Îro ez şehîdim ku hemu hebuna xwe min ji bo wê dozê daye. Li derdora Rêberê xwe bum evîndarekî di şevên tarî de bum çirûskek. Ji volqanek ji agir îro ew agir dilê hemu dayikên cîhanê de buye hêviyê serkeftinê.
Ez bûm stêrkêk ji ezîmanan de derdora hêyva çarde şeve, mîna findek, mîna mumek şemal di dilpaki ya gelê xwe. Her deyîndarê welatê xwe me ku îro çavên zarokên Kurdîstanê li ser mene da ku emê îro jiyanekî azad bi afrînin.
Ew jiyana pîroz emê her carî deynin li ser zarokên dev ken yê şîrîn. Bibin dilê dayika xwe û bibin hêviyên pêşeroja jiyanan. Em her carî dibûn ronahî pêşeroj û pêşeroja ya heval û hogirê xwe. Ezim şehîdîm dîrokê ji nuve zindî dikim û îro dîrokê dinivsînim. Xemla dîrokê wa moral û azveriya xwe her kêlî bilind dikim.
Ji ber ku ez şehîdim. Ez îro cih û warê her derê me ez nayêm ji bîrkirin. Ez bîr û bawerîme li dilê her mirovekî de. Navê min herdem li ser zimane. Doza şehîd ji nûve zindî dibe. Şehîd nûve şîn dibe, di dîroka mirovahî de. Bi qehremanan, bi şehîdan re dîroka mirovahiyê li ser vê axê dîrokek no tê jiyan kirin.
Ez îro heqîqetim, netewim. Di dilê mîlyonan de bawerî, çand, ehlaq, azwerî, kelecan û çoş heskirinim. Welatê evîndarê bûm. Helbest û çiyayên azê ….. bilinda bûm. Di çem û kanî û rubar û deryayan de bûm. Bi hêz û vîna xwe ez kenên her zarokê deme. Welatê penaberda Denîz Firat û Arjin Merdînim.
Em ji bo welatê xwe, ji bo şaneza xwe di çeperê şer de çek û qamera ya min di destê min de li hemberî dijminê barbar siperdikim keziya xwe ya dirêj. Wekî jinêkî li ser çiyayê me îro xwe avadikim.
Dibim pêşeng ji jinên cîwanan re. Îro ez Ruken û Sara me di dilê neyarande tirs û xofekî mezinim. Rihê demê re pêşeng li her demê ez dildarê welatê xwe me. îro Bêrîvan, Argeş, Roza me di çeperên berxwedanê de tu çarî serî natewînim ji zilmê re.
Dem wekî Bêrîtanan şerdikim û wekî Zîlanan meşiyam li ser neyarên xwede xwe bi teqînim. Wext bê wekî Zinar û Dogayan pêvajoyê digerînim. Li ez her carî benda wê rojê bim ku Rêber Apo hemêz bikim. Îro cardin ez fedaî me, ez şehîdîm bê mirinim. Felsefeya jiyana azad û bedewim. Ez şehîdim, ez şehîdim.
Arjîn Argeş
Ey Şehîd
Ey şehîd tu ew nirxê ku mirov li ser te bilindê, pîrozbuna herî pak, herî dilpak ji te geş dibe. Mirov çawa dildarê jiyana tenê be. Tu ew nirxê ku bîr û baweriya te pîvan û rêgeza buye ronahiya jiyana me.
Ez dema te bibîrtînim her tim lêgerina min ya jiyana azad her kur dibe. Ji bo ku ez xwe bîgîhînim jiyana azad çarekêdin nirxê şehîdan tê bîramin. Ji bo ez wan nirxê pîroz bîgîhînim zaferê.
Ey şehîd mirov her carî dildarê bîranînê te dibin. Keda te serkeftinê mîsoger dike. Hevaltî ya te kir ku ez xwe avabikim. Kur bikim û xwe bizivrînim heqîqetê, xwe nasbikim û binasim. Ezê biparêzim we jiyanê li beremberî her çure êrîşên neyînî. Ji bo ez bikaribim jiyanek pîroz ez jiyan bikim. Her dem û qadan de xwedî li rêhevaltiya we derkevim.
Ey şehîd jiyan bi te serbilinde ku ez wê nirxê te avakiriye bi azadiyê tacîdar bikim. Birdozî û felsefeya me ya jiyanê girêdayê rêhevaltiyê ye. Hest û enerjiya gerdunê, heskirin û parwekirina mirovahiyê dildarê evînê ye û heqîqetê digere. Şoreş bi rêhevaltiya şehîdan îro di astekî herî bilinde ye.
Ey şehîd îro welat bite bi rumete. Li her bostek axa welat xwîna we rijiya ye. mirov li beramberî ew nirxê we avakiriye xwe kêm dibîne. Mirov dibe gelo emê çawa layiqê we bibin. Em herdem bi wan hestan girêdaniya xwe li beramberî we xurt bikin.
Zeryan Ronas