Fermandara Wêrek A Zagrosê Bû

0Shares

Nasnav: Ezda Ararat
Nav û Paşnav: Fatma Sağın
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1986/Agirî
Navê Dayikê: Telli
Navê Bav: Halit
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2005/Agirî
Dîrok û Cihê Şehadetê: 19’ê Hazîrana 2012’an Di Êrîşa Qerekola Şitazinê De

Ji Bo Bîranîna Rêhevala Ezda Ararat (Fatma Sağın)

Ew keça Ararat, Eladax û Bazîdê bû. Serhat her tim di zimanê wê de bû û di dilê wê de destanekî bû. Ew ewqasî bi Serhat û çiyayên wê yên bi heybet ve girêdayî bû ku wê mîna melodiyekî di dilê xwe de awazan diloband, weke din jî ji bo birayê xwe ango Baran. Serhat, ji bo wê xwîn, dil û her tiştê wê bû, Baran jî ji bo wê Serhat bû. Di heman pêvajoyê de bê ku agahiya wan ji hev hebe, bûbûn evîndarê heman dawayê. Rexmê ku rêhevalê wê yê herî nêzîk bû, vê evîna xwe bi wî re parvenekiribû. Nexwe herduyan jî ewqas hev hîs dikirin ku, tiştîn di hindurîn de dihatin jiyankirin dizanîn. Cuda cuda lê belê di heman demê de dilên xwe yên evîndar ber bi çiyayan ve berdan, mîna mecnunekî dixwaze xwe bigihîne eşqa xwe…

Hevala Ezda di sala 2005’an de weke mertalên zindî hatibû çiya. Bi salan di qadên legal de, di xebatên jinan de û di rêxistinên civaka sîvîl de kar dike, lê belê hizirîbû ku bi van rêbazan ve nikare pergalê bide guhertin. Wê dixwast xwe bixe mertala zarokên her roj di bin siya bombayan, balafiran û tangan de mezin dibin. Ji bo bibe bangekî ji aştiyê re, ew tevlî tugayên Aştî û Azadiyê dibe. Lê belê li hember operasyonên leşkerî û serdehatina sift a artêşa Tirk ji bo gelê xwe biparêze bi rêhevalên xwe re tevlî HPG’ê dibe. Rêhevala Ezda piştî perwerdeya şervanên nû hema derbasî qadên pratîkê dibe, ew her tim her li pêş e.

Ew bi bejin bilindbûyîna xwe ve, bi girsbûyîna xwe ve û bi çavzerîkiya xwe ve tam jî jineke Serhadî bû. Xweşikbûniyekî xweser wisa girêdayî wê hebû ku, we dikarî tevayî sadebûyîna jineke çiyayî di kesayetiya wê de hîskiribûna. Meyzandinên wê îsyanekî bû, meyzandinên wê feryadek bû û di heman demê de meyzandinên wê bêrîkirina ji aştiyê re bû. Ew pir li gerîlatiyê, çiyayan û şer dihat. Ew zaroka çiyayên asî û xakên asî bû. Ew mîna xaka asî û îsyankar bû. Ew bi azweriyekî kûr ve bi têkoşînê ve girêdayî bû. Dema ew hîn nû hatibû çiya, ji bo here Serhatê pêşniyar dike. Daxwaza wê ya herî mezin xakên li ser hatiye cîhanê gerîlatî lêkirin bû, wê dixwast ji feryadên jinên bêdeng ên bi hezarên salan re bibe bersiv. Dema hat çiyayan rexmê zahmetiyên mezin jî jiyan kir, wê karî bibe gerîlayeke pir bihêz. Ew zû fêrî çiyayan bû, çiyayan jî ji wê re… Ruhê berxwedaniyeke wê ya asî hebû.

Rexmê ew ciwan bû, bejna wê ya girs û bilind çav diçûn ser wê, weke din ew sekna wê ya çiyayî jî hewayekî cuda dida wê. Zarokekî nesekinî yên di hindurê xwe de nedixwast bide mezinkirin, dihewand. Wê her tim zarokatiya di hindurê xwe de parast û destûr neda ti kes wê biêşîne. Wê xeyalên xwe yên zarokatiyê dijiya û wê dilê wê zarokê di hindurê xwe de veşart. Bi rexmî wê bejna xwe ya selwî dileke wê ya pir nazik hebû.

Hizreke wê ya xwe gihandina seknekî ya fedayî hebû. Wê hîn di temenê ciwan de gelek berpirsiyariyên mezin dabû ser milê xwe. Wê di qada şer de fermardarî kiribû. Wê xwe di qadên zor de ceribandi bû, ew hem rêheval, hem jî pêşeng bû. Ew di şerê xwe de pir bihêz bû. Wêrekbûniyeke wê ya mezin hebû. Wê bi fedakarî û bêtirsbûyîna xwe ve di şer de bûbû çiyaya ku rêhevalên wê piştên xwe bispêrin.

Piştî şehadetên Çelê ji bo tola wan rabike, rêhevala Ezda xwe amade dike ku xwe bike bomba û di dijmin de biteqîne. Ew di tarîtiyê de bûbû şewqekî ya xwe fedakirinê. Di çalakiya Şitazinê de ji bo bikeve êrîşê de xwe dayîna ferzkirin ji ber vê sedemê bû. Kêliyên diçû çalakiyê çavên wê diçirisîn. Germbûyîna rêhevaltiya wê û heyecana dilê wê ji her kesan re vedidan. Kombûyîna hestên wê xwe li kenînên rûyê wê dipêçand. Ji bo mirov evîna wê ya azadiyê fêm bike, wê hêviya mezin a di çavên wê de binêre bes bû. Ji ber ku wan her tişt vedigotin.

Rêhevala Ezda, her gava ku avêt li pişt xwe meyzand berê xwe dida me, bi heyecanî û bi kenê xwe ya dildayî ve destê xwe dihejand.

Wê bi ruhu xwe yê azad ve, ji bo aramiya welatê xwe û ji bo keyfxweşiya gelê xwe ber bi bêdawîbûnê ve meşiya…

Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê

Attachment