Fermandarê Pêşenq

0Shares

Mijara fermandarî xwedî dîrokek kûr û girîng e. Bi teybet jî di tevgera Apo yî de girîngiya xwe û kûraniya xwe hîn zêdetir derdikeve pêş. Rola sereke fermandariya jinêye.

Bêgûman di dîrokêde qehremanî, fedakarî, wêrekî, fedayibûyîn û şerkeriya jin xwedî gelek destanên dîrokîne. Vê rastiyê xwe di gelek artêşan de şerên herî dijwarde di îsyan û berxwedanande dane diyarkirin.  Lê fermandarbûna jin derneketiye holê. Dû sedemên bingehîn rê nedane ku fermandarbûna jin pêş nekeve. Bi taybet civaka ku jin têde mezin bûye ew derfet nedaye jin ku wek xwe û bi rengê xwe jiyan bike.

Di wê pergalêde jin jî teybetmendiyên civaka cinsiyetparêz bandorbûye û teybetmendiyên paşverû di xwede avakiriye. Roja îro jî, ji aliyê pergalêve ev nêzîkatî û taybetmendî di jinde hatiye avakirin.  Di psîkolojiya jin de herî zêde xwe biçûk dîtin û zilam her tişt dîtin heye. Ji ber ku her tim nûneriya fikir û îradeya jin bûye zilam. Yêk ji mijara dîtir ku nehiştiye rola fermandarbûna jin dernekeve e wê ku îstismar kirina hêza jin pir çêbû ye.  Di hemû şer û artêşande pir girîngî ji bo jin hatiye dayîn ku beşdarî nava artêşan bibe. Lê tu caran jin bi renge îradeya xwe nekariye rêxistinbûna xwe ava bike. Ji ber wêye ku kîjan welat hatibû rizgarkirin û kîjan artêş serketiye jî  pirsgirekên jin her tim wek xwe maye û tucaran jin nebûye hêzek ji bo pirsgirekên xwe.   Bêgûman jinê di dîrokêde van nêzîkatiyên pergalê bihêsanî qebûl nekirine li dijî wan têkoşîn kirine.  Ji ber ku qebûl nekirine di oxira wê de bedelên giranbiha jî daye û berxwedan, têkoşîn pêş xistiye.

Di dîrokêde ji nimûneyên hezaran jinên qehreman yên wek Leyla Qasim, Besê, Zarîfe, Fatê Reş û Margaret hene ku hem pêşeng bûne hem fermandarên artêşan bûne û hem jî bi her awayî qehremaniyên dîrokî derxistine pêş. Ango mirov dikare bêje,îro jî hemû rêxistinên jinan û teybet jî artêşbûyîna jin di PKK’de li ser wan bingehan mîrasên dîrokî avabûne û her diçe mezintir dibe. Armanc daxwaz û xeyalên dîrokê teybet, îro xwe di artêşa jin a PKK’de dide jiyan kirin û tê jiyankirinê. Fermandariya jin di PKK’de cudabûna xwe ji fermandariyên dîtir hîn xwedî wateyek kûre.

Ji ber fermandariya jin di tevgera azadiyê di serîde li hemberê hemû cûre paşverûtiyên pergala koledar têkoşîna herî dijwar meşandine. Dema Rêber Apo artêşbûna jin avakir got ku pirsgireka jin ne ewe ku tang û topên wê nînin.  Pirsgireka sereke rêxistinbûna jin û tiştên aîdê jin bixwe ji ber ku nîne jin ji hemû qadên jiyanê mehrûm maye. Ji bo wê fermandarbûna jin tenê milê xwe yê şerkeriya çekdarî nîne. Di heman demêde fermandar rol û erka xwe ya sereke berî her tiştî têkoşîna birdozî meşandin û li hember meylên civaka cinsiyetparêz şiyar be.

Gelek fermandarên wek Heval Ezîmeyan hem bi têkoşîna birdozî him bi şerkeriya himberê dijmin nimûneya fermandariya jin ya heqîqî derxistiye holê. Heval Ezîme di hemû jiyana xwede li hemberê nêzîkatiyên ku jinê biçûk dibîne an jî jin  bixwe xwe biçûk dibîne û her wiha li hember hemû ferasetên paşverû bi têkoşînek birdozî û bi israra xwe pir gûhertin dane çêkirin.  Pir aliyan de zehmetî jî kişandiye, tenê maye, êş kişandiye.  Lê tucaran dest têkoşîna xwe bernedaye.  Û bê bawerî nêzî guhertin û veguhertinan nebûye.

Dîsa heval Berîtan di terz, sekin û israra xwe ya di armancêde nimûneye. Gelek hevalên wek heval Zelal, Binevş Egal, Arjîn heta digihe Hevala Berîtan, ji bo temsîla nasnameya jin bi fermandarbûna xwe gelek rolên dîrokî lîstine û demên dîrokî û binirx ji bo pêşdeçûyîna têkoşîna azadiya jin lîstine. Ev xeta fermandarbûyîna jin heta îro jî li pey xwe kesayetên wek Berçem Cilo, Çîçek Kiçî, Çîçek Kurtalan, Azê, Delal, Têkoşîn, Axîn hiştine û ew ji bo fermandarbûna demê û jin kesayetên di rêya serkeftinêde nimûnene.

Ji ber ku her yêk ji van hevalan pêvajo gûhertine, taybetmendiyên paşverû ku wek dîwaran pêşiya jin rabûne rakirine. îro jî ger fermandarbûna jin a ku ji bo serkeftinên dîrokî bi idda têkoşîn dike wê demê berê her tiştî pêwîste ku em wek jin tiştên aîdê nasnameya jin bi afirînin. Her wiha fermandarek di heman demêde taktîgerekê. Di warê birdozî û stratejîk de pêwîste têgihiştina xwe kûr bike ku bikaribe rol bilîze.  Ji bo fermandarek zaferê tûcaran bê hêvîbûyîn, peskirin, hestiyarîbûyîn, kar ji demêre hiştin, nîvbeşdarbûyîn û zanista dijminde ne kûrbûyîn nayên qebûl kirin. Eger derdor qebûl bike jî dem, zeman û mekan qebûl nake. Ji bo wê fermandarek li hember wan meylan pêwîste her tim di nava têkoşînêde be û her tim di hemû ziraviyên şer û jiyanê de bi hişyar be. Ku bikaribe him hûnera fermandariyê di xwede bide qezençkirin him jî bibe hûnermendê şer û jiyanê.

Di wê bingehêde rola ku werê lîstin wê bi xwere gelek pêşdeçûyînên mezin ku li gorî pêvajoyê bi afirîne.

Beritan Sorxwin

 

Attachment