Cara yekemîn min 4’ê Nîsan’ê Rêbertî dît. Ev jî bû rasthatinekî pir xweş. Ango di rojbûna Rêbertî de li saha Rêbertî bûyîn û di rojbûna Rêbertî de wî dîtin ji bo min pir bi wate ye. Dibe ku wê demê hîn em nizanibûn rojbûna Rêbertî 4’ê Nîsan’ê ye, lê dema ez hînbûm min wisa nirxand; di 4’ê Nîsanê de zayîneke nû, bi dîtina Rêbertî û bi Rêbertî re wek zayîneke nû min girt dest. Ji ber vê tevlîbûna xwe ya dûyemîn a rêxistinê bi 4’ê Nîsanê roja çûyîna xwe ya saha Rêbertî re dinirxînim. Ji bo min wate û girîngiyeke wê yê wisa jî heye.
Li saha Rêbertî ez di dewreya akademiyê de mam. Dema dewre bi dawî bû Rêbertî pêşniyar kir ku ev li mala lêhûrbûnê bimînim. Lê min dixwest ez biçim çiyê û hîn hevalên ku şehîd ketibûn, beriya şehîd bikevin dixwestin ez biçim Eyaleta Tolhildan. Min jî dixwest ez ji bo wan biçim wê derê. Dema Rêbertî çûyîna min a mala lêhûrbûnê got min xwesteka xwe ya çûyîna çiya anî ser ziman. Rêbertî guncav dît lê da xuyakirin ku wê piştî 9 mehan me dîsa bikşîne ji qadê.
Di pêvajoya ku ez li saha Rêbertî de mam, bi her awayê naskirina Rêbertî ji bo min pir girîng bû. Ya rastî, dibe milê me yê tiştên ku Rêberî wê demê di anî ser ziman bi kûranî fêmkirin kêm dima. Lê di pêvajoyên dû re, asta me ya fêmkirina dahurandinên Rêbertî yên li ser jina Kurd, dahûrandinên wî yên li ser civaka Kurd a ku di warê sosyolojîk, psîkolojîk, civakî û felsefî de pêşxistiye, pêşket. Dixwest bi tevahî hevalên jin re diyalogan pêş bixe. Bi rastî jî asta me ya îdia çi ye, em çiqas a xwe ne dixwest fêm bike. Lê me diyalogên xwe bi Rêbertî re pir kin dikir. Nêzîkatiyek bi bersiva erê-na ango bi hevokek bibersivîne hebû. Ez dikarim bêjim ku ev nedihişt tiştên ku Rêbertî dixwaze bi me re avabike pêk were.
Dema ku dewraya me nû destpêkir, ji çar aliyên Kurdistanê heval hatibûn, dîsa hevalên ku ji Ewropa’yê hatibûn hebûn. Ji her qadê heval hebûn, bi taybet hevalên ji qadên şer hatibûn hebûn. Ji lewra dahûrandinên pir alî pêşketin.
Di vekirina dewrê de, bi xwendina rapor û pêyamên heval Bêrîvan û heval Ronahî ve li ser mijarên çalakiya wan, ev çalakî pênaseya çi dike, sekna heval Bêrîvan û heval Ronahî çi pênase dike yekemîn dahûrandin û nirxandinan pêşxist. Nêzî deh deqeyan Rêbertî her tim wolta avêt, neaxifî. Gotina wî yê detspêkê ev bû; ‘Ger azadî hêsan bûya, Ronahî û Bêrîvan xwe nedişewitandin.’ Nirxandin û tespîta wî ya destpêkê bû. Raporên heval Bêrîvan û heval Ronahî hêbûn û deman demê hevpêyvînên wan jî hebûn. Rêbertî ji van hevpêyvînan hevokan dixwend, ev hevok tên çi wateyê li ser van nirxandin dikir û di derbarê wateya çalakiya wan de Rêbertî nirxandinên pir berfireh pêşxist. Piştre di nav herikandina perwerdeya me de, li ser tekmîlên ku ji welat dihat nirxandinên pir berfireh ên Rêbertî pêşket. Di dewreya me ya perwerdê de her roj beriya ku perwerde destpê bike, tekmîlên ji welat dihat xwendin. Li ser tekmîlan bi qasî pêwîstî nîqaaş dihat meşandin. Encamên van nîqaşan weke tekmîlekî ji Rêbertî re dihat dayîn û Rêbertî nirxandinên pir berfireh dikir.
Wek hevalên jin me jî bi gotina Rêbertî tevlîbûna xwe digirt dest. Her şev piştî perwerdê li ser mijarên wek ‘me di nav rastiyekî bi çi rengê de jiyan kir, em ji kîjan rastiyên PKK’ê û Rêbertî bandor bûn û tevlî bûn, çewtiyên di tevlîbûna me de, em bi naskirina rastiya PKK’ê tevlîbûn an bi awayekî hestiyar tevlîbûn’ me nîqaş dida meşandin. Ev dihişt ku piştre em di hevpêyvînên xwe yên bi Rêbertî re bimeşînin de, di nirxandina tevlîbûna xwe de hîn kûrtir bigrin dest. Mînak Rêbertî pirsên wek ‘We çi tiştê malbat, dewlet û pergalê red kir û hûn tevlîbûn? Bi pejirandina kîjan rastiya Rêbertî hûn tevlî dibin? Hûn bi pejirandina kîjan rastiya PKK’ê tevlî dibin? Ev tiştên hûn qebûl dikin çi ne? Bi van tiştên ku hûn qebûl dikin re, hûn ê bibin hevpar?’ Ev pirs tevlîbûna rast bi me re pêkanî. Di destgirtina tevlîbûna xwe de me hîn bêhtir firehbûnê bidestxist, hîn bêhtir kûr kir, tevlîbûna xwe bi rûniştina rotayekî hîn rast tevlîbûnekî hîn bi hêztir me pêk anî.
Ez nikarim bêjim ku asta me ya fêmkirinê pir kûr bû Bi rastî jî me gava xwe avêtibû jiyana nû. Em hemû ji cihên cûda yên Kurdistanê hatibûn, ji çar aliyê Kurdistanê hatibûn. Me ferqa jiyana hevpar a li saha Rêbertî didît. Di dewreya me de hevalên jin nedibûn xwarinpêj, hevalên xort dibûn xwarinpêj û hevalên jin jî subaytiyê dikirin.
Hevalekî bi navê Hesen hebû, piştre şehîd bû. Rojekî bi xwarinpêjiyê erkdar bû. Divê êvarê tekmîla xwe bide subay, ew roj jî ez subay bûm û dema tekmîla xwe dide divê bi şêweyekî leşkerî bide. Dema tekmîla xwe dida di hindûr de jî feraseta ‘hevalekî xort çawa dibe xwarinpêj û tekmîla xwe dide hevalekî jin’ jiyan dikir. Ez tu car jibîr nakim dema tekmîla xwe jî da wisa gotibû, ‘Min pêjgehê paqij kir, ewqas kefçî, ewqas îskan, ewqas beroş di emr û nêrînê we de amade ye fermandara min’. Li saha Rêbertî, ew pergalekî bi çi rengê bipêjirîne ew bi fermiyetekî mezin û disîplînê dihat pêkanîn. Lê me pir baş dizanî ku hevalên xort vêya di hindurê xwe de hezm nedikirin. Lê bi pêvajoyê re, her ku Rêbertî dahandinan pêşxist him bi heval Hesen re, him jî bi gelek hevalên xort re di warê rêhevaltiya bi hevalê jin re, di şerê ku li hemberî dijminê hevpar bi hevalên jin re tê meşandin de nêzîkatiyên çewt jî derdiketin holê. Di civakê de jin çawa tê dîtin, di nav rêxistinê de jî jinê wisa dîtin, bi wê ferasetê nêzbûn hebû. Lê di nav pêvajoyê de hevalên xort têgihiştin ku rewş ne wisa ye û rexnedayîna vê pêşxistin destpêkir.
Rêbertî di dewreya me de behsa artêşbûna jinê kir. Wek hevalên jin, me artêşbûna jinê pir tûnd digirt dest, ango wek şerê tûnd ê li hemberî dijmin me digirt dest. Lê Rêbertî bi vê rengê nedigirt dest. Mînak, Rêbertî di devreya me de ji bo artêşbûna jinê vê têgînê anî ser ziman û got; ‘Artêşbûna jinê, meylê azadî ya herî radîkal e.’ Meylê herî radîkal a azadiyê kesayeta xwe azadkirina jinê, di jiyanê de diyarkerbûna jinê, him di qada siyasî de him jî di gûhartin û vegûhartina civakê re diyarkerbûna jinê ye. Û di wê demê de girêdayî vê dersên Jin û Civak, Jin û Malbat jî hebûn. Di van dersan de Rêbertî dahûrandinên berfireh pêşxist. Cara yekemîn bi kûranî em bi vê re rû bi rû diman; em çi dipêjirînin, çi napêjirînin? Di vê derbarê de Rêbertî perspektîfek birdozî û felsefî derdixist pêş.
Ger jiyanek hebe, divê ew azad be. Lewra di vê waneyê de Rêbertî têgînekî wisa şixuland; ‘Beriya ku hûn dijminê xwe bikujin, divê hûn kesayeta ku dijmin bi we re avakiriye dikujin.’ Ev hemu ji bo me tespîtên pir bi bandor bûn. Û bi rastî ti kes heya wê demê vana wisa bibandor ji me re negotibû. Lê wê demê jî wek zihnî, rîsta ku dijmin dide jinê, rîsta ku malbat-civak dide jinê çi be, vê rîstê red dikir. Cîhanekî pir biçûk ê ku bi me de hatibû avakirin hebû, Rêbertû mudaxaleyek mezin li vê cîhanê dikir. Rastî jî vê mudaxaleyê di kesayetên xwe de dîtin, nûbûnê di kesayeta xwe de avakirin ji bo me jî dîbû çûyîn-hatinekî mezin jiyankirin, nakokî jiyankirin û têkoşînekî pir mezin. Tiştên ku wek rastî dizanî, Rêbertî bi gotina ‘şaş e’ datîne pêşiya te. Ti bi têgînên Rêbertî re pir berfireh rû bi rû dimînî. Tu bi azadiya jinê re rû bi rû têy.
Tu xwe azad dibînî, ger di civakê de qada te ya tevgerandinê hinek fireh be, malbat rojane ji her tiştê te re nabe mudaxil ev ji bo te azadî ye, tu nikarî vêya derbas bikî, ji bo vê têkoşîn nakî. Lê Rêbertî di dewreya me de ji bo derbaskirina vê, ji bo têkoşînkirinê bal dikşand pêwistiya xwe ji taybetmendiyên ku wek rastî ji me re hatine pêşkeşkirin û kesayetek daye avakirin û ji nû ve divê jiyanek em bidin afirandin. Ji bo vê Rêbertî sê tiştan digot di derbarê jiyanê de: ‘Heya niha we çawa jiyan kir? Hûn niha çawa jiyan dikin? Li vir şûnde hûn dixwazin çawa bijîn? Di dewreya me de mijara ku Rêbertî herî zêde dixist rojeva me ev mijar bû. We çawa jiyan kir, hûn çawa jiyan dikin, divê hûn çawa bijîn. Ev pir girîng bû û ti bi rastiya xwe re rû bi rû dimînî. Jiyana xwe ya heyanî wê demê tu tînî bîra xwe. Ya rastî, civak, malbat û pergal te xistiye bin dorpêçekî de û ev dorpêç wek rastî bi te dane têgihandin. Tu jî dibêjî vayê jiyan ev e, ji derveyî vê jiyanek nîne. Di jiyana rojane de hîn bêhtir di warê madî de ango ji bo firehbûna qada xwe ya tevgerandinê hinek te bi malbata xwe re têkoşîn meşandiye ango te nakokiyan jiyaye. Te hîn tiştan xwestiye dema ku ew nehatiye pêkanîn, te bertekan raber kiriye. Lê niha, dema tu hatî vê derê asoyên xwe berfireh bike.
Em ji sekna fîzîkî ya jinekî bigrin, ji hêza wê ya fikrî bigrin û heyanî çanda wê, di gelek aliyan de Rêbertî bi rastî jî xwest me perwerde bike. Li hemberî zilamê desthilatdar û jina kole, Rêbertî dixwest tîpekî nû ava bike. Dixwest tîp û modelekî nû ya jin û zilam ava bike. Dê civak li ser vê guhartin û veguhartinê bijî û ya ku pêşengtiya vê bike jî jin e. Li ser vê emê çawa xwe pêş bixin, jin wê çawa artêşbûna jinê û şerekî çawa wê pêşbixe li ser van bigehan nîqaşên me çêdibûn. Dema me tekmîla van nîqaşan dida Rêbertî, Rêbertî têgînên nû dianî. Mînak, digot: ‘Dema hûn çûn çiya li hemberî zilamê ku dixwaze we bixe bin desthilatiya xwe hûnê çiqas têkoşîn bikin.’ Dema em bi vê pirsê re rû bi rû diman me digot emê qebûl nekin. Lê dema ku Rêbertî rê û rêbazê vê dipirsî di vê mijarê de em razber diman. Û Rêbertî ji bo hevalên xort yên pratîkên nêzîkatiyên çewt raber dikirin digot ‘dema hûn çûn çiya destpêkê hûnê rexnedayîna xwe bidin hevalên jin û piştre hûnê derbasî cihên xwe yên erkê bibin. Di pêvajoyên pişt vê de jî wisa bû. Dema hevalekî xort dihat çiyê diçû biryargeha YAJK’ê rexnedayîna xwe dida û wisa derbasî qada xwe dibû.
Di dawiyê de ez dixwazim vêya bêjim; bi rastî jî wek jin, jinên herî xwedî şans em in. Ji ber ku Rêbertiyekî me yê wisa heye, dîsa xortên Kurd jî ji ber bûyîna xwedî Rêbertiyek wek Rêber APO xwediyê heman şansê ne. Ji ber ku di nav têkoşînê de bi guhartin û veguhartina kesayeta xwe azadiyê têmh dikin û bi zanebûna nirxê azadiyê zanin ku ji bo vê çiqas têkoşîn û şerkirin pêwist e û ji ber ku ev bi me re pêş ketiye em xwedî şansek mezin in. Em kadroyên vê tevgerê li ku derê bin bila be vê jiyan dikin, ji ber ku di her kêliyê de bi Rêbertî de jiyankirinê û têkoşîna vê hîs dikin û di nav lêhûrbûnê vê de ne ez di vê baweriyê de me ku emê teqez serbikevin.
Elîf Ronahî