Gera Li Ser Çiyayê Karox
Îro rojek nû û bi wate ye ji bo min. Ji ber ku demek dirêje em li Karox pratîk dibînin û cara yekem emê biçûna tepe bigerin û erdnîgeriya wê nas bikin. Bi rojbaşê re em ketin li ser rê ji xwe di evarê de me tevahî amadekartiyên xwe kiribûn. Em têkel bûn, ango hevalên jin û hevalîn xort em bi hevre hilkişiyan li ser serê tepe di 4 saetên de em gihiştin serê tepe. Di tevahî hevalan de morelek û coşek hebû. Ji xwe gava em gihiştin ser serê wê şûnde her hevalek ji bo amadekirina taştiyê karek kir. Biştê ku me taştiya xwe xwar û behna xwe jî veda şûnde me bidest meşa xwe ya naskirina erdnîgeriya Karox’ê kir. Rastî jî warek xweş bû, kevirên wê, zozanên wê. Cardin gelek cihên balkêş hebûn. Li vir rengê kevirên wê gelek bala min dikşand. Ji xwe kunberfên wê min matmayî hiştibûn. Xudê dizanî ka berfên çend salan bû di van kunberfan de mabûn. Ji xwe me ji van kunberfan av çêdikir. Ji bo me hemûyan gelek nû bû, ji bo wê gelek xweş bû. Heya derengê rojê em geriyan, êdî roj hêdî hêdî dema dida şevê, ji bo wê me lez li meşa xwe anî, beriya tarîtî bikeve erdê em cihekê xweş ji bo mayîna wê şevê geriyan. Gava me peyda kir şûnde, weke her tim bi ruhekê kollektîf her hevalek karek kir. Me xwarin û çaya xwe vexawer, nîqaşên gelek xweş nava me de pêşket. Piştê ev nîqaşa xweş hevalên xort derbasî cihê xwe bûn. Êêê gerîla bê nobet nabe, nobeta destpêkê ji saet 9 heya 11 min girt. Şansê min wê şevê tava heyvê pir xweş û geş bû. Esîman zelal û ronî bû. Hewayek hênik li ruyê min dixist, min wisa hîs dikir ku stêrkên li esîman daketine xwarê li derdora min de di reqisin ewqasî xweş bû. Min ji xwe re got; “xweziya dem rawestiya ba, dawiya vê kêliyê nehatiba.” Ji xwe min ne dixwast nobeta min xilas bibe. Cardin min ji xwe re digot ya rastî jî ez gelek bextewarim û şanazim ku bûme gerîla û nava ev xweşiyê de jiyan dikim.
Qendîl
Rêwitiya Xeyalan
Her kêliya ku diçe xeyal jî mezin dibin, niha dem hat ku vana pêkbînim. Hertim hesreta min bu van deveran bibînim û binivsînim, niha ketim rê û dest bi nivîsandinê dikim. Di 18’ê Gulanê de rêwîtiya min destpêkir. Ji bo min di rojek wisa de ketina ser rê girîngiyek xwe yê mezin heye. Heval hemû kombûn û me xatir xast. Em ketibûn ser riyekê dirêj, ev meş di min de heycan û kêfxweşiyek cuda avadikir. Erê min berê xwe daye qada Zagros ê, ev ji bo min gelek girînge. Ji bo min di Zagros ê de gerîlatî kirin, xewn û xeyalên hevalên xwe yên şehîd û yên xwe pêkanîn firsendek gelek mezine. Heman demê de şensek gelek mezine. Em qasî 11-12 demjimêran ji Qendîlê ketin rê û gihiştin qada Xinêrê. Min nedikarî ez çavên xwe ji derdorê xwe bigrim, xwezaya van deveran ji bo min gelek cuda û xweş dihat. Gava em derbasî qada Xinêrê bûn me Goristana Kaniya Jiyanê dît ev yek di min de eşqek gelek mezin avakir em derbasî gel hevala bûn, yek bi yek me hevalan silavkir û minetdariya xwe li hember wan da diyar kirin. Em di saya wan de ev jiyana bi wate dijîn. Her çiqasî aliyê wê yê hestiyarbûyîn jî hebe lê, di me de hirsê tolgirtin û serkeftinê zêdetir di pêşdebû.
Biştê ku tevahî heval behna xwe girtin em cardin ketin ser rê. Erdnîgeriya welatê min çiqasî xweş û bedewe, mirov dibe evîndara wê, di ruhê mirovan de eşqek bêdawî ava dike. Gava em hilkişiyan li ser girekê bilind ava Lolan, ava ku ji qada Şehîd Bêrîtan dihat, çiyayê Helgort bi tevahî narîn û zelaliya xwe ve weke ku destê xwe li me di hejîne û bi rûkenî me pêşwazî dikirin. Hevalên ku van deran mabûn gelek qala vandeveran dikirin, her tim jî bala min dikşand lê niha ez çavên xwe dibînim û bi hestên xwe dijîm.
Em gihiştibûn Geliyê Reş, li vir hevalan me bi awayekê baş pêşwazî kirin. Li kêleka ewqasî xweşî û heycan li ser min û tevahî hevalan jî westandin jî heye. Ji xwe heval ji bo ku em îstirehetê xwe bikin cîh jî amadekiribûn. Beriya em derbasî cihê xwe yê îstirehet kirinê bibin hevalê qurye ji me re goti bila tevahî heval filan saetê de amadebe em rê bikevin, beriya şev bikeve erdê pêwîste em telefirîk derbas bikin, gava hevalê qurye qala telefirikê kir heycanek bê gotin kete nava leşê min. Gava min xwe dirêj jî kir ez benda saetêbûm daku zû derbas bibe em telefirikê sûwar bibin. Min ticarî ne dîtibû ne jî lê suwar bûbûm, lê hevala ewqasî qal kiribûn di min de jî meraq avakiribû.
Xakurkê
Ji bo bîranîna rêheval Sara ( Sakîne Cansiz)
Pêşengê Heqîqeta Azadiya Jin û Rêbertî
Divan rêzeçiyayên pîroz de çiqasî îradeyê mirov bilind dibe, çiqas heskirin zêde dibe hêviyên mirov yên jiyanê jî ewqasî bilind qawîm dibe. Rêheval Sara mîrasek bêhempa, bilind, hêja, binirx û pîroz ji me tevahî jinan re hiştiye. Mîrasek ewqasî bi nirxe, çiqasî mirov jiyan dike, bost bi bost digere, dibîne heqîqeta ev mîrasê pîroz zêdetir pêdihese û ferq dike.
Belê rêheval Sara; her kêliyek jiyana te dibû şerekî li hemberî dijmînê xwînxwar û yê dijî azadiyê şer dike. Çiqasî berxwedaniya te û lehengiya te pîroz e. Heqîqet her tim bi te tê nasîn bi te digihişt serkeftinê. Bedewiya te dibû êşek û derdek di nav dil û ruhê dijmin de. Li ser zimanê te her tim bilind dibe qêrîna azadiyê. Rêheval Sara em bi saya we û tevahî hevalên şehîd li virin, xwe nas dikin, yê xwe ne û dizanîn ji bo çi jiyan dikin. Yekane armancê me ewe ku em weke jin di fikir, raman û berxwedaniya we de layîqê we derbikevin.
Rêheval Sara, em vê yekê baş dizanin, em di saya têkoşîn û berxwedaniya we de gihiştine vê astê. Têkoşîna azadiya jina Kurd berhem û mîrasê we ye. Di saya pêşengtiya we de jina Kurd bûye pêşengê tevahî jinên cîhanê. Em jî vê sozê didin ku emê vê mîrasê we xwedî derkevin, bi parêzin, mezintir û bi hêztir bikin. Rêheval Sara emê di tevahî jiyana xwe de bi fikir, raman, hest, têkoşîn û berxwedaniya we jiyan bikin, bidin jiyîn.
Ji Rojnivîsa Şehîd Amara Serfiraz