Gulên Biharê Di Rûyê Wê De Vedida
Nasnav: Meysa Sipîdar
Nav û Paşnav: Someyi Sofizade
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1988/Sine
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 7 Tîrmeh’a 2010/Sakız
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Adara 2012’an li Qendîl
Em li kolanên qelabalix ên li avheweyên ji dûr ve rastî hev hatibûn. Bi naza zarokeke fedîkar ve, bi awirên revok ve dibarandin. Ger bixwestibûna veşêre jî agirê îsyana di kûrahiya dilê xwe de, di meyzandinên wê de xwe didan der. Ew xwedayên derewkar û zalim ên ji bona ku welatê me ê mîna bihuştê wergerandine dojehê, wê xwe di wî agirê pêxistî de tahir kiribû. Dema ku wan awirên diqehirînin xwe li şevê dipêçandin, li xwe dizivirî û di nava hewldana bihevrebûyîna xwe de bi roja pîroz re dabû sexlamkirin. Belkî jî ji ber wê yekê bû ku tebesûma li ser rûyê hevala Meysa qet kêm nedibû, tîrêja hêviya ji reşika çavên wê dipijiqî… Dema feryadên felekê vedidan ber bi asîmanan ve wê xwe li stêrkan dialand û rastî heyvê dihat. Û wê her tim hesretên xwe nû dikir û bi kenê xwe ve bi barînên firarî şil dikirin.
Dema di çûyîna ji hev qutkirina me de ne mirin bû. Di wextekî de feryad û fîgana çûka pepûk li lûtkeya çiya bilind dibû. Halbûkî wêneyê bayê li lûtkeya çiya dibarî tine bû. Dema ku qêrînek ber bi çiyayan ve vedida, hechecok rêz dibûn, di destpêka demsalekî nû de dirêj dibû ji bona pêşerojeke nû. Her demsal di rengê xwe de xweşik dibû. Avên li zozanan jî bi xweşikbûnekî cuda dibû…
Xweşikbûyîna hemu demsala teyisandina ruyê heval Meysa kiribû û gulên biharê yên herî xweşik di ruyê wê de vedidan. Vedana demsaleke nu di awirên wê de kom dibûn. Û dibûn xweşikahîyên welatê pîroz. Di ferqê de bu ku dîroka xwe naskirin xwe naskirin û xwe pêkanîn bû. Ji bo xwe gihandina armanc û hedefên xwe bi sekneke zane xwe avakiribû. Keça ciwan ya evîndara welatê xwe bi sekneke jina zane, berxwedêr û militan dibe mînaka şênber ya heqîqetê.