• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Êrîşên Dijî Rojnamegeran Ji Tirsa Wa Ye

December 21, 2024
in Nirxandin
A A
Êrîşên Dijî Rojnamegeran Ji Tirsa Wa Ye
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Dewleta Tirk ya dagirker di siyaseta xwe ya înkarê de israr dike û bi salane li hemberî gelê me, gelên herêmê siyaseta qirkirinê dixe meriyetê. Li kûderê wek civak em bibin xwedî hinek derfet û destkeftiyan weke hovan êrîşî wan deran dikin û hewil didin pêşî bigrin û asteng bikin. Em şahîdin ku van 14 salên dawî jî vêcar li hemberî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û destkeftiyên wê êrîşên hovane pêktînin.

Ragihandina azad di eşkere kirin û deşîfre kirina rastiya şer û siyaseta qirker de rolekî sereke lîst û dileyîze ku dewleta dagirker û rayedarên wê ewqasî acîz û bêçare dimînin ku rojnamegeran dikin hedef. Heya niha gelek rojnamegerên ragihandina azad hatine hedef girtin, bi giranî bi reya suîkastan. Herî dawî jî rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan rastî êrîşekî hovane ya dewleta Tirk a dagirker hatin û şehîd bûn. Li çar aliyê cîhanê hedef girtina rojnamegeran wek suçekî herî giran yê suçê şer tê hesibandin û wek gavên dermirovî tê qebûl kirin. Dewleta herî zêde rûreş û xwedî lîsteya dirêj ya suçên şer e îro dewleta Tirk û hevkarên wê ne. Lê çima ragihandin, çima rojnamegeran ewqas ji xwe re xeter dibînin divê em ji xwe bipirsin û rastiyê bibînin.

Ragihandina azad bûye çav, gûh, zimanê heqîqetê û her gava hêzên dagirker, hêzên komploger diavêjin dişopîne û kêlî bi kêlî eşkere dike, rastiya radixe ber çavan. Temaşevan, gûhdarvan û xwendekarên amûrên ragihandina azad bi vê reyê agahiyên rast digrin, raya giştî ya cîhanê jî di rastiyê de çi dibe, çi diqewime dibîne, rewşê baştir fam dike, fenên hêzên dagirker bi çavên xwe re şahîdî dike. Bi vê reyê şerê taybet ku asta herî jor de dixin meriyetê jî dihate lewaz kirin û nedihat hiştin û bigihêje encamên dixwazin. Ev û gelek aliyên din  de rol û mîsyona ragihandina azad di pêşxistina jiyana azad û binxistina koletî, zilm û zorê de mezin e. Û dewleta Tirk ya faşîst bo vê rastiyê ti demî tehamûla ragihandina azad nekiriye û hewil dide asteng bike, rojnameger, kameraman, nivîskarên wê dike hedef. Tinê di nava 5 salan de 13 rojnamevan di encama êrîşên wan de şehîd ketin û gelek kes jî birîndar bûn.

Sala 2019’yan, rojnamevan Vedat Erdemcî, Nuçegihan Seed Ehmed û Mihemmed Hisên Reşo li Serêkaniyê, Dilovan Gever û Wedat Erdemîc li Girê Spî hatin şehîd xistin.

Sala 2022’an nuçegihan Îsam Ebdullah di êrişa hewayî ya li Dêrikê şehît bû.

Sala 2023’an li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîta Jin TV’yê kirin hedef, xebatkarê Jin TV’yê Necmedîn Feysel El Hac Sînan gihêşte şehadetê û nûçegihan Delîla Egîd jî birîndar bû.

Sala 2024’an li Şengalê wesayîta xebatkarên Çira TV û Çira FM’ê kirin hedef û nûçegihan Mûrat Mîrza gihêşte şehadetê. Cardin heman salê li seyareya rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behaddîn têde xistin û herdû rojnamevan gihêştin şehadetê. Herî dawî beriya 3 rojan Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê di encama êrişa SÎHA’yê de şehîd bûn. Beriya sala 2019’an jî gelek êrîşên wan li hemberî rojnamegeran pêkhatîbû û şehîd Nujiyan Erhan, Denîz Firat, Rizgar Denîz, Dilîşan Îbîş jî di nav de bi dehan rêhevalên dozê hene ku bi saya wan stunên ragihandina azad ji her demî zêdetir xûrtir û bi kok bûye.

Hedef girtina dewleta faşîst û qirker ya Tirk ya rojnamevanan, ya ragihandina azad ji tirsa wan tê ku ev jî hêz û potansiyela amûra ragihandina azad jî eşkere nîşan dide. Yên ragihandina azad pêşdixin, xûrt dikin û dimeşînin her xebatkar û endamekê vê xebatê ye. Ev tirsa wan ewqasî kûr dibe û heger dikevin panîkek ewqas mezin ji me re dimîne zêdetir kar û xebat, zêdetir pêşdebirin û xurt kirina ragihandina azad. Ewê nekarin pêşiya ragihandina azad bigrin. Çi bikin bila bikin yê nekarin ruhê azad tine bikin, ruhê têkoşer û azadî xwaz. Ragihandina azad ku bûye qebûsa xewnereşkên wan yê bi beşdarbûna hezaran ciwanên welatê me, bi milyonan şopdar û şopîneran vê siyaseta wan ya gemar vala derbixe.

Şîlan Serhed

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

PKK BI XWE HEBÛNEKE ZINDÎ YE
Nirxandin

PKK BI XWE HEBÛNEKE ZINDÎ YE

May 14, 2025

Read moreDetails
ENCAM STANDIN BI JIYANEKE SOSYALÎST PÊKAN E
Nirxandin

ENCAM STANDIN BI JIYANEKE SOSYALÎST PÊKAN E

May 13, 2025

Read moreDetails
EM DÎROKEKE NÛ DINIVÎSÎNIN
Nirxandin

EM DÎROKEKE NÛ DINIVÎSÎNIN

May 13, 2025

Read moreDetails
ENCAMA DANEZANÊ YA KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê
Daxuyanî

ENCAMA DANEZANÊ YA KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê

May 12, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk