Ez Ser Bilindim Ku Ez Jin im

0Shares

Ji Rojnivîsên ş Şîlan Kubanê

Dema ku ez bi rastiya jiyana ku di nava şeran, cudahiyan û cewaziyan de tê jiyîn û bi rastiya gelên ku ber bi nasnameya mirovatî ve li dû avakirina cihên xweyî civakî de ne, rastiya jiyana ku di destê zaliman de, takakesan û destpotan de, cîhaneke ku zilam tê de hukum dikin û xwekirine navendeke ku cîhanê dimeşînin, bê ku vîna gelan û ya mirovan bigirin ber çav, yên ku hiştine jiyan sar û bêwate û sexte be. Dema ku min çavê xwe bi vê rastiyê re vekir û min dît ku li ser çarenûsa min berî ku ez çêbibim hukum hatiye birîn, min lanet li wê jiyanê anî, û ez jê tirsiyam, min xweziya xwe ya ez ne jin bama dianî ziman.

Carinan jî min xweziya xwe ya nehatina wê jiyana ku roj lênehilatibû dianî. Ji ber ku beriya ez bihatima dunyayê ji navê min re tewambariyek danî bûn, min gunehbar dîtibûn, ji ber ku ez jin bûm… Belê tewambar bûm, ruxmê ku min ew hînî hezkirinê kiribûn. Min ew hînî hevaltî û dostaniyê kiribûn, ruxmê ku yên ew anî bûn dunyayê dayika min bû, lê jê re rêz nedan raber kirin, heya ew jî tewambar kirin.

Lê piştî ku germahiyê xwe berda dilê min û min destê xwe ber bi Rojê ve dirêj kir, êdî ez kêfxweş û serbilind dibûm ku ez jin im!

Hin kes hene ku bi mal û milkên xwe kêfxweş dibin, hinek bi peywirên xwe û hinek jiber ku xwe ji çîneke resenî dibînin xwe serbilind dibînin. Hinek ji ber ku rayedarin, hakimin an xwedî mefkîne xwe giring û şad dibînin, lê ez ji ber ku jin im ez xwe bextewer dibînim û bi vê yekê serbilindim. Piştî ku min rastî nas kir û dest bi lêgera jiyanê kir, ez li biharê digerim, li eslê xwe û li rastiyên ku bi destên hukumdaran ve hatiye xira kirin digerim.

Ezê li xwe, nasnameya jinê, azadî û jiyana wendayî bigerim. Ruxmê ku ez esîrim lê ezê sibe an jî dusibe azad bibim. Ezê bi hevalên xwe re, bi çûk û bilbilan re jiyan bikim.

Ewê hemû demsalên min bihar be, ezê heyvê hemêz bikim û bi hevalbendiya stêrkên çirisandî re di bin ezmanê şîn de jiyan bikim, ezê her sibê destê xwe ber bi rojê ve vekim da ku ez bi hilhatina wê re wê hemêz bikim.

Û ezê ji tevayî hevalên xwe hez bikim da ku cîhan ji destên dizan û fêlbazan xilas bive û vegere ji xwediyên xwe yê rast.  

Rêberê min:

Xwezika min bikarîba tiştê ku ez û tevayî hevalên min di vê demê de ji bo we hîs dikin binivîsandana, me tevayan dizanîbû ku jiyan bê we zehmete, dibe ku ev jî qelsiya me be, ji ber ku şagirtên Rêber APO bi hêzin, xwedî vîneke hişkin, li hember bûyeran dil qewîmin.

Rêbertî jinên xwedî felsefeya serkeftinê avakiriye, wan bi cewher û bi rastiya wan re daye nasîn.

Rêbertî di hizrê me de fikra hemdem ya ku bi xwe re serdema jina azad dide jîn kirin ava kir. Zimanê hezkirin û jiyanê da me û hişt ku em bi evîna rast re, bi Rojê re hevdîtin bidin çêkirin.

Belê Rêberê Min…

Te bedenên meyî cemidî germ kir, ji bo ku xwîna hezkirinê li reh ên me de bigere. Te bi kilîta ku di nava destê xwe de zindanên mejiyên me yê bi kilîta ku di nava serdeman de hatibû kilît kirin, vekir. Te hişt ku çavên me yên cemidî yên wekî çavên miriyan bi ronahiya evîna Te biçirise. Te dilên me yê ku di nava sînorên zindana xwe de lê dida, di nava deryayên jiyanê de fêrî lêdanê kir.

Te azadî kir nasnamaya jina ku di nava riyên şaristaniyê de wenda bibû. Te azadî diyarî jina ku di nava dîwarên qesran de li ser serê wê taca milkiyetê hatibû danîn. Ew jina ku ji hafîzaya dîrokê xwe hatibû dûrxistin, Te bîra wê jinê bi dîroka wê ya rast  re  da nasîn û pêşeroja jinan ji nû ve şîn kir.

Dema ku ronahiya te bişkivî jiyana te ji nûve jîn bû… Dema ku te deriyê dîrokê bi xwe re destana serdemeke nû avakir, bi te re rastiya wendayî derket hole û bi te re azadî zayan bû. Roj ji mij û ewran bi hêztire. Dema ku roj hiltê ewr dûr dikevin û ber bi welatên zivistanê ve bar dikin. Ronahiya te xwe berda mezelên cemidî, germahî da bedenên ku bi sedsalane bê lebat mane.

Carina dema ku mirov dihizire û di nava kûrahiya hundirê xwe de diponije, mirov li ser rastiya Rêbertî difikire û ji xwe pirs dike; gelo Rêbertî di serdemeke ku ne serdema wî ye de jidayikbûye? Di serdemeke ku mirov tê de xwedî asoyên tengin, û hestên cemidîne?…Gelo diviyabû ku Rêbertî di serdema Ehmedê Xanî, Derwêş û Adûlê de jidayikbibûya, yan pêwîst dikir ku di serdemên hîn pêşdetir de ku mirovatî di tê de xwedî asoyeke hîn bi berfirehtir de ev mirovê mezin bida nasîn?

Heqîqet bi kesayetiya Rêbertî re yek e, û dîrok her çendî înkar bike jî her çendî qehremanan jibîr bike jî lê afirênerên wê bi rastiyên xwe wê temsîl dikin.

Jandark ji ber jineke jîr bû, afirîner û di şer de jî ji wan rayedarên welatê xwe bi hêztir bû, lewma bi komployekê ji hêla rayedaran welatê xwe ve tê şewitandin û tê kuştin. Lê kes nekarî ji vê rastiyê ibrevve, ji ber ku rastî çi qas dem jî bi ser de derbas bibe jî wê her dertê holê. Ji lewma gelên Firansî jî niha bi vê jina qehreman,  Jandark serbilindin.

Dîrok şahidiya gelek jinên qehraman û jîr kiriye ku mohra xwe li ser rûpelên wê daye, lê ev mîratê nebûye amûra rizgarkirina zayendî û ya mirovatiye.

Rêbertî rûpelên dîrokê vekir û ew jinên qehreman û bi hêz bi me da naskirin. Bi me da naskirin ku Semîramîs jineke bi hêz bûye, bi qasî zekîbûna wê jineke biçalak bûye. Em hîn bûn ku Kloopatra jineke bi hêz û jêhatî bûye û milê jinê yê bi hêz di kesayeta xwe de parastiye. Dîsa  Zenûbya, ew jina wêrek ya ku bi zekaya xwe û xweşikbûna xwe balkêş bûye, jineke ku li hemberî Romayê şer kiriye û ji tu kesîre serî danexistiye.

Rêbertî me fêr kir ku em jiyana wan jinan bixwînin û ji wan jinan gelek tiştan fêrbibin û em bibin artêşeke jinan ya di rêya azadiyê de. Ji me re qala evînên ku di dîrokê de hatine jiyankirin kir, bi destana Mem û Zîn destpê kir… di dilên me de baxçeyên gulan çand. Dema ku ji me re qala evîna Edûlê û Derwêş dikir, em fêr dibin ku bedelê evînê çiqas beha bûye. Bi vî awayî Rêbertî rûpelên dîrokê vekir û ji me re got: “Hezkirin di vî welatî de hatiye kuştin”.

Tu tişteke bi navê evînê nemaye, ji lewma em dest bi şoreşa hezkirin û jiyanê dikin. Em tevayî jin li her derê welat bûne yek…

Divê ku jin bive hêza afirandina azadiyê, serdem jî serdema rizgariya jinê ye… ne  sînor ne jî çîn ji jinê re nîne, jin jiyanê heq dike. Ew kilîta azadiya mirovane. Li pêşiya me kareke zehmet, xebateke dirêj û têkoşîneke berdewamî li ser rêya jiyana jinan de ji bo azadiyê heye.

Ez niha lêgera xwe ya azadiyê ji hemû salên min ên di nava şoreşê de derbasbûne bêtir dibînim. Min di kozikan de şer kir, bi heyv û stêrkan re min ji şevan xatir xwest, min bi hêviyeke nû bi her rojeke nûre hevdîtin çêkir, niha jî wekî ku ez rojên xwe yên destpêkê di nava têkoşînê de jiyan dikim bi heyecanim û bi hêviya jiyanê di nava pevçûnan de di rêka azadiyê de ber bi roja germ ve dimeşim.