Mahabat Gabar
Beriya ku mirov di oxura armancên xwe de bikeve nava têkoşînekê, rêyekê ji xwe re diyar dike. Lêgerîna xwe ya heqîqetê li ser vê rêkê dide meşandin. Rê nebe rêwîbûn jî nabe. Şiklê meşa di vê rêkê de dûre tê diyarkirin. Li gor rewş, dem û cih rêbaz tên diyarkirin. Bi van rêbazên ku hatine diyarkirin, meşa gihêştina heqîqetê mezin dibe an jî bin dikeve. Di vê rêkê de gelek rêbaz hatine pêşxistin. Bes pirsgirêka di navbera rêbaz û heqîqetê de heya roja me ya îrojî tê. Ji bo vê yekê ye ku, sîstema heyî heya hucreyên mirovan dagir kiriye. Ji ber ku mirov ne gihîştiye heqîqeta xwe, çareserkirina pirsgirêkên xwe li benda hindek kesan hîştin hatiye jiyîn. Ji bo ku ev rewş bê derbaskirin gelek pênase hatine kirin, gelek rêbaz hatine ceribandin. Wekî mînak; mîtolojî, ol, felsefe, zanist û hwd gelek rêbaz di dîroka mirovahî de hatine bikaranîn. Lê mixabin kesekî jîev rêû rêbazan baş bi cih neaniye. Her rêbaz bi yek milîve teng maye, şert û mercên dema ku ew rêbaz hatine bikaranîn nehatiye derbaskirin. Gihêştina heqîqetê çima ewqas zehmete?
Di vê çarçoveyê de eger bersivek pêwîstbe, ew jî di lêgerînê de bi hevrebûn esas negirtine. Ji ber kû pirsgirêkên hatine jiyîn ji destpêka dîrokê ve nehatine dest girtin, her kêmayînek çêbûye û ne gihêştine armancên xwe. Wê demê pêwîste em biçin destpêka çêbûna gerdûnê. Wekî rastiyeke giştî di encama enerjîya lêhurbûyî de, bi teqîna mezin re gerdûn, pê ve girêdayî jiyan ava bûye. Her çiqas di gelek rêbazên civakî de çêbûna gerdûnê, mirov û jiyanê cuda bê dest girtin jî, asta ku zanist gihêştiyê, bi taybet bi zanista kûantûmê, vê rastiya teqîna mezin bi me dide fêmkirin. Bes tiştê ku van hemû rêbazan di yek xalê de tîne gel hev, her çiqas pênasekirin cudabe jî, armancê çêbûna gerdûnêye. Gerdûn di çarçoveya hindek armancan de çêbûye. Weke mînak, li gor olên yek xwedayî, ‘xweda ji bo ku sûretê xwe bibîne gerdûn ava kiriye.’
Niha dema mirov çêbûna gerdûnê digire dest, pêwîste rastiyek baş bê fêmkirin. Di çarçoveya pirsa ‘armanca gerdûnê çîye?’ de bersivek xurt pêwîste bê dayîn. Hemû kes niha gihêştine yeqîniyekê. Ew yeqînî jî ‘gerdûn di nava lêgerînekê deye.’ Başe, ev lêgerîn çîye? Ev lêgerîn, lêgerîna heqîqetêye. Gihêştina heqîqeta xwe ye. Xwe naskirin e. Di derbarê vê mijarê de Rêber Apo got ku; “Dixwazim bibêjim ku armanca gerdûnê azadîye.’
Gerdûn pêwîstî bi xwe dayîna fêmkirinê dît. Di nava hemû zindiyan de gerdûnê mirov derxistiye pêş. Gerdûn ev lêgerîna xwe ya heqîqetê di mirov de şênber kiriye. Ango mirov di nava lêgerîna heqîqetê deye. Heqîqeta mirov jî jiyana azad e. Bêyî jiyaneke azad, ne mirov dibe mirov ne jî civaka ku mirov tê de dijî wê azad û serbixwe bijî.
Rêber APO got ku “azadî fêmkirine.” Fêmkirin jî hevreyiya tevdebuyînê ye. Bêyî ku tevdabûn hebe, ketina nava her cure lêgerînê wê bi xwere xitimandinekî bîne. Ji vê jîzêdetir, rêyeke ku derbasbibe nabe. Rixmê em di ferqa vê zanebunêdenejî, dema em li rê û rêbazên hatine bikaranîn binêrin emê bibînin ku navendîbûneke pir vekirî derdikeve holê. Ev lêgerîn ne di nava tevdebuyîneke gerdûnîdene. Ji ber vê jî milekî wan her kêm dimîne û nikarin xwe ji bikaranîna pergala hiyerarşîk-dewletparêz xilas bikin.
Di lêgerîna heqîqetê de jiyan rast pênasekirin dibe mijara herî sereke. Ji bo jiyan bê fêmkirin jî, wekî xwezaya civakî mirov naskirin nebe nabe. Wekî civaka xwezayî mirov dema em digrin dest, mirov di çi astê de bi heqîqeta xwere rûbirû bûye? Xwe vekirin û di vê çarçoveyê de tevlîbûna jiyanê di çi astê deye? Pêwîstî bi bersivdana van pirsan heye.
Me got, gerdûn ji bo kû xwe bide naskirin pêwîstî bi mirov dîtiye. Mirov di vê çarçoveyê de heya kû pergala hiyerarşîk-dewletparêz derket, bi gerdûnêre, bi rastiya xwezayêre di nava hevsengiyekê de jiyaye. Mirov her tişt wekî xwe zindî dîtiye û di gelek mijaran de ji xwezayê pîroziyê xwe çêkiriye. Ev pîrozî ji jiyana xwere wekî pêşeng didît û di çarçoveya jiyaneke hevpar û azad de jiyana xwe daye meşandin. Di civakê de her kes di ferqa erk û berpirsyariyên xwe de tevlî jiyanê dibe. Qîmeta her tiştî di çarçoveya pêwîstiyên civakê de tê diyarkirin û tê bikaranîn. Çi tiştê bêwate û bêqîmet tune ye.Civak li gor pêwîstiyên xwe ji xwezayê sûd werdigre, tu car bê hurmetiyê nîşan nade.
Civak jiber şibandina xwezayê,jinê xulikar û avaker dibîne. Di vêderbarê de wekî pîrozî lê tê mêzekirin. Gotina jinê di nava civakê de esase û di aliyê rêvebirina kar û barên rojane de wekî muxatap tê dest girtin. Jin ji ber bi xwezayê re hîn di nava têkîliyeke xurt deye, di rêvebirina civakê de jî hîn biadalet nêzîk dibe.
Bes bi derketina pergala hiyerarşîk-dewletparêz re civak ji rastiya xwe dûr hate xistin. Pergalê herî zêde bi parçekirinê, civaka xwezayî ji nirxên wê dûr xist. Rêber APO di vê mijarê de dibêje ku “parçekirin, destpêka wendakirina heqîqetê ye.” Civaka ji heqîqeta xwe dûrketî, ji jiyana azad jî dûr ketiye ye. Bi parçekirinê, civak hêdî hêdî ji hemû curê nirx û pîvanên civaka xwezayî dûr ket û di bin bandora pergala hiyerarşîk-dewletparêz de wekî koleyan jiyîn ji xwe re pejirandiye-pê hate pejirandin. Di vê çarçoveyêde civak ji xwezayê, takekes ji civakê, zilam ji jinê xwe mezintir dît û her xwest îqtîdara xwe li ser bimeşîne. Vêjî bi xwere mezinbûna pergalê, biçûkbûna xweza û civakê aniye.
Her çiqas li hember vê pergala dagirker, kedxwar, mêjîkûj, koledar û xwînxwar gelek tevger derketibin û li hember pergalê têkoşîn dabin meşandin jî, ji ber ku rê û rêbazên xwe baş diyar nekiribûn û pergala heyî baş tehlil nekiribûn, bêyî ku bigihîjin armanca xwe mixabin ketin bin bandora pergala heyî û di nava pergalê de heliyan. Bes rixmê vê, têkoşîna jiyana azad û lêgerîna heqîqetê tu carî jî bi dawî nebû ye. Her demekê li hember şaşitî û xirabiyên li hember civakê hatine lidarxistin civak bi nirxên civaka xwezayî derketiye rê û xwestiye ji qirêjiyên heyî xwe rizgar bike. Ji ber ku tiştek wenda nedibû. Her tişt berdewamiyeke xwe heye û di demê pêş de bi şiklekî cuda derdikeve holê.
Yek ji van civaka jî bêguman civaka Kurd e. Civaka Kurd qasî tê zanîn civakeke herî zêde li hember dagirkeran şer kiriye ye. Ji ber çi? Ji ber ku, civaka Kurd tu carî koletî ji xwere qebûl nekiriye. Ji ber ku civaka Kurd her xwestiye bi gelên din re di nava biratî û wekheviyê de bijî lê hertim ji aliyê ew dagirkerên ku hatî ser xaka wan de paşde hatiye xençerkirin û xwestine nirxên wan binpê bikin. Ji ber ku civaka Kurd û xaka Kurdistanê ji destpêka dîrokê de pêşengtiya jiyana mirovatiyê kirine û di pêşxistina her cûre amûrên jiyana xwezayî de cih girtine. Ji ber kû xaka Kurdistanê û gelên li ser xaka Kurdistanê jiyane tu carîxwe ji xwezayê qut nekirine.
Tevgera PKK’ê jî yek ji van tevgeran e ku, têkoşîna xwe li ser esasên jiyaneke azad û lêgerîna rastiyan dide ye. PKK ne tevgereke tenê 40 salî ye. PKK, berdewamiya hemû tevgerên kû lêgerîna heqîqetê dane meşandin e. PKK, mirateya şaristaniya demokratîk daye ser mile xwe û têkoşîna xwe wisa dide meşandin. Her çiqas derketina PKK’êli ser esasê bidestxistina maf û azadiya gele Kurdbe jî, têkoşîneke mirovahiyê dide û ji bo hemû gelên cihanê têkoşîna xwe mezin dike. PKK, têkoşîna xwe tenê ne ji bo mirov, ji bo xwezayê, ji bo giştî gerdûnê dike. Ango tevgereke heya dawî gerdûnîye. PKK, li ser paradîgmaya Rêber APO ya ku di şert û mercên ewqas zehmet de hate amadekirin, civaka ekolojîk, demokratîk û azadiya zayendan dimeşe. PKK, tevgereke Kurdistanî ango gerdûnîye. Ji ber Rêber APO got ku “a Kurdistanî gerdûnîye.”
Niha têkoşîna azadiya gelan gihîştiye merheleyeke pir xeternak. Pergala heyî ketiye nava krîzeke pir kûr. Rêber Apo û PKK, bi sekna xwe ya berxwedêr û ji rastiyan tawîz nade hiştiye ku pergal tengasiyeke mezin bijî û bikeve nava lêgerînên cuda. Başe, ji vê krîza ku di roja me ya îro de tê jiyîn wê encameke çawa derbikeve? Wê demê me ber bi çi ve bibe? Em niha li kê dera pêvajoyê disekinin û em çiqas di nava têkoşînekêdene?
Ev pirsên ku me li jor kirin, di demek herî kurt de pêwîstî bi bersivdaneke xurt heye. Her mirovê ku li ser ruyê cîhanê dijî, ji destê vê pergala hiyerarşîk-dewletparêz êş kişandine. Tu kes nemaye ku vê pergala dagirker dest neavêtiyê. Wekî despêk, encamê vê krîzê, wê têkoşîna li hember pergalê diyar bike. Bêyî ku têkoşîneke xurt bê dayîn li benda serkeftinê mayîn tiştekî herî bêwate ye. Ji bo vê jî, di çarçoveya bersiveke xurt a pirsên ji bo çi, çima de biryara têkoşînê di xwe de avakirin û li ser vê esasê ketina nava liv û tevgerê pêwîste. Her tişt di destê mirov de ye. Tiştekî ku mirov nikaribe bike tune ye. Tenê bila bixwaze. Xwestek li ser esasê jiyana azad be rê û rêbazê têkoşînê jî wê hîn vekirîtir be. Wê demê mirov wê bikaribe bibêje kû ez di nava têkoşîna azadiyê de li vir disekinim, pêwîstiyên ku ez bicih bînim evin, tiştên kêm mayî evin û hwd.
Eger têkoşîn di nava tevdebuyînek de be, wê encamên gelek xurt jê derkevin. Ne civak ji dîrokê, ne jî dîrok ji civakê qutkirin wê bi xwere serkeftinê bîne. Wekî civaka xwezayî mirov, xweza û gerdûn di nava hevsengiyekê de bê destgirtin wê şêwazê jiyana azad jî derkeve holê. Em niha wek têkoşerên jiyana azad û lêgerên heqîqetê li ser çiyayên azad têkoşîna mirovatiyê ya gerdûnî didin. Ev têkoşîna me di bin banê felsefe û bîrdoziya Rêber APO de her roj hîn mezintir û serkeftî dibe. Ne tenê li Kurdistanê, li her derê cîhanê di serî de ciwandi nava lêgerînekê dene. Ew hemû niha dibînin ku ê herî zêde ji lêgerê wanre dibe bersiv felsefeya Rêber APO û têkoşîna PKK’ê ye. Ji bo vê jî cihê xwe di nava refên gerîla de digrin.
Her kî dibe bila bibe, ew ê ku êdî ji pergala heyî re dibêje bes e, dixwaze ji qirêjî û nexweşiyên wê xwe rizgar bike, xwe bigihîjîne jiyana azad cihê wî di nava refên gerîla de ye. Felsefeya Rêber APO û tevgera PKK’ê, wê bikaribe her kesê ku evîndarê jiyana azad e, di nava xwe de bihewîne. Ji ber ku felsefeya Rêber Apo û tevgera PKK’ê gerdûnî ye