Jiyan CÛDÎ
Dema dîroka mirovahiyê ne hate nivîsandin, wê demê heqîqeta dayîka xwezayê hate winda kirin. Wê demê ew evîna gerdunê ya ku hate parçe kirin di navbera me û te de diyarê hestan hate neqiş kirin.
Tarîtî ketibû Rojhilata Navîn, lê tu weke heqîqetekê derketî û te Rojhilata Navîn ronî kir û dilê evîndara xweş kir. Bi ronahiya tîrêjên te re hemû zindî ketin ser rêka felsefeya te û meşa azadiyê dikirin. Ez jî, yek ji wan zindiyan im ku bûme evîndarê azadiya te.
Rêberê min, ez nizanim ez ê çawa van hestên xwe yên vê rojê bi we re par bikim. Dema ku Şêx Seîd hate darvekirin, ji me gelê Kurd re gotin hun nikarin wek hemû mirovahiyê jiyan bikin. Lê dema bi ronahiya Te re Kurdan xwe ji nû ve ava kir û dîroka xwe nas kir, wê demê her desthilatdarekî ev evîna Te ya bi gerdûnê re dîtin û xwestin vê evîna Te tine bikin. Lê di salên 1999’an de bêbextî li Te kirin û Te revandin birin Tirkiyê. Wê demê xwestin evîna Te wek evîna Şêx Seîd di dilê Te de bihêlin. Lê, dema ku her pêş dihatin, agir li dora Te dîtin, tirsiyan xwe nêzi Te bikin û bi hezaran Mûmîn li dora te dîtin. Ji lewra wateya evîna te ya bi jiyanê fam kirin û her xwestin li ser te de werin. Yek ji wan kevokên gerîla bi agirê canê xwe bersiva wan dan û gotin ku “kes nikare Roja me tarî bike” yê ku dsetên xwe dirêjî Roja me bike em ê destên wan bişkînin.
Rêberê Min; ez dixwazim di derketina vê biharê de weke kevokekê bifirim û berê xwe bidim Îmraliyê û Te himêz bikim. Tenê bila ji bo carekê mabe jî, ez serê xwe deynim ser singa te û di kûr de henaseyekê azad bikişînim. Bila wê demê deqeya jiyana min dawî bi hata. Her roja ku ez xwe li himberî felsefeya Te radigrim dest û heqîqeta heyî dimeyzînim û ji xwe re dibêjim, ger ji bo min jiyanek hebe, yê li serê van çiyayên azad be û di himêza dayîka xwezayê de be.
Rêberê Min; ez bawer dikim di vê salê de em ê bi azadiya Te re, azadiya hemû mirovahiyê bînin. Li çiyayên Kurdistanê her dem çavên me li rêya Te ye.
Rêberê Min; ez di wê baweriyê de me ku em ê li ser surên Amedê hevdû bibînin û xweşikbûna çiyayê Cûdî her dem çavên wê li rêya Te ne ku heqîqeta Te jî weke heqîqeta H.Z İbrahîm ser sefînê were pênasekirin. Em ê bi heqîqeta gerdûnê vê roja reş rakin û ronahiya Te wê ronî bikim.
Evîna ocalan
Rastiya min di nav çar dîwaran de
Hatiye veşartin
Lê ez mirovekî berdewamkirina
Jiyana Şêx Seîd û evîna
Mem û Zîna me
Ji bo ku ez evîna wan mezin bikim
Û bi gelê Kurd re jiyan bikim
Lêgerîna mirovahiyê di nava parêznameyên min de ye
Ji bo lêgerîna azadiyê bi ronahiya
Wan bûne temam bikin
Lê ez mirova didim ava kirin
Ji bo ku ez ava bikim ku
Berdewamî li jiyana xwezayî bînim
Pêwîst dike ku ez zihniyeta
Civaka heyî biguherînim
Silav û rêzên şoreşgerî