Nasnav: Arjîn Xerzan
Nav û Paşnav: Leyla Altan
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 05.06.1975/Batman
Navê Dayikê: Bedrucemal
Navê Bav: Sabri
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 1993/Batman
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Adara 2012’an li Hîzan-Xerzan
Jı Bo Bîranîna Rêhevala Arjîn Xerzan (Leyla Altan)
Piştî ku bi Rêheval Arjîn re bi salên demdirêj li Ewrûpayê mam û pêde, dema cara yekemîn ji nû ve berê xwe da welat min ew nas kiribû. Di sala 2006’an de. Rewşên her mirov dijîn hene. Mînak bi miroveke qet te di ti deman de nedîtî, nasnekirî, navê/î wê/î te nebihîstî, bi hevdîtina yekemîn re tu bi wê/î re dikevî di nava têkiliyekî pir germ de. Mirov car caran wê têkiliyê bi yek alî jî dijî. Yanî tu dikarî her tişta ku tu lêdigerî di yek mirovê de bibînî. Ev yek jî zindîbûna ruh dide mirov. Mirov rihet dike. Cîhana xeyalên we dewlemend dibe, her çi dibe bila bibe tu rû bi rûyê miroveke di tîpê xwe de rast hatiyî.
Min bixwe ev rewş bi gelekî jiyan kiriye. Meziyetên min di mirovekê de lêgeriyayî me, dema ku min di wê/î mirovê de dîtiye, bi misogerî ez bûme heyrana/ê wê/î. Bersiva wê/î heyraniyê heye, tine ye, bê ku ez pir li wê binêrim, min ev yek kiriye. Mimkûne ku ev rewş di gelek mirovan de jî tê dîtin. Encax awayê têkiliya herî baş, dema ku hûn beramberî bi karaktera mirova lêdigerî hatî, ger di heman rêjeyê de dibe, an jî nabe, encax bi dîtina pejirandina we ve girêdayî ye. Ango bi rastî jî girtina we ya pêla wê têkiliyê ye. Rewşa ku min bi rêhevala Arjîn re jiyayî ev bû. Piştî merhabaya yekemîn û pêde, ez her tim bi wê re ketime di nava têkiliyên germ de. Wisaye ku, dema mirov bi wê re diket di nava têkiliya cara destpêkê û pê de, mîna ku divê tu di nava têkiliyekî bi pîvan û rêzdar de bî hîs dikir û divê tu di her demî de nêzîkî wê bisekinî jî mirov hîsekî ya wiha dijiya.
Rêhevala Arjîn, bi salan li Ewrûpayê di nava xebatên gel de kar kiribû. Li ser ziman pir hêsanî ye, tam 9 sal. Di gelek qadên Ewrûpayê de bi awayeke çalak di nava xebatan de mabû. Evqasî bi salên demdirêj li nava xebatên Ewrûpayê mayîn û evqasî cewhera xwe ya şoreşgertiyê di asta herî jor de parastin, em rastî rewşên wisa pir zêde nehatine. Dema ku mirov bi wê re diket nava têkiliyan, mirov beramberî rewşa herî sade û herî xwezayî bi awayekî herî balkêş jiyan dikir, dihat. Û pir eşkereye ku ev hest ne min tenê jiyan dikir. Ev hest tevayî mirovên ku rêhevala Arjîn naskirine li gel wan hebû. Çi dixwazî gerîla be, çi jî dixwazî li sîvîltiyê mirovên ji rêzê bibin bandora bi rêhevala Arjîn re dijiyan ev yek bû. Tişta di hişê her mirovî de veşartî mayî, lêgera wî/ê ya bihuşta destpêkê veşartî mayî, ango ew rewşa jiyana civakî ya destpêkê ku qirêj nebûyî, sade û ew bihuşta pak mayî, dema ku mirovên wiha rastî rêhevala Arjîn dihatin vê yekê pêre dijiyan. Û ji bona vê yekê bû dema rêhevala Arjîn her cihê ku diçû, piştî merhabaya cara destpêkê û pêde, dibû dost û rêhevala bi dehan salan.
Hesta min bi rêhevala Arjîn re jiyan kiri ev yek bû. Helbet têkiliya me ne tenê bi rasthatinekê ve mabû. Ez bi wê re di Ocaxa PKK’ê de û piştî Ocaxa PKK’ê her tim di nava têkiliyê de bûm. Dîsa piştî derbasî HPG’ê bû û pêde jî ev têkiliya me her berdewam kir. Rêhevala Arjîn weke kesayet bi gihandina astekî pir li pêş ve dihat zanîn, wê hindurê mirovan dida germ kirin. Ew wisa bû ku bi vê sekna xwe ya jiyanî ve ti kes ne dima ku pê bandor nebe, wan nede guhertin û heta wan neke heyrana xwe nedima. Li gel me ango di nava Tevgera Azadiyê de bawarkirina ji çanda Xwedawendan re pir bihêz e. Em bawer dikin ku çanda Xwedawenda Dayikê form daye ji şiklê civaka herî destpêkê re. Û em pê bawer dikin ku ev form bi dadwerî bûye, wekhevîxwaz bûye, azadîxwaz bûye û komûnal bûye. Helbet baweriya me ne bi baweriyeke zûwa ye. Bingehê vê ya madî jî heye. Gelek lêkolînên hatine kirin, dide nîşandin ku pir nêzîkî nirxên em pê bawer dikin, bûne.
Belê, em mirovên baweriya xwe bi çanda Xwedawendan tînin. Mirov dema rêhevalên mîna Arjîn dibîne, piştî ku pêre dijî û nas dike û pêde, bi misogerî çanda Xwedawendan hîn deh car din hatiye jiyankirin, pê bawer dibû. Sedema wê jî pir eşkere ye, mînak dema ku rêhevala Arjîn li kîjan qadê dima, li wir bi misogerî civakbûyîn lêhebû. Li wêderê bi misogerî wekhevî lêhebû. Li wêderê bi misogerî azadî lêhebû. Li wêderê bi misogerî jiyana komûnal lêhebû. Li wêderê bi misogerî zelalbûyîn lêhebû. Li wêderê bi misogerî dilovanî lêhebû. Li wêderê bi misogerî di asta herî bilind de şamilbûnî û dadwerî lêhebû. Li cihên ew lêdima, tevayî ew taybetmendî û hêjatiyên me li jor anîne ziman, mirov wê ev tev bidîtibûna û jiyan bikiribûna.
Mînak rêhevala Arjîn, tiştên bigotibûna qet ji ti kesan re texsîrnedikir. Digot. Ger dozaja wê hişk bûna jî digot. Rexneyên xwe dikirin. Encax pir balkêş bû, ti kes ji wan rexneyên wê aciz nedibûn. Kesên bi wê re di nava têkiliyê de bûn, wan baş dizanîn ku, ger rêhevala Arjîn rexneyekî kiribe, tenê û tenê ji bona nirxên pê bawer dikir, kiriye. Tenê û tenê ji bona rêhevala/ê xwe dihizire kiriye. Wê tenê û tenê ji bona pêşketin û başiya rêhevalên xwe xwestiye kiriye. Balkêş e bi rastî jî her kes dinazî ku ger rêhevala Arjîn tiştek gotibe jî, bi muhasebaya wîjdana ji hindurê kezaba xwe ve gotiye. Û dizanîn ku di wan gotinan de, yek xemdarî û berjewendiya takekesî tine ye. Belê, rêhevala Arjîn kesayetiyeke wiha her kesî/ê bandor dikir.
Ger mirovek evqasî pak mabe, ango mîna mirovên destpêkê sade mayîbe, diyardeyekî zor e ku mirov pê bawer bike. Weke miroveke bi awayeke giştî xwe bi nirxên pê bawer dike ve kilîl kirî ku bi yek rojê tenê jî ji derveyî vê xetê derketiye, herhal ti kesan nedîtibû. Vegotina rûbikeniya wê, dilnimzîbûyîna wê, hevbeşbûyîna wê, parvebûyîna wê, hezkirina wê ya ji nîvê kezebê ve, asta zanistiya wê ya kûr, kesayetiya wê ya sosyalîst, bi hemû heyîna xwe ve girêdayîna wê ya ji Xeta Azadiya Jinê re û li gel van yekan ez naxwazim qet qala kesayetiya wê ya şoreşgertiya gelparêzî jî bikim.
Bi rastî jî ger mirov bibêje ji wan kesayetiyên rêber ên di vê astê de sadebûniya mirovên civakîbûniya destpêkê di PKK’ê de diparast wê ev yek ne şaş be. Ji bona vê yekê ye ku hinekî her kesan xwe di hevala Arjîn de dîtiye û kêmekî be jî îddîayên xwe bi wê re jiyankirine. Bi nasîna miroveke ya wiha xweşik re kirin, rêhevaltî bi miroveke ya wiha re kirin û weke din jî bi Xwedawenda Dayikek ya wiha re di heman dawayê de bûyîna şopdar û şervanê wê, ev yek tenê bi tenê tê wateya hatina rûmetbûyînê. Em li hemberî bîranîna wan bejna xwe ditewînin û ala sor a wan her tim ji me re hiştine, em soza xwe nû dikin ku em ê her tim hîn li jortir liba bikin.
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê