Ez Dibêjim…
Viyan Şoreş
Ey Mesîhê jin
Ez nizanim…
Te çawa bi nav bikim
Yan jî ji bona te
Ez çi bikim
Ez dibêjim…
Bibim bi gulistanek
Derdora te bixemlînim
Lê dibînim
” Tu bi xwe biharî”
Ez dibêjim…
Bibim xelekek ji agir
û
Nehêlim şev û tarîtî
Tiliyên xwe
Nêzîkî te bikin
Lê dibînim…
“Tu bi xwe Zerdeştî”
Ez dibêjim…
Bibim bi mûmek
û
Di şevên tarî de
Ji bo te heya bê dawî
Dilop… dilop bihelim
Dîsa vejîn bibim
An jî bibim sitêrkek
Ta ku şevên îmralî
Ji te re geş bikim
Lê dibînim…
“Tu bi xwe Roja Pîrozî”
Ez nizanim…
Nizanim…
Ji xwe re dibêjim
Gereke biçim ezmanan
Bibim bi dagirker
Ji te re welatek dagir bikim
Azad…nemir
Ji ber ku baş dizanim
Li vê dinya yê
Ciyek nîne ji te re
Tu ji mejiyê cîhan mezintire
Tu gerdûnî…
Tu pîrozî…