Estetîk lêgera li xueşikbûyînê û jiyan kirina wêye
Komîneya Ş. Nûda
Estetîk ji demê avabuyîna mirov û heya roja meyî îroj, li ser awayê meyzandina jiyanê û şêweyê avakirina wê rawestiyaye. Lêgerîna jiyana xweşik bi destpêka çalakiya bûyîna mirov re heya niha dewam kiriye. Divê wetayê de lêgerîna jiyana xweşik û bi weta bi qasî dîrokê xwedî koke. Estetîk bi xwe tê wetaya li ya xweşik gerandin û dîtîne.
Estetîk wetaya jiyanê ye, wetaya jiyanê jî mirove. Jiyana ku li derdora jinê hatiye hunandin çalakiya herî pîroz bûye di dîroka mirovatiyê de. Jin di weraê biyolojî de û di warê nasnameya civakî de jî, li beremberî jiyanê himêz kere. Yanî di azadîkirin û xweşikkirina jiyanê de ya ku herî zêde nirxan pêşdixe jine. Estetîk eksena jine. Ji demên civaka xwezayî heya roja meyî îroj ya ku herdem estetîk pêşxistiye jin buye. Mirov çawa weta bide xwe, di jiyanê de jî li ser wê binghê rê digre. Mirov çiqas weta bide jiyanê, ew qas jî jiyan bi weta û bi estetîk dibe.
Estetîk xwşikbuyîna hizr û ruhe. Jibo jiyan kirina vê xweşikbuyîn ê di destpêkê de pêwîst dike qutbûyîn ji pergala desthilatdar û hişmendiya zilam were çêkirin. Ger ku ev qutbûyîn neyê jiyan kirin, tu nirxeke bi estetîk wê neyê avakirin. Estetîk di wetayekê de jî bûyîna xwedî axlaqe. Ji xwe estetîk bi xwejî di heman demêde exlaqe, çande. Ji ber vê sedemê hizirandin û hest û tevgera mirov dide diyar kirin. Di heman demê de dewlemendiya dil û xweşikbûyîna wêye. Ger ku xweşikbûyîna dil nebe, xweşikbûyîna ruh û ya hizirandinê jî nabe. Ger ku hizirandineke rast û baş nebe, xweşikbûyîn, xweşikbûyîn nebe jî ramanên baş û rast jî pêş nakeve. Evana nirxên ku yek yê din bi hevre dide yek kirin.
Estetîk di heman demê de xweşikbûyîna ziman û helweste. Bi dawerivandina ji hişmendî, çand û zimanê baviksalar, wê di mirov de pîvanên estetîkê pêş bikeve û bi kok bive. Ev pêşketin wê ji jiyana mirov re weta bide barkirin. Ev yek jî ji raman heya nêzîkatî, ji zimanê beden heya hêza îfadekirinê wê bive avabûyîneke bi armanc û bi weta. Zanabûyîna estetîk tê wê wetaya xweşikbûyîn û ahangî di hemû qadên jiyanê de. Estetîk nirxeke ku ahengî û aramî ava dike û dide avakirin. Estetîk di mirov de, di jiyanê de herî zêde ji ahengbûyînê û dengebûyînê re rê vedike. Dengebûyîna jiyanê, mirov dixe hewla pêşxistina têgihiştina dengeya mirov.
Estetîk di bingehde jiber ku bi huner re di nava girêdaneke bi hêz re ye, rê li pêşiya têgihiştin û avakirina tevayî xweşikbûyînên jiyanê vedike. Huner reng dide hestên mirova. Kûrbûyîna hestan û xweşikbuyîna wan meyzandina meyî ji jiyanê re jî dide diyar kirin. Xweşik kirina hestan di xweşik kirina ramanan re derbas dibe. Ji lewma huner di destpêkê de xîtabî giyana mirov, hizra mirov û hestên mirov dike, û reng dide wan. Di qada hunerê de bi pêşxistineke hevpar re bi pîvanên estetîkê re asta çandî dide diyar kirin. Di warê çand de, çendî mirov bive xwedî zanebûyîneke bi hêz, pîvanên mirov yê estetîkê jî ew çend bi hêz pêş dikeve. Bi qasî pêşketina çanda azad, hewildanên xweşikbûyînê jî ji pêşketinên bi hêzre ewê rê veke.
Estetîk di heman demê de xwe gihiştina zanabûna azadiyê ye. Weke tevgera azadiya jin, estetîk rêgezeke esasî di nav her pênc rêgezên bîrdoziya xilasiya jin de cî digre. Rêgeza yekemîn welatparêzî, di wetaya xwedî derketin li cewher û nasnameya xwe. Ev jî tê wetaya di esasê azadiyê de ji civaka xwe û axa xwere nêzîkbûyîne. Di heman demê de tê wetaya berpirsiyartiyê. Zanebûna vê ger di mirov de ava nebe, zanebûna estetîkê jî di mirov de pêş nakeve. Zanebûna estetîkê bi xwere pêşketina zanebuna azad û îradeyê jî tîne. Her kû zanebûna cewherî pêş bikeve, di hizir û giyan de jî estetîk ava dibe. Jiyan jî li ser vê hîmê ji nûvde ewê were înşa kirin. Zanebûna cewherî herî zêde rê li pêşiya pêşketina hêza estetîkê vedike. Mirov gereke berî her tiştî li hemberî tevayî astengiyên ku jiyaneke bê estetîk, yanî bê azadî ferz dike tekoşîn bike, û xwedî helwest be. Mirov çiqas li hemberî pergala desthilatdar xwedî helwest be, di mirov de, di civak de şînbûyîna zanebûna azadiyê dest pê dike. Rêxistinbûyîn ku ew jî rêgeza siyemîne, jibo jiyaneke bi estetîk weke nêzîkatiyeke bingehîne. Kesayeteke rêxistinkirî, civakeke rêxistinkirî di pîvanên jiyanê de tê wetaya gihiştina zanebûyînekê, çandekê û estetîkê. Pergala dewletparêz- şaristanî di kesayetiya jin de civak bê rêxistin hiştiye. Jin û civaka ku bê rêxistinbûyîn hatiye hiştin bi bê îrade kirina wan xwestine ku teslîm bigrin. Di vê wetayê de hizra wê, riha wê, û tevgera wê kirine yê hineke din. Ev ji derve bûyîn herî zêde jin û di kesayetiya wê de jî civak mahkumê jiyaneke bê estetîk kirine. Di vê wetayê de rêxistinbûyîn bi qasî jibo jinê, jibo civakê jî tê wetaya qezenc kirina zanebûyîna cewherî û îrade. Ev jî di bingeha rêgezên azadiyê de tê wetaya sekneke bi hêz û xweşike. Rêgeza çaremîn jî tekoşîn kirin herî zêde jibo jibo zanebûyîna estetîkê û rêxistinbûyîna wê pêşxistin rêgezeke bingehîne. Nêzîkatiya bingehîn ya zanebûyîna cewherî û îradî li hemberî pergala şaristanî tê wetaya tekoşîneke bi hêz û her dayîm. Di jiyanê de tu tiştek bê tekoşînê nayê qezenc kirin. Jibo nirxên azadiyê jî ev hîn xwedî wetayeke mezin û kure. Jineke xweşin, jineke azad, jibo civakeke xweşik û azad pêwîst dike ku di nava tekoşîneke her demî debe. Nêzîkatiya mirov ya ji xwere nêzîkatiya wan ya jiyanê jî dide diyar kirin. Nêzîkatiya mirov ya bi hêz ji xwer bi zanebûyîneke rast, bi hizirandineke xweşik re pêş dikeve. Bi qasî ku jiyan jêre weta bide bar kirin xweşik dibe. Jibo weta dîtinê jî, jibo rê ber bi wetayê ve girtin jî pêwîste mirov bi zanibe em li çi û jibo çi digerin. Kîjan nirx ewê me bighêjîne jiyaneke rast û xweşik, ah ji vêre etîk û estetîk dibe bersiv.