Zinarîn Amudê
“Heqîqet Eşq e, Eşq Jiyana Azad e! Hem weke rêbaz û hem jî rejîma heqîqetê em bi eşq bi pey jiyana azad nekevin, em nekarin xwe bigihîhin zanîna hewcedariya me pê heye, ne jî em dikarin pêşengên nû û dinya xwe ya civakî ava bikin.”
Rêberê APO bi vê hevokê hem wateya jiyanê, hem jî lêgera xwe ya afirandina jînê tîne ziman. Mirovê azad Rêber APO ku di asta evînê de li heqîqetê digere, îro bi nêrîn, raman û hestên xwe civaka nû ya mirovahiyê bi awayê herî şênber di kesayeta xwe ya şervantiya heqîqetê de diteyisîne. Wiha jî nîşan dide ku wan rê û nîşaneyên ku hatî destnîşankirin ku ti têkîliya wan bi heqîqetê re tine ye, napejirîne. Bi dewsa wê her ji destpêka meşa xwe ve li wateya rastîn a jîna azad digere; di vê barê de jî wiha dibêje: “Ji dilê min wer tê, hema ez bibêjim armanca gerdûnê mîna ku azadî be. Min gelek caran ji xwe pirsiye gelo gerdûn li pey azadiyê ye? Armanca maddeyê ew e ku bi mane bibe, armanca maneyê jî ew e ku ji maddeyê bibuhure. Wextê tê gotin di bingeha gerdûnê de eşq heye belkî jî mebest jê ev dualîte be. Mîna ku ev eşq di mirov de li ser hîmê herî bi hêz rûniştî be. Zanîn bi heyîna gerdûnî re têkildar e. Tişta tê zanîn, tişta hayjêçêbûyî ye. Ma mumkîn e ku mirov hîs neke di hebûnên biyolojîk de eşqeke ber bi zanînê ve diçe heye. Em wexta ber bi cureyê mirov ve tên mîna ku ev eşq pêk hatiye. Rewşa gelekî pêşketî ya zanînê, herî baş gotina eşqê dikare terîf bike.”
Li ser vê bingehê jî Rêber APO bi lêgera mezin a zanîna rastiyan, bi hezkirina jiyanê û watedayîna armanca gerdûnê, pêkhatina eşqê di kesayeta xwe de îfade dike. Bêguman ji bo mirov xwe pêk bîne û bigihîne asta azadiyê, di serî de pêdivî bi şerekî giran li beramberî hemû darizandin û nêrînên ku dil û mêjî dagir kirine heye. Rêber APO jî di qada herî dijwar a cîhanê ango li parzemînekê ku bûye meydana ceng û wêraniyan, li derekê ku her çavên neyar û xêrnexwazan lê zîq bûne, ewrên mekr, fitne û fesadiyê asîmanê wê dagir kiriye û barana lenet û xirabiyê bi ser de dibare. Jê giyayê xiyanet û xwefirotinê şîn tê. Heta xwedayan jî wir terikandiye; li warekê ku jiyan hatiye birîndarkirin û têkîlî hemû qurbanî berjewendiyan bûne. Li zemanekê ku tovê çanda gelan tê şewitandin û çanda serdest yekdestiya xwe îlan dike. Ango di dewr û dewraneke zehf qirêjbûyî de; berovajî hemû hêvî û bendewariyên malbat, civak, saziyên dewletê ku dixwestin ji wî evdekî li gor xwe saz bikin, Rêber APO, hema ji dema ku dest bi hînbûn û watedayîna jiyanê kir, bi guman nêzî hemû pênase û têbîniyên rûnişkandî bû. Pirs û lêgera ku bêhêmin û sekn zêdetir dibû, ew ber bi lêgerên nûtir ve dikişand. Sînorên malbatê, têkîliya bi wan re, jiyana gund, pîvanên civakî, pirsgirêk û hizirandinên bajêrvaniyê ji wî re zehf teng dihat û nedikarîn ji lehiya pirsên wî re bibe bersiv.
Rêber APO vê pêvajoya tejî nakokî û zorî wiha parve dike: “Minê curet û cesaret bikira bê efendî û dayik bijiyama. Dayika min, semboleke dawî ya bermahiya xwedawendên hezar salan bû ku hem diqediya û hem jî bermahiyeke neçar bû. Ez bi wê zaroktiya xwe hem ji vê sembolê netirsiyam û hem jî min hewceyî bi hezkirina wê nedît, ji bo ez xwe azad his bikim. Minê bi hevalên xwe re civakîbûn ava bikira. Çîroka min a jiyanê bi vî awayî dest pê dike. Eger diya min bixwesta jî jiyaneke wê ya bida min nebû. Ji mêj ve hatibû belavkirin. Her çendî çîroka bavo cuda be jî ji ya wê dûr nebû. Min rastiya malbata xwe, her tim weke bermahiya klanek xwe ferz dike, lê ji hêzketî, belavbûyî û mîrateyeke ti îdîaya xwe nîne, dît. Civaka gund û civaka dewletê ya fermî jî ku bi dibistana seretayî ket jiyana min, ti car dilê min lê germ nebû.”
Çîroka ku bi qeyd û bendên heyî nedihatin girêdan, cudahiya xwe di her kêliya jiyanê de diyar dikir. Ne çavtirsandin û şîretên dayîkê, ne jî kêşweriya pergalê dikarî hestên wî yên azwer têr bike. Lê belê Rêber APO bi şûna ku bi gotinên heyî qayîl bibe, berê xwe da gir û çiyayan û li dengeke kevnar ku ji dîrokê dihat guhdarî dikir. Wiha jî di şopa heqîqetê de bi evîneke navlênekirî aşîna dibû: “ez zarokê qûntara wan çiyan bûm û min serê çiyan jî weke textê xweda û xwedawendan, qûntara çiyan jî weke hin goşeyên cenneta wan afirandî didît û timî dixwest lê bigerim. Her heywan û nebatê li qûntara çiyayên Kevanê ji bo min objeyeke dildariyê bûn. Mîna ku di wan de maneyeke pîroz hebe, min li wan dinêrî. Ez ji bo wan, ew ji bo min hevalek bûn hatibûn afirandin. Min pir li pey wan baz da. Bi eşq û evîn. Eşqa min hinekî welê bû.” Rêber APO bi vê vegotinê wateyeke pir cuda û parvekirineke qahîm bi xwezayê re fêrî me dike.
Rêber APO, ew evîndarê hevaltî û rûmetê, hîna di temeneke pir zarok de bi hêz û dildariya ku ji xwezayê digirt, li beramberî hemû nêzîkatiyên ku bêhna serdestî, xirabî û durûtiyê jê dihat, nerazîbûna xwe eşkere nîşan dikir. Bi taybet jî nakokiya li beramberî hemû tevn û têkîliyên heyî di nava civakê ku di têkîliyên bi jinê re digihîşte asta herî bilind, di wî temenî de wek zeryayeke bê aram di Rêber APO de pêl vedida û wiha jî yekemîn çirûskên xwe tîne zimên: “Bi qasî tê bîra min di yekemîn lîstokên xwe de di temenê zarokiniyê de hevrebûna bi keçikarn re min wek sedema azadiyê hesab kiribû. Xwîşkên min jî tê de di pêvajoyên zewacê de wek ku min ew wenda kiribin hestên min çêdibûn. Dema kêmekê mezin bûm û bi exlaqa hişk a namûsa civakî re rû bi rû bûm, bi giştî min xwe paşve kişand. Ez hêdî hêdî pêdihesiyam ku me ji mêjve jin wenda kirine. Ez ticar ji statuya jin-zilamê hatî afirandin memnûn nebûm. min nedipejirand. Li ser bingeha vê statuyê qet xwesteka min a jinê pêş neket. Herkesî/ê ji xwe re hevser, hezkiryek didît, min nedikarî di van mijaran de henase jî bistînim. Ji bo tiştên din wek xweda jî evînên min tine bû. Tenê xususa jê re elaqeya me dihate nîşandayîn xwedîbûna rêhevalên baş bû. Her min xweşikiya xwedawendî ya di jinê de ferq kir ez ketim bin bandora wê ya kûr. Lê di bingeha vê evîna platonîk de min her welatê wenda Kurdîstan, nasnameya wendabûyî Kurd, didît. Welatê wenda û nasnameya wendabûyî li gor min nedibû ku evîna wê ya bihêz, vîndar û pêkhatî hebe.”
Rêber APO her dayîm berovajî bîr û bûçûnên ferzkirî, qet wek wan nehizirî, ne jî bi ayet û hedîsên wan, nakokiyên xwe aş kir. Ji ber tiştna ne di rê de, hene. Li naverastê di derbarê jiyanê de pir tişt seqet in. Jixwe civak heya qirika xwe di nava koletiyê de digevize, jin û zilam bi têkîliyên sexte bi hev re hatine zeliqandin û zilam bûye kujerê evînê. Rêber APO ev rewşe bi awayeke berfireh xistiye mijara lêkolînê û analîza xwe ya di vê barê de jî wiha pêşkêş dike:“egoîstî û çavkoriya zilam weke diyardeyeke rojane, bêyî ku rêzikeke huquqî û exlaqî nas bike çavê xwe namiçîne dikuje, qetil dike. Helwestên bi vî rengî jî piranî li ser navê eşqê têne nîşandan. Ji ber ku têkiliya eşqê bi heqîqetê re kêm zêde hatiye şîrovekirin, yekser wê bê fêhmkirin ku vegotineke bi vî rengî dereweke herî rezîl e. Çi di cîhana heywanan çi jî di ya nebatan de û heta di cîhana fizikî ya em weke ‘bêcan’ bi nav dikin de ti kirdareke dibe mijara eşqê nakeve nava hewldaneke bi vî rengî. Herçiqasî hin jirêderketinên hê nehatine analîzkirin bêne dîtin jî eşkere ye ku li cem cinsê mirov sedem û maneyên kuştin û cinayetiyên bi vî rengî gelekî cuda ne. Berê pêşî divê mirov têkiliya van kuştin û cinayetiyan bi serwerî û mêtinkariyê re weke yek ji xusûsên sereke tê destnîşan bike.”
Di pergala ku berjewendî navenda hemû têkîlî û danûstendinan pêk tîne, hemû beşên civakî ketine jêrî nîrê îqtîdareke giran, reng û teşeyê wan jî guheriye. Tevna civaka ku bi destê jinê hatî vehunandin, ji hev kirine û dîwarên qahîm û bilind li dora wê raçandine. Elbet herî zêde jî mîmara civaka xwezayî ango jinê ji vê rewşê zerer dîtiye. Pê re jî civak kirine kole. Rêber APO vê pêvajoya qulipîna bingeha civakê ku pê re maneyê jî derbeyên mirinê xwariye, wiha rave dike: “Bi vê pergalê re civak ji civakbûnê derxistin, veguherandine xirbeyê heywanan ê yekdestiyê. Kirine ku evdîtî-koletî weke rejîmeke asayî were qebûlkirin. Koletiya jinê veguherandin mijara herî berfireh a jiyanê. Mîna ku nîzamên xwedayî yên bi serweriya mêr hatin avakirin ji civaka dayikê ya neolîtîk, ji civaka dayîka pîroz tolê hilînin. Xwedawendiya jinê şopên wê hêdî hêdî wenda dibin, xwedayên di formê mêr de serdema serweriya wan a bi heybet destpê dike. Hê di wê demê de jin hem di tevahiya perestgehê de, hem jî di kerxaneyên rezîl de neçarî fahîşetiyê kirin, ew di wir de girtin. Êsîrtiya jinê têra xwe hatiye kûrkirin. Jin ne bi tenê li malê zarokan tîne û weke koleya bi barên herî giran radibe xizmetê ji mêr re dike; tevlîbûna wê ya polîtîka, spor, zanist û rêveberiyê qedexe ye. Jinê dibezînin tevahiya karên giran ên hilberînê.”
Bi serdestiya pergala zilamsalar re çawa ku hemû qadên civakî û jiyanî bi tevahî hatin gemarkirin û bedena civakê wêran bû, pê re pir nirx û hestên însanî jî derbeyên xedar xwarin û bi yek gotinê şeve reşa mirovahiyê destpêkir. Jixwe di rewşeke wiha kambax û aloz de derew û komployên zilamê fêrbaz hate hewarê û wiha jî karîn herkesê bi vê lehiya xapandinê di çemê xwe yê şêlû de biherikînin. Mirovahî ku ji hestên avakirin, parvekirin û hezkirinê karîbû hebûna xwe ya civakî xurt bike û bi hevaltiya herî binirx a bi xwezayê re jiyaneke wek a bihûştê bijî, piştî qulipîna pergalê ber bi desthilatdariyê ve, bi dojehêre rû bi rû hat. Di rastiya Kurd de ev rewş hêj dijwartir xwe dide der. Rêber APO rewşa evîna wendabûyî ya li Kurdistanê wiha bilêv dike: “Di rastî û realîteya me de jiyan li erdê maye, di bin lingan de ye. Maneya wê bi temamî pûç bûye. mirovatiyeke dinale heye, heta mirov êşên wê nekewîne, xwezayeke tê talankirin heye, heta mirov vê talanê ranewestîne, eşqeke bêbextî lê hatiye kirin heye, heta mirov bersiva wê nede, ma mirov dikare behsa kîjan jiyanê bike? Divê em li wê giyana ku me wenda kiriye bigerin. Hinek qelsiyên bingehîn ên zilamên Kurd hene: Zilamê ku çandî, netewî, civakî, siyasî hêza pêşveçûnê bi xwe re nabîne, di têgihîştin û lêgerînê de xwe xwedî îdîa nabîne; jê were pirsîn ka ji jiyanê çi fêm dikî, çavê xwe berdide zayendîtiyê.
Tevî ku rastiyek e ku bêyî jinê jiyan nabe, lê eşkere ye ku bi jineke evçend hatiye xistin jî jiyaneke manedar û rûmetdar nayê parvekirin. Jiyana bi jina heyî re her kes û giştî heta bi qirika xwe ketine nava koletiya herî rezîlane; bi vê zanîn û têgihiştinê divê mirov çareser û çalak be, wê ev bibe rêya rast a rizgariya jiyanê. Divê mirov ti carî ji bîr neke ku bi jinê re jiyaneke bi mane û bi anor bi zanyartî û hozantiyeke mezin dibe. Yên îdeaya xwe ya eşqê hene, divê kêliyekê jî ji bîr nekin ku bi cihanîna vê eşqê bi çûyîna di rêya vê zanyartî û meznahiyê de ye. Naxwe bi awayekî din meş û çûyîn bi eşqê re xiyanet e, û ji koletiyê re xizmet e. Mirov heta xwe negihîne heqîqeta civakî nikare bigihîne eşqê .”
Wek ku Rêber APO jî diyar dike, hema bêje evîn û sewda herî zêde li ser zimanan in, lê belê roj nîne ku jinek bi navê eşqê neyê kuştin, zilamek bi sewdaserî xwe nekuje. Lê çendî dikare were gotin ku ev evîn e, ji ber nabe ku eşq hilweşîner û têkçûna hestan be. nabe ku têkîliya eşqê bi mûlkiyet û desthilatiyê re hebe. Rêber APO naveroka xapandina ku bi taybet di roja îro bi hakimiyeta pergala sermayedar tê kirin berbiçav datîne, ji bo gihîştina evînê ew derew û durûtiyên ku bi ser navê evînê têne kirin, bi awayeke zelel deşîfre dike: “Di roja me ya îro de mijara herî zêde mîna benîştan tê cûtin eşq e. Di ti serdema dîrokê de eşq evqas neket ber pê û lingan. Ji eşqên kêliyekê bigirin ji têkiliyên herî xeter û bê xêr re eşq tê gotin. Jixwe ti têkilî ji van çêtir nikare têgihîştina jiyana kapîtalîzmê nîşan bide. Ya rastîn, eşqên serdema me, mikurhatinên pir eşkere ne, û nîşan didin; zêhniyeta ku sîstema serdest li ser civak û mirov ferz dike li qadên herî pîroz ketiye çi rewşê.”
Mîmarê jîna azad Rêber APO bi hezkirina xwe ya ji azadiyê, rêhevaltiya rast û avakirina civaka nûjen û demokratîk, herî zêde jî li ser têkîliya di navbera evîn û şer ango têkoşîna ji bo armanc û wateya jiyanê disekine û vê yekê wek bingeha sereke ya serketinê ferz dibîne: “ya/yê ku serkeftına xwe tune ye evîna wî jî tune ye. Di pêvajoya hatina min heya vî temenî de destana jiyaneke rastîn veşartî ye. Şerker e, zimanê wê erjeng e û şerê hestan ê mezin heye. Her tişt bangawaziya şer li me dike. Evîn bi serkeftinê re pêwendîdar e. Serkeftin û evîn cêwîk in; yek nebe ya dîtir jî nabe. Divê hun vê di her zilamî de, di her têkiliyê de, di her nêzîkatiyê de tûşî lêkolînê bikin. Emê wan hemûkan di nava şoreşê de çareser bikin. Keç, divê bibin sembolên kilîtbûna kesayetiya serkeftinê. Di nava partiyê de xebata jinê bi temamî di dubendiya serkeftin û evînê de tê destgirtin. Ev pêvajoyeke pir zor û dîalektîk e û bi felsefeyê ve girêdayî ye. Ev jî vejîna Kurd, dîalektîka rizgarbûna Kurd e. Her milîtanekî me di şer de serkeftinê, di jiyanê de hezkirinê û di sertarê de jî xwe bi riya serkeftin û evînê ve girê bide. Ya/yê ku qels e, evîna wê/wî nabe. Bi misogerî hezkirina wî/wê nabe. Ya/yê ku kilîtê serkeftinê dibe, di heman demê de xweşik e, dilnizm e, giran e û rêzdar e. Hezkirin dikare bêsînor pêş bikeve. Ev jî xweşik e. Jixwe xweşiktî bi xwe azadî ye. Ev jî bi şer tê destgirtin.”
Bi felsefeya ku evîn wêrekî ye, evîn zanabûn e, evîn balkêş e, evîn lêxistinkar e û evîn encamgir e, Rêber APO di nava refên şoreşê de li wargehên azad, destana evîneke nû da nivîsandin û li ser vê esasê jî di dîroka mirovahiyê de yek ji çalekiyên herî zehmet di nava rastiya Kurd de bi ser xist. Rêber APO vê şerê yeman bi van hevokan tîne ziman: “Dixwazin Kurdan bêsewda û evîn bihêlin. Evîna Edûlê evîneke mezin e. Evîna Kurd ji qurmê xwe ve ji nû ve şîn dibe. Evîna Kurd hetanî ku xwe neşewitîne nikare bi ser bixîne. Heke têkoşîna me destpêkek be, heke em karibin bi ser bixin, di rasteqîna civaka me de, em ê hemû jin û zilamên xwe, li ser vê bingehê ji nû ve ava bikin, biteşe bikin. Jixwe encax azadbûna netewan jî wisa dibe. Di dîroka her gelî de wisa nirxên veguherîner hene. Bi vê wateyê kesayeta evîndar dê wate bide welatê xwe, mirovahiyê, serkeftinê û dê xweşik, balkêş û encamgir be. Di bûyera PKK’ê de pêkhatina kesayet wisa ye. Ev li gor min him pir girîng e, him jî yekane çare ye. Ji bo fêmkirinê jî şiyarbûna dil pêwîst dike. Her wekî riya jiyanê ya rast heye. Mirov dikare bi hevaltî jiyanê parve bike. Em evînê diafirînin. Şer, di heman demê de ji bo evîna mezin e. Ciyê ku egîdî lê heye, têkiliyên pîroz, hezkirin û evîn pêk tên.”
Rêber APO di rêya afirandina şoreşa jiyana azad de, herî bêtir jî li ser rastiya evînê ku pêdiviya civaka azad e disekine û li ser vê bingehê jî berpirsyariya ku dikeve ser milê jinê wiha radixîne ber çavan: “Divê jin taca serkeftin û evînê li serê xwe bike. Divê ji fîzîkê bigrin heya hîtabê, ji nêrînê bigrin heya meşa wê ya dilkêş, ji fermanê bigrin heya şervantiya wê ya pir hişmend, ji bûyera ku jê re tê gotin jiyana pir watedar û çalakmend re bibe bersiv. Ev têkoşîn di heman demê de şerê hestan e.”
Evîndarê heqîqetê û rêhevalê rast ê jina azad Rêber APO, çawa ku li beramberî hemû têgeh û diyardeyên ku bi destê hêzên desthilatdar pergala zilamsalar li dora civakê hatî raçandin, têkoşîneke mezin dide meşandin, li beramberî zayendparêziya civakî jî ne tenê deriyê têkoşînê bi ser jinê de vekir û şibakeyên baweriyên li ser wê şikand, hemû dîwar û sînorên ku ew dorpêç kiribûn rûxand û di vê wateyê de pêngaveke girîng da destpêkirin. Rêber APO parvekirina xwe bi jinê re di asta eşqa kolektîf pênase dike: “Bi hêrsa ku min ji pêknehatiniya evînê re hîs dikir ez ketim nava îdeaya PKK’ê û şerê gel yê şoreşgerî. Hejmarekî zêde keç-jin ku tevlî xebatên min bûn, ya ku min bi wan re jiya evîna kolektîf bû. Fîkra “bûka axê” di wan deman de her dihate mêjiyê min. Ji ramana bûka min re qet cih tine bû. Ji wan nirxên pîroz, min heya dawî fêrbûm ku jin hebûnekî binirx e. Dibe tişta bi wan re hate jiyandin evîna qezanckirina ji nû û azadiya nasnameya civakî ya welatê wenda û nasnameya wendakirî ya civakî be. Ku ev jî evîna pir nirxdar, mezin û heqîqî dihate hesab. Evînek ku xayîn û durûyên wê jî pir bûn lê vê jî bîranîna Mem û Zînê hem zindî hem jî pêk dianî.”
Rêber APO, ew jina ku hatibû nêçîr kirin, ew zilamê ku bi destên desthilatan bi rêya zayendîtiyê ve hatibû kedîkirin, ji nû ve bi jiyanê re pêwendiya wan çêkir. Jixwe ev jiyan jî di asta herî jorê de evîna azad e. Di serî de jî ji wê zilamtiya sepandî îstîfa kir û qalibên ku wek yekane qada zilamtiyê mabû bi tevahî ruxand: “Min dev ji zilamtiyê berda. Ma çima? Ji ber ku dixwestin min jî bixesînin. Min got ku ez ji zilamtiya xwe îstîfa dikim. Heke wisa nebibûna, ezê jî bibûma Kurdekî derbend û ehmeq. Jina bênasname nabe, jiyana bênasname nabe, egîdî nabe. Ev felsefeya Ehmedê Xanê û Derwêşê Evdî ye. Va, ji bo vê bi hezaran keçên me xwe şewitandin û gihîştin evînê. Zilamê Kurd miriye, di destê dijmin de parçe parçe bûye. Ji ber vê yekê azadiya jinê azadiya Kurdistanê ye. Azadiya Kurdistanê jî azadiya zilamê Kurd e. Min bi stranekê dest bi vê xebatê kir. Dema ku min dest bi van xebatên xwe kir, min got beriya her tiştî divê ev dengê Kurd qut nebe. A duyemîn, min got divê keç wisa bi hêsanî ji dest dernekevin. Va, min piştî vê tevgera azadiya netewî da destpêkirin.”
Rêber APO li wargehên Xwedawendan ku Jinên herî mezin di dîrokê de jê derketine, ango li Mezopotamyayê, li pey wan û paşmayiyên wan meşa azadiyê didomîne û dide diyarkirin ku
“Em tevgera vegera dîrok û evînê ne, li pey nemirinê ne.” di vê serûvena ku ji Amaraya Rihayê destpêkir û îro rûxmî dîwarên Îmraliyê û pêlên Marmarayê jî hevalbendiya xwe bi jina azad, evîna rastîn û bidestxistina wateya jiyanê bêrawest û sekn dewam dike. Bi hezaran keç û xortên evîndar û bi milyonan gelê Kurd wî wek vîna xwe, nasnameya xwe û perestgeha xwe ya herî pîroz dibînin. Jixwe encex evîna xwedawendî dikare evqas mezin bibe û di her dilê ku ji bo xweşikiyê hildipeke, vejîn bibe.
Wek hate diyarkirin herî zêde jî di serdema me de mijara Evîn û Hezkirinê hatiye gemarkirin û însan jî bi wê re dihetike. Lewma jî divê em di serî de hemû perde û maskeyên li ser vê diyardeyê bixin jêrî lêpirsê û bi têgeheke nû naveroka wê ya pîroz ava bikin. Me hewl da bi kurtî be jî eqş û evîna Mirovê azad û pênaseya ku di vê mijarê de datîne holê bigrin dest. Herçendî em di vê lêgera xwe de bi deryayeke berfireh re rû bi rû hatin, û me tenê karî dilopek ji vê evînê bi we re parve bikin, lê bi baweriya me, jixwe ti gotin û pênase jî têra vegotina vê mijarê nake. Bi hêviya ku dilê we her gav bi evîna azadî û têkoşîna ber bi heqîqeta jînê ve tejî be.