Ew Mîna Zagrosan Asî û Wekê Avaşîn Paqıj û Bedew Bû

0Shares

Dijmin herdem ciyên ku jê tirsiyaye bi taybet girtiye dest û xwestiye bi rêya polîtîkeya pişavtinê û şerê taybet wan teslîm wergire û ji ceher wan dûr bixe. Yek ji wan ciyan jî Semsûre. Ji ber ku Semsûr ji destpêka şoreşa azadî ve tevlîbûneke aktîf çêkir û bû hêlîna şoreşgeran, lewma jî herdem bû hedefa dijimin û bi hemû rêbazan xwestin wê ji nirxên wê dûr bixin û bikin navenda paşverûtî û xerabiyê. Rêheval Roza li hember vê polîtîkayê helwest danîbû û biriyara şoreşgertiyê dabû. Her weha ne şerê taybet ne jî polîtîkaya pişaftinê, nikarî wê ji kokê wê dûrbixin û wê dil wergire. Tevî ku ciwan bû lê ne jiyana modernîteya kapîtalîst ne jî jiyana bajaran wê bandorkiribû. Te di got qey ew ji dema xwedavenda maye, heta dawiyê paqij û xwezayî bû.

Min cara yekê dema ku ji şervanên nûh derbasî Zagorsê bû dît. Sekna wê, awirên wê û rabûn û runişkandina wê gelek balkêş û bi bandor bû. Di wê demê de zanestiya wê a azadiyê ne bû, lê hestên wê ên azadîxwaz wê anî bû heta Zagrosan. Hezkirina wê ji azadiyêre di hişt ku tengasî di jiyana çiyan de nekişîne û di demekî kin de mîna şervaneke kevin bi jiyan û xwezayê re  bibe yek. Lewma jî ji bo  Gelyê Zapê hate hilbijartin. Gelyê Zap di Zagorsê de yek ji ciyên ku vîneke mezin dixwze ji bo ku tu lê gerîlatiyê bike. Çiyayê Sunbul û Samuran ne kesî mîna xwe asî û serbilind be qebûl nakin. Lê rêheval Roza didemekî kin de karî bû biba perçakî wê xwezaya xwedayî. Her weha cara duyem min heval Roza di tabûra Gelyê Zapê de dît. Tevî nuhbûna wê jî lê wê bi tevlêbûn û hezkirina xwe hebûna xwe di her aliyê jiyanê de afirandibû. Di karê xwe de heta dawiyê bi dsiplîn bû. Ewê  her kêliyek jiyanê watedar dît, lewma jî hewldana wê ew bû ku jiyanê tije û bi ermanc bijî. Rêber APO’ dibêje” kesê bedew zekiye, ê zekî jî bedewe” birastî Rêheval Roza keseke weha bû. Bedewbûna ruh û hişmendiya wê li ser rû û bedena wê jî di teyisand. Bi hişmendî dixwest nêzî hertiştî bibe. Lewma jî bi sekna xwe hevalê derdora xwe mecbûrî berpirsyarî û ciddyetê dikir. Wê di dibistanê dijmin de pir ne xwendibû lê ew şagirtekî serkeftî a dibistana azadiyê bû. Wê dizanî wê çi red û çi jî qebûl bike. Di hevaltiya xwe de azadîxwaz û dilnizim bû,lê li hember paşverûtiyan xwedan helwetsên sert û tûnd bû. Min du caran wê dît lê sekna wê û hevaltiya wê li ser min bandorekî mezin çêkir. Bi rastî di wê de cewherê mîltanên PKK’ ê û PAJKê hebû. Ger bi awayekî zû ew şehîd neketiba wê tekez di şoreşa jinê de rolekî mezin bilîsta. Divê ku temenê wê ê şoreşgertî kin bû lê wê ji rêhevalên xwere gelek bîrnaînin biwate hiştin. Hin kes sed salî dijîn lê tiştekî li şûna xwe nahêlin, lê heval Roza didemkî kin de li ser her buhostek axa Zagrosan şopek kû û bi wate hişt. Çawa ku rêheval Roza bera pê şopa  xwedavedan da û di oxira wê de şeh^d ket,ew şop wê herdem bi kerwanên nuhve bên xemlandin. Çawa ku Roza di şopa şervanên heqîqetê de meşiya wê rêhevalên wê jî di şopa wê de bê hempa vê meşa pîroz dewam bikin. Ew û rêhevalên xwe ên ku di Gleyê Tiyarê de jiyana xwe ji dest dan,  di dil û wijdanê mirovatiyê de wê herdem pisola rastî û bedewbûnê bin. Û  di jiyan û meşa me de herdem pêşeng û rêberbin.

Zaxo ZAGROS

Attachment