir. Jiyan diket nav pêşbirka demsalên xwe. Li bedewiya girê me berfa spî hêdî hêdî xemla xwe gire dida û bere xwe dida hatina demsalên nû. Axê, tovên bi bereket di nava dendika gerdûna xwe de kom dikir. Belê erdhejek çêdibû û li benda zayîneke nû dima.
Belê, li vî Girî çendên caran sondên ji bo azadiyê hatin xwendin. Di rastiyê de ev çiya bûn cihên gelek lêgeran û bûn hêlînên gelek rêhevalan. Çend caran pîskên vê berfa spî li eniya qehremanan daye û hişmendiya wan bi xwe re kirin rêwiya riyên dûr, bir cem deryayên kûr. Hey, demsalê! Çima tu dengê hawarên gelan, dengê jibîrkirinên hevalan guhdar nakî? Çima tu axê rihet bi gul nakî? Bizane li hemberî zorên te înat, hîna li baxçên gulên axên me bêhna gulan tê. Lê dibe berf bibarin. Tufan rabin û bablîsok rabin, lê wê tu demsal nekaribin dansên me yên azadiyê kêm bikin. Di zivistanên sar de wê bi agirê dilê Viyan bişewitînin lîberalîzm û li gorî xwe bûnê. Wê volkana dilê Andokan parçe bike paşverûtî û pergala pênc hezar salan.
Li keviyên Zagrosan wê sih û pênc gulên heqîqet dest bi rûpelên nû bikin. Wê şopên heqîqetê bigerin û dîrokê bixemilînin. Bila dilê xwe av bidin xemla bîrdoz, bila bejin li xwe bikin kirasên evîna heqîqetê û bila binivîsin liser perdeyên dilên xwe. Heqîqet pêtek ji agir e.
Xwedî ruhê fedaî û canfeda.
Dîsa dil lerizîn ji bo qutbûna ji Rojê û nekarîn qebûl bikin van kêliyên ji ber vê, ji bo dîtina te canek din. Wijdan ji xewê şiyar dibin. Her kes ji dil destê xwe dixin bin barê şoreşê. Ji bo em bigihin te me hemû hevalan berê xwe daye dibistanên te yên azadiyê.
Wekî niha hevala Berfîn dibêje pêwîste em li hemberî Rêbertiyê rexneya xwe bidin. Pergala Rêbertî hîn rast fêmkirin û rast xistina pratîkê şert e. Pewîste em hevalên jin xwedî li hevdû derkevin û em bi rengê xwe hebin. Tiştê ku dihêle rêxistin li ser piyan bimîne; hebûna jinê ye. Wekhevî di bin vê navê de jin jî wekî zilam bibe tê gotin li Ewrûpa. Lê şansê me heye em wekheviyê rast fêm bikin.
Hevala Besra dibêje: “Pewîste em Serokatî ji xwe dûr negrin dest. Eger em sosyalist bin pêwîste em baş fêm bikin. Niha ji bo em têxin pratîkê wê tu zehmetî me nebûna. Em tam fêm nakin; kirina pratîkê jî em kêm dimînin. Pewîste em zehmetiya xwe ji binî ve biguherin. Êş mirovan mezin dikin. Ê me hevalên jin her wisa ye. Em êşek jiyan bikin, bi salan em di bin êşa wê de dimînin. Qasî Serokatî derfet dide me, em xwedî lê dernakevin.”
Hevala Sozdar hinek tişt gotin, em hestyar bûn, ji ber em birin kêliyên dîtina Serokatiyê.
Heval Axîn: “Gelek carin dibêjim min Rêbertî nedît, ev mirovan diêşîne. Lê ger mirov parêznamên Wî dixwîne, parê digire hestên hevpar. Şagirtên Rêbertî pêwîste xwe her dem biafirînin. Ez çiqas zelal im ku bi pergala heyî jiyan nabe.”
Belê, di rastî de pêwîstî bi herikîna çemên bîrdoziya Rêber APO heye. Em bi hezar avan xwe bişûn, paqij bikin û bi Rêber APO re bibin rêhevalên heqîqetê û tevlî têkoşînê bibin.
Zeynep Cûdî