Erka Demê Şerê Gel Ê Şoreşgerî Ye

0Shares

‘Ger hêza me ya têk birina hemu cîhanê hebe jî emê êriş nekin. Lê ger hemû cîhan bibe yek û êrişî me bike, emê li ber xwe bidin.’

Rêber APO

Weke gel û civak em di nav pêvajoyekî dijwar de dijîn. Dibe ku her kes bêje ji xwe her tim ev şer hebû. Rast e jî. Ev çil salan e em di nav şer de dijîn. Di nav rastiya şer de, li pêy şopa heqîqetê ne û têkoşîna azadiyê dimeşînin. Lê divê were dîtin ku ev pêvajoya heyî ya niha em di nav de dijîn ji her demê zehmettir û dijwartir e.

Binêrin, li çar aliyên Kurdistanê ji aliyê hêzên heremî û kûrevî ve êrişek pir dijwar li ser hemu nirxên me yên netewî û çandî heye. Ango bi giştî mirov dikare bêje ku êrişek mezin ê di dîrokê de nehatiye dîtin li ser hebûna me heye. Mirov dema bi taybetî li vê pêvajoyê binêre dê bibîne ku çiqas polîtîqayên qirêj û kîret li ser Kurdistanê tê meşandin. Lewra ev gotina Rêbertî ya me pê dest bi nivîsandinê kir bi awayekî herî zelal rastiya me ya weke gel em di nav de dijîn pênase dike. Hêzên heremî û kûrevî yên ku bi hev re nakokiyên mezin dijîn dema mijar dibe gelê Kurd û têkoşîna wê ya azadiyê, li hev komdibin û dibin yek. Ev yek herî dawiyê di komcivîna NATO’yê de pir eşkere xuya bû. Lewra weke Kurd ên azad divê êdî em di ferqa hebûna xwe de bin. Êdî divê em bibînin ku ji bilî me tû hêzekî yê me biparêze nîne.

Em ku dema ji dayîk bûn, me her cûrê êrişên faşîzmê bi çavên xwe dît, jiyan kir. Lêdana ku dê û bavên me li ber çavên me ji cerdewanên faşîst ên Tirk xwarinê, hîna jî li ber çavê me ye. Hestiyên nirxên me yên ku ew bîle li ber çavê dijmin dibe tirs û xofekî mezin û ji malbatan re nayê dayîn hêj di bîra me de ye. Gelek ji me êşên mezin ên ku faşîzmê bi me daye jiyankirin, bi çavên xwe dîtiye. Lê rûxmê van ev bêdengiya heyî ya niha tê jiyîn pênaseya çi ye gelo? Heta kengê emê ji êrişên li ser axa me tê pêkanîn re bêjin ‘ser çava’?

Em di nav rastiyekê herî dijwar de dijîn. Ew jî ev e ku çawa li Agirî bi tepisandina berxwedaniya Agirî li ser çiyayên me hat nivîsandin ku ‘Kurdistana xeyalî li vir veşartî ye’; niha jî tê xwestin serhildan û berxwedana PKK’ê ya ji bo tolhildana sedsalan a gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz ji xweliyê xwe vejîn bû, li çiyayên azad carek din bitepisînin û xeyalên azadiyê ya gelê Kurd û Kurdistanê bidawî bikin. Lê Rêber APO jî dema PKK’ê pênase dike dibêje ‘Ez PKK’ê nas dikim bin nakeve’. Tu hêzekî cîhanî nîne ku bikaribe îradeya ji pola ya PKK’ê ku bi felsefe û birdoziya Rêber APO hatiye avakirin û bi biryardarî û girêdanbûna şehîdan xwe avakiriye têk bibe. PKK’ê mafdariya xwe ji heqbûna xwe digre. Ji ber vê jî niha gerîlayên ku li çiyayên azad ber xwe didin bi vê rih û hişmendiya ku tu caran naşkê û têk naçe têkoşînek bê hempa dimeşînin. Ev têkoşîn jî li hemberî tûnebûna ku faşîzm li ser me dide ferzkirin, şerê hebûnê û azadiyê ye.

Niha li çiyayên azad, li axên pîroz ên ku di dîrokê de her tim gelê Kurd pişta xwe daye, gerîlayên azadiya Kurdistanê di nav berxwedanekê mezin de ne. Li dijî dagirkerî, faşîzmê şerê hebûnê dimeşînin. Bi vê berxwedana xwe parastina gelekî, parastina rûmeta gelekî pêk tînin. Lê divê bi taybetî jî di vê pêvajoyê de berxwedana gerîla bi tenê nemine. Gerîla li çiyayên azad berxwe dide û dê her tim jî ber xwe bide. Lê rastiyekê teqez heye ku di vê şerdemê de tişta ku me bibe serkeftina teqez jî Şerê Gelê Şoreşgerî ye. Encax bi pêkanîn û bi cih anîna erkên şerê gel ê şoreşgerî em dikarin bi erka xwe ya dîrokî rabin. Bi vê hişmendî, bîr û baweriyê dê serkeftin teqez bibe ya jin û gelên azadîxwaz.

Sarya Roj

Attachment