Wêneyek xwe xemilandiye
Di nava kûrahiya çavan de
Evînek herikiye
Di nava rêzik damarên dilan de
Qêrînek deng vedaye
Di nava bêdengiya hestan de
Tîrêjek geş bûye
Ber bi cemedên wijdanan ve
Îro mirin ji xwe şerm kir
Ax xwe rûreş kir
Ku ew rûyê te yê geş
Li bin ax kir,
Tu hema zarok bûyî
Bi eşqa azadiyê ve
Di ziraviya nermahiya axê ve
Bi gavên nermik û hûrik
Pêl rûyê erdê dikir
Ji ber ku evîna welat
Xwe li derdora hestên te ve pêçandibû.
Tu hema Egîd bûyî
Di kurahiya newalên welat
Di bilindahiya lutkeyên çiya
Di sermestbûna herikîna wê
Di dergûşa dayikê de
Dibûyî şopdarê heqîqetê
Kenê li ser lêvên te
Qelişên di paniya lingê te
Şopê guleyên li ser laşên te
Nîşana evîna te ya azadiyê bû
Tu hema çirûskbûyî
Di nav sir û seqemên giran de
Hêviya germahiyê dide
Û dibe tirs
Di dilê bêhestên neyaran de
Fermandara min
Tu xwedavenda tekoşînê bûyî
Di bîr û baweriya
Şopdarên azadiyê de
Di kurahiya hêviyan de
Şewqa serkeftinê bûyî
Di zirmîna namlûya çekan de
Qêrîna berxwedanê bûyî
Fermandara min
Dil, hest û mejiyê me
Napejirîne tunebûna te
Lê fikir, raman û baweriya me
Serfiraze bi lehengiya te
Ku dîrok jî serî tewand
Li hember lehengiya te
Ji ber ku tu di rastî û heybeta
Cîlo û Çarçelan de
Herikî di nava damarên dîrokê de
Û îro lehengiya te
Rondikên di piyaleyên çavan de
Veduguherîne herikîna heqîqet
Asoyên xemgirtî
Vediguherîne riya bê dawî
Ya azadiyê
Me xurt dike
Li hember israra di jiyana azad de
Em dê nehêlin rêçên xwêdana eniya te
Li ser rûyê axê zuwa bibe
Wê tu bablîstok nikaribin
Şopên lingên te winda bike
Li ser rûyê axê
Dê çeka te li erdê nemîne
Dê evîna te bêreng nemîne
Asoyê te yê azadiyê
Dê di tarîtiyê de nemîne…
Çawa bi lêv bikim fetisandina çanda dayika xwedawendan. Ên ku xwezîbûyîn di nava pencên xwe de weke bê dengiyekî perçiqandin, li ser heqîqeta jiyana xwezayî siya desthilatdariyê avêtin. Ji ber ku nekarîn hêmana jiyana rast û azad di kesayeta de tehemûl bikin, ji ber ku te sembola mirovahiyê û çanda dayika xwedawend di nava dil û mejiyê xwe de dihewand. Şewqa tîrêja rojê ya Rojhilata Navîn û welatê xwedawendan di nava rûçikên goliyên te de şewq vedida û dilê cemidî yê welatên Ewrûpiyan gerim dikir. Ew bû ku tirs kire nava dilê xwînxwaran de. Ji ber ku jiyan tu bi xwe bûyî ku di nava heqîqeta gerdûnê de bibûyî sembola serkeftinê nekarîn xwe li hember cewhera bi hêz a jina Kurd ragirin û bi ramanên ku bêhna xwînê jê tê, weke ku li derdora dîrokê çeper bigre, li dora te çeper girtin û xelekek din li ser xeleka bê bextiyê ya îmralî zêdekin. Di kesayeta te de xwestin dest bavêjin çarenûsa hemû jinan û wan di nava tarîtiyê de bihêlin. Lê nizanîbûn ku ew şewqa jinê ye ku dîrokê dem bi dem ronî dike. Bi hestên mirovahiyê ve dîrokê zindî dike. Ne Sarayek, hezaran Sara çarenûsa jiyanê di nefesa xwe de bi pênûs dikin.
Fam nakin, ji ber ku di nava jiyana erzan de ku bi pereyan bi nirx dibe., fetisî mane. Ma wê çawa tama azadiyê bigrin û wê çawa ji evîndariya mirovahiyê hêz bigrin. Ji ber ku xayintiyê perde kişandiye li ser çavên wan.
Di kesayeta te de dîroka jinê a ku di serdema nolîtîkê şûn ve ketiye çepera zilamê serdest de veşartî bû. Tu dîroka zindîbûyî di çavên hêzên emperyalîst de. Hêmana jiyana te bi hestên xwezayê ve hatibû girêdan û armancê te bi heqîqeta gerdûnê ve hatibû hênandin. Tu rastiya ramanê Rêber APO a ku ” Heqîqet Eşqe, Evîn Jiyana Azade” bûyî. Ji ber ku te bi ramanê mirovê azad heta hûcreyên laşê xwe şewitandibû û ji mirovê azad heta hûcreyên laşê xwe şewitandibû, û ji bedewiya jina xwedawend ve xwe xemilandibû û xwe afirandibû. Lewma tu bibûyî xof di dilê neyaran de. Rihê te yê ku bi berxwedanê ve hatibû xemilandin, a ku zincîrê zextê ya girtîgeha Amedê bi îsrar di azadiyê de şikan, ricifandin kiribû dil û hinavên wan. Lewma tu bûyî ramanê bi tirs ya hêzên tarî.
Îro bi hezaran keçên ciwan di rêça egîdiya te de bûne şopdar û evîdarê jiyana azad. Wê ne hêlin ku xwîna te li erdê ziwa bibe, wê bibin bedenek li hember komkujiya hezaran jinan. Tucar wê nehêlin li ser heqîqeta ku te di raman, bîr û baweriya xwe de di hawirdora xwe de jî dida avakirin were tunekirin. Te her tim jiya û wê tu hertim bijî di rastiya jiyanê de. Emê tucar nehêlin qêrîna Dêrsimê a ku di çavên te de veşartîbû, bê birîn. Tu hebûnek ji rastiya êşên Dêrsimê bûyî ku weke xemla bûkekî azadî li derdora xwe çeper kiribû. Jiber ku tu rengê azadiyê bûyî. Êşa sedsalan a welatê min. Em soz didin te ku weke te bibin şopdarê heqîqetê û şervanê agir û rojê.
Ji Pênûsa Gêrîla