Ew Sembola Lehengtiyê Bû

0Shares

Nasnav: Dîlber Can
Nav û Paşnav: Nesrin Nezir
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1983/Hesekê
Navê Dayikê: Türkiye
Navê Bav: Nezir
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 1999/Hesekê
Dîrok û Cihê Şehadetê: 19’ê Hazîrana 2012’an Di Êrîşa Qerekola Şitazinê De

Ji bo Bîranîna Rêhevala Dîlber Can (Nesrin Nezir)

Di oxira Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi hezaran xwîna ji bedenên rêhevalên me yên hatine rijandin, bûye sedem ku hêviyekî nû biafire û towên azadiyê lê hêşîn bibin. Rêhevala Dîlber jî yek ji wan rêhevala ye.

Bi rastî azweriya wê ya di têkoşînê de ji bo ku pir mezin bû, wê li hember hemû zoriyan peskirin çibû nedizanî û ji bo cîhanekî wekhev û dadwerî bê afirandin ew xwediya ked û hewldanê bû. Wê bi salên demdirêj li qada Zagrosan pratîk dabû meşandin. Hevala Dîlber xwediya kesayetiyeke qayim û asî bû. Asîbûna wê ne di wateya çorsbûnê de bû, tam berûvajî vê yekê ew hevalek ji hestan dagirtî, hûmanîst û asta empatiya wê pir pêşketî bû.

Di navbera salên 2010 û 2011’an de derfeta naskirina min ji rêhevala Dîlber re çêbû. Rêhevala Dîlber, ji yek wan rêhevalên jin ên dil û mejiyê xwe li gorî têkoşîna azadiyê kiribû yek. Bi zekaya xwe ya ronakbîr û bi kesayetiya xwe ya jina bi hêz ve pir alîkariyên mezin ji têkoşîna azadiyê re dabû pêşxistin, ger mirov vê yekê bide diyarkirin wê di cihê xwe de be.

Beriya her tiştî asta wê ya bîrdozî û kêrhatina wê ya tegînî pir bilind bû. Dema pêvajoya Şerê Gelê Şoreşgerî pêşket, ji bo çûyîna qada Bakur û li wir ji bo Rêbertî û gel têkoşîna xwe ya şoreşgerî dayîna meşandin îddîaya wê pir bi mezin bû. Di vê mijarê de helwestekî bi israr ya wê her tim pêşniyar ji rêxistinê re dikir, hebû. Taybetmendiyeke din a di hevala Dîlber de hakim jî dêxwaz û şamîlbûn bû. Mînak li her cihê ku lêdima têkiliyên wê her tim di nava aheng û guncanî de bû. Bi dilê jinekê nêzîkatiyên wê ji mirovan re û asta fêmkirina wê di serê taybetmendiyên wê yên herî xweşik de cih digirtin.

Ji ber ku girêdayînên wê yên rêxistînî û bîrdozî bihêz bûn, refleksên wê yên partîbûnê ji yek taybetmendiyên wê yên serekî bû. Weke bi van ve girêdayî ji yek nirxên herî bingehîn ya ku hevala Dîlber dike ya xwe jî tevgera me ya azadiya jin ku bi derfeta me ya şoreş, zayîn û afrankariya bîrdoziya mezin ku di kesayetiya Rêbertiyê de hatiye afirandin bû. Di tewareya Bîrdoziya Rizgariya Jinê de, li hember zîhniyeta hegemon a bûye desthilatdar, bi girêdayî meyzandina têkoşîneke rast û felsefî bûyîna xwediya pêla şoreşê, ya ku her rêhevaleke jin dida afirandin ev rastî bixwe bû.

Dema ku em vê yekê digerin û li dîroka azadiya xwe dimeyzînin, em rastî bi hezaran Dîlberan, Zîlanan, Sema û Bêrîtanan ên li dijberî dijmin bi têkoşîna rizgariya netewî dayîne meşandin ve tên. Di encama van ked û hewldanan de, em civaka Kurdistanê bi şoreşa jinê ve çawa ji nû ve tê afirandin dibînin. Bi sedan rêhevalên me yên jin li dijberî polîtîkayên teslîmiyetgerî û bêrûmetbûyînê bedenên xwe di dijmin de kirine bomba û xwe di mejî û dilê dijmin de dayîne teqandin. Jinan çiqas lehengtî pêşkêş kirine, çiqas hevalên me yên jin li dijberî xeta teslîmiyetgeriyê di baweriya xwe ya azadiyê de israr kirine, xwe zindî zindî di latan de avêtine. Ma ev yek neyên nivîsandin jî wê çi li şûna wan bên nivîsandin? Qet ti tiştekî din van berxwedaniyên bi wateyî nade derbaskirin.

Carekî din di vî bingehî de, di kesayetiya rêhevala Dîlber Can de tevayî rêhevalên jin û zilam ên di rêya şoreşa Kurdistanê de şehîd ketine bibîrtînin û ez li beramberî têkoşîna wan soza xwe ya girêdayînê nû dikim. Ez didim diyarkirin ku ez ê bibim şopdarê mîrateya ku wan ji me re hiştiye.

Bi hêviya hevdîtina pêşeroj û welatekî azad û demokratîk re…

Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê

Attachment