Em Teslîmê Wê Êşê Nabin

0Shares

Zinarîn Amûdê

Carna di jiyana mirovan de hin bûyer çêdibin, ku ticar nayên jibîrkirin. Bûyerên wiha ne, ku go­tin li cem mirov bidawî dibin û bi şûna go­ti­nan rûyê mirov bi hestên dijwar ên ku xwe di dil de mîna barekê giran bi cih kirine di­pe­yî­vin. Ji wan hestan re tenê navlêkirina ‘êş’ êdî mi­rov rehet nake. Hesteke birîndar e ku di bin lin­gên cahilan de tê perçiqandin, hesteke lal e ku êdî peyv têra dengê mirov nake, hestek e ku li hember hemû bêbextiyan îsyan dike û di kul­ma cîhaneke razayî de jan dide.

Belê, ev dikeve sala çardayan ku gelê Kurd vê hes­tê dijî. Gelê Kurd ev heste gelek caran zi­vi­rand bi ser gotinan, zivirand çalekî, zivirand tê­ko­şîneke bêrawest. Ev hest bi hêviya ku careke din 15’ê Sibateke din dûr ji Rêbertî nejî, tev­ge­ri­ya. Ev hest bi xwe re gelek derketinên berçav anî­be jî, dîsa jî dilên ku bi evîna mirovê mezin lê­dide û bi fikir û ramanên mirovê azad ronak di­be, bi bêrîkirin û hesreteke bişewat debara wan tine ye. Bi vê hestê re bû ku ruhê netewî di gelê Kurd de xwe li derdora Rêbertî kire çem­ber, bi vê hestê re ciwan, jin û zarokên Kurd di hemû qadên têkoşînê de çalek bûn. Bi vê hestê re hezkirin û girêdana bi Rêbertî me­zin­tir bû. Lê dema ku hîna mirovê azad Rêber APO di nava zîndanê de ye, hemû destketiyên he­yî di rewşa dîlbûyîna Rêbertî de, ji bo xwe ne­bes dibîne.

Di­lê gelê Kurd hîn jî nikare êşa vê rojê jibîr bi­ke. Wek ku neyarên gelê Kurd hêvî dikirin çê­ne­bû. Neyaran wer bawer dikirin ku wê bi dîl­gir­tina Rêbertî re bikaribin gelê Kurd ji Rêbertî qut bikin û Tevgera Azadiyê ji holê rabikin. Lê ge­lê Kurd bi têkoşîna xwe ev xeyal vala derxist û da nîşandan ku ti hêz nikare ew ruhê ku bi fel­sefya Rêber APO vejiya ye, di nava xefikên xwe de birçî bihêlin. Neyar hîn jî nikarin bi hiş­mendiyên xwe yên kujeriya evînê, evîna gel­ê Kurd û Rêbertî fêmbikin. Lewma dikevin na­va xeyalên vala û erzan û dilê xwe xweş di­kin ku wê bikaribin dawî li vê evînê bînin. Ji­xwe heya ew serwext bibin wê temenê wan bi­da­wî bibe.

Jixwe her rojek ku li ser wê rojê re derbas dibe, ras­tiya ku Rêbertî hîn di zîndana Îmralî de ye, de­ma ku gel û tevger bi vê re rûbirû dibe, êşa wê zêdetir dibe û her salvegera komploya 15’ê Si­batê jî êşa wê hîn dijwartir dibe. Êşek e ku pê­nase nabe, nayê bilêvkirin, nayê parvekirin. An jî yên ku heman êşê dijîn wê çawa bi hevre par­ve bikin. Ji bo pênasekirina wê jî nakevin na­va hewldana dîtina gotinan, ji ber ne êşeke ku tenê bi gotinê razî bibe. Gelê Kurd, Tevgera A­zadiyê ji wê rojê heta îro, ev êşa xwe bi gelek cu­reyên çalekiyan pênase kirine û hîn jî dikin.

Ge­lê Kurd baş haydar bûye ku komploya 15’ê Si­batê, di şexsê Rêbertî de komployek e li ser ça­renûsa azad a gelê Kurd pêk hatiye. Lewma ber­xwedanî û sekna Rêbertî li ser gelê Kurd jî di­teyîse. Çawa ku Rêbertî tevahiya jiyana xwe fe­dayê têkoşîna gelê Kurd dike, gelê Kurd jî bê­dudilî ji bo azadiya Rêbertî ku wek azadiya xwe pênase dike, di her şert û mercî de, bi fe­da­kariyeke mezin û bi berpirsyarî tevdigere. Rê­ber APO di zîndana Îmralî de li hember po­lî­tîkayên desthilatdaran (ne tenê dewleta Tirk, he­mû hêzên ku bi hev re polîtîkayên tinekirinê pêş dixin), bi sebreke mezin û bi hişyariyeke bîr­dozî têkoşîn dike, gelê Kurd jî di zîndana ku dest­hilatdaran di cîhanê de li ser wî ferz dikin, bi piştgîtiya berxwedana Rêbertî, li hember he­mû êrîşan serî radike. Her ku rastiya Rêbertî û xwe­şikbûna kesaayeta wî tê fêmkirin, piştgirî zê­detir dibe û ne tenê gelê Kurd li her derê ji ne­tewên cuda jî îro ji bo azadiya Rêbertî û ça­re­seriya pirsgirêka Kurd, dilsoziya xwe nîşan di­­din.Rêbertî di tevahiya jiyana xwe de lêgera ji­yanek e watedar, evîndar, azad û aştiyane ji xwe re esas girtiye. Ji bo van lêgerên xwe tê­ko­şî­neke bêrawest meşandiye û bi xwe re gelê Kurd jî xistiye nava têkoşînê. Gelê Kurd jî îro bi xwe re gelên cîhanê dixîne nav livûtevgerê. Ev têkoşîn bi baweriyeke ku xwe dispêre za­ne­bû­na jiyana azad, her diçe xurtir dibe. Hêza Rê­bertî ji rêgeza xwenaskirnê tê –jixwe xwe­na­sîn bingeha hemû têgihîştinan e- ev jî bûye se­dem ku gel ji xwe haydar bibe û di navbera Rê­bertî û gelê Kurd û gelê Kurd bi gelên din re tê­kîliyekeke diyalektîk a bi vî rengî avabûye. Hê­zên dagirker û yên mêtinger her ku vê ras­ti­ya xurtbûyî dibînin, êrîşên xwe zêdetir dikin. Lê ev êrîş her wê li pêşberî vê diyalektîkê bin bi­keve. Rêbertî, li  gel ku ev 14 sal e di şert­û­mer­cên zehmet ên girava Îmralî de dîl e û bê­ti­rî sal û nîv e jî di bin tecrîda giran de ye, dîsa jî tiş­tek ji coş û heyecana xwe ya jiyanê wenda ne­kiriye. Di hevdîtina ku herî dawî Ehmed Turk û Ayla Akat bi Rêbertî re çêkirin, di çav­di­rêyên xwe de digotin Rêbertî pir bi biryar û coş bû. Wiha jî diyar dibe ku tecrîda şidandî bi ti awayî biser neketiye û Rêbertî ruxmî şert­û­mer­can giravê jî xwedî moralek e mezin e. Pir eş­kere ye ku cîhana Rêbertî ji zû ve ye cîhana ma­dî derbas kiriye. Di nava deryayeke ra­ma­nên azad de dijî. Ji ber dewleta Tirk û hêzên komp­loger nikarin rastiya Rêbertî bi kûranî nas bi­­kin, bi qalibên hişmendiyeke kevneşop a nî­jad­perest  a modernîteya kapîtalîzmê ku têr na­ke kesayeta azad şîrove bike, wer hêvî dikirin ku wê bikaribin Rêbertî di nava çend salan de tes­lîm bigrin, an ji rêgezên azad bidin sarkirin. Ji­xwe hîna jî hinek kes ên ku bi heman hiş­mendiyê tev digerin, bi cehalet pirs dikin: gelo ev kesayet hêza xwe ji ku digre?

Mi­rovek ku têkîliya wî ji hawîrdorê hatibe qut­ki­rin, heke mehkumê tenêbûnê hatibekirin -ku ev hukmek e herî zalîmane û giran e- mirovek ku xwedî xwezayeke civakî be, bi çi hêz û ba­we­riyê dikare li beramberî tenêtiyê liberxwe di­de, hêza xwe ji çi digre? Ji kesên xwediyê mê­jiyê kor in û naxwazin rastiyan bibînin, li gel ku rastî pir eşkere ye, tenê bi bersiveke kurt ku naveroka wê dewlemend e mirov dikare bê­je: hêza xwe ji giyana xwe ya azad digre. Hêza xwe ji kesayeta civakbûyî digre. Ji ber ci­vak­bûn ne ku tenê mirov di nava komeke qe­re­ba­lix de bijî ye. Vaye kesên ku ji milyonan re qa­şo rêbertiyê dikin, lê ji ber ezezitî û dest­hi­lat­da­ri­yê ew kor kirine, her roj civakên xwe di nav ê­şan de difetisînin. Rêber APO bi civakbûna xwe civaka Kurd careke din komî serhev kir. Ma jixwe sedemek ji sedemên pêkhatina kom­p­loya 15’ê Sibatê ne ev bû.

Gelêkurd jî yek ji wan gelan e, ku bi salan li hem­ber dagirkerî û mîtingeriya hêzên dest­hi­lat­dar li berxwe daye, serî rakiriye û hebûna xwe parastiye. Li ser gelê Kurd û Kurdistanê bi sa­lan e şer, komkujî û koçberî ferz dibe. Mîna ku ev cîhan têra çavbirçîtiya ajoyên dest­hi­lat­da­ran nake, her dem dixwazin cîhanê têxin bin des­tên xwe. Li gel ku cîhaneke fireh e û têra her­kesekê dike. Lê çavbirçîtiya desthilatdaran, ev maf nedaye gelê Kurd. Dema gelê Kurd bi rê­nîşandêriya Rêber APO careke din xwe kom û bi hêz kir, hêzên navnetewî xwestin ku çav­ka­niya vê hêzê dîsa ji holê rabikin. Jixwe Rê­ber­tiya me bêsebeb roja reş wek ‘roja qir­ki­ri­nê’ binav nekiriye. Bi komploya 15’ê Sibatê re xwes­tin ku di kesayeta Rêbertî de hêza gelê Kurd û vîna azad ji holê rabikin. Ev armanca komp­loya navnetewî, êdî ji hêla gelê Kurd û ra­yagiştî ve baş tê zanîn.  

Dîsa 15’ê Sibatê hat û em îsal bi rêxistinbûna ge­lê Kurd a hîna xurtir, di rewşekê de ku hêzên ser­dest neçar mane hêza Rêbertî qebûl bikin, wî wek mûxateb bibînin, Tevgera Azadiyê ji her demê bêtir xwe di xeta Apoyî de zelal ki­ri­ye û hêzên demokratîk bi roniya geş a vê tê­ko­şî­nê dihesin, pêşwazî dikin. Her ku em komloyê pûç dikin û ber bi azadiya Rêber APO û gelê Kurd ve gav diavêjin, em bi minet û rêzdarî hemû şehîdên xwe bibîr tînin û soza xwe ya biserxistina têkoşînê dubare dikin.