12 adarê Dev-Gencê pêşwazî kir û hemû rêberên qehreman şehîd ketibûn. Dilê me dişewitiya, lê ez hîna nebibûm milîtanê wan. Lê mirata ku hiştibûn girîng bû.
Bi şixûlîna 15 roj li ser wan, ez derbasî refa duyemîn a siyasalê bûm. Min ew serkeftin nîşan da.
Min wilfa xwe ya komê hîna baş eşkere nekiribû. Lê gav avêtina komeke nû ku serbixwe digihişt hebû. Ev di dawiya 1972 û destpêka 1973’an de şidyabû. Ez xwe didim ponijîn. Min dixwast ez hevalên weke Fuat (Ali Haydar Kaytan), Hakî Karer, Kemal Pîr û Cemîl Bayik bibînim. Ev di wê demê de hevalên min ên nêz bûn…
Min ev hevalên xwe hîna baş negirtine wergiriya komê, me li ser komê zêde nekiriye.
Wê demê li Enqerê hemû şertan ji min re ev digotin: “divê ku tu ji vê şoreşê re germ bî, ezmûneyên ku te jiyîne dikarin te bi rê ve bibin. Bi kêmanî di nava sempatîzanên çîna sêyemîn de misoger tu dikarî rolekî bilêyîzî.” Di encam de ez bilez û bi dirûstî tevlî dibim.
Di serdema faşîzma 12 adarê de, bi tevahî dewletê xwastiye min bi tawaneke giran pêşwazî bike, lê bi ser nexistibû. Belkî wê demê di kesayeta Bakî Tug de bi xebatên min hesiyabû, lê nedikarî tiştekî bike. Çalaktiya min hetanî cihekî hatibû. Serhildana dewletê di vê derê de dest pê dikir. Milîtanên rêza yekem çûne, yên mane pasîfîze hatine kirin, valatî derketiye û em dikevine nav. Dema ku dewlet bi yên ser re mijûl dibe, zêde me xeternak nabîne û ez jî vê pêvajoyê dinirxînim.
Hevalên min hîna ne di wê ferxê de ne ku emê bibin kom. Lê asta di hundirê wê bi xwe de her ku diçû digihişt û dema em nêzî 1973’an bûn, min nîqaşa xwe ya mêtîngeriyê pêş xist.
Rêka ku em diketin nav êdî misoger dibû. Bi qandî hemû pêşdîtinên gav avêtina bervî Kurdistanê ve, di kesayet de jî gavên me yên ji xwe bawer hebûn. Tê bîra min me du-sê derî baş digirtin û min di guhê hevalekî xwe de jê re digot “Kurdistan mêtingeriye ye”. İhtiyateke mezin bû, lê di nava xwe de wêrekiyeke mezin veşartibû. Gelekan piştre dema ev gotin bihîstin gotin “jixwe me zû ve digot”. Derew e. Ev peyv cara yekem me di guhan de bi cih kir. Û gav bi gav gihişt. Li dora vê tezê me pêwîstiya kombûnê derxiste holê.
Di vê derê de bîst saliya min tê bîra min. Bi navê şer tu tişt li holê nîne. Rewşeke min a ku ez du gotinên mafdar bikim nîne. Û bêguman giyana min dîsa li pêşiya min senaryo sererast dikirin. Dema ku min xwe disparte quntara çiyayekî min bi xwe ji xwe re wisa digot, “gelo dema leşker were, tu dikarî xwe bispêrî vir?” Ez wê demê weke kêvroşkan bûm. Ji ber ku tiştek nîne. Bêyî ku tiştek hebe dema leşker werin mirov dikare li ber xwe bide? Lê ez di hişê xwe re derbas dikim, gelo ma tu dikarî şerekî welat bidî? Di nav rez û zewiyan de digeriyam. Bêguman dîsa vê yekê dihişt ku dilê me weke yê kevroşkan lê bide. Di van cihan de tu dikarî şerekî çawa bidî? Lê ez pê difikiriyam û hîna di bîra min de ye: min digot “tu nikarî bi tena serê xwe bidî”. Ew tenêbûna mezin di min de çi diafirand? Giyana mezin a rêxistinê… giyana mezin a rêxistinkirinê çawa di min de pêş ket? Li hember ew zorî û tenebûnên mezin derket.
Pirsên ku min di van salan de dikirin, hîna di min de bersivên xwe nedîtine. Şer bi pirsîna van pirsan re dest pê dike. Ji bo welat û gel ez li ser gelek tiştan diramiyam. Ew tişt hemû weke ku di dilê min de were nexşkirin wergeriya zanebûna rêxistinê. Ji ber ku tu bi tena serê xwe nikarî tu tiştî bikî, ji bo tu bikaribî bikî divê tu bi mirovan re bibî yek. Vaye, pîvana min a mezin.
Min xeteriya çekan dît.
Min çewisandinêriya mezin a çekê dît.
Min afirandina bêviyaniya çekê dît.
Û min bêeman xwe da ev tekoşîna mezin. Hîna jî wisa me.
Afirandina mirovê têkoşînêr, di dilê min de hîna azweriye.
Ez dê bibêjim, “werin em bibin kom”, weke di zaroktiya destpêkê de “werin em bilêyîzin…”. bi zimanekî herî hînker ez dê bangî dost û dijminan bikim, ezê ramanên rast vebêjim. Heke ev hemû bes nekin ezê rêxistinê saz bikim, ji bo ku ez rêxistinê bidim şer kirin jî, çi pêwîst be ezê bikim. Ezê têkçûyînê nepejirînim, di her têkçûyînê de ezê sedemeke gavavêtinê bibînim. Û ezê van hemûyan bibim şer, di şer de ezê kêmaniyê qebûl nekim. Di şer de ezê taktîk bigihînim radeya herî jor. Di şer de ezê qiyameta sor rakim. Hetanî ku derê? Hetanî ku jiyana azad bi dest bixim. Li dijî me şerê taybet hebûye, cîhan hebûye, di xema min de nîne.
Kesekî ku wisa li hember şer û dijwariyê xwedî tirs be, gotina wî ya weke, “cîhan hemû li aliyekî, ez li aliyekî” divê mirov çawa pêşwazî bike?
Ew çûyîna me ya bendava Çubûkê bi rastî Newroz bû? Ez bawerim an Nîsan an jî adar bû. Di vê derê de cara yekem ez ji ragihandina yekane derbasî ragihandina komî bûm û kombûyîn eşkere hate diyarkirin. Ji beriya vê ev heval bi tenê bûn. Ez ji wan re bi naverokeke baş mêtîngeriyê vedibêjim. Pêwîstiya bi dest girtina Kurdistanê ya weke welat, li gor vê guncawiya ramana rizgariya netewî û her wiha pêwîstiya teşebûna komê ya li ser vê bingehê… ev hemû eşkere bûn û ez bawerim peyam ev bû.
“Kurdistan mêtingerî ye”.
Ev peyv, di destpêkê de çeka min a yekem bû. Weke din tu çeka me tunebû.
Rêxistin evqas e.
“Kurdistan mêtingerî ye”,”divê di rastiya rizgariya netewî de em bibin kom…”
Weke din tu tiştek nîne. Sê peyv in.
Waneya dijwar a ku min ji zîndana mamakê derxistiye, careke din neketina hundir û bênavber çûyîna rêxistinê ye. Em bi dewletê re diçin hesabgirtinê. Îro jî em bi dewletê re diçin hesabgirtinê, şerekî herî germ heye, şerê taybet heye. Lê yên niha ji aliyê partiyê ve tên perwerdekirin, tên beralîkirin. Wê demê partî tenê ez im, derveyî min tu endamê rêxistinê nîne. Divê ez destpêkê xwe bidim bawerkirin, piştre ezê derûdorê pê bidim bawerkirin, ezê çend hevalan (heke ez bikaribim bibînim) bibînim û vebêjim.
Pirsgirêkeke mezin e.
Bi mehan ez digerim, zilamekî ku ez jê re peyvekê vebêjim nabînim. Ez bi findê digerim, bi neynûkê dikolim. Ez dê kesekî dîtir ji kur bibînim? Heke ez bi şîrinayî bixwazim vebêjim, zilam zêde ji gotinê fêm nake. Dibêje, “na, derkeve çiyê”. Ez jî dibêjim encax bi hev re dibe. Tu tiştekî nabêjin. Hêza wan nîne, bingehê çîna wan ji xwe dest nade. Astên ku ji nîv-feodalan tên gelekî hevkariyê dijîn. Şoreşgeriya wan bi guman e. Yên ku hatine bi beşeke mezin di çanda komarê re derbas bûne, hetanî her dera xwe hevkarî jiyan e yan jî kesên xwedî azweriyên bûrjuvaziya biçuk bûn.
Rexmî vê yekê ezmûneya komê heye. Mîrat an jî bandora Dev-Gencê… Di bindeh de zêde xwedî mîrat jî nîne. Mîrata wan bûye dûkel, agir yanî tu tiştekî ku mirov zêde jê werbigre nemaye. Divê tu bi xwe biafirînî. Weke ku min gotiye, bi vê bandoriyê û baş bi karanîna valatiyê ve min xwe da vê xetê.
Ji kesên ku min dixwast ez wan bi rêxistin bikim cewaziya min diyar bû. Li dij darezînên nirx a bûrjuva, min xwast ez xwe li dor hindek rêgezan biparêzim. Li ser bingehê dahûrînê ketim nava darezînên nirxan. Darezînên nirxên olî pir cewaz û bi teşeyeke bi nakok be jî min derbasî qonaxeke şoreşgerî kir. Min di xwe de ew wêrekî dît. Li gor min amadekariyên min hebûn. Bi taybet di mijara darezîna nirxên bûrjuva de li ser bingehê ku şoreşgerên wê demê nêzîk dibûn, raberkirina heman nêzîkatiyê min gelekî xwe amade û bi rêxistin kiribû. Tiştên ku olê jî bikaribiya bida min, min girtibûn û tiştên mayî min pêwîstî pê nedidît. Min dixwast ez êdî vê yekê li ser bingehê jiyaneke nû têperînim. Ev dihat wateya serhildan û rêgirtina ji bo jiyaneke nû. Min çi dixwend, bi teşeyê ku ev yek ji me re pêwîst e min di cihekî de kom dikir. Ên ne pêwîst min vediqetand. Ev hemû piştre ji salên 1970’an bi şûn ve bûn xeta îdeolojîk a PKK ê. Bêguman wê demê tenê çend giştîname ne. Êdî her ku berbi roja me ve were dê jiyanî be.
Ji wê bi şûn ve di 1973-’74-‘75’an de ezmûneya ADYOD ê (komeleya xwendina bilind demokratîk a Enqereyê) heye. Ezmûneyeke ku bi tevahî di bin berpirsyariya min de pêş ketiye. Dîsa di vê serdemê de bingehên Dev-Solê (çepgiriya şoreşger) jî tê avêtin û di her du yan de jî misoger para min heye. Ji ber ku, rêbertiya kombûyîna ciwanên şoreşger ên xwendevan ez dikim. Hindek kesên ji Dev-Yolê (riya şoreşger) astengî derdixistin. Dîsa hindekan jî bi navê THKO (artêşa rizgariya gelê Tirkiyê) yê. Mînak, Mustafa Yildirimtûrk hebû, bi wî re têkîliyên min çêbûn. Em him li hev dihatin him jî di navbera me de nakokî hebûn. Dev-Yolî ji bo min têpêrînin astengî derdixistin. Lê kontrol di destên min de bû. Hetanî 1976’an wêneranî di destên min de ye. Ji destpêka 1972’an hetanî 1976’an li Tirkiyê min pêşengtiya kombûna ciwanên şoreşger ên xwendina mezin kir. Di vê wateyê de serdema min a rêbertiya çalak, ji destpêka 1972’an bi vir ve ye. Ji wê rojê hetanî roja îro bêyî ku ji lez û tempoya xwe tiştekî wenda bike hîna jî didome.
Kombûn di serdema destpêkê de li Enqerê di bin navê ciwanên xwendevaniya bilind de meşandin, me ev yek weke taktîkeke guncawtir dît. Min zêde eleqeyê raberî DDKDê nekir, heta min xwast ez wan tecrîd bikim. Ev aliyê kar ê fizîkî ne, di vê derê de puxte (cewher) gelekî girîng e. Weke ku min gotiye, viyan û giyana wê demê, sazbûna wê komê piştre beşdarbûna jinan (kesire yıldırım-fatma) a wê komê û nakokiyên me yên dest pê kirin… wisa him dendikeke netewî him dendikeke partî. Heyvan (meyan) û dendik li ser vê bingehê ye.
Di pêvajoya komê de heyvaneke wisa hebû. Min ev yek weke şidyaneke beriya baranê li asîmanan kelîna ewran, ketina dilopên yekem û weke barîna baraneke mucizevî dît. Min beramberkirineke wisa kir. Heke bal were kişandin, ax jixwe gelekî ziwa ne, qelişiyane. Di wateya hêviyê de, di wateya raman de bi tevahî wisa ye. Lê kombûna me di wê wateyê de ye ku, em ji bo ev axên qelişî û ev hawirdora ku tê de piçê hêviyê nemaye bibin ewrekî wisa û weke dilopên destpêkê li nav bireşin.
Lewra vê hawirdorê ji her alî ve rev disepand, bêyî peywendî bûn.
Karê dîna ye.
Pêvajoyeke wisa bû ku qet hêviya jiyanê nemabû û pîvanên olîgarşiyê misoger serdest bûn.
Divê di vê derê de hun min fêm bikin. Ji kişandina hevalan a nava pratîka kombûnê divê hestên min, ramanên min, hewlên gelekî baş werin fêmkirin. Ji ber ku gelekî girîng e. Belkî pêşveçûyînên paş bi biryarbûneke hişk werin meşandin, lê ewraniya wê demê û barîna ji rûyê erdê re wisa hêsan nebû.
Hindekî peyxemberiyane û mucîzevî bû.
Her tişt xayîn e, her tişt tarî tarî li rastiya xwe dinêre. Ji her tiştî bêhna bêhêviyêtiyê tê. Her tişt ne li gor me ye. Wê demê dema min ev yek di rewşa hevalên xwe de dît, min ax û wax dikişandin. Divê hindekî mirov nêzî fêmkirina wan rojan bibe. Dibêjin dîroka Kurdistanê, dibêjin dîroka azadiyê lê ma wê demê tiştekî weke dîrokê hebû? Bihêlin dîrokê, ma gel bi xwe hebû? Gelekî ku bibû dijmin. Gelekî ku ji xwe pêvetir bibû yên kesên dîtir. Hewlên min hindekî jî, ji bo rizgarkirina gelê di rewşa lenetê de bû. Serlêdana min, rexmî ku wan wê demê dixwastin di nava wê kirêtiyê de avjêniyê bikin, hewla min, serlêdana min kişandina qewmê musa ya ji çiyayê tur sîna bû. Erê ya me jî wisa çêbû. Hetanî ku me kişand çiyayê cudî me ji deh çeman av berhevkir.
Dema em ketin bihara 1974’an, rêbertiya min a di ADYODê de her ku diçû ez navdar dikirim. Gavavêtineke rêberiyane, lê weke ya Tirkiyeyî. Stenbolê jî bi bandor dike. Misoger polîs pê nahese ku ez bi navê Kurdiniyê yan jî Tirkiniyê dilêyîzim, an jî ez di ku dera Dev-Gencê (ciwanên şoreşger) de me. Yan jî lêyîstin û nelêyîstina min ji DDKOyê (ocaxên çanda rojhilat a şoreşger) re napeyitîne. Di vê derê de şaşkirina min mijara gotinê ye û ev yek pêk tê.
Di vê demê de dewletê çawa dixwast dest biavêje min? Şovenîzma civakî sepandineke dewletê bû. Ku ya di çepgiriyê de serdest jî şovenîzma civakê bû. Ez li hember wê şiyar bûm. Ev jî dibe TKP (partiya komunîst a Tirkiyê) ya mistefa kemal, yanî çepgiriya kemalîst. Jixwe piştî ku rêberên wan hatin qetilkirin bi şûn ve, yên din belkî jî rasterast ketin bin bandora dewletê. Bi taybet Dev-yol (riya şoreşger). Ev nêzîkatiya giyaneke têkçûyî ye. Dev-Yolgerî ev e. Gavavêtina min piştre 1976 ‘an de dê Dev-Yolê bixwastiba pêşî bigre. Him jî bi lêyîstokên erzan ve. Weke milekî pêşengê bûrjuvaziyê, dê xwastibana vê gavavêtinê bi min nedin kirin.
Dema min xeta PKK’ê (Partiya Karkerên Kurdistan) pêşdixist, konferansa min a ku min di 1974’an de da her kesî ji dil û can guhdarî dikir. Pirsgirêkeke şêwaz û riştmendiyê bû. Yanî wê demê min bi du peyvan kar dikir: “Kurdistan mêtingeriye”. Dîsa rewşeke min a ku ez zêde rastiya formûle bikim jî tunebû. Lê li gor asta civatê jî, min xwe awarte dikir. Min wisa pêşkeş dikir.
Tevlîbûna Kemal Pîr.!
Nîv demjimêrê ez guhdar kiribûm ku, wê demê danasînên ku min zêde di destên xwe de eşkere kiribûn nebûn. Mijar bi riştmendî û ji diliyê ve têkîldar bû. Mijar weke hevnasîn ji berê de jî nebû. Min nîv demjimêrê dît, hemû ewqas bû. Şêwaza PKKê ev e, şêwaza serokayetî û şêwaza me ya rêveberiyê ev e. Her kesê ku ji dil ve bi me re bû, hemûyan ev yek nîşan dan. Kêmaniyan li aliyekî bihêlin, hemû ji dil û can bi hev re girêdayî bûn. Rastî ev e.
Di van salan de min bavê xwe dît.
Li hemberî min têkçûyîn pejirandibû. 1970’an de dengvedana min li xweşiya wî çûbû. Di radyoyê de anonsên yekem wê demê çêbûn. Hîna di bîra min de ye, ez hatim min li ber derî ew dît. Hemû him bişayiş bûn, him jî şanaz bûn. Digotin, “navê te derketiye, her kesî bihîstiye baldar be.” Li gel şanaziyê, ez bawerim baweriya wî jî hebû. Gihiştibû feraseta “fetihkirinê”. Ev gotina ha jî dikir: “tu bi tenêyî. Yên van komînîstan jî Ecevîtê wan heye. Lê yên ku bi Kurdewariyê re mijûl dibin, tu kesî wan nîne. Baldar be.” Bîranîneke baş e. Bi kurtasî ji wê bi şûn ve em bi bavo re li hev hatin. Misoger ji aliyê min bû û gelekî bawer bû. Di navbeyna ketina civaka bûrjuvazî û derketina ji Enqereyê de 15 sal hebûn. Weke ku bi civaka gund re nebûye yek, bi civaka bajar jî nebûye yek, piştre em dê ji Enqereyê derketineke baş bikin. Ji bûrjuvaziyê fêrî gelek tiştan bûn. Em fêrî tekoşînê bûn. Em gelek çekên tekoşînê bi dest dixin.
Ez di ciwanmêriya xwe ya van salan de, berovajiyê her kesî ez bi girêkureke mezin re rû bi rû me. Ji bo min her tişt di tariyê de ye û di hawirdoreke xayin de, her tişt bi niyetên xayînî ve hatine dorpêçkirin. Li Enqereyê çar aliyên min bi kesên ku min bigrin re pêçayî bû. Hêjar û jixwe bi tenê bûm, zêde tiştekî ku hêza min nîşan bide nîne. MÎT (rêxistina îstixbara Tirkiyê) jî dema ku di wê serdemê de min dinirxîne ku wê demê li ser maseyan ez peroşmend xeber didim, laqirdiyan dikim. Wan jî gotiye, “li ser masê zimandirêjiye dike”,”hele bila here Kurdistanê”. MÎT piştre bi xwe li xwe mukir hat û got, “me sivik girt, biçuk dît, dema mar bostek bû leşkerekî me dikarî bi potînên xwe ew biperçiqanda”, “me biçuk dît û niha çi hate serê me”. Li ser rewşa min bihizirin di sîleyekê de dikaribûn min bifetisînin. Çima ez nehatim fetisandin? Gavavêtina ku dewletê jî bawer nedikir min çawa çêkir? Gelek kesên ku nikarin hawirdora xwe fêm bikin û binirxînin, min di bin desthilatiya dewletê de çawa gav avêtiye. Hema her tişt biguman bû, her tişt weke mar li lêdana we re li hember we bû. Me wisa dest bi partîbûnê kir. Heke ev were piştçavkirin misoger PKK nayê fêmkirin.
Divê were fêmkirin, ji ber ku ev çîroka jiyana hemû kesî ye. Yê ku fêr nebe, nabe milîtanekî hêzdar. Fêmbûna min, bi dîroka partiyê re gelekî têkîldar e.
Di ciwanmêriya xwe de, weke ku min gotiye, dema ji bo derketin li keçan bigerin, min got karesat bi ser min de tê û min xwast ez xwe biparêzim. Piştî wê dema ez bixwe derketim lêgera keçan, min rû bi rû mayîna xwe ya bi cinawiran re dît. Keçên bûrjuva hebûn, gelek jî ji wan heyranê me bûn. Dema em di siyasalê de bûn, gelek jî keçên bûrokratan û serbazan bûn. Ez bawerim gelekî jî ez li xweşiya wan diçûm. Ji ber ku, wê demê min rêbertiya xwendevanan dikir. Piştgiriya min dikirin. Lê, nêzî wan bûyîn ji bo min mesele bû û baş bûye ku min xwe nexapandiye. Xwe xapandina min a wê demê, dikarîbû dîrokekê berovajî û serberjêr bike.
Ciwanekî ji Amedê hebû. Ez bawerim kurê miftiyê lîcê û navê wî jî farûk bû. Hîna bi bîra min de ye, kete nava hewayeke dildariyê. Zilam piştre kêrek girte destên xwe. Kete dûv keçeke edeneyî, hemû siyasal tevlîhev kir, her kes rabû ser serê me. Ji ber ku, hevalê wî ez bûm. hêza xwe ya manevî hindekî ji min digirt. Yekî wisa bû ku ji dudiyan yek dikete dildariyê. Hetanî ku em ji wê rezaletê rizgar bûn, ez ketim bin erdê. Bihizirin, heke wisa yekî rewşenbîr, kurê miftî kete wê rewşê, dê kesayetên din çawa tevbigerin? Ku, wê demê hindek keçên ku li xweşiya min diçûn hebûn. Hîna di bîra min de ye, yek hebû, navê wê jî min qet nepirsî. “tu çawayî, tu çiqas xweşik î…?” tu caran min ev yek nepirsî û niha jî ez nikarim bipirsim. Ev pirsgirêkeke şêwazê bû. Ji ber ku wê demê ez wisa bibêjim, ez dizanim ku ez dê wenda bikim.
Ev şêwazek e.
Piştre me dest bi ketina nav îdeolojiyê kir. Me çawa siyaset û sosyalîzm lêkolîn kir? Bi riştmendiyeke mezin me pirtûk li hev qulibandin. Weke pirsgirêka netewî bi nav dikirin. Me mêzand tê de tenê çend peyvok hene, lê di nav de yek peyva Kurdan jî derbas nabe. Heye tuneye çend peyvok in. Derveyî vê li holê tu tişt nîne. Meseleya Kurdan çi ye? Bi serê xwe bireve hundirê pirtukxaneyan, nîqaşan guhdar bike, bihizire, birame… Di dawiyê de bi zehmetî me teoriya îro derxiste holê. Bêguman teorî çekeke mezin e. Piştî ku teorî û hêza raman hate afirandin, me kom bi kom mirov li dora xwe komkirin. Sazbûyîna PKKê wisa ye. Heke me teorî neda jiyandin, me nedikarî em du mirovan jî li hev kom bikin. Ez dizanim ku min ev yek bi serê derziyê kola, ji pirtûkxaneyan, ji jiyanê, ji vir ji wir bi westîneke mezin derxiste holê.
Ev hemû jî, di bin fermana mirin û tunekirinê ya rejîmî de pêk hatin.
Bi Kemal Pîr û Hakî re em ketin yekitiyê. Ew heval bûn ku, bi rastî li dij şovenîzma-civakî pêşentiya tekoşînê dikirin. Ji bo Hakî û kemal digotin, “ev bûne Apoyî”. Van rizgargerên gel, Dev-yolgeran weke ku li wan xiyanet hatibe kirin, li van hevalan dinêrtin. Lê bi wan re jî gelekî em xwedî tekoşînbûn û ez bawerim em hindekî xistin hevsengê. Ew li paş, di komelgeriyê de man. Her ku çûn ji şoreşgeriyê jî dûr ketin. İhtilalgerî me ji destên wan xelas kir.
Bi vê teşeyê cudabûneke xetê çêbû. Ev yek dihate wateya têkçûyîna çepgiriya dewletê jî. Çawa ku, 1920’an de mistafa suphî wan hatin pelixandin û TKP (partiya komûnîsta Tirkiyê) ya sextê damgeya xwe li Enqerê xist, dîsa wisa çêbibû û koma Mahîr wan jî hatibû îmhakirin. Dîsa koma THKO, koma kaypakkaya jî wisa bû. Bi vê yekê re dorpêçkirina mîrata şoreşgeriyê heye. Em jî li dij vê dorpêçê şer didin meşandin, ev şerê parastina mîrata şoreşgeriyê ye. Derketina me jixwe derketina xwedî lê derketina mîrata şoreşgeriyê ye.
Rêber Apo
Dahurandina “Ziman û Çalakiya Rastiyê”
Ê Berdewambike