Nasnav: Bêrîvan Sîpan
Nav û Paşnav: Leyla Nurîmilan
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1994/Kelenî
Navê Dayikê: Gûlsûm Delai Milan
Navê Bav: Mehmetelî Milani
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 8.8.2010/Kelenî
Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’ê Tebaxa 2012’an li Şemzînan
Ji Bo Bîranîna Rêhevala Bêrîvan Sîpan (Leyla Nurimilan)
Hevala Bêrîvan hevalekî gelek jîr û têgihîştî bû. Li perwerdeya sûîkastê ya li Akademiya Şêhîd Mahîr de perwerde dîtibû. Em li wir bi hevre mabûn. Ruxmê herî zêde 3 sal bû tevlîbûna xwe ya di nav refên gerîla de heya astekî baş xwe pêşxistîbû û xwedî azîm bû. Hevala Bêrîvan ji Rojhilatê Kurdistanê bû. Dema tevlî dibe keçmama xwe re tên tevlî dibin. Piştî perwerde dîtin ji hev cûda bûbûn, keçmama hevala Bêrîvan çûbû Qendîlê, ew bi xwe jî hatibû Metîna.
Ji destpêka perwerdê heya dawî bi coş, kelecan, mereqekî gelek mezin xwe tevlî dikir û gelekî serkeftî jî bû. Hevala Bêrîvan bûbû sekvanekî jîr û serkeftî. Dema ku nîşan digirt, hercar tam li hedefê dixist. Bi rastî jî hevalekî hilbijare bû, hevaltiya pêre pir bedew bû. Ne tinê dema perwerde ya suîkastê de, heman demî di jiyanê de jî pir jêhatî bû. Kar û xebata dida pêşiya xwe teqez bi encam dikir, nîvçe nedihişt.
Daxwaza heval Bêrîvan ya xwe pêşxistin û xurt kirinê di sekin û tevlîbûna wê de jî gelekî diyar dibû. Ji bo bigihêje armanca xwe ti demî wextê xwe jî vala derbas nedikir. Yan pirtûk dixwend, yan dinivîsand, yan jî bi hevalên xwe re nîqaş dimeşand û nêrînên xwe parve dikir. Di wan nîqaşan de hem gelek tişt dida rêhevalên xwe û gelek tişt jî ji wan digirt. Hevala Bêrîvan her tim wextê xwe dagirtî derbas dikir û vê yekê jî daxwaz û azîma xwe pêşxistinê de rolekî mezin leyistîbû.
Hevala Bêrîvan hevaleke şox û şeng bû, her daîm bi moral û coş bû. Bi tevlîbûna xwe ya bihêz li gelek hevalan dabû bawer kirin ku yê di demek nêz de fermandarekî bihêz jî jê derbikeve. Bi rastî jî heval Bêrîvan milîtaneke rasteqîn bû, di demek kin de xwe gelek pêşxistîbû û ya girtî, di xwede avakirî bi her rêhevalekî xwe re jî parve dikir.
Bêgûman herî zêde jî hewildida fikir û ramanên Rêber Apo, bîrdoziya Rêbertî fambike û nasbike. Rewşa Rêber Apo têde, tecrîda giran û pêvajoyê bi hesasiyet dişopand, mereq dikir, pirsan dikir. Halê xwe yê eşq û evîndarê Rêberê xwe, rêhevalên xwe û welatê xwe her dida der û vêna xurt jiyan jî dikir.
Dema em di perwerdê de bûn rojevekî me yê esasî jî rewşa Rêber Apo û tecrîd bû. Dema belgeyên li ser rewşa Rêbertî hatibûn xwendin heval Bêrîvan mafê axaftinê girtîbû û wiha gotîbû; “Divê em di mijara Rêber Apo de qet ticarî pes nekin, ji bo ku em tecrîdê bidin şikandin, em divê hîn bihêztir têkoşînê bimeşînin.”
Her çiqas hinek zehmetî di mijara tenduristî jiyan dikir jî ti demî gav paşde neavêt û hertim bi biryardariyekî mezin di cephê pêş de, di nav şer de dixwest cih bigre û rolê xwe bileyîze. Ji ber wê bû ku di sekvaniyê de ewqas lêhûrbun dikir û ewqas serkeftî bûbû. Ji xwe heval Bêrîvan bi xwe jî biryardariya xwe bi awayek rûken wiha anîbû ser ziman; “Min vala vala ev perwede nedîtiye, divê ez ji pêvajoyê re bibim bersiv.”
Em piştî perwerde bi dawî bû ji hev qutbûn. Vesaziyên me li cihên cûda çêbûbû. Hevala Bêrîvan çû Xakûrkê, ez jî çûm Qendîlê. Bi rastî jî mirov dikare gelek taybetmendiyên heval Bêrîvan yên xweş ji xwe re mînak bigre. Şop û bandora coş, moral û vîna hevala Bêrîvan nîşan dida min gelekî bandor kirîbû û min pir dixwest carekî din em hevdû bibînin. Min jî wek rêhevalên din yê pêre mabûn gelek hêz û quwet ji heval Bêrîvan girtîbû.
Xeyal û armancên heval Bêrîvan mezin bûn. Her daîm azadiya fizîkî ya Rêbertî û pêkhatina şoreşê xistibû armanc û li ser wê esasê jî bi hemû enerjî, hêz û quweta xwe tevlîbûn nîşan dida. Rojekê dema hinek heval ji Xakûrkê derbasî qada me bûbûn min destpêkê heval Bêrîvan ji wan pirsî. Wan hevalan dema gotin; “Ma tu nizanî hevala Bêrîvan şehîd ketiye?” êşekî gelek mezin li min da jiyan kirin. Lê êşekî ku kîn û nefreta min li hemberî dijmin bilindtir kir, êşekî ku biryardarî û azîma xwe xurtir tevlîkirina tekoşînê bû.
Heval Bêrîvan di jiyanê de lehengek bû. Jixwe bi sekin û tevlîbûna xwe ya di nava jiyanê de biryardariyekî wê ya wiha hebû û dida raberkirin jî. Em çiqas wê vebêjin jî yê têrê neke, kêm bimîne.
Emê hertim heval Bêrîvan bibîrbînin, daxwaz û armancên wê, asta coş û kelecana wê jiyan bikin û heya dawî jî tekoşîna wê bidomînîn. Wê bîranîna wê di tekoşîna me de her daîm bijî.
Hevreya Wê Ya Tekoşînê