Heqîqet Çi Ye
Akademiya Zanistên Civakî Ya Abdulah Öcalan
Gelo di derbarê heqîqetê de her kes wek hev difikire, yan na? Îdraqên (têgihên) di derbarê heqîqetê de çi ne? Gelo, mumkin e pênaseyên heqîqetê yên cur be cur bên kirin? Eger bi vî şêweyî be, ango heqîqet ji yekî zêdetir be, zêde zêde heqîqet hebin û heqîqet li gorî mirovan bê guhertin, wê demê gelo mirov dikare behsa heqîqetê bi xwe bike? Ji ber ku Rêbertiyê heqîqet wek rastiya ku hatiye fêmkirin pênase kir. Ango îdraqa hevpar e, heqîqet. Ji bo mirov ji tiştekî re bibêje heqîqet, divê ew tişt ji alî her kesî ve heman bixwiyê. Ji her serî tiştek dirbikeve, rastî li gorî her kesî cuda cuda be, li wê derê mirov nikare behsa heqîqetê bike. Lewra, gelo heqîqetên cur be cur mumkin in? An jî mirov bibêje heqîqet yek e, gelo ev tişt jî nabe xweferzkirinek? Ango mirov hegemonyaya îdeolojîk pêş naxe? Wê demê rewşa cudahî û fêmkirinên cuda wê çi be?
Her kes di cewher de dixwaze heqîqetên xwe înşa bike. Ji ber ku dixwaze şêweyekî bide civakê û mirovan. Her kes çawa fêm dike, nêzîkatiya wî/ê ya di derbarê heqîqetê jî dibe ew. Rêbertiyê jî hem metoda fikirînê ya ku di îdîaya gerdûnitiyê de ye û hem jî ya ku zêde zêde îzafî ye, rexne kir û metoda xwe li dûrî wan girt dest.
Pîvanên Heqîqetê
Baş e, heqîqet çî ye? Em heqîqetê dikarin wek xwezaya tiştan pênase bikin. Xwezaya tiştekî heqîqeta wî tiştî destnîşan dike. Tiştekî ne xwezayî ne mumkin e ku heqîqî be. Mînak xwezaya heywanan, a nebatan heye. Tu hebûn nikare hem li derveyî xwezaya xwe (heqîqeta xwe) be, hem jî hebûna xwe berdewam bike. Li derveyî xwezabûnê mayîn, tê wateya tunebûnê. Ji bo jiyînê, xwezabûn pêwîst e. Ev prensîb ji bo mirovan jî derbasdar e. Ji bo vê yekê Rêbertî behsa xwezaya civakê, xwezaya mirov dike.
Xwezaya civakê, xwezaya mirov di heman demê de heqîqeta civak û mirov destnîşan dike. Ev vê avantajê dide me, em dikarin pênaseya heqîqetê bikin. Em dikarin li hemberî kapîtalîstan, lîberalîstan, pozîtîvîstan, ezezan… û hwd, parastina têgihîştina xwe ya heqîqetê bikin. Rastiya wan bi xwezaya civak û mirov re muqayese bikin û ispat bikin ku çawa jirêderketî ne, ne heqîqî ne. Ji xwe Rêbertiyê jî got: “Lêgerînên heqîqetê yên li derveyî civaka exlaqî û polîtîk beyhûde ne.” Ji bo vê yekê ye em bi awayekî giştî ji sîstema hiyerarşîk û dewletparêz re dibêjin sîstema ji rê derketî. Ji kijan rêyê derketiye, ji rêya xwezaya civakê. Ji bo vê yekê, car caran tespîtên me yên di derbarê heqîqetê de, pir mutleq dixwiyên, bi vî awayî tê destgirtin. Lê wexta mirov tespîtan di çarçoveya xwezaya tiştan de bigre dest, di vê xalê de mirov dikare xwe bigihîne heqîqetê. Bi vî awayî em ê ji çi re bibêjin xweşik, em ê ji çi re bibêjin rast, em ê ji çi re bibêjin baş… Em van pîvanan hemû ji xwezaya civakê û mirov derdixin. Qasî em fêm dikin jî, xwezaya civak û mirov jî komunbûn e, haveynê wê jî exlaq û polîtîka ye. Li ser van esasan ji bo mirovên destpêkê jî exlaq û polîtîka esas bû û heya mirov hebûna xwe berdewam bike jî exlaq û polîtîkayê her hebe. Exlaq û polîtîka nebin, civakîbûn nabe, civakîbûn nebe mirovbûn ji holê radibe. Ji bo wê yekê jî heqîqeta mirov exlaq û polîtîka ye. Em ê rastiya tiştan li van herduyan bidin û bi wî awayî fêm bikin ka ew tiştan çiqas heqîqî ne.
Heqîqeta Yekpar e
Taybetmendiya heqîqetê yek jî yekparebûna wê ye. Eger civak û mirov ji cewherê xwe qut nebin, li gorî xwezaya xwe tevbigerin wê bibînin ku heqîqet yekpare ye. Lê, sîstema hiyerarşîk û dewletparêz wê di sê xalan de vê heqîqetê perçe bike.
A yekemîn qutkirina têkiliyên xweza û mirov e.
A duyemîn qutkirina têkiliyên jin-mêr e.
A sêyemîn jî bi awayekî giştî perçekirina civakê ye.
Di her sêyan de jî yek dibe serdest, yek bindest, yek xurt dibe yek lewaz, yek dibe kirde (subje) yek dibe bireser (obje)…
Di vê çarçoveyê de ji ya yekê, pirsgirêkên ekolojîk, ji ya duduyan pirsgirêkên cinsiyetparêziyê, ji ya sisêyan jî pirsgirêkên demokrasiyê derdikevin holê. Ji xwe paradîgmaya me jî, li ser esasê ji holê rakirina van perçekirinan hatiye înşakirin. Demokrasî perçekirina civakê ji holê radike. Ekolojî perçekirina di navbera xweza û mirov de ji holê radike. Azadkirina cinsan jî, pirsgirêkên ku di navbera jin û mêr de hatibûn derxistin ji holê radike. Em bala xwe bidinê, yekparebûna van hemûyan di civaka xwezayî de heye. Ji xwe ji bo vê ye, dibe çavkaniya heqîqetê. Di wê civakê de ne pirsgirêkên demokrasiyê, ne pirsgirêkên ekolojîk, ne jî pirsgirêkên cînsiyetparêziyê hene. Ji bo vê jî yekparebûna heqîqetê di wê civakê de dihat jiyîn.
Yekparebûna heqîqetê piştî derketina sîstema hiyerarşîk û dewletparêz jî di sekna kesên mezin de wek kevneşopiyekî berdewam dike. Mînak, en’el heq, nîrvana, fenafîlah û “ez ez im, ez gerdûn im, ez zeman û mekan im ku pêşî û paşiya wî, nêz û dûrê wî nîn e.” heman tişt in. Di van îdraqên heqîqetê de hebûn yekpare ye, perçebûn tune ye. Tu kes xwe li derveyî tu tiştî nabîne. Her kes xwe û gerdûnê (car caran jî xwedê) wek yek dibîne. Cudahiyê nake navbera hebûnê. Ev kevneşopiyek e û çavkaniya wê jî civaka xwezayî ye. Ev hemû tiştekî ispat dikin: ‘paşeroj rastir e.’ Paşeroj jî civaka xwezayî ye. Ew civak di şexsê Mensurê Helac de, di têgihîştina tasavufî de, di sekna Bruno de xwe bi beden dike.
Di roja me ya îro de jî yekparebûna heqîqetê li ser navê zanistê tê kirin. Di fîzîka kuantumê de jî em heman tiştî dibînin. Bi kuantumê civaka xwezayî tê piştrastkirin. Li ser navê zanistê lêgerîna ku tê kirin, terzê jiyana berê piştrast dike. Ji bo vê jî mirov zêde nikare bibêje kuantumê tiştên nû aniye. Kuantum pey heqîqetê ye, ne ku heqîqetê diafirîne. Ji ber heqîqet kuantum hebe jî heye, nebe jî heye. Kuantum tenê rêbazek e, ji bo xwe gihandina heqîqetê. Li ser navê zanistê tişta ku niha tê gotin ev e: paşeroj rastir e. Mêzandina civaka xwezayî rastir e. Di vê mijarê de mirov dikare fîlma Avatarê mînak bide. Ji bo mirov bikaribe ji xwezayê sûdê werbigre, divê ji zimanê xwezayê jî fêm bike. Ev jî dîsa nîşaneya yekparebûna heqîqetê ye. Li gorî kuantumê jî bi gotina Scrödinger tespîta herî esasî prensîba yekîtiya esasî ye, ango prensîba hevdualandî ye. Li gorî vê tevî hemû cur be curbûnê jî her tişt bi hev ve alandî ye, her tişt bi hev ve girêdayî ye û bandorê li ser hev dike. Hemû perçe, perçeyên yek’ê ne. Gerdûn jî tevî rengîniyê yek e. Ango di nava yekê de rengînî heye. Dibêjin her tişt zarokên enerjiyê ye, çavkaniya her tiştî yek e, ji bo vê jî hîn jî her tişt bi hev ve girêdayî ye. Têkilî di navbera her tiştî de heye, her tişt di cewher de yek e.
Li ser vê mijarê ezmûnan çêdikin. Ji yek çavkaniyê du elektronan peyda dikin, piştre ji wan elektronan yekî dişînin başûrê gerdûnê, ya din jî dişînin bakurê gerdûnê, mudaxileyî yekî dikin, dibînin ku bêyî ku mudaxile yê din jî bê kirin, ew jî heman tiştî hîs dike. Sedema vî tiştî çavkaniya hevpar e. Di vir de dibêjin çawa ku ew herdu elektron dikarin hevdu hîs bikin, gerdûn giştî jî dikare hevdu hîs bike. Ji ber ku çavkaniya gerdûnê jî heman e, her tişt zarokê enerjiyê ye û hîn jî her tişt bi hev alandî ye. Ev gerdûn giştî jî di mirov de tê îfadekirin, a rastî gerdûn di mirov de xwe tîne ziman. Bi vî awayî mirov dikare bibêje zimanê heqîqetê yekparebûn e. Heqîqeta her tiştî di cewher de yekpare ye. Di cewher de her tişt bi hev re ye.
Ê ku ev yekparebûna ji holê rakiriye, yan jî perçekiriye, sîstema hiyerarşîk dewletparêz e. Vê sîstemê jin û mêr, takekes û civak, mirov û xweza, made û ruh, hest û fikir, wate û sazî û hwd, ji hevdu qut kiriye, perçe kiriye, da ku bikaribe sîstema xwe ya perçeyî meşrû bike. Lê, ev hemû di cewher de yek in, nabe ku ev ji hevdu bên qutkirin. Di vê xalê de her qutkirin, qirkirinek e. Heqîqeta van hemûyan yekpare ye, ev hemû encax dikarin bi hev re hebin. Bi zimanê perçekirinê hebûn nikare hebûna xwe berdewam bike. Ji bo hebûnê yekparebûn lazim e.