Ew Agir bû

0Shares

 

Zeynep Cudî

Erê lawikê welatê pêxemberan

Îro li cihekê bi hempa û bilind e

Bi derketina rojê re bi heskirin

Û evîneke mezin temaşe dike

 

Stêrkên şevên tarî

Îro govenda azadiyê li welatê

Xeribiyê digerînin

Bi coşekê mezin melekên bihuştê

Li benda pêşwazî kirina

Lawikê pêxemberan in

Belê heval

Çîroka agir

Sînoran nasnake û wekî

Lehiyeke li ser xaka welatê min diherike

Belê navê wî Agir bû

Têla stranên li ser ziman

Û di dilê hemû rêhevalan debû

Helbesta di nava govenda pênûsan û çîrokên

Xeyalên zarokan bû

Belê heval

Ez ê çawa

Pênaseya wan fikrên te yên xweşik bikim

Tu wekî bahozekî bi lezbûyî

Agir, tu ji agir bihêztir bû

Tu geh li Gabarê warê Egîdan bû

Geh jî hevalê Herekol û Pîro bûyî

Tu wek Derwîşan li evîna xwe digeriya

Lê, evîna te li Beytuşebabê veşartibû rêheval

Ez ê te li berbanga Botanê

Bi pirsim

Wê bêje, ew Agir bû

Ji agir xurtirbû

Ew ji rengînbûna min rengîntir bû

Ji xweşikbûna min xweşiktir bû

Ew Agir bû, Agiz