Êşên Fermanê Vegeriya Berxwedanê

0Shares

3’ê Tebaxa 2014… roja ferman û qirkirinê… lê ji hemuyan zêdetir jî roja îxanetê…  Di dîroka me de hîn roj hene ku kurte dîroka Kurd û Kurdistanê pir bi awayekî zelal radixîne ber çavên mirovahiyê. Û ev roj in ku di tevahiya welêt de dibe lêdana heman dilê tolgir û azadîxwaz…

Belê, di pêvajoyekî ku ji aliyê hêzên kûrevî ve çeteyên DAIŞ’ê hat avakirin û li ser Kurdistanê hat belavkirin de, îxaneta herî mezin jî li ser heman axê hat jiyankirin. Çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê meha 8 a 2014’an de êriş bir ser Şengalê. Di encama vê êrişê de gelek kesên ji civaka me ya Êzidî hatin qetilkirin, dîl hatin girtin. Ji pênç hezar zêdetir jinên Êzidî bi dîlgirtinê ket destê çeteyên DAIŞ’ê. Gelek ji wan hatin rizgarkirin, lê êşek mezin e ku heya niha jî ji gelek jinên Êzidî tu agahî nîne û hin jî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne.

Hin rastî hene ku vegotina wan ji ziman re hêsan e. Piştî vê fermanê ez li wê derê bûm. Dibe ku min kêliyên fermanê nedît. Lê li Şengal’ê mirov gava xwe bavêje kû derê şopên fermanê dibîne. Ji çiyayên xwe bigre heyanî bajarê xwe, gûndên xwe şopên fermanê hin jî li ser bû. 12’ê Suwariyên ku xwe gihandin hewara Şengal’ê, dîsa gelek dayîk û qalên ku di nav rastiya fermanê de jiyabûn qala fermanê dikir. Lê ez bawer nakim ku tu pêyv, hevok bikaribe kêliyên ku di wê rojê de, an jî piştî wê rojê hatiye jiyankirin vebêje. Gelek dayîkên ku behsa fermanê dikirin ji me re digotin ‘me ji bilî tirsê tiştek nedît’. Pênasekirinek giran û ji bo xiyanetkaran vegotina herî mezin a şermkirinê ye.

Ev ferman ne fermanekê ji rêzê ye. Ne tenê qetlîamek e jî. Bi fermana 73’emîn hat xwestin ku dîroka Kurdbûnê ji ser rûyê erdê were jêbirin; ev dîrok, çand û hebûna dîrokî li ser rûyê erdê neyê hiştin. Bi vê armancê jî kûjer û xayînên mirovahiyê herî zêde berê xwe dan jinên ku wateya hilgirtina dîrok û çanda berxwedêriyê dikin. Gelek jinên Şengalî ji bo dîl nekevin destê dijmin, ji bo parastina hebûn, çanda xwe bikin berxwedaniyek mezin dan meşandin. Gelek ji wan çek girtin destê xwe li hemberî dijminên mirovahiyê ku qetilkirina Kurdan ji xwe rawa dibînin şer kirin. Yên hêza wan ê şerkirinê nebû mîna jinên Kelha Dimdimê, Dersîmê û Geliyê Zîlan xwe ji lat û zinarên çiyayê Şengalê avêtin. Lê dîsa jî dest ji rêya berxwedanê neqeriyan.

Ew lat û zinarên çiyayên Şengalê hîn jî qêrîna jinên ku keziyên xwe bi hev re badan û ji bo nekevin destê çeteyan xwe ji zinaran de avêtin, vedida.  Weke Kelha Dimdimê, Dersîmê, Geliyê Zîlan û gelek deverên din ên dibe ku me qet navê wê jî nebihistiye…  Ji ber vê yekê jî divê em tu caran Dersîmê jibîr nekin, Şengalê, êşên Şengalê jibîr nekin… Divê em dengê qêrîna wan jinan tu caran jibîr nekin… Da ku em nehêlin birînên me sar bibin. Divê weke gel birînên me her tim germ be… Da ku em xiyanetê jibîr nekin. Ger em xiyanetê kêliyek jî be jibîr bikin, emê gelek rojên weke 3’ê Tebaxan jiyan bikin… Emê gelek fermanên nû yên li ser welatên xwe, çanda xwe, hebûna xwe bijîn.

Belê, êşên ku di 3’ê meha 8 a 2014’an de li Şengal’ê hat jiyîn, bi hatine fedaiyên Rêber APO vegerî berxwedanen bê hempa û xweseriyê. Bi pêşengtiya gerîlayên azadiya Kurdistanê, bi pêşengtiya rêheval Egîd, Gûlçîn, Dîcle û gelek fermandarên ku heya dawiyê bi berxwedanê jiyanê biwate dikirin êşên 73 fermanan ên tevahî jî bii komkujiyan derbas bûye, vegerî hêza berxwedan û têkoşînê.

Ji lewra îro li çiyayên Şengalê bi berxwedaniya civaka Êzidî ya bi pêşengtiya qehreman hat avakirin rastiyekî ku tu caran li hemberî zilmê û zaliman serî natewîne derket holê. Ev îro dibe îradeya ji pola ya bûyîna hêza xwe ya cewherî. Bi vê hêzê dengê qêrînên wan jinan, îro dibe tîliliyên azadiyê.

Roj Amara

 

Attachment